הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,368
תמונות 106,562
ספרים 19,264
קבצים הקשורים 97,043
Video 1,384
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
SINDOQA BINDESTIYÊ
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SINDOQA BINDESTIYÊ

SINDOQA BINDESTIYÊ
SINDOQA BINDESTIYÊ.
Nivîsandina ji aliyê: #Çorê ARDA# , 26-02-2023
Dema pitikên lawik û keçik biresara pêsîrê dibînin tevgerên wan diguherin helbet bo herduyan rola pêsîrê cihê ne, esas a ku pitik dibînin ezîtiya kirdeyê ye, bo keçikê biresera pêsîrê, pêsîr bi xwe ye, lê bo pitika lêwik bi piştgiriya xweajoyê têkiliya di navbera kirde û bireserê de ye. Bo kirdeyê pêsîr lîstik, dîtin, oral erotîzm, oral sadîzm û serdemên analê û hwd. yanê bo pitikên lawik û keçikan biresera pêsîrê ne di heman wateyê de ne, û li ser şexsiyetê bandora wê cihê ne.(2) min bo çi behsa serdemên pitikan kir, çimkî di berhema me de mijar psîkoanalîzm, bindestî û psîkoanalîzma bindestiyê ye. Di berhema me de piranî nivîskar li ser têkiliya bêbavî û rola dê û zarokan sekiniye. Helbet xema nivîskar bêbaviya ku ji ber bindestiyê û derûniya psîkoanalîzma bindestiyê ye. Nivîskar neynika wan berbiçavî me kiriye. Welhasil em dikarin bibêjin di berhema Lorîn S. Dogan a bi navê “#Sindoqa Girtî# de mijar piranî, malbatên bêbav ên bindest, bendemayîna bav, tenêtî, zayendî û bindestî ye.
Nivîskar di çar-pênç çîrokên ewil de bêbavîbûn, bendemayîna bavîtiyê û bindestî bûn û helbet teşeya derûniya karakteran, çîrokên din jî piranî tenêtî û zayendî bûn, mijarên çîrokên me piranî kul û xemên jinê û derûniya wan in. Di çavên jinê de bêmêrbûn û an jî zarokên bêbav gelekî girîng e.
Nivîskar çima ew qas girîngî daye bav û sêwîbûna zarokan? Belê bêbavî girîng e, zagona bav em nikarin binçav û paşçav bikin. Hem ji hêla civakî û hem jî ji hêla psîkoanalîst ve girîng e, tewww! Di civakên bindest de zagona bav bi çavên xwedayî tê dîtin, yanê jixwe zagona bav bi awayekî gerdûnî gelekî girîng e. Lê di bindesta de gelekî û gelekî girîng e. Îcar nivîskar ji mijara xwe bi bayê bindestiyê zagona bav berbiçav kiriye. Ya girîng di çîrokan de çima bêbavî ji bo nivîskar ew qas girîng e û dê reben hatine xuyakirin. Halbûkî dê an jî jin jî bi qasî mêr dikarin li ser lingên xwe bisekine. Yanê ajîtasyon û temsîliyeta nivîskar daye jinê û dê rasterast zehîfbûneke, di çavên wan de bav an jî mêr her tişt e. Halbûkî hewante nabêjin: “Bav pişt e, lê dê hertişt e.” Lê di çîrokên nivîskara me de “ Dê pişt e, Bav her tişt e.” Çima? Asas ev derûniya derhişiya û binhişiya nivîskar derdixîne holê, çimkî me hîna xwe ji kirasê bindestiya mêr û a xwe rizgar nekiriye, helbet sedemên vê rewşê xwe digihijîne heta serdemên pitikbûnê û pitikên bindest, çimkî pitikên bindest di rewşên awarte de mezin dibin, ev jî dibe sedemeke mezin bo heyamên oral û analê ye, di vê heyamê de bo zarokên bindest pir û pir kritîk in. Jixwe bi awayekî xwezayî heyamên kritîk in. Teww bo bindestan du qat kritîk in. Welhasil em bindest hîn jî mêr xurt û desthilatdar û xwedayî dibînin. Ne bi lêvkirinê lê di derhişîn û binhişiya me de xwe dide der, a ku xwe ji binhişiyê, derhişiyê û xewnê bidin der jî rastî û heqîqetek e. Loma bi saya çîrokan nivîskar derhişîn û binhişîn xwe ya rasteqîn daye der... her çiqas di çîrokan de bêbavî ji ber bindestiyê be jî, zarok ji ber desthilatdaran bêbav mabin jî, ango ji ber têkoşînê bêbav mabe jî talî dîsa jî nivîskar girîngiya mêr an jî bêbavî teyisandiye. Dixwaze bila bindestî be û dixwaze bila çi be, çima bav tune be, karakterên me yên jin (dê) wiha belengaz û reben dixuye, çima neçar tê xuyakirin, halbûkî tu kes wekî dêyan ne xurt in û ne wêrek in. Ew qas jî ne neçar in. Nivîskar dikarîbû bi çavekî din jî lê binêriya, helbet di çîroka “Keç û Bav” de dîsa desthilatdariya bav didome, lê vê carê çirûskek be jî, jin an jî keç serê xwe radikin û dibêjin em hene, lê dîsa jî çirûskek tefiyayî ye.. Welhasil piraniya çîrokên ewil mijar bêbavî û tenêtiya dê û zarokan bû, girîngiya bendemayîna bav û bêbavî bû, de ka em bi çavekî psîkoanalîst li zagona bavî binêrin:
“Zarok di temenê xwe yê biçûk de girêdayî pêsîrê dibe, li dijber vê pêsîrê girêdanbûneke cihê li hember dê ava dibe, yanê li hember dêya xwe avabûneke bireserî diafire û bi eynîkirina bavî re dest bi hesab dîtinê dike, paşê ev têkiliya navbera wan de heta wextekê li tenişta hevdu re didome, heta ku zarok li hember dêya xwe arezûya zayendiyê bi xwe re xurt dike, paşê zarok têdigihîje ku bav li hember vê arezûya wî astengî ye, serî radike. Kompleksa Oidipûsê wiha ava dibe. Piştî têkiliya xwe û bavî eynîkirinê diqedîne dijminîtiya bav û xwestina qesasiya bavî dest pê dike. Bo ku kur têkeve dewsa bavê xwe, piştî van bûyeran têkiliya bav û kur dibe xwedî nirxên çotîn, yanê li hember dê nirxên hezkirinê, li hember bav tevgerên duhêlî-çothêlîn e. Piştî kompleksa Oidipûsê diqede şûnde zarok hîna nû bi xwe dihese, ango vedihuze normalbûnê...
Di zarok de ji ber kompleksa Oidipûsê zayendiyeke çotik dijî, hem tevgerên keçan û hem jî tevgerên lawan di xwe de dihebîne. Li hember bav wekî keçekê û li hember dê jî dijminatiyê dimeşîne, sedema wê jî hesta zayendebûna duhêlîn e, çothêlîn e. “(2)
Asas li gor vê metna jorîn, di têkiliya bav, kur û dê de gelek tişt hene, hesûdî, zayendî, dijminatî, dildarbûn (heyranîbûn), eşq, nefret, bindestî û serdestî, desthilatdarî û otorîte û hwd, di vir de biresera pêsîrê girîng e, lê bo berhema me a girîng û eleqeya wê bi vê metnê helbet “Zayendî, Otorîte, hesûdî, dildarbûn û hwd” çimkî di çîrokên me de hem dildarîbûna li hember zagona bavî û hem jî nefret û hesûdiya bavî heye, ji hêlkê ve jî dema em baş bala xwe didin çîrokan em dibînin dildarîbûneke li hember otorîteya bav jî heye. Jixwe di nefretê de esas hezkirin jî heye, yanê kur çiqas nefretê ji zagona desthilatdariya bav bike, ew qasî jî bi awayekî veşartî dildarbûna kur jî heye li hember bav. Çiqas nivîskar ji hêla bindestiyê zagon û rola bav di çîroka de hûna be jî, talî dildarîbûna li hember otorîteya bavî jî ji ber çav nafilite, xwe dide dest, yanî bi kurtasî nivîskar sosyopsîkoanalîsta civaka bindest a li hember mêr an jî bav li ber çavên me raxistiye, da ku em jî binêrin û bibînin. De ka em li çîrokeke xwe jî binêrin:
Ji çîroka “Keç û Bav
Bav: Erê, ez bav bûm!... Lê min her dixwest gotinên min di malê de serdest bin. Min her dixwest bi ya min bikin, cilên ku li ser bikin, devera ku biçinê bi dilê min be, min dixwest tenê weke min be.
$Wekî dengê diya min, dengê me jî, dengê min jî, li ber dengê te diçilmisî, tune dibû$
Çima şêwra wî herûher bi birayê min re bû û bi baldarî tenê li wî guhdarî dikir? Em çar keçik wekî konuma sêwiyan, me xwe her li hevdu digirt.(67, 68)
Dema em li vê paragrafê dinêrin, em dîsa desthilatdariya bav û sertewandina jinê dibînin. Yanê hema hema di piraniya çîrokan de komleksa Elektra û Oidipûsî em dibînin. Çimkî têkiliya di navbera bav û keçan, a di navbera dê û zarokan û ya bav û dê giş bi awayekî derhişîn hatine eşkerekirin ku jin bi her awayî bindestê mêr an jî bav hatiye dîtin. Çima? Armanca nivîskar gelo xwestiye binhişiya û derhişiya civaka me û zagona bav û rola bavên bindest de otorîteya wan nîşanî me bidin? Kîjan gelo? Meriv bixwe bindest be (bav, bi awayekî civakî), lê ji hêleke din ve meriv otorîter be? Di bindestiyê de ecêba mirov bêtir dixwaze serdest û otorîter be, çi atmosfer û derûniyeke trajîkomîk e. Belê nivîskar tenê otorîteya û komleksên Freûdî destnîşan nekiriye, heman demê feodalîzm û ehleqa civaka bindest a li hember jinê jî destnîşanî me kiriye.
Wekî cara yekem e xwe tazî bibîne, xwe nêzîktirî neynikê dike. Hinek bi awirên wê yên li ser neynikê dikeve. Li biskên pora xwe yên hinekirî yên bi sîngan ve zeliqî mêze dike. Li dilopên ku ji serê brûskên wê, ber bi çiçikên wê ve rêçikan dihêlin temaşe dike. Dilopên ku ji serê çiçikên wê dişemitin erdê, wê li poşmaniyên heyaman dihêle. Li şîrê ku tu carî çiçikên wê nezepirandibû, li zarokên ku şîr nedabû difikirî. Brûskên xwe ji ser sîngên xwe dide anî û vê carê bêhneke dirêj li çiçikên xwe yên daleqayî temaşe dike. (62)
Dema em li vê paragrafê dinêrin, em têdigihîjin mijara zayendiyê, tenêtiyê û bêzarokbûnê hatiye teyisandin, qîzanî şibandiye Sindoqeke Girtî, wekî qutîka Pandora, dema ku bê vekirin deriyê wê dê her tişt êdî ne wekî xwe be, xwebûn diçe, her tişt êdî ve-diguhere... Nivîskar li dijber neynikê li xwe mikur tê, poşmaniyên xwe û arezûyên xwe dide der, monologa arezûya zayendiyê destnîşan kiriye. Neynika hebûna ku dê ji holê rabe teyisandiye dê berdewama hebûna wê tune be, wekî jê re bûye xem û kul, loma wekî êş û poşmaniya ku dê tu kes hebûna wê an jî berdewama hebûna wê biteyîsîne tune be dikişîne. Îcar hebûn çi ye? An jî divê em hebûnê bi çi pênase bikin? Esas ev nêrîneke balkêş e, xwebixwe têkeve galegalên hebûnê. Ma hebûn mijareke berdewama zêdebûnê ye an jî hebûn ji meseleya zêdebûna hebûnê wêdetir e gelo? Helbet girêdayî nêrîn û feraseta mirov e. Di çîrokê de monologa me xwebixwe re rûbirû dimîne, berê xwe bi bîra xwe vedike û li neynikê mêze dike tê dema niha, di navbera dema niha û a borî de asê û kilît dimîne, birma derî vedike li rastiya xwe diqewime, paşê li ber neynikê poşmaniyên xwe dijî, li tarîxê diqewime, li zemên diqewime, li mekên diqewime û mehdtirş dimîne...
Sûdwergirtin:
1) Adam Phillips, Hep Vaat Hep Vaat, Edebiyat ve Psîkanalîz Uzerine Denemeler, metis.
2)Sigmund Freud, Haz Îlkesinin Otesinde, Ben ve Îd, Metis.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 386
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | diyarname.com 16-07-2023
פריטים המקושרים: 5
ביוגרפיה
הספרייה
מאמרים
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 26-02-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 94%
94%
נוסף על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על 16-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 17-07-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 17-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 386
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,368
תמונות 106,562
ספרים 19,264
קבצים הקשורים 97,043
Video 1,384
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.375 2!