图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,986
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ûsivê Mero: Serhildêrê serhildana Agiriyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ûsivê Mero: Serhildêrê serhildana Agiriyê

Ûsivê Mero: Serhildêrê serhildana Agiriyê
=KTML_Bold=Ûsivê Mero: Serhildêrê serhildana Agiriyê=KTML_End=
=KTML_Underline=#Serdar Altan# =KTML_End=

Li her bihust erdê Kurdistanê, xwîna lehengekî kurd (çi jin çi mêr) rijiyaye û dîrok vê yekê baş dizane. Bi hezaran jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan îro bêgor in û Kurdistanê ew kirine nav dil û cergên xwe yê germ. Hinek ji wan jî sax filitîne û bûne firarên dijminên xwe, çi li çiyayan çi li deştan.
Ûsivê Mero jî yek wan saxfilitiyan bû. Kengî û li ku ji dayik bûye ez nizanim lê di nasnameya romê de ‘1’ê Tîrmeha 1890’î Erdîş’ dinivîse. Çawa ku di nasnameya “Cûmhûriyet”ê de piraniya kurdan li gor teqwîma mîladî di 1’ê çileyê (sersal) de dayik bûne, di qeydên Osmaniyan de jî kurd li gor teqwîma rûmî hemû di wê rojê de ji dayik bûne!
Ûsivê Mero li zozanên Eledaxê di nav şer û pevçûnan de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de, 6 leşkerên Osmanî yên ji bo berhevkirina bacê tên êla Bekiran, dikuje û dertê çiyê. Çendek şûn de, nêzî behra Wanê, li gundê Arnêsê li mala pismamê Yaşar Kemal tê girtin (ev gund, gundê Yaşar Kemal e) wî digirin û ji bo îdamkirinê dişînin Taşxana (zindan) Erzeromê. Çawa ku malbat dibêje, Mihoyê apê wî qerekterê Romê baş dinase. Nîv tûr zêr hildide li pey wî diçe Erzeromê û van zêran li heyeta “axir cezayê” belav dike û çend roj şûn de Ûsiv tê berdan.
Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, ji ber ku bavê wî – serekê eşîra Bekiran Merûf Axa- ji aliyê Qaznaxên Ûris ve tê kuştin. Ew bi sond û peyman li hemberî Ûris şer dike, heya dawiya şer li çiyayên geliyê Zîlan li ber xwe dide û welat terk nake. Piştî damezirandina komara tirkan, ew jî wek çendan kurdan bû dijminê kemalîstan û di sala 1926’an de bi tevahiya pismamên xwe Reşoyê Silo çû Gilîdaxê û tev li şoreşa Agiriyê bû. Çawa ku Feqî Huseyn Sagniç (apê Feqî) jî dibêje, hêla geliyê Zîlan di bin destê wî de bû. Di tîrmeha 1930’yan de bi tevahiya şervanên xwe tev li şerê dorpêçkirina Erdîşê dibe. Çawa tê gotin, di vî şerî de bi dehan balafir hatibûn bikaranîn û wî di vî şerî de bi pismamê xwe yê bi navê Hesê Keko ve sê teyare xistibûn xwarê. Her wiha Îhsan Nûrî jî di bîranînên xwe de behsa vî şerî dike û dibêje: “Qehremaniya şervanên Bekiran bêhempa bû. Yên di destên wan de çek tune bûn, bi daran êrîşê balafirgeha Erdîşê kirin.” Di dawiya vî şerî de Ûsiv ji lingê xwe birîndar dibe. Derbasî herêma Adilcewazê (Filistan) dibe û di navbera gundê Qerekeşîş û Axçirayê de di şikeftekê de bi mehan dimîne da ku kirîvê wî yê bi navê Mihemedê Qulîxan birîna wî derman dike lê piyê wî bi temamî baş nabe û ew qot dimîne.
Di sala 1931’ê de careke din derbasî geliyê Zîlan dibe û digihîje koma Bekiran ên di bin himeta Reşoyê Silo de ne. Kom di zivistana 1931’ê de çend caran dikeve kemînê. Her wiha dewlet bêtir li pey Ûsiv û Reşo ye. Di kemîna gundê Şarbazarê de, Eliyê Arif, Îbo û Bekirê Qulîxan tên girtin. Ji ber ku Elî û Îbo merivên (xizm) Ûsiv û Reşo ne, ew di zivistanê de tazî dikin û qeşaya li ser çemê geliyê Zîlan dişikînin û wan dixin nav avê lê her du jî cihê Ûsiv û Reşo nabêjin. Paşê her duyan li wir bi balteyan dikujin.
Ev Roma Reş e, defik û sêrbaziyên wê pir in. Birayekî Elî hebûye, navê wî Welî bûye, melayekî amil û tamil bûye. Haya wî ji tu tiştî tune bûye. Çendekê wî di camiyê dederînin û dîl digirin lê ew jî naaxive. Lewma serleşkerê mufrezeyê Atîlla Îbrahîm Karay bi demançeya xwe wî li hemberî şaredariya Erdîşê înfaz dike.
Çawa tê gotin, di sala 1932’yan de koma Ûsiv û Reşo êdî li geliyê Zîlan star nabe. Gundiyên ku ew xwedî dikirin rastî zilm û zelaleteke mezin dihatin. Rojekê li gundê Selexanê dikevin kemînê. Heya êvarê ew li ber xwe didin. Leşker dest bi rêbazên qirêj dikin. Zar û zêçên gund tazî dikin û li ser berfê didin rûniştandinê. Zarîniya zarokan diçe asîman. Keyayê gund Efendiyê Salo gazî dike û dibêje: “Hewar Ûsiv axa, Reşîd axa hewar! Ji bo Xwedê ji gund derbikevin herin, zar û zêçên me li ser berfê qir bûn.” Ew roj Ûsiv bi koma xwe re bi tundî êrîşê mufrezeyê dike. Çawa tê gotin, Ûsiv gazî dike dibêje: “Ez firarê Romê me, qesasê serê teresê cendirma me.”
Koma Ûsiv û Reşo di van rojên sar de bê erzaq dimînin. Çend hefteyan bi berfê û hineya li ser keviran debara xwe dikin. Ûsiv dinihêre ku êdî li herêmê gel nikare wan xwedî bike, ew mirovên xwe hildide û derbasî hêla Patnosê dibe. Reşo jî bi mirovên xwe û hevjîna xwe Zeyno re hewl dide ku derbasî Îranê bibe lê li şikefta Devetaşê dikeve kemîna leşkeran. Qumandan Atîlla Îbrahîm Karay serê Reşo û Zeyno jêdike û gund bi gund heya Erzeromê digerîne.
Koma Ûsiv jî li gundê Axiyê (Kocapinar) li mala “zeyiyeke Bekiran” tê girtin. Herî kêm 10 kes bûne. Birayê Ûsiv ê piçûk Kerem jî di nav wan de bûye. Leşker wan digirin dibin qereqola Dedeliyê. Ûsiv ji malbatê re dibêje: “Ew roj wan di goşeyekî qereqolê de hevalên min didan îşkencê. Digotin “ka bêje Ûsiv kî ji we ye?” Di goşeyekî de jî eskeran xaliya sobeyê kom kiribûn ku xwîna hevalên min dikişiya ser wê xaliyê lê yekî ji wan nedigot Ûsiv ev e. Gazî Neboyê Hemoyî kirin. Nebo jî navê min negot û zimanê Nebo bi mendîlê girtin ji devê wî derxistin û zimanê wî jêkirin. Paşê jî avêtin nav singûyan kuştin û gotin aha yek reviya me kuşt…” Belê ev îfadeya Ûsiv e.
Di van rojan de, heman bûyer di çapemeniya tirkan de jî derbas dibe. Di rojnameya Cûmhûriyetê de (28.01.932 – rûpela sêyem) xebereke kin derbas dibe: Heydûtên Agiriyê – Du serhildêrên firar hatin kuştin – Erdîş – 26, Nebo, yê hê berî serhildana Araratê girtîbû û ji girtîgehê reviyabû û tev li serhildêran bûbû û neh hevalên wî li hêla Qerekosê (Agirî) hatine girtin. Dema heydût ji bo radestkirinê hatin sewqkirin, Nebo û Dewrêş ê mehkûmê îdamê bûn, hewl dane ku birevin û ew ji aliyê cendirmeyan ve hatine kuştin. Yên mayî, heft serhildêr anîne vê derê.
Belê Ûsiv tînin Erdîşê. “Şewqeyeke Cûmhûryetê” (kasket) didin serê wî û bi birayê wî ve qereqol bi qereqol peyatî dibin Edeneyê. Di girtîgeha Edeneyê de nêzî hezar (1000) girtiyên doza Agiriyê hebûne û temamê wan jî ji ber qulêrekê (kolera) nexweş bûne. Di demeke kin de Kerem dimire lê Ûsiv dijî. Doza wî çend salan didome. Ji ber xistina balafirê pêşiyê hukmê îdamê didin wî û paşê hukum vedigerînin 12 salan. Ew 12 salan di girtîgehê de dimîne ku çawa behsê dike, di nav vî 12 salî de tenê du peyvên tirkî fêr dibe : “Ekmek” û “Su”… Ûsiv dema cezayê xwe diqedîne, êdî nahêlin ew vegere Kurdistanê. Wî dişînin Dîdîm Akbûkê. Akbûk gundekî rûman bû ku rûm şandibûn Yewnanistanê. Ûsiv li wir heya sala 1955’an dimîne. Xizan dibe û nexweş dikeve. Dema qanûna Sirgûniyê ji holê radibe, ew vedigere welêt, nav meriv û eşîra xwe lê kes wî nas nake. Ji ber ku di navberê de zemanekî dirêj derbas bûye, eşîratî jî êdî wek berê nîne. Demokrat Partiyê axayên nû afirandine. Ûsiv çend salan hewl dide ku li Kurdistanê bijî lê nabe. Careke din vedigere Akbûkê û li wir diçe ber dilowaniya xwe.
Wî li pey xwe jiyaneke birûmet û çîrokên lehengiyê hiştin. Her çiqas rojnameya Cûmhûriyetê wî wek “Heydût” bibîne jî ew kurdekî endamê Xoybûnê bû û li xwebûna xwe xwedî derketibû. Belê rast e, “eşqiyayên hin dewletan ji bo hin gelan qehreman in.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览536
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 10-01-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 文学
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览536
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,986
图片 106,356
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!