图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Heybet Çig - Diyana Amanos
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Heybet Çig
烈士

Heybet Çig
烈士

$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Heybet Çig
Nasnav: Diyana Amanos
Cihê jidayikbûnê: Edene
Navê dê û bav: Fatma - Omer
Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

$Kurtejiyana şehîd:$
DIYANA AMANOS
Hevrêya me Diyana di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêya me neçar maye ku ji metrepolên Tirkiyeyê koçî Edeneyê bike. Hevrê Diyana weke gelek ciwanên Kurd neçar ma ku ji Kurdistanê dûr û bi hesreta welat mezin bibe. Çanda welatparêzî û hişmendiya malbat û derdora wê bûye sedem ligel ku hevrê Diyana ji axa qedîm a Kurdistanê mezin bû wê rastiya welat dizanî û di nav têkoşînê de mezin bûye. Hevrêya me, Rêber Apo, partiya me PKK û berxwedana gerîla ya dîrokî ji biçûkatiya xwe nas kir û êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî ji nêz ve dît. Hevrêya me li hemberî êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê tu carî bêbersiv nema û di wê baweriyê de bû ku li hemberî polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanên Kurd tê meşandin divê berxwedan bê kirin û li ser vî esasî biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Hevrêya me demekê di nav xebatên ciwanan de ma, pêşengî ji gelê me re kir. Di sala 1999’an de dema ku birayê wê di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bû û dema li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navneteweyî pêk hat, wê ev tişt wekî barekî li ser milê xwe hîs kir. Hevrêya me Diyana ku soza bersivdayîna komployê bi bilindkirina têkoşîna xwe û hilanîna tola şehîdên me da, di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.
Hevrêya me Diyana digot ‘Heke em xwe ji qedera ku li ser me hatiye ferzkirin re bihêlin, wê her roj qetlîamên wekî Dêrsim, Zîlan û Qoçgirî pêk were’ û bawer dikir heta ku xweparastina gelekî tunebe, ew gel jî wê tune be. Li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû ku hêza herî rast û rewa ya parastina gelê me ye û li dijî Komploya Navneteweyî û hêzên ku ev komploya tarî pêk anîn, berxwedana xwe geş kir. Hevrêya me Diyana ya ku xwe veguherand guloka ji agir û li dora Rêber Apo xeleqek ji agir çêkir, xeta têkoşîna fedayiyan kir bingeha jiyana xwe ya şoreşgerî, her roj bi hêzeke mezin li ber xwe da. Hevrêya me li hemberî êrîşên tasfiyeker ên hundir û derve yên li dijî partiya me PKK’ê ku hilgirê hêviya siberoja azad a gelê me ye, bû yek ji parêzvana xeta Rêber Apo. Weke jineke fedakar ku tevî şert û mercên herî dijwar jî bi îradeya azadiyê re Rêbertiya me, partiya me û nirxên şehîdên me yên nemir parast. Di têkoşîna xwe de di gelek qad û xebatên cuda de cih girt, bersiv da hewcedariyên serdemê û berpirsyariyên pêwîst hilgirt ser milê xwe. Hevrêya me Diyana ku demekê li Rojavayê Kurdistanê ma û têkoşîna birêxistinkirî ya gelê me bi rê ve bir. Di vê demê de ji aliyê rejîma BAAS’ê ve hate girtin û 3 salan di zindanên dagirkeriyê de ma. Hevrêya me ya ku di vê pêvajoyê de ji berxwedana xwe tawîz neda, bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe domand.
Ji Xinêrê heta Qendîl, ji Zapê heta Garê, ji Metîna heta Avaşîn hevrêya me Diyana li her qada ku berxwedan lê didomiya pratîk kiriye, ji hevrêyên xwe re fermandarî kiriye û li ser xeta serfiraziyê meşiyaye. Li her qadê wê têkoşîna xwe li ser xeta PKK û PAJK’ê domandiye û bûye yek ji milîtaneke mînak. Hevrêyame bûye şervan û fermandareke jîr a YJA Starê û pêdiviyên serdemê bi cih aniye. Wê her dem tecrubeya xwe daye hevrêyên xwe û bûye sedem ku hevrêyên wê jî bi jiyana PKK’ê ya pîroz û hevrêtiyê bibe yek. Hevrêya Diyana ku ji bo kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de û di îdeolojiya azadiya jinê de kûr bibe, bi perwerdehiya akademiyê ya ku dîtiye asta xwe ya hişmendiyê derxistiye asta herî jor. Hevrêya Diyana ku bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin li hemû erkên şoreşgerî bi cih anî, di sala 2013’an de tevlî xebatên çapemeniyê yên HPG’ê bû û di demeke kin de bû milîtaneke şareza ya propagandaya kevneşopiya çapemeniya azad. Hevrêya me ya ku ala kevneşopiya çapemeniya azad a ji Gurbetelli Ersoz heta Xelîl Dag bi serbilindî hildigire û bi nivîs û kameraya xwe têkoşîna hevrêyên xwe nîşanî gelê me û hemû gelên bindest re daye.
Hevrêya me li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de bi israr û coşeke mezin xwe pêşniyas kir û xwest li eniya herî pêş de cih bigire, hem di şer de hem jî di jiyanê de kesayeta xwe ya milîtanî nîşan da. Hevrê Diyana ku yek ji pêşengên berxwedana gerîla ya dîrokî ya li Avaşînê ye, bi hevrêyên xwe yên di bin fermandariya wê de cih girt, di refên herî pêş ên berxwedana efsanewî de cih girt. Hevrêya me ya ku li Avaşînê derbên giran li dagirkeran xist û taktîkên gerîla bi awayekî serketî pêk anî, rastiya jinên Kurd a ku pêşengî kir û ev tişt di pratîka xwe de nîşan da.
Hevrêya me Diyana ku ti carî cudahiyê naxe nava hevrêyên xwe, bi nêzîkatiyeke adil û wekhev nêzî hemû hevrêyên xwe bû. Hevrêya me tu carî hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran kêm nekiriye û dizanibû ku wê bi serketinê di jiyanê de serketinek rast were bidestxistin. Bîranîn û têkoşîna hevrêya me Diyana ku fermandara mîlîtanî ya YJA Starê ye wê her dem rêya me ronî bike û wê bîranîna wê teqez bi serkeftinê were tacîdarkirin. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览355
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 18-07-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
: 00-00-2017
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 85: 土耳其
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 18-07-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on19-07-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):29-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览355
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!