图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,513
图片 106,559
书籍 19,264
相关文件 97,085
Video 1,385
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Tirkiyeya ku li Zapê şikest dixwaze êrîşî Rojava bike
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Tirkiyeya ku li Zapê şikest dixwaze êrîşî Rojava bike

Tirkiyeya ku li Zapê şikest dixwaze êrîşî Rojava bike
=KTML_Bold=Tirkiyeya ku li Zapê şikest dixwaze êrîşî Rojava bike=KTML_End=
=KTML_Underline=Siyamed Sîpan=KTML_End=
Rojhilata Navîn di dîrokê de gelek caran bûye qada şer û pevçûnên hêzên dagirker. Em baş dizanin ku aktorê herî zêde tevlîheviyê çêdike Tirkiye ye. Koka van hemû êrîş, pevçûn û şeran ji dijminahiya li hemberî kurdan tê.
Ku em rewşa niha binirxînin em dikarin van xalan bijmêrin:
Şerê li Heremên Parastina Medyayê
Wekî ku tê zanîn zêdetirî 100 roj in dewleta tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî êrîşî ser Herêmên Parastinê yên Medyayê -bi taybetî, heremên Zapê- kir û niha şerekî bêhempa li dijî dagirkeriya tirk heye. Li gorî bilançoya dawîn derdora hezar û 600 dagirker hatine kuştin, 4 helîkopter û tankek hatiye rûxandin û bi sedan çek û teqemenî hatine desteserkirin. Bi sedan leşker jî birîndar bûne. Lê dewleta tirk van hejmaran ji raya giştî vedişêre ku ev jî parçeyek şerê taybet ê li dijî kurdan e. Ev şer ewqasî pêşde diçe ku heya niha bi dehan caran çekên qedexîkirî wek fosfor û termobarik bi kar aniye. Lê dîsa jî heta niha xuyaye ku serkeftinek bi dest nexistine. Ya na ew ê niha her roj di rojname û TV yên xwe de propaganda şerê qirêj bikirana. Lê ji ber ku têkçûnên mezin dijî, wekî ku qet tiştek
tune be tevdigere. Ji ber ku serkeftinek ji vî şerî dernexist, niha dixwaze li cîhekî din êrîşî gelê kurd bike.
Êrîşa Zaxo û sedemên wê
Di 20‘ê tîrmehê de dewleta tirk li gundê Perexê êrîşek pêk anî û di encamê de 9 sivîl hatin qetilkirin. Pêşî xwest bavêjin ser PKK’ê lê di demek kurt de derewên wan derketin holê. Li dijî vê nerazîbûnek gelek mezin hate nîşandan. Divê baş were zanîn ku dewleta tirk ev bûyer bi şaşî pêk naniyê, bi zanebûn pêk aniye. Ji ber ku him dewleta tirk û him jî hemû alî dizanin ku ew herêmeke tûrîstîk e. Di bingeha vê êrîşê de 2 armanc hene. Yek dewleta tirk dixwaze wê herêmê ji mirovan vala bike û dagirkeriya xwe li wê herêmê mîsoger bike û xwe bi dewamî bi cih bike. Ji ber wê jî êrîşên wek vê gelek caran pêk aniye. Jixwe hikûmeta herêmî ya başûrê Kurdistanê jî ev diyar kiriye ku heya niha gelek gund û mezra vala bûne. Dema em li hejmaran dinerin dibînin ku dewleta tirk ji bo dagirkirinê hatiye Başûr. Ji bo wê jî nêzî 30 hezar leşker, nêzî 100 baregeh û cihên dewleta tirk li Başûr hene.
Erdogan ji Îranê destvala vegeriya
Armanca duyemîn jî şerê Rojava ye. Dewleta tirk ji ber ku di şerê li dijî gerîllayên azadiyê de tu encam negirt, xwest vê carê êrîşî Rojava bike. Di civîna NATO’yê ya li Madrîdê de wisa diyare ku NATO nîv-erê, nîv-na destûr da Tirkiyeyê ji bo êrîşî Rojava bike. Vê carê Tirkiyeyê xwest ji Rûsya û Îranê destûr bigire. Rûsya jî weke NATO û Amerîkayê wisa xuyaye ku nîv-erê, nîv-na qebûl kiriye, ji bilî Îranê. Îranê ketina dewleta tirk a Rojava red kiriye. Ji bo ku Îranê qanih bike -serokomarê tirk diçe cem Xamenî- xwe çiqas biçûk dixe jî dîsa jî destûrê nagire. Ji ber ku Tirkiye destvala ji Îranê vedigere, dixwaze di ser Iraqê de zextan li Îranê bike. Êrîşa li Zaxoyê ya ji bo ku peyamê bidin Îranê bû.
Bûyerên li Iraqê
Divê baş were zanîn ku gelek dewletên ereban jî xeyala dewleta tirk a Osmaniyan ji bo xwe wekî xeter dibînin û di vê têgihiştinê de ne. Ew jî dizanin ku bêgûman armanca êrîşan yekemîn kurd in û duyemîn jî hemû Rojhilata Navîn e. Ji bo wê jî piştî êrîşa li Zaxoyê gelê Iraqê nerazîbûnek gelek mezin li dijîi vê êrîşê xuya kir. Dewleta tirk bi xwe ewqas nerazîbûn hêvî nedikir. Ev nerazîbûn ewqas mezin bûn ku gel êrîşî gelek cihên tirk kirin. Ji ber ku hikûmetê jî gavên berçav li dijî dewleta tirk neavêtin, hêrsa gelê Iraqê mezin bû û di van rojên dawîn de êrîşî ser parlamento û gelek saziyên Rêveberiya Hikûmetê kirin. Ev rabûna gelê Iraqê dikare ji bo Başûr û gelê kurd jî bibe fersendek. Di vê fersendê de gelê Başûr rabe ser lingan dikare hem malbata Barzanî hem jî kesên çavên xwe li dewleta tirk digirin ji Başûr derxînin.
Wisa xuyaye ku dewleta tirk di qada navneteweyî de hemû alîgir ji bo êrîşî Rojava bike qanih nekiriye. Bêguman peyamên veşartî jî dibe ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê û Tirkiye û NATO’yê de hatibe mohrkirin. Lê bi giştî xuyaye ku hêzên navdewletî destûr nedane dewleta tirk. Lê dîsa jî dewleta tirk her roj êrîşî Rojava dike û şer dimeşîne. Şer bêguman ne tenê bi ketina leşkeran pêk tê, her roj bi balefirên bêmirov û bi topan êrîş dike. Her wiha Tirkiye şerekî siyasî û aborî li dijî Rojava dimeşîne. Ji bo wê jî navê wê divê mirov rast deyne ku şer e! Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê vê rastiyê bibînin. Lê diyare ku ev rastî ditîne û li gora wê tev digerin. Di mehên pêşiya me de ji bo dewleta tirk û hikûmeta wê “serkeftinek” pêwîst e. Diyare ew ê gelek lîstikan bilîzîn ji bo ku destkeftiyên kurda tune bikin.
Ji her aliyî ve êrîş û şer li ser vîna kurdan heye. Koka hemû nakokiyên li Rojhilata Navîn dijminahiya li dijî kurdan e. Ev dijminahî ew ê bibe parçekirin û têkçûna gelek dewletan.
Di dawî de divê em zanibin ku gelê kurd di pêvajoyek gelek stratejîk de derbas dibe. Berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tevgera HSD û Rojava, biryarbûna gelê kurd a li Ewropa û hemû cîhanê, berxwedana gelê kurd a li Başûr ew ê pêşeroja me diyar bike û bihêle ku em destkeftiyên xwe biparêzin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览620
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 23-06-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 03-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 23-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):27-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览620
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,513
图片 106,559
书籍 19,264
相关文件 97,085
Video 1,385
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!