图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ferhenga Novel-lawan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferzan Şêr

Ferzan Şêr
Ferhenga Novel-lawan
#Ferzan Şêr#

Di cîhana edebî ya kurdî de ji bo pênaseya cureyeke edebî (romana, helbest, çîrok, şanoname hwd.) zêde nîqaş nîn in. Tiştê tê bîra min li ser hebûna romana kurdî nîqaş hatine kirin. Roman bi xwe di nav cureyên din ên edebî de gelek caran tûşî nîqaşan bûye. Ji nîqaşên nêz, Otobêsa Yunus Eroglu (Ciwanmerd Kulek) tê bîra min, gelo romane an na? Ev nîqaşên han li ser metnê, bi xwendineke nêz dihatin xwendin. Roman diyar e, lê gelo ew “ew e an na”. Di vê nivîsê de ez xwe derdixim derveyê metnê. Dema mirov ji nav metnên kurdî derkeve, gavek xwe bi paş de bavêje û dibîne ku di hin cureyên edebî de bes di navlêkirina wan de alozî hene. Roman roman e, çîrok çîrok e. Lê ji bo Novellayê gelek navê cuda têne bikaranîn. Romanok, romançe, kurteroman, kurtenovel, çîroka dirêj û novel hatine bikaranîn. Romanok min li ser tu berhemê nedîtiye, lê ji sohbetan nivîskarên me yê Kafkasyayê de bikaranîna vê peyvê seh kir. Weşanaên J&Jê ji bo berhemên Yakup Meşe gotine romançe. Qêrîn û Hawar, Bese Birakujî (Weşanên Çandan Nûjen, 1996, Stockholm)(1) ya Lokman Polat wekî çîroka dirêj, Smîrnoff (Weşanên Welat, 1991, Stockholm) ya Hesenê Metê wekî novel; Erd (Weşanên Sara, 2012, Stockholm) ya Bavê Barzan wekî kurtenovel e, di berga navê de kurteçîrok jî dinivîse, hatine nivîsandin. Kovara Lêkolîn di hejmara xwe ya 16emîn de dosyayel li ser romana kurdî belav kirive, tê de hevpeyvîn bi edîbên biwarê re hene. Di wir de Yaqob Tilêrmenî peyva “dîrejeçîrok” bikaraniye, Perwîz Cîhanî gotiye “novel yan çîroka dirêj”(2). Di hin mînakan de tevliheviya di kurdî de hîn bêtir dertê holê. Romana Yaşar Kemal, di salên 1990î de ji Weşanên Çanda Nûjen wekî “novel” hatiye nivîsin[3]. Lawikê Xerzî ya Mahmut Baksî di listeyan de ji Nudemê wekî roman, ji Avayê wekî çîrok derketiye, di listeya Saradistributionê de wekî “short stories (kurteçîrok)” hatiye katalogkirin.
Di vê meseleyê de du problem hene. Yekê jê ev e: cureyeke edebî heye, navê wê ne standart e, a din jî cure û binecureyên edebiyatê de sînorek zelal nîne, taybetmendiya cureyê ne zelal. Ji bo problema duyemîn di sala 1995an de li konfaranseke li “Biskopsarnö”ya Swêdê Hesenê Metê (Babê Novellayê) gotareke bi navê “Novel”, pêşkêş dike. Tiyorî û pênaseyeke dîrokî ya “novel(lay)ê” ji me re zelal dike. Hesenê Metê, ji peyvê heta dîroka wê bi çaraliyan ve mijarê rave û pêşkêş kiriye: “Ji aliyê formê ve (kurtî û dirêjayî)”, “Ji aliyê cî û wextê ve”, “Ji aliyê struktur û avabûnê ve”, “Ji aliyê nav û zimanî ve”. Di nivîsê de ne bes novel(lay)ê ji me re zelal dike, wek dînamîtêk gumana me ya li ser çîrokê jî davêje çemê kurdî. Vê dawiyê jî Lokman Polat li ser Tehtên Bilind nivîsek belav kir, bê ka çîrok e an “kurteroman” e(4). Li ser tiyoriya Hesenê Metê em dibînin ku nîqaşên li ser berheman jî ji “roman e an na” ber bi “çîrok e an kurteroman e” ve diçe. Di dawiya nivîsa xwe de Hesenê Metê wiha dibêje “Lê ez nawêrim vê peyvê [serpêhatî] jî bi kar bînim. Bi baweriya min heta zimanzanên me di warê ziman de bi ser nekevin, ji bo evê babeta prosayê weke bersiveke rastir û têrtir peyveke nû nebînin, divê em jî novelê bi kar bînin.” (5)Ev jî berê me dide pirsa ewil. Ez ne zimanzan im û ne hedê min e jî peyva dawî bibêjim, lê fikrekî min jî heye di derbarê vê mijarê de dixwazim pêşkêş bikim.
Di biwara edebî de, nemaze jî di behremên vê çerxa dawî ya modern de term û têgînên me rûneniştî ne. Çi tiştî derveyî çanda we bin, yanî ji derve werin bikevin nav çanda we bivê nevê li dijî kodên we yên çandî pênase dibin. Her kes, derdor, civak dikare term û têgînek biafirine. Bi demê re di bikaranîna wan de, bi belavkirina wan re di nav wê civakê de bi awakî rast an şaş cih digre. Di meseleya novelllayê de heta radeyekê romanok, kurteroman, çîroka dirêj, kurtenovel hwd. bi awakî dikare bê qebulkirin. Lê novel bi ya min nabe. Lewra roman û novel yek e. Şaşiyên rûniştî jî gelek caran ji rastiyên rûneniştî jî bikêrtir in. Ev jî rastiyeke pratîkî ye li hemberê “zanînê”. Hin peyv hene di zimanê we de bes di ferhenga de peyda dibin, û ji bilî kesên eleqedar pêv kesek fahm nake; lê di şûna wê de peyveke ji zimanê biyanî bi her awayê xwe yê şêweyî û mahneyî tê fahmkirin û bikaranîn. Lê ev peyva “novel” ji bo “novellayê” ne wisa ye. Têgînek şûna têgînekê din digre ku di heman biwarê de ne û lazim e ji hev cuda bêne binavkirin.
Dîroka edebiyatê wekî bazar gelek caran li gor pêdiviyên bazarê tevgeriyaye. Pirî caran jî populeriya cureyan kiriye ku navlêkirina hin cureyan bes li gor tercîha sermiyan û desthilatên wê biwarê ve hatiye kirin. Kurk Mantolu Madonna‘ya Sebahattin Ali di çapa ewil de wekî “hikaye” derbas dibe. Di çapa îroyîn de roman e. Ji wê rojê heya îro gelo metn guherî? Na. Lê bazar guherîn. Li gor Pierre Bourdieu di sedsala 19emîn de di bazarê de cureya her zêde pere tê de hebû şano bû, dûre roman, dûre helbest dihat. Lê berovajiya wê îtîbara helbestvan zêdetir bû, dûre romannûs dûre şanoger dihat. Îro ji ber ku roman populer e, her metna kurdî dixwaze bibe roman. Makîneya kurdî wiha dixebite, dema hûn dest bi xwendina kurdî dibin, pêşî helbestan dinivîsin, dûre çîrokan, dûre roman, vê dawiyê rexne lê zêde bû. Di navbera van de jî li ku tê bicîkirin nizanim, li derekî jî riyek ber bi akademiyê ve diçe.
Ez dibêm nîqaşên “romana kurdî heye an na, filan berhem roman e an na, filan roman kurteçîrok e, zîncîre-çîrok e” wê her bidomin. Lê li ser navan, naveroka wan şaş be jî divê rêkeftinek zimnî li bazarê di navbera nivîskar, weşanger û xwîneran de hebe. Mijarên navxweyî ên cureyên edebî mijûliyê kûr û dirêj in, sînorên wan ne zelal in. Yek ji xuxuiyeta edebiyatên serdema me jî ew e ku wan sînorên bi xwe şîlo dikin. Lê di navan de divê qet nebe hindiktirîn havpariyên me hebin. Navên nivîskarên me jî ne standart in. Di berhema Sorê Gulê de Süleyman Demir, Li Parka Bajêr dibe Silêman Demir mirovê vê yekê fahm dike ber bi kurdî ve çûye. Wekî din ji ên ku ji kîrîlî û erebî vediguhêzin kurdî di wan de jî kêm zêde problem dertên, ew jî heta radeyekê tê fahmkirin. Lê mînak Mahmut Baksi li her derê Mahmut Baksi ye, di Lawikê Xerzî ya weşanên Avayê de bûye Mahmûd Baksî. Tiştên nîqaşbar nemaze jî cureyên edebiyatê, tu carî dawî li xwe nayne, ji xwe a mûhîm jî ji teqezkirina wan cureyan bêtir nîqaşên li ser wan e. Lê kêmanî navlêkirineke hevpar divê hebe.
Dema ez li bi awakî şexsî li ser peyveke cureya edebî difikrim, pîvanên min wiha ne, bila hiyerarşiyek di navbera wan de saz nebe, loma romanok, kurteroman, çîroka dirêj, ji roman û çîrokê tên û cureyê dadixînin asta kurtehî – dirêjahiyan, bila nebin. Novel bila nebe, ji ber ku wergera wê ya îngîlîzî dibe roman, ew dem romanên me jî “novellayên” me her du jî dibin roman. Dibêm bila bi kurdî be, lê wekî ku Hesenê Metê di nivîsa xwe de bi henûnî diyar dike dibêje “Lê ez nawêrim vê peyvê [serpêhatî] jî bi kar bînim”, ez jî newerêm peyveke kurdî îcad bikim, ên heyî jî ne bi dilê min in. Lowma, ji ber şerha ku novel di îngîlîzî de navê romanê ye û novella jî di gelek zimanan de tê bikaranîn pêşniyaza min her çiqas ev peyv jî ji hev du bin jî novel(la); wekî roman, romanok, kurteromanê) ji dêvla novelê novella ye.
1- Çavkanî, Kovara Çirayê hejmara 12'an (Kovar komeleya nivîskarên kurd li swedê) e.
2- “Lêkolîn: kovara Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist” kovara înstîtûya kurdî ya Almanyayê (Koln) ye.
3- h. ç.
4- bnr. https://pirtukweje.wordpress.com/2018/05/16/lokman-polat-tahten-bilind-ciroke-yan-kurteroman-e/
5- Bi navê “Novelê” di hejmara 3emîn a Kovara Çirayê de; bi navê “Dîroka Novelê û çend problemên wê” jî di hejmara 101. a Kovara Nûbiharê de derçûye.
Têbinî: Ev nivîs di hejmara duyemîn a Kovara Kundê çap bûye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,139
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ferzaname.wordpress.com/ - 04-07-2023
挂钩项目: 51
传记
图书馆
库尔德名称
文章
日期与活动
词和词组
小组: 文章
Publication date: 27-11-2018 (6 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 词典
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on05-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):05-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,139
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!