图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,407
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,426
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çand hafizeya zindî ya gelan e
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
=KTML_Bold=Çand hafizeya zindî ya gelan e=KTML_End=
=KTML_Underline=Zehra Mohammedzadeh=KTML_End=

Rojhilatê Kurdistanê yek ji wan qadan e ku xwedî dewlemendiyek çandî ye. Erdnîgariyek berfireh e ku ji bawerî, ol, çand û zaravayên cihê yên kurdî re malovaniyê dike. Yên ku di dem û dîrokên cuda de hişt ev çand zindî bimîne û bûn perçeyek ji vê dewlemendiya çandî jinên rojhilatê Kurdistanê ne. Jin di dîrokên cuda de tev li raperînan bûne, têkoşiyane. Lê têkoşîna wan herî zêde jî di qada çandî de li pêş bûye. Bi stran, çîrok, helbest, destan û heyranokan, êş, keder û serpêhatiyên xwe anîne zimên. Mînaka wê jî helbestvan Xatûn Dayrakî Razdar e ku di sedsala 13-14’an de û Lîza Xanim e ku di sedsala 11’emîn de jiyane.
Li rojhilatê Kurdistanê parastina çand û ziman bi hêz bûye. Jinê bûyerên di serê kurdan de derbas bûne pir baş veguhastine nifşên nû. Dibe ku we hemûyan strana “Golnar” guhdar kiribe. Ev çîrokek a sadsala 18’emîn e ku behsa êrîşên Qaçaran a ser Xorasanê dike; li wê derê gel bi komî tê kuştin. Golnar lorîn, keder û êşên gelekî ye ku di feryada jina kurd de xwe digihîne roja me ya îro. Dîsa mirov dikare Heyran Xanima Dunbulî mînak nîşan bide ku di salên serê sedsala 19’an de li Xoy, Urmiyê jiyaye û dûvre ji ber koça bi darê zorê diçe Tebrîzê. Wê helbestên bi zimanê kurdî, azerî û farisî nivîsîne û behsa sê dîwanên wê yên mezin ku nêzî pênc hezar beyt in, tê kirin. Ew jî di helbestên xwe de behsa rewşa dema tê de, êş, keder û rewşa jinê dike.
Em dibînin ku di her serdemê de jinê bi awayekê ev nirxên çandî li dora xwe civandine, hay ji vê yekê bûye ku ev hafize ew ê veguheze çaxeke din û bi vê berpirsyariyê bûye. Jinên Rojhilat li rexmê nêzîkatiyên paşverû, pîvanên zilam, êrîşên dagirkerên welatê xwe, dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernedane, nexasim jî di qada çandê de. Ji bo vê girîng e ku em behsa Cîhan Ara Paweyî bikin ku di sala di nîveka sedasala 19’an de jiyaye, jinek helbestvan, zanyar û têgihiştî bûye, kedeke wê ya mezin a çandî çêbûye. Ew bi rêya helbestên xwe li dijî koçberî, êşan, şer dike. Di heman demê de pergala heyî ya zilam jî dixe bin lêpirsînê; bi qasî di qada çandî û wêjeyî de têdikoşe, di van mijaran de jî xwedî têkoşîn e: “Ne zilam dikare derd û xemên jinan, birîndariyên wan û hêviyên wan fêm bikin, ne jî pergala serdest a heyî dikare ji jinê re bibe hemderd û pirsgirêkên wê çareser bike.”
Bêguman ev hemû tiştên ku bi ked û hişê hevpar ê mirovan pêk hatine, teşe girtiye; ev tişt berhem û hêmanên bingehîn ên çandê pêk anîne. Di nav jiyana civakî de jin bi vê ferasetê nêz bûye, li dora civakê çanda heyî ya dewlemend hîn bi hestyarî honandiye û derbasî roja me ya îro kiriye. Ev yek bi taybetî ji bo civaka me ya kurd ku di her serdemê de rastî qirkirina çandî dihat, girîng bû. Ji ber ku çand nasnameya herî bi hêz a xwepênasekirina civakan e.
Ji ber vê çendê jî lazim e em qala Mahbanû Ebasî, ango Banû Şîrwanî bikin ku ew jî di demeke cuda de, bi dengê xwe rê û rêçekê ji çanda xwe re diyar dike. Banû Şîrwanî ku di sala 1929’an, li Qûçana Xorasanê tê dinyayê, bi stran û xebatên xwe yên çandî bûye çavkaniya hest û raman ji jinên Rojhilat re. Mirov nikare bêje ev tenê stran in, ji ber ku jiyan, çîrokên evîndariyê, talan, qirkirin, carnan jî qala çol, deşt, çiya û ber, şahî, şîn, nexweşî û baweriyên xwe kirine ku ev yek bingeha çandek dewlemend a kurd pêk tîne ku çand jî li dora van nirxan ava dibe. Ew bi strana “Gulnazikê xwe, lorikê xwe, lê yarê” behsa keçên kurd dike ka çawa piştî şer û talanê li bazaran hatine firotin, dike. Di strana “Ez aşiq im eman yarê” jî behsa derbideriya jinekê dike. Di stranên wê yên “Gulperî û dest bi hena”, “Leylî û Leylane” û “Vay çi rozigar e” mirov pir aşkera dikare rewşa jinê, gel û civakê bibîne. ‘Herayî; herayî hawara çiyayî ye!’ Ev jî nîşana bûyerên penaberiya kurdan e. Li vir jî em dibînin ka çawa bûyerên bi êş, keder, şînên kurdan ji bo neyên jibîrkirin, robarek ji çandê ber bi siberojê diherike. Ev bixwe têkoşînek mezin a çandî ye! Helbet bi dehan mînakên wiha hene, armanc tenê di şexsê van jinan de balkişandina ser rol û têkoşîna jinên Rojhilat e. Wekî ku me di hemû mînakan de jî dît, çand li dora nirxan pêk tê, çand “xwebûn” e, nasnameya civakî ye ku bi kevneşopiya berxwedana jinê heya roja me ya îro hatiye parastin. Ger ev têkiliya xurt a dîrokî bê qutkirin, dibe ku meriv nikaribe dîsa bi vê rola xwe rabe û bibe dengê têkoşîn, êş, koçberî û lorînên gelê xwe.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览241
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 07-06-2023
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 20-12-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 艺术
书: 文化
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 90%
90%
添加( ئەڤین تەیفوور 07-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):09-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览241
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,407
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,426
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!