图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Kurdistanê mîrekî hezarfen: Evdal Xan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rewşenbîrên Kurd

Rewşenbîrên Kurd
=KTML_Bold=Li Kurdistanê mîrekî hezarfen: Evdal Xan=KTML_End=
=KTML_Underline=#Sedat Ulugana# =KTML_End=

Di nav mîrên Bedlîsê de, yên ku pir hatine ziman û nasîn yek Şeref Xan (V) û yek jî Evdal Xan e. Şeref Xan ji ber berhema xwe ya der barê dîroka kurdan de ya bi navê “Şeref-name” yê tê nasîn. Evdal Xan jî, ji ber “Seyahat-name” ya Ewliya Çelebî tê nasîn. Nivîsên der barê van her du mîran de hatine nivîsîn, bi giştî di çerçoveya van her du çavkaniyan de agahiyan didin. Ji ber vê yekê, gelek bersivên pirsên girîng di tariyê de dimînin. Tiştên der barê Evdal Xan de hatine gotin, yan nîvco ne, yan jî xelet in. Mînak, Nazmi Sevgen dibêje ku Evdal Xan, li pey Şemsedîn bûye mîrê Bedlîsê. Desthilatdariya Evdal Xan jî ji sala 1638’an daye destpêkirin û di sala 1657’an de jî daye qedandin. Şakir Epozdemîr jî dibêje ku Evdal Xan lawê Mîr Şemsedîn e. Dîsa Ziya Avci jî heman xeletiyê dubare dike û dibêje ku Evdal Xan lawê Mîr Şemsedîn e. Avci di heman gotarê de nivîsiye ku Evdal Xan di sala 1657’an de hatiye kuştin, lê ji bo vê îdiayê jî çavkaniyê diyar nake. Heman xeletî, di hemû tezên akademîk de jî hatine dubarekirin. Bi taybetî, di nivîs û tezên der barê Bedlîsê yên mehelî de, (ku tê de behsa Evdal Xan jî tê kirin), çavkanî Nazmî Sevgen û Ewliya Çelebî ne. Di tez û nivîsên bîyaniyan ên di heman mijarê de jî dîsa çavkanî Ewliya çelebî ye. Ev xeletiyên jorê bi gelemperî hatine dubarekirin. Ji bilî agahiyên ku Ewliya Çelebî dane, nikarin tiştekî din bibêjin. Şîroveyên wan, girêdayî agahiyên Ewliya çelebî ne. Tiştên der barê Evdal Xan de hatine nivîsîn, yek jî di çarçoveya êrîşa Melek Ahmed Paşa de ye ku li dijî Bedlîsê, di sala 1655’an de pêk anîbû. Bêguman Ewliya Çelebî ev êrîş bi awayekî berfireh dide. Tenê ne şer, der barê Evdal Xan de jî agahiyên berfireh dide.
Di seyahatnameya Ewliya Çelebî de Evdal Xan, mirovekî otorîter, dîplomat, zana, edîb, şair, dirust, comert, hekîm, bijîşk, mîmar, neqaş, wênekar bi kurtayî ew mirovekî biexlaq, xwedîfeyz û “hezarfen” e. Her çiqas Ewliya ew fîşal kiribe jî em dizanin ku ew li gor dema xwe mirovekî zana û entelektûel bû. Bi erebî, farisî, tirkî û kurdî dizanibû, ji ber vê yekê têkiliyên wî bi dewletên havirdora erdnîgariya Kurdistanê re û beg û mîrên kurd ên cîran re xurt bûn. Ji kalê xwe Şeref Xan, pirtûkxaneyeke dewlemend û terbiya sîyasî û dîplomatîk ya farisan girtibû ku ew terbiye di warê dîplomasiyê de ew serkeftî kiribû. Di warê zanistê de, zanayekî bêhempa bû û ji ber rewşeznbîriya wî, haya wî ji pêşketin û bûyerên di cîhanê de diqewimîn çêdibû ku em van rêçan di pirtûkxaneya wî ya dewlemend de jî dibînin.
Li gor Ewliya Çelebî, Evdal Xan di nav sînorên xwe de teqez desthilatdar bû ku heya lawên wî jî jê pir ditirsiyan. Beg û rêvebirên dewleta Osmanî jî jê pir ditirsiyan. Rêvebirekî bitedbîr û siyasetmedarekî pîr bû. Di heman demê de ew, terzî, berber, muezîn, waîz, sîlahşor, kîmyager, nêçîrvan, beytar, mîmar, xetad, zimannas, hesinkar, zêrger, demjimêrsaz, hakak, muzîkjen, sazende, medah, tîrkeş, agirbaz, bêhndarsaz (parfûmsaz), mohirsaz, rengrês, şûşevan, şîranîker, cûmker, tevnker, serac, dartaş, merengoz, necar, goşkar, darbaz, pîrot, hokabaz, akrobat, cotkar û dêman bû. Wî di bexçeyê xwe de peykerên cur bi cur dabû çêkirin ku dişibiyan peykerên ewropiyan. Yanî Evdal Xan pêşiya Osmaniyan Ronesans li Bedlîsê di sala 1655’an de bi awayekî dabû despêkirin.
Ewliya Çelebî huner û taybetmendiyên Evdal Xan û yên di wan huneran de hoste û bi wan taybetmendiyên xwe navdar in dide ber hev. Li gor Çelebî, Evdal Xan di comerdiyê de, dişibe Hatemê Tay, di warê teyran de dişibe Menûçehr, di hespsiwariyê de wek Rustem e di muzîkjeniyê de wek Abdulah Faryabî, Gûlam Şadî û Fîsagores-î Tevhîdî ye ku 160 cure amûrên muzîkê li bal wî hebûn. Dîsa ew di warê demjimêrsaziyê de jî hosta bu ku ji Can Petro û Kaşper hostatir bû. Wek Bîlalê Hebeş muezîn, wek Hz. Ebûbekirê Sidîk tîrkeş, wek Hz. Elî sîlahşor, nandayînê wek Omer Bîn Imran bû. Di warê zanist û bijîşkiyê de Sokrat, Hîpokrat, Fîlkos û Calînûs li ber Evdal Xan “wek zarokên mekteba sereke (yên ku hê nû ebcedê dixwînin)” bû. Welhasil li gor Ewliya, Evdal Xan di “hefsed heftê hunerî de” xwedî hostatiyê ye. Bêguman sedemên hezarfeniya Evdal Xan hebûn. Li gor Ewliya Çelebî, Evdal Xan her dem ji mirovên zana, edib û xwedîhuner re rêz digirt û ji bo vê yekê mirovên zana û xwedî huner dihatin Bedlîsê û li dora Evdal Xan diciviyan. Evdal Xan jî xanî, milk û mal didan van mirovan û ji wan fêrî van huneran û agahiyên nû dibû wekî din lawên wî jî saya serê van mirovên zana, edîb û xwedîhuner de perwerdeya xwe didomandin. Yanî di dema Evdal Xan de, ji ber rewşenbîriya wî, Bedlîs bûbû qonaxeke edebî, zanistî. Ewliya ji aliyê zanistî, hunerî û edebî de, dema ku Bedlîsê bi dewleta Osmanî ve dide berhev, diyar dike ku mehterxaneya (bando) xan ji mehterxaneya dewleta Osmanî baştir û ji aliyê amûrên muzîk û muzîkjenan ve jî dewlemendtir e. Me li jorê gotibû ku xan mîmarekî bêhempa bû ku wî di Bedlîsê de goleke avê çêkiribû, jin û zarên xwe li kelekan siwar dikir û ew digerandin. Dîsa hemama qesra xan, di warê mîmariyê de mînakeke bêhempa ye. Heya ku Ewliya dibêje “ev çil û yek sal in ez digerim min hê hemameke wiha nedîtiye.” Dîsa Ewliya diyar dike ku Sultan Murad (IV.) dema Sefera Rewanê ji bo vê hemamê gotiye “Xwezî hemameke wiha li Stenbolê jî hebûya” ku di heman hemamê de Sultan Murad (IV.) dikeve “halvetê” ku em di vê halvetê de mînakên homoseksûaliteyê jî dibînin. Xan di warê bijîşkiyê de bi taybetî di hekîmiya çavan de pisporekî qewî bû ku wî, wê demê li Bedlîsê emeliyatên çavan dikir.
Ewliya Çelebî jî bi çavên xwe dîtiye ku wî emeliyatên çavan kiriye. Rêbaz û amûrên ku wî ji bo emeliyetê bi kar anîne taybet û cuda ne. Ewliya dibêje ku wî, çavên mirovên ku çil sal bûn kor bûbûn, dîsa vedikir. Evdal Xan ne tenê di warê nexwaşiyên mirovan de pispor bû, di heman demê de ew pisporê nexweşiyên hesp, baz û çivîkan jî bû. Ewliya dibêje ku wî bazên nexweş emeliyet dikir û paşê jî derman dikir da ku wan şifa didît. Dîsa Evdal Xan cerahekî bêhempa bû ku ji bo şikestinên hestûyên mirovan mûmyayên cuda bi kar dianî. Tabîbekî baş bû ku wî mirovên ji ber esrarkêşiyê ji taqet diketin, tedavî dikir û perhîzên wî yên taybet hebûn. Xan ji akrobasiyê wisa hez dikir ku ji ber vê yekê birîndar bûbû. Ewliya dibêje dema em bûne mêvanê Xan, lingê wî yê rastê şikiyabû û ji ber vê şikestinê dikuliya. Dîsa tiştên ku Evdal Xan bi destên xwe çêdikirin nedişibiya tu şibhên xwe. Ewliya ji bo vê îdiayê mînakek dide ku Xan, ji rêviyên çûkan ji bo demjimêran kirîş çêdikirin ku heya deh salan tu tiştî li van demjimêran bandor nedikir. Dîsa wî teknolojiyeke bêhempa (mîkro-teknolojî) bi kar dianî û demjimêrên biçûk çêdikir û di hundirê gustîlan de bi cih dikir. Di Seyahatnameyê de hin taybetmendiyên şexsî yên Evdal Xan jî derdikevin pêş. Ew xwedî karakterekî otorîter e ku em di pirsgirêkên di navbera wî û Melek Ahmed Paşa de jî dibînin, Xan tu carî hez nekiriye ku bi temamî bikeve bin desthilatdariya Osmanî. Li aliyekî din, kîjan rêvebir û padîşahên Osmanî di Bedlîsê re derbas bûbe, ji Evdal Xan rêz û xizmet dîtiye. Em di nameya Xan de ku ji bo Melek Ahmed Paşa şandiye dibînin, ew li hemberî çêr û heqaretên Melek Ahmed Paşa pir bi zimanekî nazik bersivan dide. Çiqas di helwesta xwe ya sîyasî de hişk be jî, di warê dîplomasiyê de zimannerm û dilnizm e. Her wiha Ewliya Çelebî hin taybetmendiyên fizîkî yên Evdal Xan jî diyar dike ku ev agahî der barê tîpolojiya laşê kurdan a çarsed sal berê de fikrekê dide me. Li gor agahiyên ku Ewliya Çelebî dide, Xan yekî qemer, kinik, hustûkurt, navmil fireh, navzirav, bazûqalind, çavbelek, enîfireh, guhmezin, simbêlboq, rîrîçal, serçav nûranî ye. Pozê wî dişibe nikilê bazan, sekna wî wek sekna hukumdaran e. Dengê wî zîz û bilind e, li ser xwe ye û zînde ye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览303
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 11-02-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文学
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览303
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.17 KB 15-07-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!