Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin
23-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 518,489
Wêne 106,346
Pirtûk PDF 19,229
Faylên peywendîdar 96,818
Video 1,368
Kurtelêkolîn
Cihên geştiyarî yên parêzge...
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
ADAR JIYAN: Piştî Ehmed Huseynî çawa mirovdikare bibe helbestvan?
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî
ADAR JIYAN: Piştî #Ehmed Huseynî# çawa mirovdikare bibe helbestvan?
Her çi qasî ku babeta me 50 saliya bûyina Ehmed Huseynî be jî di vê nivîsarê de ez ê ji aş û bajar bidim ser hev û peyre bi Ehmed Huseynî ve girê bidim.
Hewceyî bi tu nîşane, pênas, nasnav û sifatên pesndar ên ku mirov li ber navê Ehmed Huseynî deyne, nîn e. Nav û paşnavê cenabê wî têra her tiştî dike. Birastî jî ev ne pesnandin e. Heke weke pesnandin bê dîtin û hesibandin jî pêşî lêborîna xwe ji Ehmed Huseynî û peyre ji hemû nas, dost û hejmetkarên wî dixwazim; bila li min negirin ku ez pesnê wî nadim. Naçarane hishisîn û raçavên xwe yên rastîn ên derbarê wî û jêfêmkirina ristên wî yên manîdar û têrwate tînim zimên. Hewcetiya Ehmed Huseynî bi pesndarî û methdayînên min nîn e. Heke pesnê hin mirovan bê dayîn jî divê Ehmed Huseynî û zat û cenabê wî qet ne di nav de be. Lewra heta îro kesên ku hatine/tên pesinandin her car ew kesên ku tu car nebûne şayanî pesinandin û qedirdayinê. Belê kevneşopiyeke mirovan ya bêxêr, bextreş û berepaş heye: Heta ku mirovên me yên bedew, hêja û qedirbuha nekevin bin axa sar û tu elqeya wan bi vê dinê re nemîne tu kes ji me ranabe pesnê wan nade. Ji ber ku hesûdî, pexîlî û çavnebarî û dexesiyên tund û dijwar tu bandorê li ser miriyan nake em piştî mirina wan dev ji van hestên neyînî berdidin û devê xwe dixin hestiyên wan û tê de diçêrin.
Xwezî me pesnê hev û din bi saxî bidana. Xwezî me bi saxî ji hev û din hez bikirana. Xwezî em bi saxî biçûna serdana hev û din. Xwezî em bi saxî li hev û din biciviyana. Xwezî me bi saxî piştgiriya hev û din bikira. Xwezî me bi saxî li hev û din bipirsiyana. Xwezî em bi saxî li hev û din xwedî derketana… Lê mixabin hemû tiştên xêrê di saxîtiya me de dimirin û bi mirinê re vedijîn.Û tiştên bêxêr jî di saxîtiya liyaqî me tê ditîn û bi mirinê re dimirin. Ango em baş dikarin bi mirîtî pesnê hev û din bidin. Lê mixabin tu xêr û xêrdariya wê namîne êdî.
Bi ya min be ez ê tucar pesnê miriyan nedim. Lewra dê ew tu car dengê min nebihîsin û dê pesnandinên min ji wan re qet nebe qinyat, rûmet û serbilindayî. Pesindayin, hezkirin, rêz û hurmet, qedr û qîmet, serbilindayî, rûmet…hemû ji bo mirovên sax in. Pêdiviya miriyan bi tu tiştên wisa nîn e. Çimkî mirov tenê di saxitiya xwe de dikare bibe şayan û şayesteyî pesndarî, qedirşînasî û payedariyên watedar. An jî liyaqî bêxêrî, bêxîretî û serberjêriyên bêteşe û bêwate.
Bi hinceta salvegera 50 saliya bûyina Ehmed Huseynî ez dixwazim hin hest û bestên xwe yên derbarê rastî û rastiniyên cenabê wî derbibirim û bi dost û yarên wî parve bikim. Carekê çend Ehmed Huseynî dibin bila bibin ez bi xwe tenê Ehmed Huseyniyê helbestê dinasim û tenê dikarim der barê zanava wî ya helbestvaniyê de çend nêrîn û hestên xwe yên neçarane derbibirim û rave bikim. Jixwe ne hewce ye ku ez rabim bi pey nasnameyên wî yên din (wekî Ehmed Huseyniyê kurd, Ehmed Huseyniyê siyasetmedar, Ehmed Huseyniyê welatperwer, Ehmed Huseyniyê felsefenas, Ehmed Huseyniyê muzîkhez, Ehmed Huseyniyê pêşkêşvan….û hwd) bikevim. Her çendî ku hemû taybetî û nasnameyên xwe yên din bi awayekî xasûkane di helbestvaniya xwe de hêwirandibe jî ne tu hedê min e ku ez têkilî aliyên wî yên din bibim. Ji ber ku ew aliyên wî yên ku îro min têkildar nake xumamê nayne ser Ehmed Huseyniyê helbestê, ez ê jî têkilî Ehmed Huseyniyên din nebim. Teqez hin kes jî dikarin bi qasî min derbarê Ehmed Huseyniyên din de jî biaxivin an wî bi min bidin nasîn. Lê ez bi xwe nikarim li derveyê Ehmed Huseyniyê helbestê behsa tu Ehmed Huseyniyên din bikim an jî der barê zanavên wî yên din de zêde tiştekî bibêjim.
Min bi xwe Ehmed Huseynî bi helbesta kurdî ya nûjen û wêjeya kurdî ya qirn û nifşê dawîn nas kir. Min bi xwe Ehmed Huseynî bi dîwana helbestên wî bi şevbuhêrkên televizyona kurdî, bi deng û awaza helbestxwîneriya wî ya nalîn û giryan nas kir. Min bi xwe Ehmed Huseynî, bi gotinên wî yên negotî û ristên wî yên durist ên seradkirî û ji sêrêder, ku tavsorkê li wan nedabû nas kir. Bi kurtayî min bixwe Ehmed Huseynî bi helbesta kurdî ya nûjen û helbesta kurdî ya nûjen jî bi Ehmed Huseynî nas kir. Bêşik û bênîqaş ev naskirin ne lêhatineke ketberê bû.
Her dem û domanek qutbekî xwe diwelidine. Diviyabû qutbekî helbesta kurdî jî hebûna. Diviyabû ku Ehmed Huseynîyek derketa holê û helbesta nûjen birista an jî helbestvaniyek ji hêla Ehmed Huseyniyê ve bi hemû nûjeniya xwe bihata afirandin. Diviyabû ku an Ehmed Huseynî xwe li helbestê bigirta û helbestê jî xwe ji navê… Û diviyabû ku ev diviyatî pêk bihata.
Dibe ku Ehmed Huseynî ne di vê baweriyê de be jî. Belê bi naskirina Ehmed Huseynî û piştî xwendina helbesta wî, bi min re gelek angaştên statîkoparêz û kevneşop ên derbarê wêjeya dinê de serobin bûn. Bo nimûne; wekî ku tê zanîn ne “ziman wêje û wêje helbest afirandiye.” Berevajî wê, helbestê wêje û wêjeyê jî ziman afirandiye. Ango êdî ez têgihîştim ku bastûra zimên wêje û bastûra wêjeyê jî helbest bi xwe ye. Bi vegotineke awarte ya xerîfî, dibêjim ne ziman bêyî wêjeyê, ne wêje bêyî helbestê û ne jî helbest bêyî Ehmed Huseynî dikare pêkan bibe.
Bêguman em ê nikaribin di vê nivîsarê de peywira danasîn û ravekirina helbestê û nîqaşkirina wê bidin ser xwe. Belê em ê bikaribin li ser helbestvanekî ku wekî “Şêxê Helbestê’ hatiye binavkirin çend gotin û vegotinên neçarane darêjin ser rûkê kaxizê. Çawa ku min ji bo helbestvaniya Ehmed Huseynî bi wêrekiyeke awarte gelek tiştên derasayî dane ser xwe û tu sînor jê re dananîn, divê ji bo rexne û pêşniyarên awarte jî tu sînor û tixûbên teng neyên danîn ku em bikaribin hest û bestên xwe yên ciyawaz vebêjin. Carekê helbestvanî awartebûn e. Heta ku helbestvan tiştên nemayî nexuliqîne nikare helbesteke mayînde bihone û bide xwendin. Îcar em ê bi pêşniyazên xwe nêzîkî helbestvaniya Ehmed Huseynî bibin.
Wekî hemû mirovên zindî Ehmed Huseynî jî digel aliyên xwe yên xurt xwediyê hin tiştên ku şayanî nîqaş û rexnekirinê ye jî. Her çend ku Ehmed Huseynî afîrînerê gelek helbestên bêhinkuf be jî bi ya min ne helbestxwînerekî bêhinkuf e. Lewra gelek caran bi xwendina xwe re dermanê serêşê, wekî yê dilêşê bêav bi ser dil û hinavê mirovên helbesthez dadike û wî/wê ji binî ve felc dixe. Yanî divê derfetê bide hin kesên ku dikarin hekîmtiyê(bijîşkiyê) ji helbesa wî re bike û wê wekî dermanê êşa heftpençe hindik hindik bi nexweşê helbestê bidin daqultandin. Helbestvan teqez hilberînerê helbesta xwe ye; belê her gav ne hewce ye ku ew bixwe bibe belavkar û firoşkerê wê. Ew jî karê pisporiyeke din e. Ez vê nêrîna xwe tenê ne tenê ji bo Ehmed Huseynî; ji bo hemû helbestvan û wêjevanên berhemdar wekî pêşniyazekê dubare dikim. Wekî her kesî ez ne di vê baweriyê de me ku “yê/ya ku herî baş helbestê dixwîne, ew kesê/a ku helbestê(helbesta xwe) dinivîse ye” Ev feraseteke guherbar e. Dibe ku hin caran wisa be; belê ne her gav…
Ehmed Huseynî gelek caran helbestê bi heman dengî û heman şêwazê dixwîne. Bi rastî bandoreke mezin jî li ser guhdêr dihêle. Belê hin caran wekî guhdêrekî helbestê, ez xwe bi xwe dibêjim “ev helbest ne bi vî awayî, bi awayekî din bihata xwendin dê baştir bûna.”
Carekê, her mirov ji ber mirovbûna xwe xwedî rûmet, rêzdar û girambar e. Belê, pesindetî, hurmetdarî an jî bêgiramî û rêznezaniya mirov di destê mirov bi xwe de ye. Yanî her mirov qelend û buhayê xwe bi destê xwe difesilîne. Çawa ku mirov du tovên dijber; ên jiyan û mirinê li nik hev û din belê her wiha li dij hev di xwe de dihêwirîne, bi heman awayî hest û raman, bizav û tevgerên erênî û neyinî jî bi xwe re hildigire û dibe sedema bêqîmetî an jî qîmetdariya xwe.
J. J. Rousseau derbarê vê yekê de wiha dibêje : “Her tişt di destê mirov de bênirx û çilviran (bêesl) dibe.” Rast e belê dîsa bi ya min Rousseau hinekî kêm gotiye. Lewra, her tişt di destê mirov de nirxdar û manîdartir jî dibe. Bi kinayî her tişt li gora vîn, bizav û kesayetiya mirov dirûv digire. Derbarê vê yekê de rîwayeteke olî (îslamî) ya balkêş heye. Li gorî gotegot û çavkaniyên îslamî, Xwedê Teala, di hedîseke qudsî (qisepêdana navbera Xwedê û Pêxember) de, Xwedê ji deng li qasidê xwe dike û dibêjiyê : “ Ey peyamnerê min (Muhammed) ! Gava ku min, ajal xulikandin tenê, min çil (nefs) da wan. Ku min firîşte xuliqandin, min tenê hiş û aqil da wan. Belê gava ku min mirov xuliqandin, min hem nefs (a heywanî) hem jî hiş û aqil (ê firîşteyî) diyarî wan kir. Heke nefsa mirovan serdestî hiş û aqilê wan bibe û wan têk bibe, dê ew ji ajalên çar ling kêmtir û sernewqtir bibin; na heke ku hiş û aqilê wan serdestî nefsa wan bibe û wan têk bibe, îcar dê ew ji firîşteyên nûranî jî firazwertir û rûmetdartir bibin.”
Ne tenê ol; çi raman, bîrdoz, feraset û nêzikayîtêdanên ku hene, tev mirov wekî kakil û riknê hemû heyîn û hêjahiyên giranbuha dibînin. Her çend ku ev yek ji aliyê teorîk ve girîng û manîdar hatibe/bête dîtin jî, di karvaniya jiyanê de gelekî qels maye/dimîne û zêde sîtavî tevger û bizavên civakî û takekesî nebûye/nabe. Jixwe ku ne wisa bûna, dê ji mêj ve mirovahî gihîştibûna merhaleyeke payebilind û şareza. Bi rastî mirov dikare bibêje bi tevayî mirovahiyê hê peresîn û geşedaniya xwe ya komelayetî temam nekiriye û xwe ji gelek liv û bizavên lêwirî (heywanî) reha nekiriye. Çimkî mirov ne tenê heyineke ajalî (biyolojîk an daringî) ye. Aliyê wî/ê yê arişî, giyanî, hestiyarî û ramanî jî heye. Dibe ku mirov nikaribe tucar xwe bigihîne jî lûtkeya mirovbûnê ya dawîn; belê teqez dikare bi gelek xislet û taybetmendiyên xwe bigihîne radeyeke berz û payedar. Gava ku yek an jî çend taybetiyên mirovî di mirov de peyde nebin, dê gelek hêman û taybetiyên mirov ên din jî nîvco bimînin û mirov ji têkûzbûniya xwe bi dûr bikeve. Wekî ku qerfkar û nîvîskarê navdar ê nemir Aziz Nesin jî dibêje “Tu seg nikare bi qasî mirov segîtiyê bike.” Ev gotin ne ji bo her mirovî/ê hatiye gotin. Bêşik ji bo ew ên ku wekî lêwiran tevdigerin lê tenê di kirasê mirovan de ne, hatiye gotin. Rast e. Lewra hê gelek heyinên ku di kirasê mirovan de dixuyin, belê tevger û bizavên ajalî ji ser xwe navêtine hene. Nemaze hin ji wan jê rêveberiya gel û civakan jî dikin. Heta serwer û zoranên dinê ne. Pergalên cîhanê û çerxên jiyanê li gorî hest û ramana wan têne damezrandin û zivirandin. Belê mixabin hê jî ew ne gihîştine asta mirovbûn û mirovatiyê. Gelo çima ? Lewra, qedr û qîmetê, nirx û hêjahiyê nadin tu mirovan û tucar nakevin heyra mirov û mirovahiyê. Her yek ji wan wekî alaveke candar a pergal û sazûmanên neçê hatine peywirdarkirin. Her tim bêyî (li derveyî) vîna xwe tevdigerin. Ji aliyê kesên derveyê wan nîr û hevsar di stûyê wan de hatiye danîn. Û bi hêsayî bi her hêlê ve têne beralîkirin û dezgînkirin. Tenê peywireke wan heye; fermangirtin an jî fermandayîn. Ji aliyê hêzên hêzdar û pozbilind ve têne gêrandin û birêvebirin. Çawa ku mafê xwe yên mirovî nasnakin û rêzê nadin hebûna xwe; rêz û hurmetê nadin tu mirovan û tu heyînên din jî.
P.Syrus dibêje :
“Yê ku rûmeta xwe winda bike, tiştekî wî/wê ku winda bike namîne.”
Belê divê wekî domaneke ronak û pêşketî behsa ronesansê û afirînerî wê yên rûmetdar bikin. Çimkî rûmet û lêxwedîderketina mirovahiyê bi ronesansê(ronîbûnê) dest pê kiriye. Ronesans jî bi saya wêje û wêjevaniyê gihiştiye merhaleyeke payedar.
Ronesans, bi kurtayî xwenûkirina civakî û komelayetî ya nûjen e. Belê bi awayekî zanistî ew wekî tevgera xwenûkirina çand û hunerî ya ku di sedsala 15’an de li Îtalyayê dest pê dike û li tevê Ewropayê belavdibe, tê zanîn. Di zimanê Îtalî de wateya ronesansê ya ferhengî “ji nû ve zayin” e. Her wiha wekî “jiyana nû” an jî “jî nû ve jiyin” tê şîrovekirin.
Taybetî û xisûsiyeta ronesansê ya berbiçav, domana vejîn û zindîkirina çanda Romayê û Yewnaniya Kevnar e. Her wiha ew wekî dem û serdema serborî û vedîtinên(keşfkirinên)ku rê li ber berên mîna kaxiz, çapxane û pusûlayê û bikaranîn û peyikandinê vekiriye jî tê dîtin û pejirandin. Têgîna “serdema navîn” ji hêla zanyarên sedsala pazdemîn bi mebest û armanca pêwendiya navbera rûxandina şaristaniyên Romayê û Yewnaniya Kevnar û dahênandina şaristaniyan ve hatiye avêtin. Her çend ku kemilîna ronesansê di qirna pazdehan de pêk hatibe jî rikn, ripin û rehên wê yên civakî, komelayetî û ramanî hê di qirna dozdehan de wekî destpêka şaristaniyekê nû aj dida…
Dibe bê pirsîn ku “çi têkiliya ronesansê û Ehmed Huseynî bi hev û din re heye?” Belê dibêjim heye. Lewra guherîn û veguherînên riknî û bingehîn ên ku di jiyana mirov û mirovahiyê de pêk tên hemû bi saya şoreşên zihnî û livbaziyên ramanî bidest dikevin. Şoreşên zihnî û ramanî bi saya wêjeyê û wêje jî bi saya helbest û helbestvaniyê digihîje lûtkeya dawîn. Ango wêje, her gav di riknê dîroka şoreşên civakî de roleke pir mezin dileyîze. Şoreşên ramanî jî wekî ronesansê(ronîdariyê) têne binavkirin.
Nêrîna ronesansê ya bingehîn li ser hîmê mirovheziyê(humanîzmayê)hatiye danîn. Tovê mirovheziyê, ne ji hêla zanyarên olparêz û felsefeya skolastîk(kevn) ve; berevajî wê ji hêla mirovên çand û hunerê yên ku li derveyê perestgehan(wekî kilîse û hewrayan)tev digeriyan ve hatiye reşandin. Ango yên ku ji tevgera ronsenasê re bûne pêşeng ne kesên oldar in.Tevên wan bi çand, wêje û hunerê re têkildar in û bi felsefeya nûjen mijûl bûne. Yên ku pêşengî kirine yek jê Dante û yê din Petrarca ye. Mirov dikare çend kesan din yên ku nûnertiya vê tevgerê kirine jî wekî mînak nişan bide : Pico della Mirandola, Coluccio Salutati, Leonardo Bruni, Lorenzo Valla û Marsilio Ficino… û hwd.
Qedr û qîmet, rêz û hurmet, ar û rûmet û hwd… gelek payeberzî û buhapêdanên bêhejmar ên din tev di xala vê werçerxê de ji bo mirov û mirovahiyê pêk hatine. Ango têgîn peyv, biwêj û gotinên hêja û manîdar tev ji bo mirov hatine gotin û îro ji aliyê mirov ve têne bilêvkirin. Bi rastî jî hin mirov liyaq û şayesteyî van hêjahiya ne. Lewra ne pêkan e ku tu heyîn bi qandî mirov bergend û giranbûha û her wiha şayanî rûmet û nirxdayin bibe. Albert Camûs dibêje :
“Heyinê ku dikaribe nirx û wateyê bide xwe, tenê mirov e.”
Bêguman rast e. Belê çê ye ku her mirov bizanibe xwe nas bike û nirx û wateyê bide xwe û mirovbûna xwe. Helbestvan û fablnûsê Fransî La Fontainejîvê yekê bi vî awayî tîne zimên “Tiştê ku mirov bala xwe bidiyê û yê sereke ew e ku mirov xwe nas bike.”
Ehmed Huseynî, bi xwe yek ji wan zat û cenabên ku xwe dinase ye. Nirx û wateyê dide xwe û di efsûn û zarveşêra sedem û armanca hebûna xwe de gihîştiye. Birastî jî ji xwe hez dike û jidil wateyê dide xwe. Di şexsê xwe de ji mirov û mirovahiyê û di şexsê mirov û mirovahiyê de jî ji xwe hez dike û wateyê dide xwe. Ji xweza û heyberên xwezayê hez dike û nirx û wateyê dide wan. Ji erdnîgarî, welat, gel û hemwelatiyên xwe hez dike û nirx û wateyê dide wan. Ji kehnî robarên welatê xwe, ji çiya û zozanên welatê xwe ji çol û berriyên welatê xwe, ji ziving û geliyên welatê xwe, ji guher û zeviyên welatê xwe, ji dar û berên welatê xwe, ji teht û zinarên welatê xwe hez dike û nirx û wateyê dide wan. Ji zêç û zarok, keç û xort, mêr û jin, kal û pîrên gelê xwe hez dike û nirx û wateyê dide wan. Ji êş û azar, jan û keser, cejn û şahî, qencî û xerabiyên gelê xwe hez dike û nirx û wateyê dide wan…
Ronesans, li erdnîgariya Ewropayê dest pê kiriye û li tevê cîhanê belav bûye. Belê gava ku mirov dêhna xwe dide erdzemîna Asyayê, mirovên vê erdnîgariyê, fikr û felsefeya ronesansê zû bi zû ne pejirandine. Û her wiha car caran jî li hember wê derketine. Ev yek jî bûye sedema lipaşmayîna civat û civakên Asyayê û mirovên erdzemînên paşmayî yên din. Di dem û domana ronesansê ya ku wekî “nû dîtinekê” dihate dîtin de, ramanwerên ku di serdema seretayî de jiya bûn, di serdema navîn de jî dihatin nasîn. Belê heta wê demê pirtûkên wan (yên ku bi destan hatibûn nivîsandin) di refan de diriziyan û tu kesî guh nedida raman û felsefeya wan. Nirxdayîn û qedirşînasiya ramanwerên nû û kevnar, bi ronesansê dest pê kir û gihîşt merhaleyeke payedar. Ev yek jî bi saya qîmetdayîna çand, huner û wêjeyê gihîşte vê merhaleyê.
Di kîjan dem û domanê de dibe bila bibe; nirxdayîna xwendin û nivîsandinê nîşaneya ronesansên nû û nûjen e. Li kîjan welatî an jî di kîjan civakê de xwendin, nivîsandin û girêdayî wê, dahûrandin û lêkolînên zanistî derketibe pêş, teqez dê ew welat û civak bi ronesansên nû û nûjen re nasdar bibe û her wiha dê bikaribe şoreşên hişmendî û şaristaniyên hemdem bidest bixe. Ehmed Huseynî bi hişyarî û hişmendiyeke xurt ji heqê vê yekê derdikeve. Û gencîneyeke wêjeyê diyarî gelê xwe û mirovahiya dinê dike.
Dîroka mirovahoyê dîroka şaristaniyan e. Mirovahiya ku şaristaniyên kevn û nûjen afirandiye, bi naskirina gerstêrka me( erdzemîna ku em li ser dijîn) nehatiye ser; her wiha bi guherîn û veguherîna xwezayê û jêsûdwergirtina wê jî mijûl bûye. Pêwendiya bi xwezayê re li derê ha; êdî mirovahî ketiye nava tevgera dahûrandin û nasîna fezayê û li wir bicibûna wê. Cîhan û mirovahî bi dahên û nûvedaniyên nû nasdar dibe. Jêmayin û bibernegihîştina nûvedaniyên nû mirov dixe nav esargeheke tund, ditengijîne, diesirîne û diguvêşe. Divê mirovê/a hestyar û pejnkar jî li hember vê rûdanê raweste. Ji bo mayîndebûna jiyana fîzikî tê bikoşe ku bikaribe li çaredîtina nemirineke giyanî bicehdîne. Ev yek nîşana şoreşa hişmendiyê ya ku zanîn û teknolojiya nûjen pêk aniye. Şoreşa hişmendiyê jî nîşana ronesansa nûjen û despêka şaristaniya mirovahiyê ya nûdem e.
Dibe ku her mirov nikaribe her car bibe xwediyê vîn û tevgereke azad an helwesteke têkûz û serbixwe. Belê di her demê de, her mirov dikare merc û derfetên xwe bide zorandin û bi awayekî bêlêçûn (bêmesref) dil û mêjiyê xwe bi hest û ramanên têkûz û mirovî bixemilîne. Her çend ku tê gotin ku bê dirav û aborî tu tişt pêk nayê an nayê bidestxistin jî dîsa ji do heta îro yên ku nav û dengê xwe bi tîpên zêrîn li rûpelên dîroka mirovahiyê neqş kirine, zêde ne xwedîmal bûne. Mînak: Seydayê Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Baba Tahirê Uryan, Nazim Hîkmet, Yilmaz Guney, Sarter, Voltre û gelek zat û kesayetiyên navdar di nav xizanî û bêmaliya darê dinê de û li mişextiyê jiyana xwe domandine.
Yên xwedî mal, tucarî û di tu deman de jî bi awayekî mayînde belê bi qandî yên xwedî vîn, ne bûne xwedî rûmet; nav û deng nedane. Ne ku em rabin bi hest û ramanên razdar(mîstîk) tevbigerin an aboriyê di ser guhê xwe re bavêjin. Na ! Çimkî di cîhana me ya îroyîn de hilmstandin û hilmdayina mirovan jî girêdayî aboriyê û rewşa daringî ye. Diviyabû ku aborî di suxreya mirov û mirovahiyê de bûna ; belê mixabin îro mirov û mirovahî di suxreya aboriyê de ye. Dibê baş bête zanîn ku aborî ji bo pêşerojeke mirovî û jîyanî bûye navgîneke jênager.
Belê ligel hemû tiştî, dîsa jî divê ku armanc, hewldan û lebatên mirov tev ji bo mirovahiyeke dewlemend, belê jiyaneke bê dirav û rûmetgir be. Heke na ne dirav û aborî û ne jî meyldar û bengiyên mal û maldariyên demdemî, nikarin ji bo mirov rûmetdarî û qedirşînasiyê pêk bînin. Ne bi giştî be jî, ên ku îro aboriya wan heye, rûmetgirî û qedirşînasiya wan nîn e. Ên ku rûmetgirî û qedirşînasiya wan jî heye, aboriya wan nîn e.
Ma gelo kan û maka êş, azar, jan, elem, kul, keder, kêşe û arîşeyên vê dinê jî ne ev helwest û feraset e ? Ma rewşa gelên Rojhilata Navîn û niştecihên Mezrabotana adan û bihuşte ne ji ber hemû nirx û hêjahiyên xwe yên pîrozwer û watedar bi jiyaneke nemisteheq re rû bir û mane ?
Ehmed Huseynî niştecihê vê erdnîgariyê ye. Ew, torintirîn û hemwelatiyê Rojhilata Navîn û dergûşa şaristaniya kevnar a cih û warê wêjevanên navdar, xaka Mezopotamyayê ye. Her çend ku îro jiyana xwe ya rojane li Ewropayê didomîne jî ew wekî peyrewekî peyamberên Asyayê û xwediyê mirateya çand û wêjeya Rojhilata Navîn e. Ji hest û bestên wî yên helbestî hesret û keserên kûr ên ku bi êş û azarên vê xakê hatine strandin, dinimin. Belê digel vê hestyarî û pejnkariya welathez û xakperwer, nûjeniya Ewropayê ya wekî felsefe, raman, bîrdoz, mirovhezî, navneteweyîparêzî û şoreşgeriya wêjeyî jî di dil, hiş û ramana xwe(helbesta xwe) de hêwirandiye.
Hedîseke peyamberê ola Îslamê Hezretî Muhemmed dibêje : “Heke Yezdanê Dilovan li pey min peyamberek bişanda, teqez dê ew Ebûbekir bûna.’, “Heke Yezdanê Dilovan li pey min peyamberek bişanda, teqez dê ew Umerê Xetab bûna”, “Heke Yezdanê Dilovan li pey min peyamberek bişanda, teqez dê ew Osman Zinûreyn bûna. Na.” “Heke Yezdanê Dilovan li pey min peyamberek bişanda, teqez dê ew Osman Zinûreyn bûna.” Her çendî ku ev hedîs wekî nakokiyekê bête dîtin jî di hundirê xwe de lihevderketin û hevahengiyeke xurt û veşartî nîşan dide. Lewra peyamberê îslamê mezinahî û bawermendiya her çar dostên xwe bi vî awayî tîne zimên.
Gotina dawî, Ehmed Huseynî di nivîsareke xwe de ev pirs kiribû : “Piştî Nietzsche çawa mirov dikare bibe feylesof?” Belê ev pirs nayê wê wateyê ku ji bilî Nietzsche tu feylesofên din nîn in. Na ! Ew nirx û wateyê dide Nietzsche û rasteqîniya feylesofiya wî tîne zimên. Îcar bela teşbîh(bê diruvpêxistin û şibandin) bila helbestvanên kurd û dinê ên nûjen li min negirin ku ez ê bi piştrastî dikaribim bibêjim:
Piştî Ehmed Huseynî çawa mirov dikare bibe helbestvan ? [1]
Ev babet 689 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojava.net/ - 09-07-2023
Gotarên Girêdayî: 15
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 07-07-2023 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Helbest
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 09-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 689 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Kurtelêkolîn
Bend di wêjeya devkî de
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Kurtelêkolîn
Ji bîreweriya Kurdan stranên gelêrî
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Kulav û Peyk: Têkçûna fikriyata azad li hemberî civakeke famkor
Kurtelêkolîn
Şanonameya Mişko
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
RONÎ WAR
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Çêkirina Kilê Sibhanî li cem jinên Kurdan
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Kerim Avşar

Rast
Kurtelêkolîn
Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 1em
07-04-2024
Aras Hiso
Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 1em
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin
23-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 518,489
Wêne 106,346
Pirtûk PDF 19,229
Faylên peywendîdar 96,818
Video 1,368
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Kurtelêkolîn
Bend di wêjeya devkî de
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Kurtelêkolîn
Ji bîreweriya Kurdan stranên gelêrî
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Kurtelêkolîn
Kulav û Peyk: Têkçûna fikriyata azad li hemberî civakeke famkor
Kurtelêkolîn
Şanonameya Mişko
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
RONÎ WAR
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Kurtelêkolîn
Çêkirina Kilê Sibhanî li cem jinên Kurdan
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Kerim Avşar

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.531 çirke!