图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,413
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hunermed Asala Nasrî û strana ‘Ez kevok im’
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rizoyê Xerzî

Rizoyê Xerzî
=KTML_Bold=Hunermed Asala Nasrî û strana ‘Ez kevok im’=KTML_End=
#Rizoyê Xerzî#

Piştî ku hunermenda sûrî Asala Nesrî straneke kurdî got û ji ber ku çavkaniya gotin û awazê stranê yê orjînal destnîşan nekiribû di nava raya giştî de û li ser mediya dijîtal bûbû cihê nîqaşên mezin. Aliyek kêfxweşiya xwe tîne ziman ku hunermendeke ereb a navdar straneke kurdî dibêje, aliyek jî nerazîbûna xwe tîne ziman ji ber ku çavkanî û xwediyê gotin û awazê stranê nehatine destnîşankirin.
Gelekî xweş e ku hunermendek ji neteweyeke din stranê kurdî bêje lê bi şertê ku çavkaniya stranê destnîşan bike û bi zelalî bêje xwediyê vê stranê kî ye û awazê wê ji alî kê ve hatiye çêkirin.
Çima ez niha behsa vê mijarê dikim ji ber ku beriya çend rojan hunermendeke sûrî ya bi nav û deng strana ‘Ez kevok im’ gotiye. Hunermenda Navdar Asala Nesrî strana Ez Kevok im û straneke din a ji çanda merdelî ya erebiya devoka Qamişlo gotiye.
=KTML_Bold=Navê xwediyê stran û awazê ne gotiye=KTML_End=
Ammo di axaftina xwe ya ku li ser hesabê xwe yê dijîtal parvekiriye û wiha dibêje: “A rast Asala Nesrî herdu stran jî pir xweş gotine û ji alî bilêvkirina gotinan ve jî tu şaştî nekiriye. Gotin wekî orjînala xwe hatine bikaranîn.”
Bêguman ev yek li ser mediya dijîtal bû cihê nîqaşên mezin, hinekan kêfxweşiya xwe aniye ziman ku hunermendeke navdar wekî Asala Nesrî stran bi kurdî gotiye û hinekan jî bi taybetî hunermendên kurd nerazîbûna xwe anîne ziman ji ber navê xwediyê van gotin û awazan nehatiye nivisandin.
Li gorî min meseleya ku navê xwediyê gotin û awazan nehatiye gotin zêde ne gunehê hunermend Asala Nesrî ye, lê bêtir gunehê kesê ku ew ji Asala re amade kiriye. Sazvanekî bizqê bi navê Arîcan Serhan heye, kurdekî Şamê ye. Wî ew stran ji Asala Nesrî re amade kiriye û navê xwe wekî amadekar li bin wan stranan nivisandiye bêyî ku navê xwediyê stran û awazê yê orjînal binvîse. Yek ji nirxandinên herî xweş û rast helwesta hunermendê kurd Salah Ammo bû. Di vê der barê de Salah Ammo wiha dibêje: “Gelekî xweş e ku hunermendeke sûrî û stranbêjeke gewre straneke kurdî bistirê û li vir divê mirov heqê wê nexwe, bilêvkirina gotinan gelekî baş û bê şaştî aniye ziman.”
=KTML_Bold=Mafê her kesî heye ku bistirê lê…=KTML_End=
Ammo anî ziman mafê her kesî ye ku stranekê ji nû ve şîrove bike lê tiştekî gelekî şerm û bi ziyane ku çavkanî û xwediyê resen yê stran û awazê neyê gotin, neyê nivisandin û wiha pêde çû: “Ev herdu stranên ku Asala Nesrî gotine yek strana ‘Ez kevok im’ ji folklora kurdî ye û herî pêşî Hesen Cezrawî gotiye ya din jî (Bihêlin em îro bistirên) gotinên Izzet Hedîd û awaz ê hunermend Ibrahîm Kêvo ye. Lewre jî diviyabû ev çavkanî bihatina gotin. Gotina stranê bêyî destnîşankirina van çavkaniyan ne tiştekî exlaqî û etîk e, ew tê wateya desteserkirin û binbêkirina mafê kesan. Heta ku ew stran ne ya Cezrawî be jî diviyabû bi kêmanî wekî straneke folklor hatibûya destnîşankirin.”
=KTML_Bold=Ez kevok im sirûda kurdan a rihî ye=KTML_End=
Salah Ammo der barê taybetmendiya strana ‘Ez kevok im’ de jî wiha dibêje: “Destûrê bidin ku ez der barê nasnameya muzîka kurdî de çend gotinên ku min di nameya xwe ya masterê de nivisandibû bi we re parve bikim. Her neteweyek sirûda wî ya netewî heye, piranî ew ji alî dewletê yan jî desthilatdaran ve tên amadekirin û paşê dibe semboleke dengî ya nasnameya dewlet,netew an jî gel tîne ziman. Li aliyekî din straneke wiha heye ku tu nasnameyeke wê ya siyasî, netewî yan jî niştimanî tune ye, lê bi demê re ew dibe strana rewanî (rihî) ya gel.”
=KTML_Bold=Ez kevok im deng û awaza dilê kurda ye=KTML_End=
Ammo di dawiya nirxandina xwe de wiha dibêje: “Dibe ku kurd û nûnerên wan ên siyasî li ser sirûdeke netewî yan jî aleke neteweyî li hev nekin lê ez dikarim bêjim ku strana ‘Ez kevok im’ sirûda giyanî û rihî ya gelê kurd e. Dibe aliyên siyasî yên kurd li ser sirûd û aleke hevbeş ne xwedî heman nêrînê bin û li hev nekin lê ez bawerim ku her kes li ser vê sirûda rihî li hev dikin û nabe cihê nakokiyê di navbera tu kesî de. Ez kevok im dibe dengvedana kêfxweşiyê di dilên wan de û yekitiyekê di dengê dilê wan û awazê dilê wan de diafirîne”.
Çawa ku axa kurdan hatiye talankirin her wiha çand, huner, çîrok, stran û destanên kurdan jî bi hezaran hatine dizî, talankirin û hêjî tên talankirin. Lê êdî kurd jî haya wan baş ji vê meseleyê heye û qebûl nakin ku kesek stranên wan bidize û bike milkê neteweya xwe.
Ji Xwebûnê hatiye girtin[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览795
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/- 19-07-2023
挂钩项目: 22
小组: 文章
Publication date: 28-07-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):19-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览795
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,413
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!