Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin
23-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 518,581
Wêne 106,358
Pirtûk PDF 19,230
Faylên peywendîdar 96,822
Video 1,368
Kurtelêkolîn
Cihên geştiyarî yên parêzge...
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
Helbestên Paradoksal ên Melankolîk
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Helbestên Paradoksal ên Melankolîk

Helbestên Paradoksal ên Melankolîk
Helbestên Paradoksal ên Melankolîk.
Nivîsandina ji aliyê:#Çorê ARDA#، 03-12-2022
“Nêrîn xwe dibîne, nêrîna ku Sartre behs dike, behsa wê dikim, nêrîna ku min zeft dike û min di fediyê de difetisîne, çimkî li gor Sartre hesta herî serdest ev e. Ev nêrîn nayê dîtin, di nêrîna yê din de, nêrîneke ji terefê min ve xeyalkirina wê ye.”(1)
Çima min behsa nêrînê û nêrînkirinê kir, çimkî mijara helbestên me mijareke psîkoanalîtîk û felsefîk e. Mijar bindestî û yên din in, her wiha mijar takesî û parametrên takesiyên heman kesên din in, loma min behsa nêrîn û yên din kir. Îcar em werin ser berhema nivîskarê xwe pê de biçin...
Helbestvan Rojeng Rojbîr di #Gêjebêj# de bi hunereke reşbîn ya têrtîr û bi şêwazeke groteskwarîn helbestên xwe vehonandine. Nivîskar adeta ewrên mişt têrtîjî reşetarî yên avis li ser me barandiye, dibarîne. Meriv newêre xwe bide bin siya ewrên helbestên nivîskar çimkî ewrên nivîskar dilop û birûskên reşetarî ên mirinê û bêwatebûyînê diteyisîne û vedide. Dîwarê mirinê li pêşberî me diqorîne, dîwarê bêwateyînê di ser me de diqorîne û paşê dirûxîne, bêhna mirinê, kujtinê û xwekujtinê ji helbestên me tên... dîwarê helbesta bindestiyê diqorîne, birûskên ewrên desthilatdaran teyisandiye. Belê nivîskar behsa gelek tiştan kiriye, di temamiya helbestan de mijar çi be jî ferq nekiriye bo nivîskar çimkî, helbestvan bi şêwazeke têrereşbîniyeke xeniqandî helbestên xwe tevnesazkirine. Helbestvan, bi teşeyeke groteskwarîn û bi şêwazeke mîna feylesofekî reşbîn helbestên xwe verêsandine. Belê dema min helbestên nivîskar xwend û dixwend yekser feylesofê navdar yê ramanreşbîn yê alman Schopenhauer hate bîra min, çimkî Schopenhaur feylesofekî reşbîn e, li her tiştî neyînî dinêre û bi bingeh dike. Dema meriv pirtûkên Schopenhaur dixwîne, heyat li ber çavên mirov reşequl dibe, meriv dixwaze bimire meriv naxwaze bijî, meriv ji heyatê disarîne, heta biçekî meriv wêrek be, merê rahêlê bêra xwe û dest bi kolandina tirba xwe bike, çimkî feylesofekî wiha ye ku erotîzmê jî li bin guhê erdê dixîne halbûkî erotîzm jî jê yek bingeha heyatê ye, yanê heyatê li bin guhê erdê dixîne hema hema her tiştî red dike û naecibîne, wekî em dizanin heman demê de mamostê Nietzsche ye. Welhasil min xwest bibêjim helbestvanê me jî mîna feylesofê alman jiyanê reşetarî û reşbîn dibînin. Heman demê herdu jî werîsê hebûneke hîçî dirêsînin. Ji ber wê dibêjim nivîskarê me helbestvanekî feylosofîn yê reşbîn e. Tama felsefê di helbestê de têra xwe heye heman demê helbestvan ekleke û çêjeke têrtijî ya bêhempa dide xwendevanên xwe.
Di vî warî de (helbestên di ekla felsefê de) Rênas Jiyan, M. Zahir Kayan û Gulîzer hwd dinivîsin. Lê belê di berhemên Rênas Jiyan de epîzm, ramanîzm, têkiliya bindestî û serdestiyê, felsefe, psîkoanalîzm û hwd serdest in, di M. Zahîr Kayan de metafizîk, felsefe û lîrîzm serdest in û di Gulîzerê de jî femînîzm, hebûn, dîtirbûn û takekesî serdest in. Loma şêwaz û tevnesaziya helbestên wan ji hev cihê ne, hevpariya wan ya helbestê felsefebûn û takesîbûn e. Helbestvanê me serê xwe bi helbestê re êşandiye, di moxil û bêjinga hiş û dil de borandiye. Helbestên xwe bi şêwazeke modern û postmodern nivîsandiye, weke cerribandina navbera herdu serdema ye. Çimkî hest, melankolî û aqil pev re şofortî kirine. Dîreksîyonê şofor di destê melankolîzmê, hestan û êqil de ye. Asas berê dîroksiyon tim xira dibe jî, çimkî şerê hest û êqil heye li ser dîreksiyon, herdu jî dixwazin desthilatdarê dîreksîyon be... her wiha nivîskar qaosa ruhê xwe û qaosa bindestan kiriye yek tablo, yanê herdu mijar ketine nav hevdu, ji herdu mijaran xwarineke ekl, mehdtirş û melankolîk çêkiriye. Lê belê a rast em bibêjin helbestvan di berhema ya bi navê “Gêjebêj” de, bêtir kaosa hundirê mejiyê xwe û a dilê xwe ji me re verişandiye. Dema meriv helbestên wî dixwînim meriv dikevin xewn û xeyalên groteswarîn û reşbîn, bi rastî jî helbestên nivîskar meriv difetisîne, çimkî tîr in. Ne rohn in. Acizî, melankolî, qaos, paradoksên derûnî, derûniyeke weke pêlên behrê, di navbera serketin û têkçûnekê de hebûn û tunebûneke di valahiyê de, hemû parametrên derûniyê û kombînasyonên derûniya şexsî û bindestiyê di helbestên nivîskar de serdest in. Dema meriv helbestên nivîskar dixwîne meriv dibêje qey meriv li ber filmekî reş û spî yê bêhna felsefê û bêwateyînê jê tê dinêre. Belê helbestên me filmekî bêwateyîn yê felsefîk e. Berhemeke felsefîk ya paradoksal e. Çimkî ji helbestan bêhna mirinê tê. Bêhna goristanan jê tê, bêhna analîza felsefeya mirinê, têkçûnê, kujtinê, xwekujtinê û bindestiyê jê tê... mirina bindestan, êşa ruhê bindestan hatiye vesazkirin di helbestan de. Her wiha di helbestan de xirecira têkoşîna vebêj a bi ruhê xwe re, serî li metnê rakiriye, nahêle metin hulmê bistîne, metin fetisandiye, xwendevan fetisandiye, lê bi ekleke xweş difetisîne. Paradoksa vebêj a melankolîk di metnê de gewimiye, vebêj jî li xwe heyirî maye, dike nake nikare ji nav metnê derê, hiş û aqilê vebêj xwe di nava metnê de wendakiriye, têkoşîneke bêhempa li dar e, bi ber xwe de dide. Ne diyar e, metin hukumdariyê li vebêj dike, an jî vebêj hukumdariyê li metnê dike, vebêj ji ber vê xirecira ruh, berê xwe bi xwekujtinê, mirinê û bêwateyînê vedike. Berê xwe bi hebûn û nebûnê vedike. Di navbera reş û spiyê de mayî, serî hildide da ku rengekî hilbijêr e, lê belê kaos û paradoksa ruh nahêlê rengekî vebijêr e û vebêj tim bêhizûr dike...
Zanaks
Lê belê
Gurzek acizî di nava laşê min î nîvmirî de
Tim cirît diavêje
Dikerixim
Kîjana min diçe ji min
Dîmeneke pirr dîn im
Di navbera sed delodînên rewal de
Bîst li min ket
Xwe bi çi bişom
Nivîskar tenêtiya ruhê xwe, aciziya ruhê xwe li ber çavên me disimetrîne neynikê, belê em li neynika ruhê helbesteke û nivîskarekî takesî dinêrin, rewşa xwe û dînîtiyên xwe ji me re diteyisîne. Nivîskar di xewn û xeyalên têkçûyîn de dînîtiyeke pêhempa dijî, nivîskar xwe wendakiriye, şerxweş ketiye, şeraba helbestê di ser xwe de dadike û dîn dibe, her ku dîn dibe bêtir şeraba helbestê dixwaze...

Lê belê
Ji panzde saliya min ve ye
Mejiyê min du qet
Siya min sê qet tê şopandin
Ez mîratekî ji bavê xwe mayî
Di heman demê de qeda qederê
Û toqa lahnetê me
Di stûyê xwe de
Di vê risteyê de, nivîskar li xwe mikur tê belkî jî helbest û ruhê wî li xwe mikur tên, bavê xwe weke mîratekî dibîne, welidandina xwe, qedera xwe, hebûna xwe û hema her tiştê xwe li rindê dixîne, xwe di patozê re derbas dike, asas rastiya xwe li patoz û rindê dixîne, di dewsa patoz û rindê de xweliya lahnetkirî dibîne, nivîskar bêminet di govendê de sergovendiya mikurhatina xwe destnîşan dike, rastiya xwe li ber çavên me direqisîne, hebûna xwe re û bi çêbûna xwe re ketiye xirecireke bêhewar û bêgazî, dengê hundirê nivîskar tenê digihêjî nivîskar bi xwe, li ber neynikê şer û têkoşiya binhiş û derhişiya xwe dike. Nivîskar bi şêwazeke ku mirov li bin guhê dîwêr bixîne, nivîsiye. Nivîskar adeta mîza xwe beliqandiye ser dinyê û dixwaze di dinyê de bimîze û gemara ruhê xwe ji ruhê xwe derîne, dixwaze danisile, bidewise, dixwaze ruh têde nemîne, dixwaze bibe perikekî çivîkekê da ku li ber bê ba bibe. Hema bêje nivîskar dixwaze verişe ser dinyê û verişiya di sîng û serdil de maye vala bike da ku xwe rihet bike. Şêwaza nivîskar şêwazeke dadaîst, ekspresyonîst û surrealîst e. Em dikarin bibêjin helbestvanê me Salvadorekî helbestê ye. Nivîskar dibêje topa lahnetê di stûyê xwe de, ango bextê xwe dijî, bextê xwe dipejirînî, qebûlkirin jî baş e, heman demê têkçûnê destnîşan dike. Hebûneke têkçûyî hatiye resimandin, dema hatiye dinyê jixwe têkçûye, têkçûna xwe ji destpêkê ve qebûlkiriye. Çimkî helbest vê rastiyê destnîşanî me dike. Loma jî nivîskar li pê heqîqeta xwe ketiye û xwe gihiştiye heta zarokatiya xwe, xwe gihiştiye heta welidandina xwe û binhişiya xwe bi ta û derzî vedike ji bo me xwendevanan...

Dilê Zarokekî Serhildêr
Zarokatiya xwe didizim ji zarokên xwe diçim
Bi demê dûr ve dipengizim
Bi zikekî nîvbirçî, bi piyekî pêxwas bi dilekî herî wêrek
Bi werîsê kalê xwe ve xwe dadiliqînim
Serfiraz im!
Belê weke her zarokekî kurd, jiyan û rewşa zarokên kurdan bi şêwazeke derbirîn û sûreal hatiye resimandin. Bextê zarokên kurda weke qolyekê di stûyê wan de hatine nîşankirin. Birçîbûn û feqiriya zarokên kurd, rewşa wan a xizanî, hesret û hestên wan yên zindî yên ji wan hatine dizîn, heyecanên wan ên seqakirî û sotîn giş nîvmirî û nîvqirmiçokîmayî hiştî hatine resimandin, nivîskar tabloya binhiş û derhişiya zarokatiya xwe û me gişan boyaxkiriye. Qazaxê bindestiya zarokatiya me gişan bi teşeyeke qerase tevnesaziya binhiş û derhişiya me vehonaye....
*
Ne qaqibe êdî kewmariya min
Ji şevaqa xwe-dê ve bi te re dixwînim
Qewm dijminê qewma xwe, ez dijminê xwe me
Dema em li vê hevokê dinêrin em têdigihêjin bindestiya me, ji me afiriye, sersebebê bindestiya me dîsa jî em in. Bêtifaqiya me ye, ji derûniya xwekêmdiyî û bêhişmendiyê ye. Belê kew metafor û sembola bindestiyê û neyîniyê yê bo bindestan...Belê dijminê qewmê xwe ne, qewmê xwe dixin dehfê û paşê xwe û qewmê xwe dixe paş derabeyên hesinî, belê ne ji dijminîtiya xwebixwe bûya dê bindest niha zû ve de azadbûba, loma em dijminê qewmê xwe ne kewa qozel. Nivîskar neynika civaka bindest û xayintiya bi hev re dikin bi metafora kewê li ber çavên me radixîne...

Mûfirk
Di nava yek kesayetekê de pir kesayet im û her kesayeteke min
Li gorî xwe ji min re ez-ek afirandiye rehên melankolîk şaş nakin rêya xwe bi rûyekî şûştî û bê parseng giran tê, sergiran diçin
Nivîskar bixwe re ketiye xirecira kesayetan, xwe li ber neynikê pirkes û heman kes dibîne. Asas ev rastiya ji psîkoanalîzmê tê çimkî xwe û paramatrên xwe yên dîtir dide ber neynikê, têgiha neynikê têgeheke psîkoanalîst e, Lacan têgiha neynikê û teoriya neynikê li ser hîmê ên din, xwenaskirinê û derveyî xwe diteyisîne. Piranî li ser van têgehan disekine, nêrînbûn, hatenêrînbûn û hin wersiyonên vê têgihê... helbet Li xwemêzekirin û çawahatedîtin xwestina li berçavîn di kesayeta her mirovî de cihê be jî talî encama wan yek in bo her mirovî... Lacan di neynikê de xweçawadîtin û lixwemêzekirinê bi şêwazeke felsefîk û psîkoanalîtîk ji me re diteyisîne. Asas pirkes heman kes e, tenê di ruhê mirov de kesayetên bi hestan û êqil tevdigerin hene, yanê şer û têkoşîna êqil û hestan dibe sersebeba hebûnê pirkes û pirkesên yekkesîn ango şerê modernbûn û postmodernbûnê ye. Rast e, em giş li malê tiştekî dinê ye, li kahwê kesekî din e, li dibistanê kesekî din e, li sûkê kesekî din e, li cem ca xwe û bavê xwe kesekî din e, li nav hevalan kesekî din e û di nav livîna de kesekî din in. Ango ji heman kesî/ê pirkesên kesayetîn hene û çêdibe. Sebeb aqil û hest e, nivîskar jî vê rastiyê berbiçavî me dike. Helbet tenê ne aqil û hest in gelek faktorên din jî di ruhiyeta mirov de heye, mînak dema kesek ji dêya xwe dikeve, bi çi şiklî û bi çi şêwazê tê dinyê giring e, yanê bi awayekî psîkoanalîst gelekî girîng e, kesayeta mirov di malzarokê de xwedî ciyekî girîng e, ji bo pêşerojê hesas e. Em dikarin bibêjin nivîskar helbesteke psîkoanalîst dadayî û agirê tenûrê me dişewitîne, em xwendevan li ber agirê tenûrê him xwe germ dikin û him em xwendevan li ser dihizirin û difikirin..
Di valahiyê xwe yê kurkketî de
Belavokên lewneke pir ber belav dikim
Hebûn û hebûna min diyar e
Di elindeyeke ber(e)dayî de mîrat e
Li min binihêrin /bê ez çawa dimirim
Li min binihêrin/ bibin qasidê mirina min
Li min binihêrin/ û bi min re bimirin
Mirin têgeheke pir û pir girîng e, êdî wateya heyatê û a heyînê tê li ber pirsînan, asas mirin helbesteke dirêj a neyînî ye, sedema hebûn û heyînê ye. Nivîskar dibêje li min binêre, li mirina min binêrin, bi min re bimirin, yanê rasterast teoriya Lacan ya bi navê teoriya neynikê li ber çavên me radixîne. Teoriya me bingeha wê li ser tevgerên zarokan yên li ber neynikê ye, zarok xwe dinasin, derveyî xwe bireser û kirdeya xwe û têkiliya wan dinasin û ji hevderdixîne. Helbet asasê vê teoriyê ne tenê ev e, tenê me behsa kurteavahiya wê û kurteasasê wê kire. Meseleya vê teoriyê xwe digihêjîne heta têgihên dîtirbûnê, hatemêzekirinê, mêzekirin û mêzebûnê... welhasil nivîskar dixwaze bêyî dîtin, dixwaze mirina wî bêyî dîtin, bêyî nêrîn, asas nivîskar dixwaze hebûna wî bêyî dîtin. Meqseda mirinê, hebûn e, dîtina hebûnê ye. Helbestvan behsa mayîndebûnê dike, dema dibêje li min binêre, li mirina min binêre heman demê de dibêje li hebûna min, li mayîndebûna min binêre, xwe heyî dike ne ku xwe tuneyî dike, rastiya mirinê hebûn, mayîndebûn û heyîbûn e, ne ku tunebûn e. Welhasil bêhna felsefê ji helbestên me tê, helbestvanê me feylesofekî reşbîn e, feylesofê helbesta reşbîn û melankolîk e...
Sûdwergirtin
Jacques Lacan,
1) Psikanalizin Dort Temel Kavrami, Rp,92, Metis
[1]
Ev babet 397 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | diyarname.com 17-07-2023
Gotarên Girêdayî: 4
Dîrok & bûyer
Jiyaname
Kurtelêkolîn
Pirtûkxane
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 03-12-2022 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Edebî
Kategorîya Naverokê: Felsefe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 94%
94%
Ev babet ji aliyê: ( Burhan Sönmez ) li: 17-07-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-07-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 18-07-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 397 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Viyan hesen
Kurtelêkolîn
Bend di wêjeya devkî de
Kurtelêkolîn
Kulav û Peyk: Têkçûna fikriyata azad li hemberî civakeke famkor
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Şanonameya Mişko
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Ji bîreweriya Kurdan stranên gelêrî
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Kurtelêkolîn
Çêkirina Kilê Sibhanî li cem jinên Kurdan
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî

Rast
Kurtelêkolîn
Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 1em
07-04-2024
Aras Hiso
Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 1em
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin
23-04-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 518,581
Wêne 106,358
Pirtûk PDF 19,230
Faylên peywendîdar 96,822
Video 1,368
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Viyan hesen
Kurtelêkolîn
Bend di wêjeya devkî de
Kurtelêkolîn
Kulav û Peyk: Têkçûna fikriyata azad li hemberî civakeke famkor
Jiyaname
Necat Baysal
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Şanonameya Mişko
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
KUBRA XUDO
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
RONÎ WAR
Kurtelêkolîn
Ji bîreweriya Kurdan stranên gelêrî
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Kurtelêkolîn
Çêkirina Kilê Sibhanî li cem jinên Kurdan
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.157 çirke!