Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,608
Wêne 106,192
Pirtûk PDF 19,172
Faylên peywendîdar 96,646
Video 1,329
Kurtelêkolîn
Cihên geştiyarî yên parêzge...
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Koçberî ne qeder e, pratîzekirina polîtîkaya kapîtalîst e
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Koçberî ne qeder e, pratîzekirina polîtîkaya kapîtalîst e

Koçberî ne qeder e, pratîzekirina polîtîkaya kapîtalîst e
Koçberî ne qeder e, pratîzekirina polîtîkaya kapîtalîst e

XELÎL CEMAL
Di olên yekxwedayî de bi giştî wateya qiyametê, dawiya dinyayê ye. Di mîtolojiyê de jî mîtên bi heman rengî hene. Di destxetên Peymana Nû de ku ji sedsala 2’yan heta sedsaa 16’an hatine nivîsandin, nîşaneyên qiyametê bi ‘Çar Siwariyên Mehşerê’ tên sembolîzekirin û mirov bi hêsanî dikare bibêje ku di navbera wan nîşane û rûdanên roja me de têkiliyek heye.
Meseleyên ku dikarin bibin sedema dawiya dinyayê yên wekî şer, hilweşandin, nexweşî, xela û karesatên jîngehê, bûne rojeva sereke ya mirovahiyê. Ev tev jî ji ber feraseta lîberalîst pêk tên ku bi rola mesîhekî sexte radibe. Ev serkêşî jî îro di nava modernîteya kapîtalîst de xwe şênber dike. Îro pirsgirêka penaberiyê ku bûye bela serê dinyayê, ji ber sedemên wiha ye.
Di serî de deryayên Spî û Ege, gelek derya û çem û rûbar bûne goristanên penaberan. Hin dewlet dixwazin xwe ji van penaberan biparêzin û dîwaran li ser sînorên xwe lê dikin, her wiha yekîneyên taybet çêkirin û li ser sînoran mekanîzmayên kotrolê yên hewayî-bejahî danîn. Qaşo hin alîkariyên mirovî ji bo penaberan deklare kirin. Mirovahî bi şer, nexweşî, xela û karesatên xwezayî li ser rûyê erde kirin koçber û penaber, heçku ji xakekê veguhastin xakeke din, lê belê hin bûyerên berteng hildan û di ser wan re ji xwe re edebiyata kul û derdan kirin û hewl dan bi vê yekê wijdana mirovahiyê dîl bigirin û berovajî bikin.
Komîseriya Bilind a Penabaran a Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê raporek daxuyand û li gorî wê raporê di sala 2020’an de li tevahiya cîhanê 82 milyon û 400 hezar kes ji ber tundî û binpêkirina mafên mirovan, ji cih û warên xwe bûn. Di raporê te hate gotin ku krîza avhewayê, şerên navxweyî û pevçûn bûne sedema sereke ya vê yekê. Filipo Grandi rapor deklare kir û got “Ji ber pandemiya Koronavîrusê bi tenê di sala 2020’an de 3 milyon mirov neçar man malên xwe biterikînin. Piraniya wan dibe ku di salên bê de hewl bidin koçî welatên din bikin.” Ev daxuayanî rastiyê çi qas aşkera dike, nayê zanîn. Lê heke em bala xwe bidin rûdanên îro yên li Efganistanê jî, divê mijarên koçberî û penaberiyê gelekî berfirehtir bên nirxandin.
Di nava çend rojan de pêleke koçberiyê bi qasî 1500-2000 km mesafe qut kir û ji Efganistanê xwe gihand Bakurê Kurdistanê. Ev yek mijareke balkêş e. Lê belê sînorên Îran û Tirkiyê bi dîwaran hatine girtin. Her wiha dewleta Tirk di çarçoveya êrişên xwe yên qirkirinê de li ser sînor gelek bergirî bi teknîkên herî modern girtine û di hundirê welêt de jî toreke ji ya dema Ebdulhemîd xurttir çêkiriye. Lê dîsa jî li gorî daneyên fermî nêzî 300 hezar mirov çawa di sînorên bajarên Kurdistanê yên Agirî, Wan û Îdirê re ketine hundir û bi cih bûne? Ev çawa mimkun e? Divê bersiva vê pirsê teqez rast bê dayîn. Heke na, dema ku ev koçberî û penaberî di ser rastiya kapîtalîzmê re rast neyên nirxandin, wê demê em ê jî tenê bibin hevparên rondikên tîmsahan.
Sedem ne wekî hev bin jî di dîrokê de pêlên bi heman rengî yên koçberiyê rû dan. Ji ber zêdebûna nifûsê û kêmbûna berdariya çandiniyê û hwd hin civak neçar man koç bikin. An jî di demên xela, nexweşî yan jî rewşên şer de ev koçberî pêk hat. Lê niha hêzên global ên modernîst ên kapîtalîst ev yek ji bo hebûna xwe kiriye hincet. Anku koçberî îro wek polîtîkayeke plankirî tê meşandin ku di dîrokê de ji aliyê gelek dewletan ve li ser Cihûyan hatiye ferzkirin. Ji vê re pogrom an jî jenosîd tê gotin. Hingê çêtir e ku mirov koçberiyê wek polîtîkayeke giştî bibîne, ne wek bûyerên ji hev cuda yên li welatên cuda pêk hatine.
Çima wiha ye? An jî hêzên navneteweyî û hêzên herêmî yên palpiştên wan, ji bo armanceke çawa hewcedariyê bi polîtîkayeke wiha ya têkbirinê dibînin? Û mirov çawa dikare pêşî li van trajediyan bigire?
Îro mirovahî bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ye. Modernîteya kapîtalîst ne tenê civakîbûnê, xwezayê jî dişewitîne û cîhanê serobin dike. Bi enerjî û pereyê ji bo şer, alavên şer û alavên mezaxtinê yên luks tên xerckirin, cîhan û mirovahiyê dikare ji karesatên mezin deh caran rizgar bibe. Ne tenê pirsgirêkên xela û birçîbûnê, baştirkirina kalîteya jiyanê ya hemû mirovahiyê jî pêkan e. Lê îro li ser navê mafên mirovan, aştî û aramiyê, cîhanê bê mirov dikin. Li gel her cure rêbazên şer di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de çekên şerê biyolojîk bi awayekî bibandor hatine bicihkirin. Di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Cîhanê de hin welat an jî herêm vediguherin laboratuwaran ku ev çek lê tên ceribandin. Kapîtalîzm hin welatan wek firoşgehên erzan ên kar bi kar tîne, yên din jî bermahî û çopa xwe diavêjinê. Bi kurtasî, ji bo bazarên nû, dewlemendiyên nû, dagirtina erdên nû û depoyên nû yên erzan ên kar, di dîroka mirovahiyê de drama herî mezin pêk tê.
Sedemên sereke yên van pêlên koçberiyê ev diyarde ne. Heke mirov li nexşeya koçberiya îro binêre, rewş zelaltir e. Di deh salên derbasbûyî de li Sûriyê ji ber koçberiyên navxweyî û derve guherîneke demografîk pêk hat. Libya jî wisa ye. Drama li Yemenê, ji ber ku têra xwe di çapemeniyê de nayê nîşandan, nikare bê hîskirin. Hema hema tevahiya Afrîkayê, bi taybetî Sûdan, Somalî û Etiyopya bi qirkirineke cidî re rû bi rû ye. Amerîkaya Latîn jî bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ye. Şerê sêyemîn ê parvekirinê ji van parzemînan sûdê werdigire. Bi serkêşiya Trump, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser sînorên Meksîkayê dest bi lêkirina dîwaran kir. Nemaze li Venezûelayê ji ber ku gel kom bi kom welatê xwe terikand û berê xwe da sînorên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Bi kurtasî, sîstema emperyalîst a kapîtalîst ji bo sûdê ji krîza koçberiyê ku bi xwe afirandiye, sûdê wergire, pêwîstî bi dîwar, çeper û yekîneyên ewlekariyê yên taybet an jî cîhazên li ser sînoran heye.
Bi van hemû taybetmendiyên xwe, sedem çi dibe bila bibe, bi vê polîtîkaya koçberkirinê ya li çar aliyên cîhanê, hewl dan bi carekê de gelek armancên xw pêk bînin. Her wekî dişibe petrolê. Ne tenê sotemenî ji petrolê bi dest dikeve. Gelek berhemên petrolê, berhemên bingehîn a bazarên cîhanê ne. Bi kurtasî koçberî wek berhemeke jêneger a bazarên cîhanê di destê kapîtalîzm û civaka statukoparest de tê bikaranîn.
Beşa bazarê ya Ewropaya rojhilat piştî hilweşîna sîstema sosyalîst û jihevbelavbûna Yekitiya Sovyetan ji nû ve hate dîzaynkirin, lê li deverên din ên cîhanê kaoseke ku xwe dispêre şerên navxweyî, nexweşî û xelayê didome. Wek mîmarên sereke yên vê kaosê, hêzên global ên giştî yên rojavayî yên bi pêşengiya DYA û Îsraîlê li gelemperiya cîhanê endezyariya civakî bi pêş dixin. Çîn û Rûsya bi giranî bi pêvajoya Bihara Ereban re tev li vê pêşbirka parvekirina endezyariyê û bazarê bûne. Ji ber vê yekê, kaosa kûrbûyî ya li bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, ji ber bêhtir aktîfkirina van her du hêzan li gelemperiya cîhanê, belav bûye. Bi rêya vê parvekirina berfireh û koçberiyên ji ber endezyariya civakê, şer, guhertina avhewayê û nexweşiyan, li gelemperiya cîhanê drameke mirovî heye. Tişta komîk ew e ku tu kes berpirsyariya vê dramê nagire ser xwe. Berevajî vê yekê, hêzên global an jî herêmî yên ji vê dramayê berpirsyar, li ser alîkariya ku dikin û pereyên ku xerc dikin, nîşan didin bê ka çi qasî xêrxwaz in. Ji ber vê yekê kujer maskeyên xêrnexwaz li rûyê xwe dikin.
Niha welatê me Kurdistan û welatên herêmê, Sûriye, Iraq, û gelek welatên din êşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hîs dikin. Dema ku mijar Kurd û Kurdistan be, welatên herêmê, bi rengekî xwezayî polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst dişopînin.
Dewleta Tirk a faşîst çima ew qas penaberan digire nava xwe? Û ji bo ku zêdetir penaberan bîne, çima her rêyekê bi kar tîne? Bersiva rast a van pirsan bi rastî jî dê aşkera bike bê ka hêzên global dixwazin çi bikin. Di êrişên Enfalê yên Sedam de dewleta Tirk a mêtinger deriyê xwe li hêzên Başûrê Kurdistanê vekir. Bi vî rengî, tê zanîn ku dewleta Tirk destekeke girîng ji saziyên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê girt. Kurdên ji Başûrê Kurdistanê jî wek keda erzan hatin bikaranîn. Ev ji bo kar tê wateya hêza kar a bêsendîka û bêsîgorte. Li welatekî ku kevneşopa sendîkayan gihîştiye astekê, ‘sendîkayên zer’ bin an jî, ev hêza kar tê wateya çekên nû.
Koçberiya navxweyî ya li nava sînorên Tirkiyê, ji ber polîtîkayên li dijî Kurdan û civakên cuda yên etnîk an jî baweriyan, ji derveyî mijara me ye. Bê guman ev polîtîka parçeyekî girîng ê êrişên qirkirinê ye. Lê niha êrişa rastîn bi rêya gelên ku di nav sînorên dewleteke din de dijîn, tên pêşxistin.
Ne tesaduf e ku dewleta Tirk a mêtinger bi rêya Kurdên ji Başûr piştî Enfalê dest di siyaseta Kurdan werdaye. Heke mirov bala xwe bidê, êrişa li dijî gerîla ya di sala 1992'yan de tevî hikumeta Hewlerê, piştî vê pêvajoyê pêk tê. Ji ber vê yekê Enfal derfeta bikaranîna Kurdan pêşkêşî dewleta Tirk a faşîst kir. Aktîfkirina Hizbulkontrayê jî di çarçoveya vê pêvajoyê de bi pêş dikeve. Lê belê yek ji berpirsên Enfalê dewleta Tirk a faşîst e.
Em li Sûriyê jî rewşeke bi heman rengî dibînin. Kurdan tevliheviya ku di sala 2011’an de dest pê kir, veguherand firsendekê ku bi rengekî aştiyane rêveberiya xwe ya xweser ava bikin. Dewleta Tirk a faşîst û hêzên navneteweyî, çeteyên li hemberî Kurdan perwerde kiribûn, xistibûn dewrê û ev êriş ji aliyê desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ve di her astê de hatin destekkirin. Vê yekê rê li ber koçberiyeke mezin a Kurdên Rojava vekir. Dewleta Tirk a faşîst, heke nikaribe bi rêya çeteyan vîna Kurdan bişikîne, dixwest vê xakê bê Kurd bihêle. Kurdên koçber bûn, çûn Başûr, Bakur û Ewropayê.
Lê belê bi avabûna rêveberiyên kantonên Rojava re, dewleta Tirk a faşîst tevî DAIŞ'ê êrişî Rojava û bi taybetî jî Kobanê kir. Dewleta Tirk a faşîst ku bi vê êrişê deriyê xwe li kesên ku reviyan vekir, tevî ku nekarî Rojava bê Kurd bike jî, ji bo destwerdana li siyaseta Rojava dest bi vê yekê kir. Hin kesên ji Rojava reviyan, perwerde kirin û li Başûr jî hêzeke kontra ava kir ku jê re dibêjin Pêşmergeyên Roj. Ji bilî vê hêza ku di çarçoveya politikaya PDK'ê de hat avakirin, birêxistinbûneke siyasî ya bi navê ENKS'ê çêkir. Li ber çavan e ku hêza bingehîn a hevkar ENKS, niha jî mîna PDK-S'ê ji destpêkê ve li cem kesên ku Kurd înkar kirine û ji bo tunekirinê êriş kirine, disekine. Wê dewleta Tirk wek dagirker nedît. Sûcên li dijî mirovahiyê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tên kirin, nedîtin. Yanî bi vê formasyona ku di encama koçberiyê de hatiye çêkirin, dewleta Tirk a faşîst hewl dide polîtîkaya xwe ya tunekirina Kurdan bidomîne.
Li aliyekî din, di şerê Sûriyê de siyasetên hevbeş ên Rûsya û Amerîkayê rê li ber dagirkirina xaka Sûriyê û bi taybet dagirkirina Efrînê vekir. Di 10'ê Mijdara 2017'an de Amerîka û Rûsyayê têkildarî rewşa heyî ya Sûriyê, di civîna Trump û Pûtîn de li Vîetnamê li hev kir. Di bin ewlehiya Îsraîl û Urdunê û hebûna hikumeta Şamê de çeteyên li derdora Deraa û Şamê ber bi Idlib û herêmên din ên dagirkirî ve hatin şandin. Efrîn jî ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Dîsa li ser bingeha vê peymanê Idlib ji dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst re hate hiştin. Dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê jî li ser vê bingehê bi pêş ketin. Cihên ku Kurd an jî gelên xwecih lê hatin valakirin, ji aliyê çeteyan û malbatên wan ve hatin dagirtin û koçberan lê bi cih kirin. Heke ne ji sempatî û berxwedana Kurdan a li dijî DAIŞ'ê bûya, ev dagirkerî dê bi dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encam bibûya. Li vê herêmê Kurd nediman. Armanca ku bi DAIŞ'ê re nekarîn bi ser bixin, hewl dan bi êrişa dewleta Tirk a faşîst re temam bikin. Ya ku li Vîetnamê biryara wê hate dayîn, ev bû. Yanî Vîetnam ku demekê bi berxwedana xwe ya li dijî sîstema kapîtalîst û emperyalîst sempatiya mirovahiyê bi dest xist, ji peymana qirkirina Kurdan re malovanî kir. Ev îronî ye, yanî şêweyeke tolhildanê ya kapîtalîzmê ye.
Çeteyên ku ji koçberên sûrî hatine berhevkirin, bi taybetî li Lîbya, Qerebax û Başûrê Kurdistanê li gelek herêman wek hêzên êrişkar tên bikaranîn. Anku koçberî îro wek qadeke pîşesaziyê ya sîstema kapîtalîst kar dike. Dewleta Tirk a faşîst jî vê qada pîşesaziyê bi rengekî herî bibandor bi kar tîne. Ji ber vê yekê Tirkiye îro rola kampa koçberan a kapîtalîzmê dilîze. Ji vir hem hêza mîlîtanî û hem jî ya mejî û fîzîkî tê bidestxistin.
Niha mirovahî di nava drameke nû ya koçberiyê de dijî. Her çend bala me li ser koçberî û penaberiya ji Efganistanê be jî, pêla koçberiyê li Bakurê Kurdistanê zêde dibe. Çarçoveya dagirkirina Efrînê û herêmên din li Vîetnamê hate danîn. Encamên gengaz ên pêla koçberiyê ya nû, gelo planeke NATO'yê ye? Bi deh hezaran ciwanên ku piraniya wan derdora 30 saliyê ne, mîna ku welatekî dagir bikin, berê xwe didin bajarên Kurdistanê. Nava rojê DAIŞ'ê bi alên xwe yên reş û pîkabên xwe yên çek li ser, bajar dagir kirin. Gelo ev mirovên ku niha wekî sivîlan xuya dikin, dê di siberojê de werin çekdarkirin? Ev pirs di heman demê de sedemek e ku çima xweparastin niha girîngtir dibe.
Bi kurtasî, koçberî helbet dilê mirovahiyê dişewitîne. Lê siyaseteke koçberiyê heye. Hêzên ku dibêjin ew alîkariya wan dikin, îro vê siyasetê dimeşînin. Di Serdema Navîn de kole li depoyên keştiyan an jî bi şêwazên cuda ji bo ku kapîtalîzmê xurt bikin, hatin veguhastin û îro koçber bi mîsyoneke bi vî rengî tên bikaranîn.
Li gor Pirtûka Pîroz, tabloya qiyametê ku ji aliyê ‘çar siwarên qiyametê’ ve hatiye çêkirin ku ji aliyê Mesîhê sexte ve tê birêvebirin, dinyaya me wêran dike. Cîhan û mirovahî bi karesateke bêhempa re rû bi rû ye. Çareserî di sîstema konfederaliya demokratîk de ye ku rêber Apo pêşniyaz dike. Çareserî bi projeya neteweya demokratîk e ku bi xweseriya demokratîk hatiye avakirin da ku mirov nekevin pozîsyonekê ku di kaosa afirandî de hev tune nekin û bi kapîtalîzmê ve neyên girêdan. Helbet ji bo ku ev proje pêk were, yekitiya Kurdan û gelan a bi têkoşîneke bêhempa mecbûrî ye.
Heke tê xwestin ku pêşî li siyaseta koçberiyê bê girtin ku bi şer, nexweşî, birçîbûn û karesatên gerdûnî hatiye pêşxistin û ji bo ku modela civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan pêk were, divê em bêhtir bi hişmendî û aktîf tev li xebatên avakirinê bibin.[1]
Ev babet 698 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 09-06-2023
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 08-11-2021 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Penaberî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 09-06-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-06-2023 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 698 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê

Rast
Kurtelêkolîn
Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 1em
07-04-2024
Aras Hiso
Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 1em
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,608
Wêne 106,192
Pirtûk PDF 19,172
Faylên peywendîdar 96,646
Video 1,329
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Viyan hesen
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.5 çirke!