图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,510
图片 106,556
书籍 19,263
相关文件 97,083
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
12 ÎLONÊ 1980 destpêka darizandin û têkçûnê ye. (2)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
12 ÎLONÊ 1980 destpêka darizandin û têkçûnê ye. (2)
Cano AMEDÎ
Piştî salên 1974 an şûnde, li bakûrê Kurdistanê bi dehan rêxistin û partîyên Kurd hatibûn damezrandin. Di dîroka nêzîk de, em dikarin tevgera netewî, di sê beşan de bi nav bikin:
Beşa yekem: Ji salên 1965 an heta 1974 an e; ev pêvajo, damezrandin û zarokatîya tevgera netewî ye. Di vê pêvajoyê de fedakarî, bawerî, dilsozî û asoyek zelal heye. Di wê pêvajoyê de, trajedî, bêbextî û birînên bi êş hene. Nîrxandina sîyaseta dunyê û Kurdistanê, li gor şertên deme, bi zimanekî zelal hatîye rojevê.
Beşa duyem: Ji salên 1975 an heta dawîya salên 1980 an e, ev pêvajo jî xortanî û geşbûna tevgera netewî ye. Di vê pêvajoyê de fedakarî, dilsozî, bawerîyek îdealîst û kelecanîyek bê sînor mohra xwe li rojevê xist. Bi dehan rêxistin, partî û grûp li seranserê Bakûrê Kurdistanê dest bi karên rêxistinbûnê kirin. Bi salan bû ku ew erdê beyar li benda xebat û rêxistinan bû. Partî û rêxistinên Kurdistanî di demek kin de li hemû bajar, navçe û gundan xwe bi rêxistin kirin. Bandora partî û rêxistinan bi taybetî di nav xortan de, di nav gundîyan de zû belav bû. Di nav sê salan de, her rêxistina ku li heremên xwedî bandor û desthilatdar bûn, xwe birêxistinî kiribûn. Di nav hemû beşên civatê de şaxên rêxistina xwe saz kiribûn. Nakokîyên nav civatê, problem û pirsgirêkên malbatî, heremî an tîcarî di bin desthilatdarîya partî û rêxistinan de dihat çareser kirin. Li hinek bajaran bi beşdarbûna namzetên serbixwe rêvebirîya şaredarîyan ket destê şoreşgeran. Diyarbekir, Agirî, Rûha, Batman, Dêrik, Hilvan, Nisêbîn û Şirnax em dikarin mînak nîşan bidin.
Dewleta Tirk li hemberî wan pêl û lehîyên guhertinxwaz ket nav lêgerînek nû. Endezyar û pisporên civatê yên Tirk, ji bo cardin civata Kurd kedî bikin û projeyên asîmlasyonê bidomînin, pêwîstîya hevalbendên xwe yên kurd dîtin. Ji bo xapandina gelê Kurd, wasîte û alavên herî baştirîn, di kirasê Kurdî û îdeolojîya çepîtîyê de dîtin.
Dewleta Tirk ji alîyekî dest bi tatkîbat û provayên komkujîyê kir. Bi taybetî jî, li ser sînorê bajarên Kurdistanê û Anatolîyê dest bi amadekarîya projeyên qirkirinê kirin. Komkujîya Sêwasê, Meletya, Çorûm, Mereş û deverên din.
Dîsa di sala 1977 an de li Stenbolê qetlîma 1 Gulanê, amadekarîya bingeha kodeta leşkerî bû. Ev bûyerên hanê, ji bo xurtkirin û şîyarkirina nijadperestîya Tirk bû.
Dewleta Tirk, bi qatlîam û kûştinan xwest cıvata Kurd di warê olî de, mezhebî de ji hev dûr bixe, derizandin û dijberîyên olî, civakî û sîyasî kûr bike. Ew bajarên ku bûn armanc, lê qetlîam pêkhatin, bi giranî bajarên di warê ol, mezheb û gelan yên tevlehev û rengîn bûn.
Hesabê dagîrkeran ew bû ku, gava metirsîyên olî, mezhebî û netewî di nav civatê de geş û xurt bibe, ji bo êrîş û qetlîamên xwe dikaribûn kirasê “meşrûtîyetê” peyder bikin. Ji ber wê jî her tim hewldan û armanca wan terorîzkirina tevgera netewî bû. Encamên wan polîkayan roj bi roj zêde dibûn û dagîrkeran dest bi kuştin, talan û qetlîaman dikirin.
Li gelek bajarên Tirkan, di nav baregehên serbazî û leşkerî de “qampên komando” hatibûn damezrandin. Kûjer û pravaktorên bijarte ji alîyê serbazên Gladîyo/kontr-gerilla ve dihatin perwerde kirin. Di bin kirasê “tirsa Komunizmê”de, li her bajarî, li her navçeyekî bi navê “komelên li dij komunîzmê têkoşin” avakiribûn. Helbet ji bo mesrefên van perwerde û çalakîyan pere ji Amerîka distendin, lê tekoşîna herî mezin li dij doza gelê Kurd dihat karanîn.
Kadroyên li ser wî sergoyî perwerde dibûn, têkoşîna gelê Kurd û hêzên rizgarîxwazên netewa Kurdistanê weke metirsîyekî mezin dîtin. Di sala 1978 an de li Çolemergê di bin navê “cendirmên bi bask-78” (Kanatlı jandarma-78) tatbîqatek çêkirin. Di wê provayê de hêzên dijmîn bi cil û bergên Kurdî hatibûn nîşandin. Di davîya tatbîqatê de, ew kesên cil û bergên Kurdî lê bûn, di televîzyona xwe de kuştî nîşandidan. Mesaj vekirî bû, dewleta dagîrker digot: “Eger hûn daxwaza mafên xwe bikin, dawîya we, wê weke encamên tatbîqatê be.” Di sala 1979 de li Erziromê disa bi wî rengî li dijî gelê Kurd tatbîqatek çêkirin û Kenan Evren û hevalên xwe li cîhê protokolê wêneya kodetê didan çapemenîyê!
Di amadebûna wê rojevê de, şagirtên “Îttîhat Terakkî” yên bijarte, di nav rêfên çep, rast û gelê Kurd de hatibûn bi cîhkirin, ev xêrnexwazên hanê, rolekî mezin dilîstin. Ew kesên di “Komelên bi Komunizmê re têkoşin” de hatibûn perwerde kirin, li ser rêgeha Şefîk Husnu, Mihri Belli, Mahir Kaynak, Doğu Perinçek, Yalçin Kûçik, Necip fazil Kisakurek û mamosteyên her wekî wana ji bo dewleta xwe karên “zêrîn” dikirin.
Ev hêz û şagirtên hanê, di heman deman de xwedî rolên sereke bûn. Li dijî serhildan, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd radiwestîyan û polîtîkayên asimlasyon û nijadperestîyê di bin navê çepîtîyê de didomandin. Ew kadroyên hanê endizyar û mamosteyên derizdina îdeolojîk ya nav gelê Kurd bûn. Komara Tirk, ji dema damezrandina xwe heta niha nikaribû zimanê Kurdî ji nav malbatan rabike, lê bi saya van “mamoste”yên Tirk, ziman bû “Tirkmancî”, çanda civatê bû şorbenîskek tevlîhev!!.
Dayîkên doh ziman diparastin, ewlekarîya ziman dikirin, weke erkê netewî teslîmî nifşê pey xwe dikirin, bi lorî û dengê zelal rêgeha vejînê vedikirin; piştî salên 1980 an şûnde, li ber rêzefilm û bernameyên asîmlasyon “hêstirên” Tirkî dibarînin!
Sîyaseta îdeolojîk ya kor, hêdî hêdî hestên netewî ber bi “Tirkîyeyîbûnê” herikand.
Biratîya celad û dagîrkeran, bû strana “xelkler kardeştır, Kürtler qeleştır”. Bi hişmendîya demokratîkbûna Tirkîyê, sed sal şûnde Teşkîlata “Îttîhat Terakî” bi xwîna gelê Kurd, cardin xwe ji nû ve guncav kir. Wê bidome…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览591
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 06-06-2023
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 20-10-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):07-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览591
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,510
图片 106,556
书籍 19,263
相关文件 97,083
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!