图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,439
图片 105,703
书籍 19,160
相关文件 96,447
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Destpêkeka Şexsî bo Ciwaniyê û Helbesta Wê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yehya Omerî

Yehya Omerî
Destpêkeka Şexsî bo Ciwaniyê û Helbesta Wê
#Yehya Omerî#

Çend roj berê gava bi hevalek xwe re li ser vê nivîsê diaxivîm, ev gotin ji devê min derket. Di mijara afirîneriyê de cewhereka zêde ya ciwaniyê heye, lê belê ew cewher bi min re nîne ku wê bi şiklekî fesîh îfade bikim. Ev demeka ne zêde ye ku şa’ir im, xwe şa’ir dibînim û êdî bi saya serê çend risteyên qenc, civata me jî me’meleya şa’iran li min dike. Mala we ava, her hebin. Lê belê demeka dirêjtir e ku têkiliya min a li gel nivîsê axlebe bi lêkirina helbestê re çêbûye, ji lewre çi gava hewl didim berê xwe bidim pexşanê, dibînim ku rengên helbestê pijiqiye metnê û tişta dil dikim bêjim nehatiye cih an jî bi ber bayê xumamiyê ketiye û çûye.
Ez di helbestê de ji tîrbûn û xumamiyê, di pexşanê, xasma di cerebeyê de ji sadebûn û rewaniyê hez dikim. Di ya ewil de derdê min ew e wekî mit bim, ya di dil de bêşerh beyan nekim, lê belê di ya duyem de divêm sivik, fambar û sakar bim. Mesele tev ev e! Dibêjim qey ev problem ji kêmnivîsandinê û ji tirsa xerabnivîsînê tê, ku nahêle ez bi dizî be jî bo xwe binivîsim. Çare ew e ku zêdetir binivîsim, dehfikên ku li ber xwe datînim dîsa bi destên xwe xera bikim. Lewre niha biryar e wekî dev ji van tebî’etan berdim û carê li vê qorziyê hindek tiştan li bêjingê bixim. Îro ez dê li ser ciwaniyê û rezerva zêde ya afrîneriya tê de çend gotinan binivîsim ku ji dîtin, xwendin û tecrubeyên min bi xwe der bûne.
Her kesê biemir, çi şa’ir be çi xwîner be hez dike şîretan li ciwanên şa’ir bike, berê wan bide cihnan û heke zêde zêde jixwe razî be, bi handan û pêşniyazên xwe wan bişibîne xwe, bi kêmanî bike ku berê helbesta şa’irê ciwan, li ya wî be. Ev yek bi rêya edîtkirina berhemên wan jî tê kirin helbet. Bi dîtina min du sedemên vê hene, bes ez ê yekê tenê binivîsim, ya din bila mamika Sfenksî be. Li gor şîretkiroxan, ciwan xeşîm û nezan in, belkî bo dîtina rêya çak kor in. Loma pêdivî bi perwerdekirinê, handanê heye. Di vir de çu tiştek nelirê nîne. Problem ew e ku li gel vê perwerdekirinê şa’irê em bêjin hoste, bi şiklekî poetîkaya xwe li ser ya şa’irê ciwan zal dike, li şûna ku li gor poetîkaya wî taybetmendiyên ku dikarin bibin xweseriya helbesta wî, pê bide naskirin, ew metna xwe, poetîkaya xwe wekî nimûne datîne pêş. Mixabin şa’irê ciwan gelek caran bi ber vî bayî ketine/dikevin. Di heman demê de ev yek şexsiyeta şa’irê ciwan û afrîneriya wî piştguh dike û nahêle zû bi ser rêya xwe ve bibe. Halbukî dewra ciwaniyê, ew dewr e ku mirov tê de ji xwe re li nasnameyekê, li poetîkayekê digere sewa ku xweser û cûda bin ji yên din.
Lê belê tê jibîrkirin ku ciwanî bi xwe xwedî rezerveka muezzem ya afrîneriyê ye. Û her ew xeşîmî ye ku dikare bi çav û dilekî vekirîtir li afirandinê bixebite. Ciwanî dînamîk e û troykaya vê afrîneriyê her ji wê xeşîmiyê tê ku guhnedêr, bimeraq û bêtirs e di warê ceribînên nû, derketina çiyayên qedexe de Ev wêrekî di helbesta şa’irên ciwan de sedema lîrîzma zêde jî rave dike bi min. Hestên dilînî, coş û melankoliya evîne û acizî tev bi kêrî lîrîzmê tên. Anku lîrîzm ji van hemûyan pêk tê. Bêhntengiya ku di bin van mijaran tevan de dixuyê jî bi min bi xeşîmiyê re eleqedar e. Yê xeşîm bêsebeb agresîf e carna. Hin deman ev agresîfî wekî îtirazeka poetîk li miqabil helbestên heyî xwe nîşan dide. Di helbestan de aşkera dibe ev yek, dengê gurr û lezgîniya ku di helbestê de em hest pê dikin, bi wê re eleqedar e.
Ez di helbestê de jixwebawer bûm, wê demê hêj çu sermiyanê min ê poetîk/weşandî tunebû. Niha dikarim bibêjim ku ew şiklekî min ê îtirazê bû, baş an jî xerab wisa bûm. Xwebaweriya di nivîsîna helbestê de bo ciwanan, bi kêmanî bo min nebûye piştgir ku di warên din de sermerselê di pexşanê de, gotina xwe bibêjim, bi kêmanî min di xwe re nedîtiye an jî culhet nekiriye ku li ser helbesta xwe û ya hevalên xwe biaxivim, binivîsim. Rast bêjim, li van deran xwe rehet hîs nakim. Wek yekî ji derve bim, bi dengekî nizm kêm caran. Divêyabû ji zû ve em li ser vê biaxiviyan tew.
Xaleka din a balkêş di vê meselê de heye ku civata me ya edebî, bo yên xwedanemir dibêjim, gelek caran xemsar in bo pêşwazîkirina ciwanan. Di civakeka wiha de, ku jixwe bi tenê komikek biçûk bi van xeman radibe, ev sersarî ne normal e. Sedem jî wekî gelek tiştan di bîrbiriya me ya polîtîk de ye ku em bi rêya tercîhên bo nimûne di neqandina weşanxaneyan de li miqabil hev pozîsyonan zeft dikin. Ev nîşana wê yekê ye bê tercîhên me yên edebî çendî angajeyî sekna me ya polîtîk in. Berî her kesî ev dubendî diviyabû di nav edîban de nebûya halbukî. Bi heman şiklî civatê zêde rê nedaye ku ew biaxivin, heta carna bêhnteng in ji ber axaftin an şiroveyên wan.
Berhemên ewil yên gelek şa’iran bi nimûneyên helbestên serkeftî tên naskirin. Gelekên wan paşê nekarîn ji siya wan helbestan derkevin an jî di bîra edebî de her bi wan helbestan man. Di ş’ira cîhanê de şa’irên wekî Rimbaud, Comte de Lautreamont, Mayakovski, Ferrûxzad, şahberhemên xwe di ciwaniyê de nivîsîn û her di ciwaniya xwe de man. Bizavên helbestê yên wekî dadaîzm, surrealîzm, îmajîzm ji teref ciwanan ve tên sazkirin ku helbesta modern li ser milê wan teşe girt. Tesîra van herduyên dawî îro jî di helbesta cîhanê de berdewam e. Şa’irên wan berdewam tên xwendin, wergerandin, nîqaşkirin. Di helbesta me de jî navên wek Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Osman Mehmed, Ferîd Xan, Lal Laleş, Gulîzer, di temenên ciwan de bi helbestên mezin dest bi helbestkariya xwe kirine. Helbestên vê dewrê paşê dibe bazeberek ku divê jê biborin. Bo nimûne bi kêmanî bo her sê navê ewil ez dikarim bibêjim ku herçend piştre jî helbestên xweş lê kirin, lê belê çi gava berê xwe bidim helbesta wan, pirtûka wan a ewil tê ber destê min. Ew şiyan û qeweta van helbestkaran hebû ku hêj di berhema ewil de dengekî bo xwe çêkin. Divê li xwe mikur werim ku di destpêkê de vî dengê xurt di destpêka şa’irtiyê li aliyekî bi hawara min ve dihat wekî ez di zimanê me de nimûneyên helbesteka serkeftî nas bikim, lê belê wan ez ditirsandim jî. Belê paşê xeşîmî bi hawara min ve hat, bêyî ku zêde bitirsim û xema kêmketinê bikişînim, min nivîsî. Di xwezaya vê xeşîmiyê de lîrîzmeka barbar heye ku tehmeka cuda dide helbestê. Mebest ji barbariyê ew e ku lîrîzma wê dewrê xam e hêj û hêj nehatiye sîqalkirin. Paşê, dem û tecrubeyên ewil yên weşandina berheman vê yekê hînî mirov dikin.
Di dîwana min a ewil Anatomiya Demsalên Zer de, bo nimûne lîrîzmeka bi vî rengî hebû û niha hest pê dikim ku çendî ku ez bi xebata zêde ya guherîn û çakkirina helbestê hisiyam, min ew lîrîzm ji dest da. Ez dibêm bo şa’irekî jidestdana lîrîzmê ne baş e. Helbet kêmbûn an jî nemana lîrîzmê nayê wê me’nê ku şa’ir ji qidûm ketiye, na, ne wisa ye. Pir pir berê helbesta wî ketiye devereka din. Li ba min jî wisa bû, niha hewl didim piçekî ji wê lîrîzma xeşîm li xwe vegerînim. Hin deman, gava li nîşeyên xwe yên kevn rast têm, ecêbmayî dimînim bê çawa lîrîk bûme û min bo helbestên baş, me’zemeyên baş kom kirine. Me’zemeyên baş mixabin her dem têrê nake ku helbesteka baş derkeve holê. Bo vê yekê, bername û kompozisyoneka baş ya xebata poetîk divê.
Hinek şa’ir hene di ciwantiyê de û di kaltiye de her baş dinivisin, ev ne tenê ji ber şiyana zêde ye, lê belê ev ji ber xîreta zêde ye jî ku bênavber, bi inyad li pey helbesteka baş in, dixwînin, guhdar dikin, digerin. Ji zû ve ye qanih bûme ku bo helbesteka baş ligel şiyana biçûk, xebata zêde, pêdivî bi geryan û tecrubeyên heyatê dibîne, ku îro ro ew li her derê kêm e. Ka em bifikirin, yekî bi kêmanî şahidiya şerekî nekiribe dê çawa karibe helbesta wê binivîse? Jê zêdetir, dê çawa karibe xeyal bike ku yên di şerî de dimirin xewnên xwe yên zindî, gulên xwe yên tî hene? Ji şahidiyê mebesta min ne ew e ku yek ilhes di şer de be; xwendin, guhdarkirin û dîmenên şer jî tecrubeyekê çêdikin. An jî bi heman şiklî şa’irek ku bo carekê be jî bi evînê û cudahiyê neketibe dê çawa li ser van meselan binivîse?
Têbinî:
(1) Di hindek çîrokên folklorî de çiya cihên qedexe ne ku leheng divê ebeden bi stara wê nekeve.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览906
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://botantimes.com/ - 07-07-2023
挂钩项目: 54
传记
图书馆
库尔德名称
文章
日期与活动
烈士
词和词组
小组: 文章
Publication date: 22-06-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书:
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览906
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,439
图片 105,703
书籍 19,160
相关文件 96,447
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!