图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
BERPİRSÎYARÎYA CİVAKÎ Û ROLA MEDYA -2
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
=KTML_Bold=BERPİRSÎYARÎYA CİVAKÎ Û ROLA MEDYA -2=KTML_End=
Cano AMEDÎ

Medyaya Kurdîstanê, berîya her tiştî divê xwedî prensîp û pîvanan be. Li erdnîgerîya em li ser dijîn, li cîhanê çi dibe, çi diqewime, pêvajo bi ku ve dihere, divê mirov çewa şîrove bike? Di nav guhertin û tevgerên civakî de, rola me çi ye, cîhê me li ku ye? Em di kîjan paceyê re li bûyeran dinêrin? Di nav rastî û xirabîyê de keda me çiye? Dîtin û kirinên me, piştgirîya kîjan alî dike? Dîtin û kirinên me çiqas bi çanda civatê re lihevkirî ye?
Divê berîya her tiştî mirov zanibe, çi dike an çi difikire? Bizavên bêpîvan, bêarmanc û bêaso zirara hêrî mezin dide xwedîyê xwe.
Li Kurdîstanê, nakokî, alozî û pirsgirêkên di nav partî û rêxistinan de hene, bandorek xirab li ser civata Kurd dike.
Li pêşgirtina berjewendîyên partî û rêxistinan, rê li ber berjewendî û hişmendîya netewî digire .
Her ku diçe, medyaya rêxistinî, dibe wargeha xirabî û fesadîyê. Di dema êrîşên DÎIŞ`a hov de, me zêdetir mînak dît û ev propagandayên reşkirinê hê jî didome. Di vê pêvaajoyê de, gelek TV û rojname, ji pîvan û ehlaqê ragihandinê dûr ketin û weke dengê xirabî û fesadîyê tevgerîyan.
Em baş dizanin ku karê ragihandinê li ser pîvanên ehlaq û berpirsîyarîyê dimeşe. Lê mixabin “eşka murîdîyê” ne ehlaq nasdike ne jî berpirsîyarîya civakî!..
Bê pîvanî, her ku diçe tovê dijmînatîyê di nav gelê Kurd direşîne, civat ber bi derzên nû ve dihere.
Dewletên dagîrker, têra xwe welatê me û gelê me bi “sînor”ên mayinkirî, bi kirasên îdeolojîk û olî; bi dîwarên reş û bi bendavên xwînê, ji hev dûr xistîne û “perçe” kirine!
Rêxistin û partîyên me, medya û rewşenbîrên me, berîya birînan kûr bikin divê rojekî zûtirîn li çareserî û dermanê li hevkirinê bigerin!
Wek Kurdîstan hatîye dabeşkirin, hinek rewşenbîr û zanayên Kurd jî, li gor perçên lê dijîn raman û helwestên wan hatîye perçekirin.
Ji ber ku berjewendî û kesayeta wan, li gor kiryar û daxwaza serdestan fesal sitendîye, dîtin û ramanên wan jî li gor pîvanên rêxistin, partî û hîzban, li gor berjewendîyên şexsî yên rojane tê guhertin.
Em dibînin ku di van salên dawî de, li taxa “rewşenbîr”ên Kurd, nexweşîyek bê derman dest pê kirîye: Kesên naxwînin û nafikirin, weke murîdên çav girtî li dijî rastîyan polîtîka fesadîyê û karên reşkirina sîyaseta netewî dikin. Weke teyrên li pey nêçîrê, her roj li wargehekî, li ber derîyê hêzên desthilat, di kozikên medyayê de cîh digirin û li gor berjewendîyên “xwedî”yê xwe çekê ragihandinê bikar tînin. Hinek jê wezîfedar in, lê hinek jê jî birçîyên ber derîyan e! Hinek jê jî evîndarê çepgir û oldarên neteweyên serdest in…
Hinek kes hene, mirov gava helwestên wan dibîne, ecêp dimîne! Kîjan demê de, kî serdest be û cîhê wargeha xwarinê be; ew “camêr”ên hanê, hevalên wan desthilatdaran e. Di demên berê de, dijîtî an xirabî kiribin jî, gava li ber derîyê “nuh” nan dixwin, berîya herkesî neyartîya hevalên xwe yên kevin dikin. Weke lîstîkvanên pêşbazîyê her dem şerê derûdora xwe dikin. Ji bo bikevin çavên “efendîyên” xwe yên nû, ji bo parîyek nan bi dest bixin, her dem li çepikan dixin. Ji bo wan pîrozîyên herî biha berjewendîyên şexsî û rojane ne. Fikir û ramanên wan li gor daxwazên xwedîyê wan tê guhertin. Asoya wan kor, mejîyê wan pûç e!
Hinek jê hene, di dema şoreşgerîya xwe de, ji rastîya welat dûrketine, piştî bûne endamên penaberîyê, li ber derîyê xerîbîyê ketine taya tenêtîyê û bê hêzîtîyê! Rastîya gelê xwe, rastîya welatê xwe ji bîr kirine. Weke do hinekan kir, îro jî hinek jê hesabên mirin û vegera welat dikin.
Hinek jê jî, li metrepolan xewnên post, maqam û parlamenterîyê ji xwe re hêvî dikin. Ev biraderên hanê pirî caran, xwedî rexnên tûj û bizot in. Pirî caran li gor demên vexwarinê fikir û ramanên wan li ser pêvajoyê diherike/direqise. Rexnan li pey rexnan rêz dikin, lê tu caran destê xwe naxin bin kevir. Her tim mafê rexnê yê yek alî, ji bo xwe weke mafê xwezayî dibînin. Her tim li gor nîyet xwendinê, bi zimanekî êrîşker “rexnên xwe” direşînin. Piranî bi sîya xwe re şer dikin.
Hinek kes hene, hê di atmosfera salên 1980 an de dijîn: Ji bo wan jîyan hatiye cemidandin. Şûrê xwe kişandine li benda şer in!
Mirovên bi nexweşîya şikê û fesadîyê ketibin, tu carî nagihîje aramîyek xweşîyê. Mêjî û dilê wan ne zelal e, dixwazin her dem bahsa navê wan bê kirin. Weke darek kurmî ne, her dem mêjîyê wan bi tirs û gunehkarîyê tevlîhev e. Nafikirin, napirsin û di bin dîlê tirs û gunehên xwe de her tim êrîş dikin. Kesayet, rewşenbîr û hêzên li dijî xwe dibînin, mafê jiyanê ji wan re nas nakin. Ji yek dengî û yek rengî mêjîyê wan titevize, dirize û pûç dibe. Hêz û qeweta di bin bandora wan de ye, asoya wan tarî dike, pêwîstîya civatê û rastîya welatê xwe ji bîr dikin.
Em dizanin ku gava sîyasetek li ser alozî û çavsorîyê bê meşandin, civatê dîl digire. Civatên di bin propagandayên reş de vîna xwe teslîmî zulmê bikin, nikarin mafê azadî û dadwerîyek gelemperî biparêzin.
Tirs û bêhêvîtî, di nav civatê de, du ziman, du nasname û du fikir weke sîwan derdikexe holê. Mirov ji bo xwe biparêzin an berjewendîyên xwe nexin nav metirsîyan, li gor derdor û rewşê, dîtin û ramanên xwe pêşkêş dikin. (Dîtinên şexsî û gelemperî weke sîwanek xweparastinê, li gor pêvîstîya demê bi kar tê.)
Hêzên dîktatorî, pîvanên mirovahî û ehlaqî pir bi hêsanî binpê dikin û ji bîr dikin. Felsefa jiyana wan, li ser pragmatîzm û berjewendîyên sînorkirî dimeşe. Ev kesên nexweş û her dem dibêjin: “ez û ez” nikarin rolekî erênî bilîzin. Tevgera di bin bandora wan de, ku li ser bingeha tirs û şikê hatibe avakirin, herdem zirar dide xwe û civata têde dijî. Jîyana bi tirs û metirsîyan hatibe sînorkirin, tu feydeyekî nade malbata mirovahîyê.
Neyarên gelê Kurd, dewletên dagîrker, dixwazin bi alîkarîya hinek kesên wezîfedar û bi piştgirîya sazîyên girêdayî dezgehên îstîxbarata wan, di nav gelê Kurd de dîwarên nû ava bikin!
Dijmînên gelê Kurd, bi sîyasetên xapînok û bişaftinê, dixwazin gelê Kurd ji hev cûda bikin. Dixwazin gelê Kurd bi pevçûn û cûdabûnên hîzbî, bi şerê nawxeyî carek din terbîye bikin!
Gava hêzên Kurd hevdû “terbîye” bikin, dewletên dagîrker dizanin ku wê gavê, rê li ber dewletbûnê û deshilatdarîya Kurdîstanê tê girtin!
Di hemû deman de, dewletên dagîrker, ji yekîtî û hêzbûna netewîbûna gelê Kurdîstanê tirsîyaye û hê jî ditirsin.
Lê belê bi qasî dagîrkeran, hinek “hêzên Kurd” jî, bi taybetî yên ku di bin bandora dagîrkeran de tevdigerin, ji yekitî û karên hevpar ditirsin û gunehkar in! Ger ne tirsîyana, heta nîha wê rolên xwe yên netewî û dîrokî bi cîh bianîna!
Lê mixabin, bandora sîyaseta dagîrkeran, li ser hêvîyên me ewrê reş digerîne! Metirsîya herî mezin ew e ku rêxistinên Kurd, li ser daxwaz û berjewendîyên dagîrkeran têkevin nav hewldana hevdû “terbîye”kirinê û lawazkirinê!
Di demên dawî de, ziman û bernameyên medya Kurdî, bi xwe re fikar, metirsî û xemgînîyê zêde dike.
Di berbanga pêvajoya bangawazîya serxwebûna Kurdîstanê de, Medya Kurdîstanê, rola xwe çewa bi kar tîne em hemû dibînin. Bi taybetî, medya ku sîyaseta heremî diparêze, li dijî serxwebûn û dewletbûna Kurdîstanê rolekî neyînî/negatîf dilîze. Hêvî dikim ku ev biraderên hanê, rojek zûtirîn vegerin ser rê û rêbazek Kurdîstanî û bibin beşek avakirên Kurdîstanê…
Ger di bin ala Kurdîstanê de, li hemberî dagîrker û dijmînên mirovahîyê, yek helwest, yekrêzî bi ser nekeve, metirsîyên hene wê herkesî biêşîne!
Tu hêz, tu partî, tu rêxistin bi serê xwe û bi qeweta xwe nikare li hemberê êrîşên hovane rawestin û jîyana xwe bidomînin!
Divê baş bê zanîn ku civata Kurd xwedî çandek pirdengî û pirrengî ye. Em bi hevra dikarin ji tarîyê derbasî ronîyê bibin!
Li hemû perçên Kurdîstanê guhertinên dîrokî diqewimin. Divê hemû partî, grûp, rêxistin, rewşenbîr, rûsipî û serokên beşên civatê, di bin Ala Rengîn de zûtirîn dem li ser stratejîyek netewî, bi helwestên hevpar rêyek çareserîyê bibînin an jî peyda bikin! ji bo hemû evîndarên Kurdîstanê, ev erkek netewî ye!
Bi kêmanî, divê hêzên Kurd li ser daxwazên hevpar, ji bo bi hev re karibin tevbigerin, rê bibînin û serkeftinek netewî bi dest bixin!!
Em hêvî dikin ku rojek zûtirîn, medya Kurdîstanê bi deng û awazên Kurdîstanî, di qadên jiyanê de, di kolanan de, li seranserê cîhanê bal bikşîne ser kar û xebatên xwe û bi zimanekî Kurdîstanî rol û erkên xwe yên netewî bi cîh bîne![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览413
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 16-07-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 21-11-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 媒体
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):17-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览413
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!