图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Pêşengeha peymana Lozanê ya têgeHunerî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pêşengeha peymana Lozanê ya têgeHunerî

Pêşengeha peymana Lozanê ya têgeHunerî
=KTML_Bold=Pêşengeha peymana Lozanê ya têgeHunerî=KTML_End=
=KTML_Underline=#Yaqob Tilermenî# =KTML_End=

Li bajarê Lozana Swîsreyê bi minasebeta 100 saliya Peymana Lozanê ji salekê û vir ve ye kurdan bi navê Komîteya Amadekarî ya Bîranîna 100 Saliya Peymana Lozanê ava kirine û ji bo sala 2023’yan rêzeçalakî dane destpêkirin. Di nava van çalakiyan de ligel civîn, mîtîng û konferansên li ser peymanê, aktîvîteyên çandî û hunerî jî hene. Yek ji van aktîvîteyan jî pêşangeha berhemên Hunera Hevçax e.
Ji bo vê hunerê pênaseyên curbicur hene. Digel ku pênaseya pêşîn di sala 1945’an de li gora hemû berhemên şêwekariyê yên hemû şêweyên estetîkî hatiye diyarkirin jî, hemû berhemên pêşangehan ên li muzeyan, li saziyan, li galeriyan, li fûar û bîenalan vedigire nava xwe.
Li Fransayê îfadeya “hunera hevçax” weke pêşveçûneke di pêşketina avangardê de derbaskirina sînoran (pêkanîna cerebeyên navbera wêje, şano, sînema, vîdeoyê û lêzêdekirina li şêwekariyê) a kiryarên estetîkî û serkeftinî yên hunermendan tîne zimên. Lê di afirandina berheman de gava pêşîn peydakirina ramanekê ye û ev raman di têgehekê de cih digire. Ji ber hindê mirov dikare weke navlêkirin ango pênaseya kurdî ji vê çalakgeriyê re bibêje, çalakiya têgeHunerî ango huneRamanî. Her çiqas ev huner ji salên 1960-1970’yî û pê ve mohra xwe li cîhana hunerê xistibe jî, bingeha pênasekirina xwe ji gotineke helbestkarê fransî Apollinaire werdigire. Apollinaire di sala 1910’an de ji bo berhemên wênesaziyê yên bi şêweya kubîzmê têgeha “wêneyê têgehîn” bi kar anîbû û wiha gotibû, “Bûnewer” ji xuyangan wêdetir in. Bûneweriya di wêneyê de, encama sêwirandike hişî ye.
Dema ku di xebatên vê hunerê de têgeh li pêş be, hingê hêmaya ku di hemû beşên hunerê de li pêş, cihê xwe ji pêşaniyekê re dihêle û hunermend êdî li dû ramanekê afirandinên xwe dikin.
Çinku biresera hunerê ya fetîşîst êdî ne weke metayekê lê weke pêvajoyeke ramanî derdikeve rê. Her wiha biresera hunerî bi felsefe û zimên ve teşe digire. Ev pêwendî eleqedariyê dibe ser tiştên ji rêzê û di jiyana rojane de diyar dike ku di rastiye de çu tiştek ne ji rêzê ye. Ev helwesta pirzimanî û pirhêlî, dibe sedem ku afirandina têgehî bi awayê ramanwerî were têgihîştin. Bi vî awayî jî têkîliya navbera huner û estetîkê ji nû ve di moxila lêpirsînê re tê derbaskirin, di berheman de awir ji ser “heza estetîkî” û “bedewî” vedigere ser giringiya “têgehê” û pêvajoyeke ramanwerî dest pê dike.
Weke di ravekirinên me de jî diyar dibe, “lêpirsîn” dibe pratîka hunera huneRamanî-têgeHunerî. Ji ber ku ger berhem neyê şîrovekirin û fikrên der barê wê de neyêne zimên, li ser wê nîqaş neyêne kirin, dibe ku negihîje armanca bingehîn a afirandinê. Mirov dikare mijara lêpirsînê bi du mînakan rave bike:
Hevoka, “Ceci n’est pas une pipe (Ev ne qalûnek e).”, hevoka wênesazê belçîkayî Rene Magritteê ku hêmaya qelûnê (pîpo) çekiribû û li binê wê ev tişt nivîsandibû. Û ev tabloya bi navê îxaneta hêmayan di serê mirovan de lêpirsîna hunerî û felsefî çêkir. Bi vî awayî feylesof Michel Foucault ev tablo ji xwe re bingeh girt û bi heman navî li ser xebatên Magritte û li ser lêgerîna wateya hunerê nivîseke lekolînî nivîsand.
Yek ji hunermendê pêşeng ê fikra hunera Dadayê û têgeHunerê Marcel Duchamp, pîsuwarek (mîzdank) serberjêr kiribû û ser wê bi îmzeya R. Mutt destnîşan kiribû û ew şandibû galeriyeke li New Yorkê. Lê ji ber ku navê li ser pîsuvwarê, navekî leqeb bû, berhem nehatibû ecibandin û pêşandin û nîqaşên giran derketibûn. Her wiha Duchamp li ser wêneyê Mona Lisa simbêl û rîh çêkiribû û di wateya Kulêmekên te xweşik in de bi fransî L.H.O.O.Q. nivîsandibû. Di van berhemhênanên Duchamp de “Huner ne weke destkarî, weke ramanî” tê pêşwazîkirin û ji alav, amûr û çekirina berhemê bêtir, raman, motîvasyona di paşiya berhemê de giring têne dîtin û têne hesibandin.
Çawa ku mirovên kurd di beşên hunerê de karîger in û berhemên serkeftî diafirînin, ji bîst salan û vir ve ye hem li Kurdistanê û hem jî li gelek welatên cîhanê berhemên hunera hevçax jî diafirînin. Ji ber ku karên hunermendan bêtir li galerî û bîenalan têne pêşandan, ev kar ji xebatên beşên dîtir ên hunerê kêmtir ji teref xerîdarên kurd ve têne zanîn. Her çiqas di serdema şaredariyên bakurê Kurdistanê de bi awayekî rêkûpêk bi dehan pêşandan hatine lidarxistin jî, bi desteserkirina wan şaredariyan xebatên bi vî rengî jî qut bûne. Xebata ku em ê li jêrê li ser rawestin, encama wê, bandor û teyisandina wê dibe ku bibe destpêka arşîvgirtina van kesan.
Ger em werin ser meseleya xwe ya bingehîn ku weke pêşangehekê bi navê 2 + 2 = KRDSTAN derket pêşberî raya giştî, divê mirov hinekî bi xwînerên Xwebûnê re parve bike. Pêşangehê navê xwe ji gotina gorbihuşt Qazî Muhemmed wergirtiye û li gora dîroknas Sedat Ulugana lêkolîna dîrokî ya kronolojiya sedsala bûyerên Kurdistanê hatiye diyarkirin, bi kuratoriya Bariş Seyitvan û Serdar Mutlu bi berhemên 17 hunermendan yek jê aman, yek jê îtalyan û 15 kurd bi berhemên xwe yên şêwecuda hatiye lidarxistin. Xebatên pêşangehê ji teref komîteya xebatên peymana Lozanê, Sevgi Koyuncu, Dinah Gross, Hayrettin Oztekin ve beriya bi salekê hatiye diyarkirin û weke proje bi hunermendên kurd re hatiye parvekirin.
Xebata Hito Steyerî ya videoyê bi navê Muzexane qada şer e? ku mijara wê gulleya çekekê ye, bi fikir û çîroka wê gulleyê kronolojiya encamên peymanê ji nû ve di hişê mirov de zindî dike. Ji ber ku ew gulle li kargeheke çekan a alman hatiye hilberandin, dewleta Turkiyeyê ew standiye û dû re di sala 1991’ê de pê şervana jin Ronahî kuştiye. Ev jî tîne bîra mirov ku bê çima dewletên çekfiroş li hemberî zilma dewleta Turkiyeyê bê deng in û çima dewlemendên çekfiroş piştgiriyê didin karên hunerî. Her wiha xebata hunermend Walid Siti yê duhokî ku ji 100 pelên rojnameyên kevn hatibû amadekirin û di navendê de quleke di şiklê çiyayekî de hatiye vekirin, di ketina hêwanê de singên mêvanan pêşwazî dike. Tabloya li ser qumêş a Havin Al-Sindy û tabloya Osman Ahmed ku bi awayekî mezin hatibûn xêzkirin, belkî weke nîşaneyên bi sedan qetlîamên li ser kurdan di du çarçoveyan de hatibûn bicihkirin. Vooria Aria yê ji Sinê ku niştecihê Viyanayê, bi cacimên destkarî yên weke peyker hatibûn teşedan û li ser çarçoveyên text û cam hatibûn bicihkirin, bi destê mirov digirt û ew dibir rojhilatê Kurdistanê. Her wiha çarçoveya biçûk û vala ku weke sembola diziya dewleta Turkiyeyê ya hemû alav û hêmanên çanda kurdan û tabloya ku bi sedan navên cihwarên kurdî bi tîpên hûrik nivîsandî û mohra Atatürkî li ser, weke du berhemên mînîmalîst ji destê Serhat Ertuna derketî, yekser qirkirina çand û zimanê kurdî bi bîra mirov dixe. Li dû pèşangehê hunermendê rojhilatê Kurdistanê Wirya Budaghi li derveyî hêwanê performansek nîşan da. Di destekî wî de rûbereke sor di benekî de hebû û ew li dû xwe bi erdê re kişand û di destê dinê de pirtûkek helbestên kurdî hebû û ber bi maseya ku nîşaneya îmzekirina peymanê ve meşiya, ji erdê guldankek rakir û li ser maseyê bi cih kir. Timelanda dîrokî ya bûyerên li Kurdistanê di nava 100 salekê de pêkhatî, bi zimanê fransî û kurdî li seranserê dîwarekî hêwanê hatibû bicihkirin. Berhemên vîdeoyê ku li ser gelek ekranên televizyonan dihatin pêşandan û vîdeoya xêzkirina sînorên Kurdistanê yên parçekirî ligel nexşeya li ser maseyê ya Jacopo Gallicoyê îtalyanî ji zarokan heta bi jin û mêrên li hêwanê bala hemû mêvanan dibirin ser xwe. Her wiha fotografên hunermendan ên honakî jî çêjeke din didan pêşangehê.
Ji bo ku em ramanên der barê hunera hevçax û armanca lidarxistina pêşangehê ji devê hunermendan bibihîsin, me ji hunermendên amade re hin pirs araste kirin û wan jî bersivên me dan. Kurator Bariş Seyitvan li ser Hunera Hevçax û pirsgirêkên wê wiha got, “Dema em bala xwe didin xebatên hunerî, hunermend dibêjin em ê karê xwe bikin û nîşan bidin. Yanî meseleya têgehî zêde neketiye nava hunermendên kurd. Dema em dibêjin li ser têgeha dîrokê em kar bikin, em dibêjin em li ser bîrê bixebitin. Hunermend li ser têgehekê dixebite û carna alav û teknîkên wan wê têgehê venabêjin… Her çiqas ev weke hunereke modern were pênasekirin jî, ev ne modern e; hemdemî ye û di nava gel de bersiva wê heye. Tişta cuda, teknîka bikarhêner e. Yanî mesele têgeh e; ew çawa tê afirandin, çawa tê bikaranîn û çawa derdikeve pêşberî gel. Naveroka berhemê heye, teknîkên cuda yên afirandinê hene; jenosîd, penaberî û koçberî, bêrîkirin û dîroka Kurdistanê, qirkirina çandî naverokên berheman e… Em li Amedê bi gelek hunermendan re dixebitîn, me dixwest em vê hunerê bînin astekê û em bi ser jî ketin. Me xwest em arşîva hunermendên kurd ava bikin lê bi meseleya qeyûman ve karê me nîvco ma. Li Ewropayê me fam kir ku hinek kêmasiyên me hene, weke kêmasiyên teoriyê, weke sîstemeke tomarkirinê, weke xwenîşandanê, weke têkîlîdanîna bi hev re. Me bi vê pêşangehê ve ev kêmasiyên xwe hinekî kêm kirin. Belkî em jî bi kurator û hunermendên xwe di nava Ewropayê de bibin xwedî gotin û em vê pêşangeha xwe li çend welatên din ên Ewropayê bidin nîşandan.”
Walid Siti jî li ser pirsên me wiha got, “… Ji sala 1984’an ve ye li Londonê dijîm… Ji bo min pir girîng e ku di bîreweriya peymana Lozanê de amade bûm. Çinku kolonyalîstan bêyî kurdan sînor kişandin û em weke kurd, weke ermen û weke ên din hatin îhmalkirin… Ne ku em mirovên mexdûr in û me bêtir zilm dîtiye; em weke hunermendên kurd ên afirîner dikarin mebestên xwe bi awayekî hunerî derbirin. Em weke nivîskar û sînemager û peykertraş hene, dikarin bi awayekî zanebûn ligel hev kar bikin. Me jî helwestên rewşenbîrî hene, me jî bi taybetî xwendiye.”
Vooria Aria yê ku 22 sal in li Viyanayê dijî, wiha got, “Min le ber Lozan kem zanî. Dema Bariş min witî pêşangeheke li Lozan e, le ber ewa min tehqîq kir û pêştir zanîm hezim kird li nawa pêşangehê, qise bikem, îrtîbat bikem. Feqet xwendin kafî niye, bes niye. Taqîb bike, qise bike, ewan çî dike… Maneyê ewê bo min ew e ke, min karî hunereyekem li ser hunera karekem, ew hunera bo min noeq qisekirdin e. Eger hunereke ez qise eke, hunereke mûzîk lê ye, hunereke karî peyker ekat, ew qisekirdina cûreke şokbûn e. Le ber ez aktîvîteye ewe dikem. Tehqîkat û pêştir zanîn û fealbûn… Bo min ev karê contemporary muhim e, le ber eweyekê ê me’y kurd jî le ber cemae be, yanî avangard e. Min î hez dikem avangard bim, baqî û cemae bi min birûwanin ke min le ber we heyim û weke hunerî le ber wan bi hereket im.”
Osman Ahmed bersiva me wiha da, “Le mawey ew sedsale de ke kurd rûberûyî gewretirîn tawan û eşkence û derbiderî bûwe. Parçe parçeyekirdin her yekî li welatek ser be Turkiye, Sûrî, Ìran u Ìraq ke em rije mane hîç mabendîkî dostaneyan legel kurdan nebû. We hîç mafekî kurd yan be rewa nebî be taybetî le Turkiyeke. Kuştareke di nawa kurd û ermenan dirust kird boy kurd kêmtirîn kes bimînetewe, tawanekî gewre ye, zilmekî gewre ye em peymane be ew welatanî êmeye hatiye dabeşkirdin…
Coleyekî baş hunerî le Suleymanî heye, le Kurdistan heye. Herçî dahmekî kemî madî le hikûmete heye, belam xelk xwey le hewldana ye bo coleyî hunerî bo karî pêşandanî ew çîrok û xweşyanî kelecanî kurdan heye. Belam çawerê ye ke hikumet ziyatir la bikate û ziyatir paseportî hunermendan û edîban û şanokarekan bikate bo ew bitwanî pêşrewî bikey le ber çûnî dunyayî taze û beşdarîkirdin le festîval û bîenalên cîhan de.”
Pêşangeha ku 28’ê nîsanê dest pê kir, di roja 29’ê nîsanê de bi du kurator û pênc hunermendên amade re weke guftugo berdewam kir û ew ê serdana pêşangehê heta 19’ê gulanê jî ji mêvanan re vekirî bimîne. Li gora saloxa endamên komîteyê dê li hêwana pêşangehê çalakiyên curbicur ên weke helbestxwendin, çirokxwendin û muzîkê jî werin lidarxistin. Her wiha pêşangeh ji teref niştecihên swîsreyî şayanî dîtin û pesinandinê hat û di rojnameya Le Courrier de jî hate weşandin. Bi vê fersendê re jî divê kurdên li Ewropayê serdana vê pêşangehê bikin û bîra kurdî ya ji teref dagirkeran miçiqandî ji nû ve di hişê xwe de bisêwirînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,144
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 11-06-2023
挂钩项目: 28
传记
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 14-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 11-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,144
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!