图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,449
图片 105,713
书籍 19,161
相关文件 96,458
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bingeha kurmancî ya nivîskî kîjan devok e?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bingeha kurmancî ya nivîskî kîjan devok e?

Bingeha kurmancî ya nivîskî kîjan devok e?
Bingeha kurmancî ya nivîskî kîjan devok e?
#Zana Farqînî#

Gotineke berbelav heye ku tê gotin zimanê nivîskî yê kurmancî li ser devoka Botan ava bûye. Sedema çêbûna vê ramanê ya bi hin kesan re dibe ku ji ber botîbûna Celadet Bedirxan be loma. Ne tenê ev jî. Ji ber ku ew hem hîmdarê alfabeya kurdî ya latînî (ya ku em niha wê bi kar tînin) hem danerê rêzimana kurmancî hem jî pêşengê kurmanciya nûjen e. Jixwe wî ev hemû pêşî di kovara Hawarê pêk anîne. Lê ne ji ber esilzadebûna wî, botîbûna wî kiriye ku ev bawerî bi hin kesan re çêbe. Eger Xwediyê Hawarê botî be, nexwe zimanê Hawarê jî xwe divê dispêre devoka Botan! Lê na, ev ne rast e.
Em bên ser gotina bê çima ne rast e. Belê, Celadet Bedirxan neviyê Mîrê Botan Bedirxan Begê Botî ye û ew li Stenbolê hatibe dinyayê jî, lê ew bi xwe di nav devoka Botan de mezin bûye. Jixwe mirov dikare di nivîsarên wî de têra xwe tesîra vê devokê û bilêvkirina peyvên wê devokê bibîne. Wekî van nimûneyên hanê: birih (birû), dişwar (dijwar). eşkere (aşkera), êxistin (xistin), feqeh (feqî), gehiştin (gihîştin), hiner (huner), îrû (îro), ne lo (na lo), qeyde (qayde), pê (pey), rûj (roj), rûwê wî (rûyê wî). Ev ên nav kevanê min danîn, ku em roja îroj di zimanê nivîskî de wan tercîh dikin.
Me got ku hîkariya devoka Botan a li ser zimanê wî heye, lê belê wî ne bi botîkî, bi “kurdmancî” dinivîsî. Sedema ku Celadet Bedirxan bi “kurdmancî” dinivîsî, werin em serî li gotinên wî bidin û wî bi xwe bikin guwahê (şahidê) vê yekê bê ka wî kurmanciya nûjen, bi gotina din, kurmanciya nivîskî ya standard li ser çi ava kiriye, yan jî qet nebe ramana wî ya li ser vê mijarê çi ye, ka em jê xwe bihewisin.
Celadet Bedirxan hem di Hawarê de hem jî di Ronahîyê de diyar dike ku ew li pey pêkanîna zimanekî standard ê kurmancî ye. Em serê pêşî ji nivîsarên wî yên Hawarê du jêgiranan bikin, ku wî di destpêka “Bingehên Gramêra Kurdmancî” de, der barê pênaseya rêzimanê de gotiye“Gramêr tevayiya qeydeyên rastaxaftin û rastnivîsandina zmên e.” (1)] Dîsan di hejmara pey de, di bin navê “Bingehên Gramêra Kurdmancî 2” de, têkildarî mijara vekîtê jî aşkera kiriye ku “Qeydeyên vekîtê ji tevayiya gramêrê dertên.” (2)
Di Ronahîyê de jî, li ser daxuyaniya Kovara Gelawêjê, ev raman derbirine:
“Belê Gulavêjê gotiye: «bi zimanî kurdî Botan». Gelo ji gotina kurdiya Botan mexsed çi ye? Bê şik mexsed kurdiya ko di cihê Botan de pê tête axaftin e.
(…)
Zimanê xelkê Botan kurdî ye, zarê wan kirdmancî ye ù wan zaravakî xweser heye. Ji lewre botî di nav kurdine de din ji zimanê xwe kifş dibin ko botî ne.
Herçî zimanê kovar û rojnameyên Sûriyê: Ew kovar û rojname bi zarê kurdmancî têne nivîsandin û nivîsevanên wan dixebitin ko zimanekî yekbûyî bînin pê. Ji lewre guh nadin zaravayên xwe û ji ber vajî ve wî bi şûn de dihîlin ù berê xwe didin zimanekî ayendê î gelemper (imûmî) û di vê xebatê de ji pirsên zarine din jî dixwazin fêdemend bibin.
Botîtiya van kovar ù rojnaman di xwediyên wan de ye.
Belê xwediyên wan kovar û rojnaman bi xwe botî ne. Lê ew jî di nivîsarên xwe de zaravayê xwe tucaran eşkere nakin. Eşkere bikirina diviya bû li şûna (rabû û çêbû) (rabî û çêbî) binivîsandana.” (3)
Gava di van daxuyaniyan baş bê fikirandin dê bi hêsanî bê dîtin ku Celadet Bedirxan bi awayekî zanyarane nêzikahî di ziman û mijara devokên kurdî daye. Ji bo wî ya esas qaydeyên ziman e ku jixwe gramer yek ji kilîdên zimanê nivîskî ye jî.
Em dîsan dubare bikin ku li gel Celadet xwedî helwesteke zanistî ye jî, mirov di Hawarê de bi tesîra devoka wî ya Botan dihise, lê ev hîkarî ne ji aliyê gramerê ve, ji aliyê form û bilêvkirina peyvan ve ye.
A rast gava ji aliyê zimên ve xwendineke baş û analîzeke kûr li ser Hawar û Ronahîyê bê kirin, dê bê dîtin ku zimanên wan weşanan ji aliyê rastnivîsînê ve her ku çûye sererast bûye, hîkariya devokan kêmtir û rastnivîsîn jî cihgirtir bûye.
Ew qas sal in ez li ser kurmancî dixebitim, tevî komxebatên ji bo standardkirina kurmancî dibim, ez bi xwe rast lê nehatime ku ji me hatibe xwastin divê em li gorî devoka Botan tev bigerin û rêzikên wê devokê ji kurmanciya standard re bikin bingeh. Em tim rêgezên mîna rêzikên rêzimanî, fonetîka/fonolojiya kurmancî, morfolojî û etîmolojiya peyvên kurmancî, gireyên dariştinê û pevguherîna dengan, fonotaksa kurmancî û kevneşopiya rastnivîsîna hin peyvan li ber çav digirin, her wisan serî li zaravayên xwe û zimanên îranî yên berê jî didin. Wekî avesta, partî, pehlewî û heta zimanên hind-ewrûpî.
Tevî van yekan, eger em ji hev nehatina parçekirin û bindestkirin, ziman li me nehata qedexekirin û eger dewleteke me yan jî statûyeke me hebûya û ev qutbûn çênebûya, bi îhtimaleke pir zêde û xurt devoka Botan û Hekarî/Behdînan, ku şair û derçûyên medreseyan bi wan berhemên xwe nivîsîne dê ew bibûna binyada zimanê me yê nivîskî û ew nerît jî dê her bidomiya.
Em şêkirdarên Celadet Bedirxan in ku wî xwe nespart devokeke tenê ya kurmancî û bi helwesteke zanyarane dest avêt karê zimanî ku loma em jî îroj bi rehetî dikarin li gorî prensîbên zanstî yên zimanî nêzikahî di xebatên li ser zimên bidin û di warê standardkirina zimên de gavinan biavêjin. Helbet haya me jê heye ku devokên kurmancî hene, prosesa zimanî bi temamî pêk nehatiye û cudahiyên rêzimanî yên kurmancî yên ji ber devokan jî hene.
Wek encam: Kurmanciya nivîskî ya standard, ne li ser devokek bi tenê tê sazkirin û edilandin û xwe naspêre devokek bi tenê. Ji lew re hemû devokên me, rêzikên rêzimanî yên zimanê me gişt tevahiya zimanê me pêk tînin û kurmanciya standard jî ji van tê holê.
Çavkanî:
(1) Hawar; hejmar 27, 1941. r. 13-14.
(2) Hawar; hejmar 28, 1941. r. 11-12.
[3] Ronahî; “Bo Agadarî”, hejmar 23, 1944, r.14, 15.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,063
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://botantimes.com/ - 07-07-2023
挂钩项目: 63
刊物
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 26-06-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):07-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,063
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,449
图片 105,713
书籍 19,161
相关文件 96,458
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!