图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,609
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Lİ TAXA “KURDΔ TİRSA SERXWEBÛNÊ!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
=KTML_Bold=Lİ TAXA “KURDΔ TİRSA SERXWEBÛNÊ!=KTML_End=
Cano AMEDÎ

Piştî nîşankirina dema referandûma serxwebûna Kurdistanê li taxa “kurdî” ba û bahozek rabûye, mirov pirî caran ecêbmayî dimîne. Bi salan ew kesên rêxistin avakirin, rêxistin belav kirine, bi xwe û hevalên xwe re, bi gelê xwe re xirabî kirine îro rabûne weke berdevkên dagirkeran bertekan, astengîyan derdixin û dijîtîya serxwebûna Kurdistanê dikin. Ew aktorên doh doza serxwebûna Kurdîstanê dikirin îro rabûne dibêjin: “ne dema serxwebûnê ye, ne dema dewletbûnêye, ji bo gelê Kurd dewletbûn pêwîst nake” û hwd çîrokên dagirkeran weke benîştê pûç li ser zimanê xwe tevdigerînin. Heval û hogirên wan di nav qada têkoşîna rêxistinî de, di zîndanan de, di nav germaya şer de, jiyan xwe ji bo doza serxwebûnê Kurdistanê dan, ew jî li gor berwejendîyên dagirkeran ketine tayê! Em dibînin îro li Kurdistanê hinek rêxistin û derûdorên pêşeroja xwe bi dagirkeran ve girêdane ev çend sale li gor stratejîyek kûr, plan û projeyên dagirkeran bi rê ve dibin. Li gor daxwaza dagirkeran propagandayên reş dimeşînin. Zimanek bi jehr û bi xwîn li dijî karwanê serxwebûna Kurdistanê bikar tînin. Gava li Tahranê, li Enkera , li Şamê û Bexdayê qêrîn bi dagirkeran dikeve xulamokên wan dest davêjin şûrê û êrîşî daxwazên gelê Kurd dikin.
Têkilî û pêwendîyên xulamên dagirkeran li gor berjewendîyên rojane û kesayetî dimeşe. Gelek jê aktorên salên 1970 an û yên1980 anin. Çîroka jiyana wan bi rûreşî û gemarîye tê zanîn. Her dem keda hevalên xwe binpê kirine an firotine. Hinek jê di demên dijwar de, li ser kar û barên xwe yên şexsî de jiyanek bê êş jiyane. Xwe û malbata xwe her dem parastine, li hemberî tofanan, li ber ba û bahozan her dem “bisiûd” bûn! Her dem “zîrek û jêhatî” hatine pesandin lê rojekî li pişt xwe pirêzekî ber bi çav nehiştine. Hêjî bi xewn û xeyalên postên salên 1980 an dijîn. Ji rastîyê dûr ketine, raste, wê demê serokbûn, sekreterbûn, endamê komîta navendîbûn, endamê lijnaya bilindbûn, lê îro rastî weke tîrêjên tavê li ber çavane! Li holê ne erk maye ne jî nav û maqam maye! Tiştên hebû we nift lê kir û şewitand!
Ew derûdorên îro li dijî serxwebûna Kurdistanê tevdigerin û weke şûrê Ayettullahan jehrê di heriqînin xewn û xeyalên pûç dibînin. Em bixwazin an nexwazin gelê Kurdistanê ber bi azadî û desthilatdarîya xwe ve dimeşe. Em bixwazin an nexwazin dewleta Kurdî, serxwebûna Kurdistanê îro ji hêvî û daxwazan derketîye weke rastîya rojê ketîye rojeva dinê. Ji ber wê yekê dijîtî, neyartî û hesûdîya li dijî serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî nabe bersîv û dermanê têkçûn û rolên we yên xirabîyê. Divê hûn rojek zûtirîn vegerin ser rîya rastîyê. Azadî û serxwebûn bi ked, bi baac, bi qelen, bi xwînê, bi êş û qewetê tê stendin. Tu hêz, tu dewlet wî mafî weke lutuf nade kesî. Gelê Kurd li ser axa xwe doza welatê xwe û desthilatdarîya xwe dike.
Belê mafê her Kurdekî û her rêxistinê heye li ser pîvanên heq û hûqûqê sîyaset û helwestên serokatîya birêz Mesûd Barzanî rexne bike. Pêşnîyar û projeyên çêkirî pêşkêş bike. Divê rexne û xwerexne kirin, li ser wezînên ûjdanê û li gor hûqûqa mirovahî bê kirin. Bi dijîtî û neyartîya kesayetan sîyasetek demokratîk ne mumkune bi ser bikeve. Partî û rêxistinên başûr bi rêya hilbijartinan di parlemento de xwedî temsîlîyet û xwedî hêzin. Birêz Mesûd Barzanî bi dengê gelê Kurdistanê weke serokê Kurdîstanê hatîye hilbijartin û di parlementoya Kurdistanê de sond xwarîye û dest bi kar kirîye. Erk û desthilatdarîyek meşrû û hûqûqîye.
We çi kir? Îro hûn çi dikin û li ku ne? Ka hêza we ya doyin? Hûn bi derûdorên xwe re çiqas lihevkirîne? Bersîvek we ya êrenî heye li hemberê heval û hogirên we? Di rojên zor û tengasîyê de gelo we erkên xwe bi cîh anî an na? Destbidin ser ûjdana xwe û bersîv bidin. Hûn bi xwe ji bersîva xwe bawer dikin an na? Hûn bi rewşa îroyin qayil dibin an na? Ger hûn daxwaza berdewamîya statu û bindestîya îroyin dikin vekirî derkevin hemberî gel û dîtinê xwe biparêzin. Li ser navê sîyaseta Kurdî tu mafê we tuneye hûn desthilatdarîya dagirkeran meşrû nîşan bidin! Êdî dev ji çîrokên pûç û vala berdin, xulamtîya dagirkeran we nake hêz û qewet!
Gotinek bapîran heye: “Kurmê şîrî heta pîrî” Ew kesên di jiyana xwe de bi ser neketine û her tim zirar dane derûdora xwe weke tacirên têkçûne defterên kevin tev didin û her tim yên hemberê xwe tawanbar dikin. Di bin bandora dêrûnîya (psîkolojîya) têkçûnê de herdem dibêjin: Ez û ez… Tu carî nikarin realist bikirin. Jiyana wan bi gilî û gazinan, bi rexnên ne dicîh de derbas dibe. Dixwazin herkes bi wan bawerbin, lê ji ber kû ew bi xwe nebawerin bi şik li derûdorên xwe dinihêrin, lome dikin.
Li keda xwe, li keda hevalên xwe xwedî derketin karekî pîroze, helwestek paqije! Li şehîd û hêjayên xwe xwedî derketin erkek mirovahî û netewîye, helwestek civakîye. Em baş dizanin li hêvî û bawerîyên xwe xwedî derneketin bêxîretîye û her tim zirar dide derûdora xwe. Ew kesên sî sal berê nikaribûn di nav mala xwe de, di taxa xwe de bersîva demê bidin, rê li ber têkçûnê, belavbûnê bigirin pêwîst nake dijberîya serxwebûna Kurdistanê bikin û “aqil” bidin hinekan. Ew kes û hêzên xwe Kurd dibînin, li ser navê doza Kurdistanê polîtîka an xebatek dikin mafê hemûyan heye rexne û pêşnîyaran bikin lê belê di bin navê rexnan de dijberîya doza serxwebûna Kurdistanê tawanbarîya herî mezine. Kîjan çîn û tebaqên civata Kurd dibe bila bibe ger piştgirî û alîkarîya referandûma serxwebûna Kurdistanê neke mafê wî tune bêje ez Kurdim.
Azadkirina heremekî, ya bajarekî an ya gundekî ji bindestîya pergala dagirkerî çêtire! [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览743
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 16-07-2023
挂钩项目: 28
小组: 文章
Publication date: 28-04-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览743
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,609
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!