图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,458
图片 106,569
书籍 19,266
相关文件 97,112
Video 1,391
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Lİ SER BEKO ÊWANÊN NAV HÊZÊN KURD ŞÎROVEYEK
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
=KTML_Bold=Lİ SER BEKO ÊWANÊN NAV HÊZÊN KURD ŞÎROVEYEK=KTML_End=
Cano AMEDÎ

Di hemû deman de neyarên gelê Kurd bi fesadî, bi lîstokên sîyasî li Kurdîstanê rîya dagirkerîyê li ser alozî û nakokîyên civakî, li ser bingeha berjewendîyên şexsî ava kirîne.
Gelê Kurd di heman deman de, xwestîye ku berjewendîyên xwe yên netewî û civakî biparêze, lê mixabin ji sedemên bê îttifaqîyê berjewendîyên gelemperî bûye qûrbana berjewendîyên şexsî.
Îro jî li welatê me derfetên zêrîn derketine holê, lê mixabin neyarên gelê Kurd nasekinin û agirê dijmînatîyê di nav civata Kurd de geş dikin.
Sed sal e, bi komkujî û qetlîaman, bi enfal û bi kuştinan nikarîbûn sînorên îdeolojîk û olî di nav beşên (perçên) Kurdîstanê avabikin. Lê belê di van salên dawî de, tiştê dijmin nikaribû bike, hinek xêrnexwaz dixwazin pêk bînin. Mamoste û aqilmendê wan xêrnexazan, di van rojên giran û xirab de dîsa dest bi kar kirine.
Ez dixwazin carek din li ser vê mijarê rawestim û balbikişînim ser vê babetê. Ez hêvî dikim wê rewşenbîr û zanayên gelê Kurd, li ser berjewendîyên netewî baş bisekin û rê li ber fesad û dijmînên gelê Kurd bigirin û rojek zûtirîn rê li ber karwanê serkeftin û azadîya gelê Kurd vekin.
Weke hûn jî baş dizanin mufettîş û simsarên dewleta Tirk, ji bo Kedîkirin û serî danîna gelê Kurd polîtîkayên bişaftinê bi kar tînin. Li ser navê hinek grûp û rêxistinên marjînal, li dijî gelê Kurd bi dewleta kûr re îttîfaq kirine û li dijî mafê gelê Kurd tekoşînek dijwar didin. Hinek kes û rêxistinên îdeolojîk hene; xwe weke dostên Kurd nîşan didin û li ser xwîna zarokên gelê Kurd, gefa li gelê Kurd dixun. Li dijî parastin û daxwaza serxwebûna Kurdîstanê acisîya xwe, ne razîbûna xwe nîşan didin.
Rêxistinek Tirk ku têkilîyên wê di doza Ergenekonê derketîye holê, di çapamenîya xwe de gefan li hêzên Kurd dixun. Dibin sîya şoreşgerîyê de, bi zimanekî ideolojîk, bi nêrînek mezhebî dixwazin gelê Kurd ji hev dûr bixin. Li Şengalê, li rojavayê Kurdîstanê, li Başûrê Kurdîstanê gava hêzên Kurd pêşdikevin, ev şoreşgêrên kadînê acis dibin û gefan li gelê Kurd dixun.
Di televîzyon û rojnameyên dengê fesadîyê de, her tim qala “Kurdên baş-Kurdên nebaş” dikin û gelê Kurd ji hev cûda dikin. Ev “camêr û canikên” nermik xwe weke xwedîyê gelê Kurd dibînin; li gor wan, ew kesên daxwaza mafê gelê Kurd dikin “xirab in, nebaş in, cûdaxwaz in.” Li gor wan “camêr û canîkan”, divê her tişt li gor pîvan û berjewendîyên netewa wan be. Ew zanyarin, pisporin û xwedî erkin. Ji bo gelê Kurd çi pêwîst e an ne pêwîste, ew dizanin û divê ew biryar bidin(!)
Dewleta Tirk, ji bo dahatûya xwe, ji bo berjewendîyên xwe, ji bo wezîfa kedîkirin û entegrasîyona gelê Kurd, rolek daye şopgerên Enver û Mistefa Kemal. Weke perwerdekarên entergasîyonê, plan û projeyên dagîrkeran bi cîh tînin. Nasnama hinekan bi navê “çepgir” tê nasîn, yên hinekan weke “rastgir”e, nasnama hinekan jî weke “oldar” tê nîşandan. Hemû wezîfedarên dewleta xwe ne. Reng û erkên wan yek e, nokta wana ya muşterek, di bin sîwana “Tirkîyeyîbûnê” de, rê li ber gelê Kurd bigirin.
Ev Tirkên aqilmend, şêwirmend û wezîfedar ji salên 1970 an vir de, di nav qada sîyasetê de, him desthilatdarbûn, him jî serok û navdarbûn! Gelo li Tirkîyê 45-50 sal e çima li taxekî, li gundekî an li navçekî desthilatdar nînin!? Ev qas sal e, çima ne xwedî hêzek an qewetekin? Çima heta îro li bajar û bajarokên xwe ne rêxistinîne? Çima malbatên xwe, derûdorên xwe beşdarî nav refên “şoreşê” nakin? Gelo şoreşa wan li dijî gelê Kurd e? Bi rastî armanc û daxwaza wan şoreşa Tirkîyê bûya, divê gelê Tirk bi rêxistin bikirana? Lê belê, ev “camêr û canîkên” di odeyên sirî, di odeyên kozmîk de hatine perwerdekirin, rolên xwe dileyizin û erkên xwe bi cîh tînin!..
Ger di wan de tiştekî erênî hebûya, wê ji bo gel û acivata xwe bi kar anîbana. Divê gelê Kurd van pirsan bi dengekî bilind bipirse!
Ev kesên ji netewa Tirk û yên din tên, îro sererektîya gelê Kurd dikin; lê em wan çiqas nas dikin? Kî ne, ji ku ne, malbatên wan an derûdorên wan çiqas bi wan re ne? Ev çil salê li ser xwîna keç û xortên Kurd, kar û xebatên hatine kirin, çiqas li gor berjewendîyên gelê Kurd bû ye; divê em ji xwe bipirsin! Gelo ev “camêr û canîk”ên hanê, çima di nav civata Kurd de tovê neyartîyê direşînin? Di qada sîyaseta Kurd de, dîwar û sînoran ava dikin; divê baş bê zanîn û bên mehkûm kirin. Ev kesên wezîfedar û xwedî erk li gor daxwaza dewleta xwe, li gor berjewendîyên netewa xwe tevdigerin.
Nebîyên kadroyên Îttîhat û Terakkî, dersên ji bav û bapîrên xwe girtine, îro li ser gelê Kurd bicîh tînin/ di ceribînin. Weke mufettîşên ûmmûmî, ferman didin ku gelê Kurd şerê navxwe bikin. Ji bo partî û rêxistinên Kurd, bihev re şer bikin çi ji destê wan tê dikin. Lîstîkên Osmanî, Farisî, Selçûkî û yên Bîzansîyan bi kar tînin. Ji gelê Kurd li ser axa xwe nebe desthilatdar û xwedî maf, çi ji destê wan tê dikin.
Ev jin û mêrên Tirk, di jiyana xwe ya rêxistinî de, tu carî girseyek mezin nedîtine. Niha, gelê Kurd xistine kontrola xwe. Di bin navê “demokratîkbûna Tirkîyê” de, ji xort û keçên kurd re dibêjin herin xwe bidin kuştin. Berjewendîya yekîtîya Tirkîyê di kuştin û qirkirina gelê me de dibînin.
Bûyerên îro li erdnîgarîya me diqewimin, her diçe bi xwe re alozî, qeyran û guhertinên civakî û sîyasî pêk tîne. Ev bûyer û guhertin, li ser kedera Kurdistan tesîrek mezin dike. Gelê Kurdîstanê bixwaze an nexwaze wê qelenê xwe bide! Buhayê vî qelenî, girêdayê rêxistinî û hêzbûna gelê Kurdîstanê ye. Ger hemû hêz û qewet di bin sîwana berjewendîyên netewî de tevbigerin û erkên xwe yên civakî, netewî û mirovahî bi cîh bînin: Ez bawerim wê navên xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de binivîsin. Lê gava di nav berjewendîyên şexsî û malbatî de hevdû bifetisînin, wê di dîrokê de herdem weke aktorên xirabîyê bên bîranîn.
Ez hêvîdarim rojên azadî û serbixwebûna Kurdîstanê ne dûr in. Ger gelê Kurd, li ser astên berjewendîyên netewî, bi hemû alîyên sîyasî û civakî, bi rê û rêbaza azadîya Kurdistanê tevbigerin û bi bangawazîyeke netewî tekez bikin, bi yek deng, yek helwest û yek armanc dîlana azadîyê, agirê newrozê emê bi hevra geş bikin!
Bi şîretên pêşîyan “RÎ DİBE BİHOST LÊ DİJMÎN NABE DOST”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览437
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 16-07-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 11-06-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):17-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览437
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,458
图片 106,569
书籍 19,266
相关文件 97,112
Video 1,391
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!