图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
“Stranên Sor Niviştên Mor” kespikek e
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

“Stranên Sor Niviştên Mor” kespikek e

“Stranên Sor Niviştên Mor” kespikek e
=KTML_Bold=“Stranên Sor Niviştên Mor” kespikek e=KTML_End=
=KTML_Underline=#Sîdar Jîr# =KTML_End=

Ji bo civakê tişta herî zehmet vegotina rastîyê ye. Lê civakek bêyî qalkirina vê rastîyê tu caran sererast nabe. Vegotina êşa civakê hem êşa civakê teze/zindî dihêle hem jî dihêle ku êş kêmtir bibe. Rêya vê yekê bêhtir huner e… Gelek caran civak bi destê hunermendan tê tedawîkirin an jî hunermend birînên civaka xwe der dikin û êşa wan zindî/mayînde dihêlin. Tenê mînakeke li dinyayê zêde belav bûye jî, dikare pir kesan ji me bi ber meseleyê bixe; Guernîca – Belê ev “berhem!” Guernîca ne berhemeke şahîyê ye, lê di rastîya xwe de him bîra welatê xwe(Welatê hundermend) û him bîra gelek welatan tim zindî dihêle… Êdî ne mumkin e ku birîna Guernîcayê aş bibe û were jibîrkirin.
Romana Rênas Jiyan a bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” jî pir hindik bi “ekla” Guernîcaya Pablo Picasso, me bi ber rastîya me û êşa me dixe.
Dûrketina ji nasnameya/rastîya xwe, qayîşkêşana jiyana rojane, xewn, xeyal û xeyalşikestin… Bêrîvan, Şemsa, Mûsa, Rê Welat -Lawê Emîna Bî-, Lîço û hemûyên din. Her yek ji wan her çiqas di romanê de antîqehreman bin jî di nava civakê de “qehremanek” e; tirsa me, êşa me, dûrketina me, hesûdîya me, newêrekîya me, kêmanîya me, mîna “beyreq”ekê li pêş çavên me, bi wêrekî li ba dikin. Rênas Jiyan, bi peyvên bêdeng (em jî hemû di dilê xwe de bêdeng û bi dizî heman hestan tînin zimên) Romaneke Harmonîk nivîsandiye. Her antîqehremanek bi alozîya di tabloya Guernîca de, bi pey a xwe ketiye û di dîmena giştî de hemû bi rengê xwe yê resen hev temam dikin. Harmonîkbûna Stranên Sor Niviştên Mor jî ev e…Bêrîvana ku bavê wê ji bo zarokên xwe gelekî diqirqile, di serî de li bavê xwe ho venade, ji ber xwe fedî dike û ji bo ji xwe dûr bikeve her tiştî dike. Şemsa ji derdê bi xwe nebawerî û xwe kêm dîtinê kizînî ji navê tê. Kizînîya nava Mûsa jî ne dûrî ya Şemsayê ye. Rê Welat(Lawê Emînaya Bî) hewl dide di ser bendan re xwe bigihîne girseyan, ku yek ji wan bendan dêya wî bi xwe ye. Wî daye pey “xeyalên” xwe. Hinek bi ezezîtî û egosantrîzmê bi pey tiştên erzan ên rojane ketine(Wekî Lîço) û hemûyên din her yek ji wan dengek e di niviştekê de… Xwîner, piştî xwendina hemû niviştan (û niviştgeran) hay ji “nistîya” wan a senfonîk çêdibe.
Di nava geremolê de, ku antîqehreman tê de didin çargavan, her yek zemînekê ji ya/ê din re amade dike. Lûs dibe rê, rê dibe welat; welat xewna Rê ye, xewna Rê xewna hezar salan e.
Di nava her tiştî de helwesteke gelekî xurt a antîkolonyal e romana Staranên Sor Niviştên Mor. “Di dinyayê de ti tişt jê zêdetir nikare kêfa bindestan bîne biqasî kêlîka ku serdestê wan wan bipejirîne.”(rp.21) Jixwe ev alîyê romanê bi vê hevokê di beşa “Niviştger 2” de bi derbeke gelekî xurt xwe dide der.
Her çiqas nivîskar wekî rêbaz, çîrokbêj kiribe karekterek û ev rêbaz di romaneke normal de xetereyek mezin be jî, di Stranên Sor Niviştên Mor de, ev yek rê li ber nivîsandina niviştan vedike. Niviştek, nivişta piştî xwe bi tesîrtir dike.
Nistîya hemû niviştên ji destekî derbasî destekî din dibin, di encamê de hevpar in; hemu jî ji bo hebûn û xwebûnekê hatine nivîsandin. Rênas Jiyan -mîna niviştên bavê Bêrîvanê (Xelef Xoce) ku dixwaze “qîza wî” li rastîya xwe vegere û xwe be- wî jî Stranên Sor Niviştên Mor wekî kespikekê, bi “Kurmancîya reş” bi biskên nexşeya me ve kiriye, bi hêvîya ew ê “me” û “hêlîna me” biparêze…
*Stranên Sor Niviştên Mor, Rênas Jiyan, roman, weşanxaneya Belkî, 2018[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览440
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 11-07-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 13-07-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( ئەڤین تەیفوور 11-07-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on12-07-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):11-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览440
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!