图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şerê Tarîtî û Ronahîyê; EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şerê Tarîtî û Ronahîyê; EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ

Şerê Tarîtî û Ronahîyê; EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ
=KTML_Bold=Şerê Tarîtî û Ronahîyê; EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ=KTML_End=
=KTML_Underline=#Sîdar Jîr# =KTML_End=

Gelek caran berhemên hunerî/edebî dibin zar û ziman û bîra welat û neteweyan. Hinekî din zorê bidin “xwe” rasterast dikarin bi rehetî bibin nasnameyek xurt jî… Ev taybetîya huner û wêjeyê, di kûrahîya zemên de ji mirov re dibe per û bask û ber bi “ronahî”yê ve dibe.
Romana Yildiz Çakar a bi navê “EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ” jî êşa birîna me ya bi sedsalan e, tenê qalik girtîye lê qet baş nebûyê bi wêrekî bi me dide hesîn. Wekî gelek nivîskaran Yildiz Çakar jî bi ferhenegeke xas a jinane romana xwe honandiye. Bi ferhenga jinane re, xwîner neçar dihêle ku li tevzîyên êşa jinan ho vedin û bi taybetî jî ev rê me dibe ser mêlava jinên Kurd ên Êzidî… Ew jinên ku heftê û sê ber ji ber wan çûyî. Bi her berekî re, çerxa felekê me ber bi qîrîneke bêxwedî ve dibe.
Lehenga sereke ya romanê Şemsîxanê; “Şemsa felekê ya melekê hê jî em nizanin lê hûrî û perîya bi xwe ruhê li Şengalê ye ew.” Şemsîxanê di dengê xwe de difetise… Bi xwe re xwîner jî difetisîne. Yildizê digel hemû êş û azarên jinên Kurd (Jinên Kurd ên Êzidî) jî jinan wekî çirûskeke jiyanê derdixe pêş; “Çi cara amojnê destê xwe davêt tiştekî xwişînî jê dihat. Min hîç nedizanî, ava di robaran de ew qas awazxweş e, gava di stûyê jinê de bin.” (rp.97) Yildiz Çakar rêya ku diçe welatê Eldorado* di Şengalê re derbas dike û welatê Eldoradoyê jî li deşta Mûsilê şên dike. Ji bilî Şemsîxanê yên ku wî welatî av didin jî Dêya Xasê, Dêya Mêyan, Samîra û Keleşo yê ku bi ronahîya bêhna jinên Êzidî mezin bûye…
Di wêjeya/edebîyata cîhanê de, berhemên wêjeyî li hemberî sêdaran tim bûne wekî sîdaran û qewm ji neheqîyê parastine, di nîrê qirkirinê de gihandine nifşên piştî xwe… berhema Yildiz Çakar EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ jî her çiqas ji alîyê teknîkî ve hin tiştên/têgihên mîna li ser hûr nebûbin hebin jî dikare me û fermana destpêka qirnê bîst û yekan bigihîne qirnekî din. Lewma jî xwîner bixwaze nexwaze ev roman û romanên wisa bêhemdê wan xwîneran dikin siwarên “Hetdban**” ê û xwe didin ref û rex Şerfedîn… Ev hest dike ku xwînerên ku hay ji dîroka welatê xwe hebin bikevin pey derbên sur-real ên dîrokî. Yildiz Çakar her çiqas bi du “vebêjar”an roman ‘sêwirandibe’ jî bala xwîner ango xwendevan tim li nigê şikandî yê Hedban e(!)
Yildiz Çakar bi vê romanê, di ser şêr, teyr, mar û hwd gelek metaforan re, çanda resen a Kurdan li ber çêv radixe. Xurtbûn, xwedîtî, aîdîyet, tirs, hovîtî, azadî û aramî tevlihev e…
Ji metaforn wêdetir û ji bilî civaka Kurdan û bi taybetî jî Kurdên Êzidî hemû mirovahîyê di destpêka qirnê bîst û yekan de şerê rastîn ê “Ronahî” û “Tarîtîyê” dît. Yildiz Çakar beşeke biçûk a welatê xwe bi vê şêweyê “daye vegotin”.
Jinên xas dikarin welatekî biafirînin. Mêrên xas dikarin welatê ku jinên xas afirandiye biparêzin gelo? Ev jî pirseke sereke ye di romana Yildiz Çakarê de(!)
Romaneke ku bi ferhengeke jinane daye ser şopa simên hespa Derwêşê Evdî û xwe digihîne roja me. Ji romanê jî em têdigihîjin ku piştî heftê û sê fermanan ji bo ya heftê û çaran û bi heft şervanên “mîtolojîk” di ristên Cizîrî de jî nayê dîtin olan didin, li ser rêka ku ji bihuştê ber bi bihuşta vê jiyanê ve, ber bi Şengalê ve hespên xwe dibezînin. Çûyîn û hatin, mirin û jiyan, têkçûn û serkeftin/azadî, tarîtî û ronahî di nava rûpelên pirtûkekê de olan didin û Yildiz Çakar haya dinyayeke bêdeng bi dengê “mê” pê dixe; Ev rê naçe bihuştê!
*Eldorado: welatê xeyalî
** Hedban: Hespa Derwêşê Evdî
* EV RÊ NAÇE BIHUŞTÊ, Yildiz Çakar, Roman, Weşanên Lîs, 2019[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览184
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 11-07-2023
挂钩项目: 2
图书馆
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 20-08-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( ئەڤین تەیفوور 11-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):13-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览184
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!