图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,517
图片 106,564
书籍 19,265
相关文件 97,105
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hemîd Kiliçaslan
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hemîd Kiliçaslan

Hemîd Kiliçaslan
=KTML_Bold=Xebatkar û rêvebirê doza neteweyî Hemîd Kiliçaslan=KTML_End=
Cano AMEDÎ

Hevalê Hemîd Kiliçaslan di sala 1948 an de, li Qosera Mêrdînê, gundê Dêrika Smeîlaxa hate Dinyê.
Kekê hemîd ji binemaleke naskirî û mezin dihat. Ew di nav eşîr, ode, doz û dawên civata Kurd de mezin bû. Wî civata Kurd baş nas dikir û li gorî urf û adetên kurdî mezin bûbû. Loma jî kekê Hemîd mirovê civat û şevbuhêrkên kurdî bû. Gelekî bi hêsanî tesîr li civatê dikir. Bi mezinan re mezin û bi ciwanan re ciwan bû. Qonexên eşîrtî û netewetîyê jiyabû, di vî warî de xwedîyê harmonîyek baş bû. Xwedîyê gotina xwe bû, loma jî di nav civatê de mirovekî cihê bawerîyê bû.
Piştî dibistana Lîseyê, di sala 1968an ji bo xwendina bilind çû Ankarayê û dest bi Fakulteya Huqûqê kir. Di heman demê de, pêwendîyên wî bi melayên kurdperwer yên weke Mele Ebdulqudûs, Mele Eledîn û hinek endamên din yên PDKT re çê bûn. Ew bi rêya Mele Eledîn piştî demeke bendewarîyê, di sala 1969an de bû endamê PDKT.
Piştî kekê Hemîd beşdarî nav refên Partîyê bû, bi awakî çalak dest bi xebata siyasî û rêxistinî kir û ji bo daza kurd û kurdistanê çi ji destên wî hat texsîr nekir. Gava xebata siyasî û rêxistinî li Bakurê Kurdistanê geş bû û pêwîstiya kadirên siyasî bêtir derket holê; kek Hemîd dev ji dibistana xwe berda û bi hemû hêz û îmkanên xwe bêtir kete nav xebata siyasî û rêxistînî. Di nava gundîyan û bi taybetî di nav ciwanên wê demê de, gelek xebat û hewldanên hêja kir. Di têgihiştina hestên neteweyî û zanestiya siyasî de rolek taybetî ya Kekê Hemîd hebû. Ji bo vê rol û helwesta xwe jî dem dema dibû aramanca hinek kesên di warê siyasî de kevnare yên nav partîyê.
Gava di sala 1974an de, Şoreşa Kurdistana Başûr şikestin xwar û xelkê me yê wî beşî ketin nav pêvajoyek zor û zehmet de, weke gelek kadirên PDKT, hevalê Hemîd jî di vî warî de ji bo alîkarî û bicihkirina malbatên pêşmergayan xebat û xizmetek gelek hêja kir.
Di sala 1975an PDKT Kongreya xwe ya sisîyan civand. PDKT jî di warê siyasî û awayê xebata rêxistînî de kete nav pêvajoyeke nû. Piştî kongreya sala 1975an, hevalê Hemîd bû endamî Komîteya Mehelî ya Qoserê. Gava xetek serxwebûnxwaz û şoreşger di nav PDKT de dest pê kir, hevalê Hemîd jî yek ji wan kadirên pêşî bû ku pêşengîya vê xetê kir. Di kongreya PDKT ya 1977 an de, xeta serxwebûnxwaz û şoreşger giranîya birêvebirîya navendî ya partîyê xist destê xwe. Hevalê Hemîd di vê kongreyê de weke endamê navendî ya PDKTê hate hilbijartin û dûre jî weke endamê Mekteba Siyasî xebata xwe ya siyasî û rêxistînî bi awakî berfirehtir û geştir berdewam kir.
Di sala 1978 û 79 an de, hevalê Hemîd bi awakî gelekî çalak beşdarî nav xebatên sendîkaya karkeran ya Batmanê bû. Di vê herê me de, di demek kurt de, hezkirin û bandora hevalê hemîd li vê navçeyê jî belav bû. Gava PDKT-KUKê dest bi şevên kulturî û siyasî kir. Di van Şevan de, bi axaftên xwe yên kurdî û rewan carek din di dilê xelkî xwe de cihekî bi rûmet girt û di şiyarbûna neteweyî û şoreşgerî de roleke hêja lîst. Xebatên hevalên Hemîd yên di nav gundî, karker, xwendekar û ciwan yên wê demê de, herweha xebat û têkoşîna wî ya ji bo karkerên sendîqaya Batmanê û şevên ji alîyê ciwanên PDKT-KUKê de dihatin amadekirin xwedîyê cihekî taybetî û bi rûmet e.
Piştî darbeya eskerî ya 12ê îlonê ya 1980 de weke gelek siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurd, hevalê Hemîd jî derket dervî welat. Di Konferansa 1ê ya PDKT-KUKê ku di sala 1981ê de hate li dar xistin de, hevalê Hemîd careka din weke endamê Komîteya Navendî ya KUKê hate hilbijartin. Hevalê Hemîd piştî darbeya 1980ê jî gelek xebatên hêja yên siyasî û rêxistinî li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê kir.
Hevalê Hemîd di dawîya sala 1983 an de hate Swêdê û demekê li vê derê cîwar bû. Di vê demê de jî bi qasî ji destên wî dihat ji alîyekî xebata xwe ya siyasî û rêxistinî didomand; ji alîyê din jî xebata xwe ya li ser ziman û kultura kurdî berfirehtir û geştir kir. Di kovara Kulîlkê de ku kovara yekem li tevaya dinyê bi kurdî û tîpên latînî ya zarokan bû gelek çîrok, serpêhatî û metelokên kurdî weşand.
Piştî çûna Swêdê bi demekê jî hevalê hemîd beşdarî nav xebata Koma Kurmancîyê bû ku ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dihate birêvêbirin. Wî zêdeyî sî salî jî di vî warî de jî xebat û xizmetek bêhempa ji bo zimanê kurdî kir.
Hevalê Hemîd piştî demekê vegerîya welat, xebat û têkoşîna xwe dîsa li nava welat berdewam kir. Di van salên dawî de, wî xebata xwe ya siyasî û rêxistinî di nav PDK-Bakur de dida domandin û ew yek ji berpirsiyar û berdevkên vê partîyê bû.
Bila Xwedê hevalê Hemîd bi dilovanîya xwe şad bike û mekanê wî rohnî be!
Kek Hemîd di warê metelok, çîrok û çanda Kurdî de ansiklopedîyek ser linga û bîrdankek civatî û dîrokî bû. Axaftina kurdî, ji wî re hunerekî zarxweşîyê bû. Bi galgalên di ahenga mijaran de, civat şên dikir û sohbet şêrîn dikir. Loma kesên wî nasdikin, bawer nakin ku ji nav me barkirîye! Ew kesayetekî ku mohra xwe li jîyana civata Kurd xistîye. Loma ew tu demê nayê jibîrkirin!
Em xebat û têkoşîna hevalê Hemîd ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk tu carî ji bîr nekin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览540
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
小组: 传记
Date of Birth: 00-00-1948
Date of Death: 01-11-2020 (72 年份的)
Cause of death: No specified T4 1474
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: 马尔丁
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
Place of Residence: Diaspora
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):26-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览540
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.115 KB 21-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,517
图片 106,564
书籍 19,265
相关文件 97,105
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!