图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Welatparêziya Kurd
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Welatparêziya Kurd

Welatparêziya Kurd
Welatparêziya Kurd
SELAHATTÎN ERDEM
Di vî warî de rastiya esasî ev e ku mirov li warê xwe be, li hemberî kesên faşîst û mêtinger xwe bi rêxistin bike û têbikoşe û bihuşta xwe li warê xwe ava bike.
Gelo mirov dikare ji bûyerên li ser sînorê Polonya û Belarûsê re bibêje ‘drama mirovayetiyê’ yan jî ‘drama Kurdan’? Bêguman mirov nikare bibêje. Ji ber ku ne bi tenê dram lê qetlîamek jî heye.
Dema mirov dibêje ‘Dram’ ev rewş sivik dibe û roleke wisa ava dike ku qetlîama mirovayetiyê meşrû dike. Berpirsên bûyerê vedişêre û pê re jî derfeta hesappirsînê ji holê radike.
Ji ber van bûyeran hinek kes berpirs in û divê hesap bidin. Nexwe berpirs û sûcdarên bûyeran kî ne?
Bêguman mesele ne bi tenê tiştên li ser sînoran in û divê li wir li berpirsan neyê gerîn. Tişta li ser sînorê Polonya û Belarûsê, tişta bi navê ‘Pirsgirêka koçberan’ bi tenê encamek e. Ne sedema bûyerê ye.
Ji ber vê jî ji bo ku mirov rast fêm bike û bide pênasekirin, divê ne li encamê lê li sedeman binihêre. Ji ber ku tişta li ser sînorê Polonya û Belarûsê û tişta li Behra Spî pêk tê, berpirsên wê yên sereke, sedem in.
Gelo mirov çima neçar dimînin ku xwe li sînorê Polonya û Belarûsê yan jî li Behra Spî bixînin?
Gelekî eşkere ye ku du sedemên vî tiştî hene. Yek jê pergala modernîteya kapîtalîst a pênc sed salî û rewşa wê ya global e.
Ji ber ku li ser vî esasî pênc sed sal in hemû dewlemendiyên Emerîkaya Latîn, Efrîka û Esyayê bi darê zorê hatine desteserkirin û birine Ewropayê. Li van qadan mirov ji birçînan dimirin û li Ewropayê jî bihuşteke berxwiriyê hatiye avakirin. Ji ber vê jî mirovên birçî berê xwe didin vê bihuşta sixte.
Ya duyemîn jî li Emerîkaya Latîn, Efrîka û Esyayê rêveberiyên heyî piranî jê otorîter û mêtinger in.
Li ser civakên wir ji aliyekî ve zetên giran û zilmê dikin û ji aliyê din ve jî dewlemendiya wan didizin û pê re jî malbat û xanedaniya xwe dewlemend dikin.
Bi vî awayî mirov dikevin bin zext û birçîbûneke giran. Bi van zext û birçîbûnê mirovan ji welatên wan dûr dixînin û berê wan didin Ewropayê.
Nexwe bûyera koçberên li ser sînorê Behra Spî, Polonya û Belarûsê ji ber pergala modernîteya kapîtalîst a pênc sed salî û ji ber dîktatoriya faşîst tê avakirin. Berpirs û sûcdarên van bûyerên bi navê ‘Drama mirovayetiyê’ ev hêz in.
Ji ber vê jî divê mirov van hêzan wekî berpirsê van bûyeran sûcdar bikin û hesabê van bûyeran ji van hêzan, feraset û siyaseta wan bipirse.
Di vî warî de divê qala rola diyarker a dîktatoriya faşîst AKP û MHP’ê were kirin. Ji ber ku faşîzma AKP û MHP’ê ne bi tenê li ser mirovên di nav sînorên Dewleta Tirk de, li ser mirovan zext û mêtingeriyê dike, di heman demê de welatên cîran jî di serî de gelek mirovan ji Esya û Ewropayê kom dikin û wan sewqî Ewropayê jî dikin.
Li ser vî esasî ‘krîza penaberan’ ava dikin û ji ser wan şantajê li Yekîtiya Ewropayê dikin. Dixwazin YE dîktatoriya wan a faşîst û siyaseta qirker a ku dijminatiya Kurdan dike, qebûl bike.
Ji ber vê jî rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê berpirsên ‘krîza penaberan’in û divê herî zêde hesabê vî tiştî ji rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê were pirsîn.
Dema ku em van tiştan diyar dikin, li gorî me ne rast e ku mirov dev ji welatê xwe berdin û ji bo ku bikaribin biçin Ewropayê xwe diavêjin nav Behra Spî û xwe li sînorê Polonya û Belarûsê dixin, li gorî me ev ne meşrû ye.
Beriya her tiştî em van hêzan wekî berpirs û sûcdar diyar dikin. Bi vî tiştî re jî sedema wê çi dibe bila bibe, em bi tundî rexne dikin ku sedema wê çi dibe bila bibe mirov dev ji welatê xwe berdide û diçe li welatên din dibin penaber û dixwazin li wir li bihuştekê bigerin.
Di vî warî de rastiya esasî ev e ku mirov li warê xwe be, li hemberî kesên faşîst û mêtinger xwe bi rêxistin bike û têbikoşe û bihuşta xwe li warê xwe ava bike.
Bêguman mirov dikare alîkariya mirovî bide mirovên li wir şerpeze bûne. Lê ne ku mirov rewş û helwesta kesên li wir bipesinîne, berevajî wê bi rexneyê, şaşîtiya fikr û tevgerên wan deyne holê û berê wan bide rastiyê.
Reva ji welat û li Ewropaya ku her tiştê xwe bi xwînê afirandiye, lêgerîna li bihuştê ne tiştekî wisa ye ku mirov xwedî lê derkeve û wê biparêze. Beriya her tiştî ev tişt li dijî welatparêziyê ye.
Li ser esasê van tespîtan em dikarin qala ‘Drama Kurdan’ bikin.
Tê gotin ku kesên li ser sînorê Polonya û Belarûsê kom bûne û beşeke zêde ya kesên mirine Kurd in. Piraniya wan jî ji Başûrê Kurdistanê ne!
Ango ciha ku Kurd wê bi rê ve dibin û parçeyê Kurdistanê ye ya ku jê re tê gotin ‘Kurdistana azad’. Di reva wan de jî faşîzma AKP û MHP’ê dibe qasid.
Tê fêmkirin ku çima faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze Kurdan ji Kurdistanê derxîne û wan li her dera dinyayê belav bike.
Ji ber ku faşîst, mêtinger û qirker e, dijminê Kurdan ê sondxwarî ye û her roj Kurdan qetil dike û bi xwîna Kurdan xwe têr dike. Ji Kurdan re dibêje ‘Ji vê axê derkevin, hûn diçin ku herin’ Ango qirker e û qirkeriya li ser Kurdan pêk tîne.
Pergala kapîtalîst a global zext, zilm û mêtingeriya herî mezin li ser Kurdan dike.
Vê pergalê Kurdistan kiriye çar parçe. Ev pergal gelê Kurd tune dihesibîne û Kurd xistine bin zexta qirkirinê. Ev pergal bi her awayî piştgiriyê dide qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdan.
Ji ber vê jî sûcên zext, mêtingerî û talanê yên modernîteya kapîtalîst herî zêde li Kurdistanê hatiye kirin.
Ji ber vê jî pergala modernîteya kapîtalîst û faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze bi hev re Kurdan ji Kurdistanê derxînin û li Kurdistanê demografiyê biguherînin. Lê di vir de du tişt nayên fêmkirin û nabe ku were qebûlkirin.
Yek jê rola Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Ligel hemû hewldanên neyînî yên pergala kapîtalîst û faşîzma AKP û MHP’ê, heke rêveberiya Hewlêrê polîtîkaya rast bimeşîne, xwedî li gelê Kurd û ciwanên wê derkeve, nexwe ev kes wê dev ji Kurdistanê bernedin û nexwazin birevin Ewropayê.
Nexwe rêveberiya PDK’ê ya Hewlêrê, berpirsê vê bûyerê û reva ji Kurdistanê ne.
Bi xurtnekirina demokrasiyê, bi zêdekirina zext û mêtingeriyê, bi pêkanîna talanê, bi mezinkirina xanedaniya Barzaniyan, mirovên din tî, birçî û hejar dihêlin.
Nexwe çima mirov ji rêveberiya Kurdan û ji Kurdistana wekî bihuştê birevin.
Ya duyemîn jî feraset û helwesta wan mirovan e ku ji dêvila li hemberî meyla antîdemokratîk a PDK’ê wê têbikoşin, dev ji Kurdistanê berdidin û direvin Ewropayê.
Eşkere ye ku ev feraset û helwesta jî şaş e, ji ber ku civakeke di bin qirkirinê de ye, ji bo Kurdan jî xetere ye û sûc e.
Ji ber ku reva ji Kurdistanê reva ji welatparêziyê ye, reva ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Bêguman ji aliyê welatparêziyê mirov nikare vî tiştî qebûl bike.
Welatparêziya Kurdan nabe ku wisa be. Her roj bi dehan ciwanên Kurdan ji bo azadiyê canê xwe didin, ji bo ku ew jî li Ewropayê bijîn, nabe ku ji Kurdistanê birevin.
Nexwe divê mirov welatparêziya Kurdan ji nû ve rast fêm bike û li her derê rast pêk bîne.
Xeta welatparêziyê ya Rêber Apo divê li her derê li ser civakê were pêkanîn.
Bi sedan, bi hezaran mînakên welatparêziya Kurdan ên wisa hene. Mînaka herî dawîn jî dostê sadiq ê Rêber Apo, welatparêzê hêja yê Kurd, şehîdê mezin Yûsif Gulo ye. Kesayetiya Yûsif Gulo, mînaka herî şênber a pîvanên welatparêziya rast e.
Nexwe divê mirov welatparêziya Kurdan li ser pîvanên Yûsif Gulo pênase bike û li her derê pêk bîne.
Li ser vî esasî şehîdê me yê welatparêz Yûsif Gulo û neviyên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînim, diyar dikim ku em ê helwesta wî bikin pîvana welatparêziyê û bîranîna wî li Kurdistana Azad bidin jiyîn.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览429
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 09-06-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 15-12-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 09-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览429
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!