Kütüphane Kütüphane
Arama

Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır


Arama Seçenekleri





Gelişmiş Arama      Klavye


Arama
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Öğe kaydı
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Araçlar
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Diller
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Benim Hesabım
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
Arama Öğe kaydı Araçlar Diller Benim Hesabım
Gelişmiş Arama
Kütüphane
Kürtçe isimler
Olayların kronolojisi
Kaynaklar
Tarih
Kullanıcı koleksiyon
Etkinlikler
Yardım iste
Kurdipedi yayınları
Video
Sınıflamalar
Olayla ilişkili konu
Yeni başlık kaydı
Görüntü gönder
Anket
Yorumlar
İletişim
Ne tür bilgilere ihtiyacımız var!
Standartlar
Kullanım Koşulları
Ürün Kalitesi
Hakkında
Kurdipedi arşivcileri
Bizim hakkımızda makaleler!
Kurdipedia'yı web sitenize ekleyin
E-posta Ekle / Sil
Ziyaretçi istatistikleri
Makale istatistikleri
Font Çevirici
Takvim - Dönüştürücü
Yazım Denetimi
Sayfaların dil ve lehçeleri
Klavye
Kullanışlı bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Oturum Aç
Destek verme
Şifremi unuttum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Hakkında
 Olayla ilişkili konu
 Kullanım Koşulları
 Kurdipedi arşivcileri
 Yorumlar
 Kullanıcı koleksiyon
 Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
 Yardım
Yeni başlık
Biyografi
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
23-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
İbrahim Küreken
14-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
Kemal Astare
14-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu\'na Sunulan Dosya ve Belgeler
13-04-2024
Sara Kamele
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
MARDIN \'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
MARDİN 1915
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
KOMÜNİST
07-04-2024
Sara Kamele
Istatistik
Makale  518,351
Resim 106,268
Kitap PDF 19,198
İlgili Dosyalar 96,778
Video 1,359
Biyografi
AHMET KARDAM
Kısa tanım
100 yıllık inkâra Kürt ente...
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanmas...
Kısa tanım
1914 Tarihli Bitlis İsyanın...
Karê arşîvê, kurd û Cegerxwîn
Kurdipedia'nın işbirlikçileri ulusal arşivimizi objektif, tarafsız, sorumlu ve profesyonel bir şekilde kayıt altına almaktadır.
Grup: Kısa tanım | Başlık dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Karê arşîvê, kurd û Cegerxwîn

Karê arşîvê, kurd û Cegerxwîn
=KTML_Bold=Karê arşîvê, kurd û Cegerxwîn=KTML_End=
LUQMAN GULDIVÊ

Qeyda pêşî ya dengên Kurdî filan salê li filan deverê hatiye kirin* Çapa pêşî ya metneke Kurdî filan salê li filan deverê hatiyekirin**. Filanî di nameya xwe ya ji wezareta filan deverê re filan tişt gotiye***. Helbet muhim in, bêguman muhim in. Lê ji nava me çîrokên me, go-tinên me, yanî ji nava me tiştên nasname û çanda me ava dikin jî hene. Gelo em bîr dibin ku piştî deh saleke din wê gelek tişt ne berdest bin? Çima ev mesele muhim e, ez ê ji hêla xwe ve pê dakevim. Yanî ne şîret, gazin û lome ne yên min, lê hizirîneke li ser wê yekê ye, ka ez dikarim çi bikim, ka minaqeşeyeke bi kesên din re dikare çawa be li ser meseleyê.
Em behsa destxetan bikin. Em bibêjin, metnên helbest û pexşana Kurdî hemû jî berdest in bi nusxeyekê. Lê mesele li vir naqede. Ez bi nimûneya Mem û Zîna Ehmedê Xanî hinekî xwe li ravekirina merama xwe rakişînim. Mem û Zîna Ehmedê Xanî, berevajî zena gelek kesan, ne yek e. Jixwe yek be, wê ecêb be. Em behsa metneke welê dikin, ya ku bi sedsalan katiban, alim û seydayan ji ber girtiye. Heger em qebûl bikin, hemû jî bi yek Kurmanciyê peyivîne -jixwe, naxêr, nepeyivîne -, dîsa em ê şaş bin, heger em bawer bikin katiban li pey xwe yek Mem û Zîn hiştiye. Ji ber ku têgihiştina wan a dinyayê, meyla wan a destwerdanê, alimiya wan di ilmê dîn, muzîk, matematîk, astrolojî û wekî din de, asta zanîna wan a bi Erebî, bi Farisî û Tirkî jî diyarker in. Baş e, li ber destê me gelo mekanek, cihekî fizîkî yan jî dîjîtal heye ku em van lê berhev bikin û mihafeze bikin? Bi qasî dizanim nîne. Mirov dikare ji bo gelek şairên din ên klasîka Kurdî vê pirsê bike. Pirsên ji vê û wêde wê provokatîf bin, ji ber ku esasê xwe de ew lêpirsînek in li ser armanc, sedem û awayê mihafezekirinê. Heger qismî hebin, ji bo kê ne? Kî dikare xwe bigihîne wan? Çima ne ji her kesî re ne? Exlaqî - em xweşik li bîra xwe bigirin ku ev metn ne yên kesê mihafeze dikin e - sînordarkirina xwegihandina wan çawa tê ravekirin?
=KTML_Bold=Em çiqasî şairên sedsala 20'an nas dikin=KTML_End=
Em berê xwe bidin şairên nûjentir. Ên destpêka sedsalê bihurî. Metnên wan bi pirranî pêşî destxet in. Paşê hatine çapkirin. Lê ev destxetên ku paşê wê bihatana çapkirin, bê mane nînin. Aliyekî meselê yê têkiliyan û çapê heye, ez ê bi wê zêde danekevim, kî bixwaze dikare guh bide Îbrahîm Bulak ê bersiva pirsên Argeş Kehnîhejîrî dide û hinekî berkeve, ka ez behsa çi dikim****. Lê bi serê xwe pêvajoya neqandina metnên bên weşandin û neyên weşandin ya şairî bi xwe, mijareke di warê bipêşketina nivîsandina metnên helbestê muhim e. Yanî li zanîngehan, li dibistanan mirov dikare dersê li ser vê yekê bide, ka çi weke şiira baş hatiye dîtin, çi weke ya xirab. Ka şair çi ecibandiye, çi neecibandiye ji berhemên xwe bixwe. Ev mijarên lêkolînên berfereh ên doktora û habîlîtasyonê (ji bo hostekariya profesoriyê) ne li welatan. Naxwe, pirsa, gelo divê ev metn bên mihafezekirin, min bi xwe erê kir. Lê dîsa li ber destê me pirsa, ka kî, çawa vî karî dike, yan jî bike li meydanê ye. Tevî vê pirsê pirsên provokatîf ên li ser sedem, armanc û awayên mihafezekirinê jî dîsa ez datînim ber xwe û xwendevanan.
Niha elaqedarî van destxetan em berê xwe bidin mijareke din. Heta îro, kê destxet, agahiyên elaqedarî destxetan, materyalên din ên elaqedarî metnan, deng û wêneyên elaqedarî metn û nivîskarên wan mihafezekirin? Ka çend mirovên welê hene? Çiqas materyal li cem wan hene, di sinifandineke van materyalan heye yan na? Di ser vê re jî mirov dikare pirseke din a muhim bike: Kesî kesên belge li cem wan tesbît kirine, û ji bo misogerkirina orîjînalan yan jî kopyayên wan ên yekser yan jî dîjîtal ketiye nav ti hewldanan? Ev pirsên heyatî ne ji bo du tiştan. A yekê ew e ku gelek materyalên kêm kes bi hebûna wan dizanin hene. Yanî em behsa şexsan, koman yan jî kitêbxaneyên taybet yan jî komeleyan dikin ku bi sedemên cihê gelek belgeyên destxet û elaqedarî destxetan berhev kirine. Wekî din gelekên din hene ku tenê yên heyî mihafeze kirine. Di vê xisûsa yekê de tişta muhim ne tenê tesbîtkirina van kes û dezgehan e, her wiha sinifandineke ku agahiyên sereke yên weke, çi, kê, çend, çima, li ku, ya kî, kengî bi hewînin. Dîsa agahiyeke heyatî û muhim ew e di heman peywendê de, ka li her kesî vekirî ye, yan na li hin kesan, yan jî tenê li malbatê vekirî ye.
Xisûsa duyê, ji bo avakirina arşiveke milet – li gorî proje û înîsiyatîfê ev dikare li her kesî yan jî hin kesan vekirî be – yan arşiveke neteweyî yan jî arşîveke din a berfereh bê avakirin. Ev jî hem wê fêmkirina nifşên beriya me ji bo hêsantir bike, hem jî deriyê materyalên cihê li ber milet, li ber wêjevan û lêkoleran veke.
Di vî warî de ez ê di dawiya vê nivîsî de bi nimûneyeke arşîveke şexsî ya ku tenê qismî gihiştiye îro dakevim. Ji bilî wê hevala me Rewşan Deniz jî bi nifşê duyem ê parastina vê arşîvê re hevpeyvîn kiriye ku tê de têra xwe agahiyên balkêş li ser berhevkirina arşîvê û materyalên di arşîvê de jî hene.
Ne tenê ji bo wê herwiha ji bo muzîkê û hunerên devkî jî
Em berê xwe ji wêjeya nivîskî bidin muzîk û wêjeya devkî, em pirsgirêkeke ciddî dibînin. Em dibînin ku ji hev bela wela gelek arşivên şexsî, dezgehî û cihî yên deng û dîmenan hene. Lê hewldaneke tesbîtkirina wan û sinifandina wan em yan nabînin yan jî ya em dibînin kêm û carinan jî şaş û texrîf kiriye. Jixwe hewldanên ji derveyî Kurdistanê ji ber meseleya sedemên berhevkirinê yan jî tesbîtkirinê têra xwe bêkêr dibin. Ew bi kêra yên ji derveyî Kurdistanê tên, qet nebe wisa hatine sêwirandin.
Ji bilî tesbîtkirina arşîvên ji hev bela wela û sinifandina wan, arşîveke cureyên muzîkî, amûrên muzîkê, cureyên devkî û sinifandina wan jî di heman demê de ji wan zehmetiyan e ku yan kes yan jî dezgeh baş bû ku xwe bidin ber barê wan. Sermayeçêkirina hin kes û dezgehan gelek caran li pêşiya cemawerekê asteng in ku xwe bigihînin mîrasa xwe bixwe. Hizirîna li înîsiyatîfeke bi vî rengî bi xwe jî dibe destpêkek. Mirov dikare îro lê bihizire ku mesela li Rojava îro mirov dikare gavên pêşî li tevahiya Rojava biavêje. Reng û awayê van gavan helbet wê li Rojava diyar bibin. Ka saziyên çandê, yan xwendina bilind wê çiqasî tê de cih bigirin, hevkariyê bikin nekin, komunan çiqasî tevlî vî karî bikin jî wê piştî vemalîna zend û bendan nîşan bide.
=KTML_Bold=Ji bo bibe gava pêşî=KTML_End=
Edîtoriya PolîtîkArtê ji bo teşwîqkirina van gavan, dosyaya vê hejmara xwe ji nimûneyeke ji Rojava re veqetand. Zorab Şêxmûs Mûsa, ji wan kesan e ku xwe daye ber barê mihafezekirina hin materyalên arşîva Mele Şêxmûs ê ji gundê Kotiyê yê Amûdê. Mele Şexmûs bavê wî ye û yek ji hevrêyên Cegerxwîn û Reşîdê Kurd e. Lê wî bi awayekî pasîf ev arşîv mihafeze nekiriye. Beriya Mele Şêxmûs sedsalî wefat bike, ew bi wî re jî dipeyive û li ser materyalê li ber destê wî agahiyên berferehtir berhev dike. Weke li ser wêneyê Cegerxwîn û Mele Şêxmûs ê em di vê hejmarê de diweşînin ên ji sala 1946'an de. Kî di wêne de heye, wêne bi çi minasebetê hatiye girtin û li kîjan dehmê hatiye girtin ji van agahiyan in.
Di vê arşîvê de ya ji vê jî muhimtir, destxetên Cegerxwîn hene ku bi tîpên Erebî û yên Latînî hatine nivîsandin. Yek ji van nameyeke Cegerxwîn a ji Mele Şêxmûs re ye, ku ji bo weşana di vê hejmara PolîtîkArtê de daye me. Tevî hin têbîniyan di vê hejmara xwe de em diweşînin. Sisiyên mayî helbest in. Ev her sê ji bo weşana kitêbeke ku Zorab Şêxmûs Mûsa li ser dixebite, hatine veqetandin. Lê du helbestên wî yên li gorî wî berê nehatine weşandin û helbesteke wî ya berê di Hawarê de hatiye weşandin jî di vê hejmarê de tên weşandin. Di nameya destxet de em dibînin, Cegerxwîn navê xwe weke Cigerxwîn nivîsandiye. Em ê helbesta wî ya di Hawarê de hatiye weşandin û halê Mele Şêxmûs neqilkirî jî li ber hev bigirin.
Bi her halî diyarkirina cihên materyalên arşîvê yên elaqedarî wêje, huner, çand, civak û siyaseta Kurdan, dikare derfetê bide gelek projeyên avakirina stûneke ragir ya navmalê ji bo nasnameya civakî. Nexasim jî li deverê weke Rojava ev dikare bi derfetên civakê yekser -komun, navendên çand û huner, zanîngeh – yan jî bi hevkariyeke bi rêveberiyê re bê plankirin û destpêkirin. Ev ê her wiha bibe gaveke ewilî ji bo arşîveke neteweyî jî.
* Weke nimûne binihêre li Zeynep Yaş. Şakarên Muzîka Kurdî. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. 2016 Amed. Li vir mesela behsa qeydên pêşî yên “şakarên” muzîka Kurdî tê kirin ku bi qeyda 1912'an a li Mûsilê li ser navê Odeon Plakê hatiye qeydkirin. Ji dengê Xosrof Malool ê Suryanî yê ji Amedê di plakê de berhema “Şivanê Kurd” heye.
** Weke nimûne, kitêba pêşî ya bi Kurdî hatiye çapkirin, li Stenbolê sala 1857'an derçûye. Ev kitêb bi tîpên alfabeya Ermeniyan derketiye.
*** Sermeselê em dikarin behsa dema hema piştî bi dawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyem bikin. Hingê Emîn Elî Bedirxan ji serokwezîrê BrîtanyayDavid Lloyd George re name dinivîsand da ku destekê bide biserxistina Kurdistaneke serbixwe. Wî li Bexdayê jî rayedarên Brîtanî dîtin, lê dawiya dawî wezîrê ji koloniyan hingê berpirsiyar A People Without a State: The Kurds from the Rise of Islam to the Dawn of Nationalism. University of Texas Press 2016.
**** Argeş Kehnîhejîrî bi Îbrahîm Bulak re peyivî û 5ê Sibata 2019´an di rojnameya Yeni Ozgur Politika de derçû.
Dieter Christensen li Colemêrgê
=KTML_Bold=Arşîva Dieter Christensen=KTML_End=
Weke nimûneya zehmetiyên berdestbûna materyalên arşîvan, em dikarin behsa mafên telîfê jî bikin. Etnomuzîkologê Elman Dieter Christensen Li Bakurê Kurdistanê ji 1958'an heta 1965'an gelek caran dengên muzîka dawetan, dengên derwêşan û înstrûmanên wan qeydkirin. Wî her wiha li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî dengên muzîka Kurdan qeydkirin. Di encamê de wî gelek meqaleyên -herî kêm 16 - zanistî ji kovaran û ansîklopediyan re nivîsîn. Lê qeydiyên deng ên ku ji bo van meqaleyan esas pêk tînin bi xwe, îro li xelkê venekirî ne. Arşîva Dieter Christensen -1'ê Adara 2017'an li Berlînê wefat kir-, ji ber ku piştî mirina wî, hîna peyman di navbera muzeyê û zarokên wî de temam nebûye û nehatiye îmzekirin, mirov nikare xwe bigihîniyê. Ji ber wê jî hîna li lêkoleran nehatiye vekirin. Muzeya ku arşîv lê ne, yanî Ethnologisches Museum der Staatlichen Museen zu Berlin (Muzeya etnolojîk a Muzeyên Dewletê yên Berlînê ) qeydên wî yên deng û wêneyên wî li xelkê û lêkoleran venekirine. Lê mirov dibîne ku ev qeydî parastî ne, sinifandî ne û em dizanin ku hin şerîtên qeydiyê hatine dîjîtalkirin jî. Dengên qeydkirî, wêneyên girtî ne tenê yên Dieter Christensen in. Ew ên muzîkjen û dawetvaniyên Kurd ên salên 1958 ta 1965'an in jî. Lê ji bo ku kesên bêhtir elaqedarî muzîka Kurdî ne, yanî lêkoler yan jî muzîkolog û muzîkjenên Kurd nikarin xwe bigihînin vê arşîvê.
=KTML_Bold=Nameya destxet û helbestine Cegerxwîn=KTML_End=
Li ber destê me sê helbestên Cegerxwîn hene. Wekî din nameyeke bi tîpên Erebî hatiye nivîsîn jî heye. Nameya bi xetên Erebî li ser kaxezeke piçûk hatiye nivîsîn. Kaxeza ji ber kevinbûnê zerbûyî, çar tewî hatiye pêçan û şûna van tewan jî diyar e bi armanca paraztina wê, paşê bi zemqa bandî bi hev ve hatiye kirin. Li jor û jêra kaxezê zerareke mezin bûye. Yanî weke ku ne li cihekî guncaw hatibe muhafezekirin, xuya ye. Muhtemel e ku ev beşek ji wan hezar rûpelên di arşîva Mele Şêxmûs de bin ku di bin erdê de hatibûn veşartin û paşê terektorekê bi cot ew ji hev parçe kirin (Binihêre li hevpeyvîna Rewşan Deniz bi Zorab Şêxmûs Mûsa re). Name gelekî muhtemel e ku sala 1936’an hatibe nivîsandin, ji ber ku piştî vekişîna Fransiyan gelek nivîsên bi Kurdî ji tirsa rejîmên cihê hatine veşartin, û rewşa vê kaxezê jî dike ku em li vê bifikirin. Wekî din ji ber ku hê di dema Hawarê de Cegerxwîn nivîsa Latînî nas kiribû, em dikarin wisa texmîn bikin ku ev name di salên 1930’î hatiye nivîsandin. Lê di nameyê bi xwe de agahî hene ku wê bikin em ji hev derxin ka ev name kengê hatiye nivîsîn niha berê xwe bidin vê helbesta bi tîpên Erebî hatiye nivîsîn.
=KTML_Bold=Nameya Cegerxwîn ji Mele Şêxmûs re=KTML_End=
Nameya Cegerxwîn ji ”Şêxmûs Efendî” re nivîsî, ji demeke diyar e. Ew gundên Cehnema û Çêlekê dikire, lê hîna li wan bi cih nebûye û mala wî li Hasdê ye. Em ji jînenîgeriya Cegerxwîn pê dizanin ku wî herdu gund jî bi alîkariya Haco Axa sala 1936´an kirîne. Yanî pirr muhtemel e ku ev name sala 1936´an hatibe nivîsandin. Ew nameyê li Çêlekê dinivîse û dibêje, hîna mala wî li Hasdê ye. Wekî din li ser zerfa name li serê jî li gorî agahiyên kurê Mele Şêxmûs -, Zorab Şêxmûs Mûsa jî piştrast dike, ji gundê Cehnemê hatiye şandin. Li ser zerfê dinivîse: ”Ji Cehnemê..; diçe destê hevalê minê delal Mîrza Şêxmûs”. Yanî name li Çêlekê hatiye nivîsîn û ji Cehnemê hatiye şandin. Rêzên nameyê weke xwe hatine hiştin.
90 *
=KTML_Bold=Pismamê delal Şêxmûs Efendî=KTML_End=
Ez çavê te maç dikim, silava li te û mal û merivê te
dikim êmi*, û saxiya te, û zarokê te ji yezdan dixwazim
Xwedê te û welat ji nexweşî û belengaziyê biparêze
Xwedê zanî, ji zû ve mi** gelekî bêriya te kiriye,
lê ez çi bikim riya mi bi we nakevê, ez niha li Çêlekê***
me. Mala mi hê li Hasdê ye, belkî biharî em tev de bêne
vir. Xwezî me hev di van rojan de bidiya.
Ez silava li bavê te û diya te, kebaniya te dikim, keça te
çawa ye? Destê mi îsal teng e, welatê me jî bê deng e****
Rojî va ye hatiye nav me, jê re çawa ye? Gelo dixwî
yan digirî? Ez îro, sibe û dusibe jî li vir im
Ti çîrok û çîrçîrok***** niha peyda nabin. Tu û Ereb
ji hev re baş in, ya me na. Ez çavê te maç dikim hevalê mi
jiwînkurd******
Cigerxwîn
* Ev hejmar çima li vir e min tê dernexist.
** Li vir nivîsa Seyda pirr dişibe ”ême” lê diyar e adeta nivîsa Seyda ye ku ”êmi” wisa binivîse.
*** Li vir jî nivîsa Seyda dişibe ”me” lê eşkere ye ku ”mi” ye.
**** Yek ji du gundên ku Seyda damezrandî ye Çêlekê ye, yê din jî Cehneme ye.
***** Seyda li vir weke helbestê li hev aniye, lê muhtemelen peyameke bi dizî jî dide.
****** Qesda Seyda li vir belavok û metnên siyasî ne. Weke şîfre bi kar tîne.
******* Muhtemel e ku ji bo ”jînkurd” Seyda wisa nivîsîbe û weke peyveke bi maneya ”bijî” bi kar anîbe.
Sê helbestên Cegerxwîn
Helbestên Cegerxwîn ên bi tîpên Latînî çiqasî kevin in yan na em pê nizanin. Herçî destxetên wî ne, Zorab Şêmûs Mûsa wan weke kitêb hazir dike, tevî helbestên çendek şairên din ên Kurmanciyê. Yek ji van helbestan sala 1970’yî hatiye nivîsandin. Ev jî helbesta bi navê Yûsifê Hedad e. Lê esas mirov tam jî nizane. Ji ber ku muhtemel e, ev tarîx jî wê roja ku Mele Şêxmûs Mûsa xwestiye helbestên li ber bê ketine, binivîse, dest nîşan bike. Axir yek ji helbestan berê di Hawarê de 20 Kanûna 1943´yan bi navê Pendname derçûye. Yanî ev helbest beriya hingê hatiye nivîsîn. Ev helbest li cem Mele Şêxmûs ”Hingî geriyam ez li dinê” hatiye qeyd kirin. Gava mirov xwe li xwendina nivîsê biqewimîne, xwendineke bi dîqet lazim e. Lewma Zorab Şêxmûs Mûsa gava ew nivîsandine hin caran “i” kêm e, nivîsa “o”, “u” û “û”yê jî ne bi rêk û pêk e. Jixwe veqetandina peyvan jî xisûsa herî muhim e ji bo vî karî. Di helbesta yekê de bersiveke ji Cemîl re heye. Navê helbestê Yûsivê Hedad be jî, xîtabî ”Cemîl” dike. Helbest li Neşwa Rojhilat hatiye nivîsandin. Li gorî texmîna min ev helbest ji Cemîl Paşa re yan jî Cemîlê Haco re hatiye nivîsandin. Di bibîranînên xwe de Cegerxwîn, behsa têkiliyên xwe yên pê re dike. Mesela gava vekirina dibistana Kurdî ya sala 1938´an a li Amûdê dike. Ev xebata di çarçoveya xebata komeleya JonKurd-CiwanKurd de ye û ji bo komeleyê nede girtin, ew ji Cemîlê Haco alîkariyê dixwaze. Wekî din bi Cemîl re weke heyet sala 1945´an diçe li Mûsilê Ingilîzan jî dibîne. Û di bibîranîn wî de gelek minasebetên wî û Cemîlê Haco hene ku carinan navê wî weke Cemîl Axa jî hildide. Axir çi Cemîl Paşa û çi Cemîl Axa, di helbestê de gazinên Cegerxwîn û ravekirina wî eşkere ye, çawa ku dibêje, ”Eger ne Kurdîtî ba ez, Bi pey kesî ve nabezim, Kêmanî ya şêxatî ye, Axatî ye, nakim Cemîl.”
Yûsivê Hedad
Yûsivê Hedad bi dûpişk
Ez bi yekê nakim Cemîl
Ger bê ser nefs û keramet
Ez vê qebûl nakim Cemîl
Ev şîreta bavê min e
Nêzîkî xa* qet mebe
Rast e heya ku bimirim
Vê ji bîr nakim Cemîl
Eger ne Kurdîtî ba ez
Bi pey kesî ve nabezim
Kêmanî ya şêxatî ye
Axatî ye, nakim Cemîl
Ev qelem her şerê min e
Ma Hindî û Misrî çi ne
Rêberê Ferdosê Kurd im
Ez melekê eflak im, Cemîl
Heyfa emrê min î ciwan
Mi bi tolikê tev firot
Êdî kale- pîremerd im
Ez qet buha nakim Cemîl
1970
Neşwa Rojhilat
* Dibe ku axa be.
Helbesta din a ku bi ya Zorab Şêxmûs Mûsa nehatiye nivîsandin, bi navê ”Adar û Nîsan e Mela” hatiye qeydkirin. Çawa diyar e, rista pêşî ya helbestan weke navê wan hatine diyarkirin.
Adar û Nîsanê Mela
Adar û Nîsanê mela
Dil her bi êşan î mela
Çûn her bi efxan î mela
Zanim bi heyran î mela
Bilbil dibistan î mela
Pir neqş û nîşan î mela
Şibhê direfşan î mela
Mûsayê Ebran î mela
Yûsif di Kenan î mela
Ti – ‘o’ Zelîxa ye mela
Ji bo êş û derd û kula
Bibe qurbana serê te
Di hezar car şêx û mela
Biskê misk û mawerî
Lêvê ji qend û şekirî
Xalê-di qer gom* esmerî
Birhê ji qewsê Berberî
Çeşmê bi gezm û awerî
Dêmê gulî sîma perî
Qamet ji rengê ererî
Qulpa guharê Heyderî
Gerden bilûra mermerî
Nîşan hinara ten zerî
Carek ji pişt perdê derî
Dil bû ji derda sed kerî
Bi keşifq û bi** cemalê
Tu ji bo can û dila
bibe qurbana serê te
Di hezar car şêx û mela
Zanim ji arê mihbetê
Sîna me êş û janetê
Berq û biruska firqetê
Carek ji xiflet lêketê
Nabînim dilq û rahetê
Kuştim ji dîlber qametê
Qews û qezeh, xal û xetê
Nadim mecala wesletê
Carek bikêşim suhbetê
Belkî bi eynê hukmetê
Dilber şefakit eletê
Ti ji Cegerxwîn şefa kit
Ji elem û derdê kula
Bibe qurbana serê te
Di hezar car şêx û mela
* Dibe ku ”Xalê di gerden” be.
** Min bi xweşikî jê fêm nekir, lê weke xwe dihêlim.
Pendname û bîra Mele Şêxmûs
Helbesta sisiyan berê hatiye weşandin. Helbest di Hawarê de derçûye û sernavê wê jî Pendname ye. Di hejmara 52´yan a Hawarê de helbest derçûye. Lê yan edîtoriya Celadet Bedirxan helbest gelekî guherandiye, yan jî bîra Mele Şêxmûs Mûsa ji nivîsê dûr ketiye. Em li jêr bi têbîniyan îşaret dikin bi cihên ku ji hev cihê ne.
Hingî geriyam ez li dinê
Hingî geriyam ez li dinê me qe nedî
Kes bi rengê me bê yar û bira dost û xwedî
Xetek [di H. de Rêzek] me nivîsî, me nema eyb û fedî
Rabûm [d H. de Rabû ] ji xewê der seherê da semedî
Ya reb ji bo miletê Kurdî meded î
Ey Kurdê li dor şax û çiya deşt û newala [di H. de newalan]
Her wextê dikêşin keder û derd û metala [di H. de metalan]
Çawa dikujin yar û bira, dost û hevala [di H. de hevalan]
Dijmin ku bibîne ji xwe re keys û fesala [di H. de fesalan]
Dê jehrekî qatih her wekî selwa bima [di H. de selwa bi we dî]
Ya reb ji bo miletê Kurdî meded î
Xweşxanê-di min çûne sema taqe felek [di H. de semawatî felek]
Hişyarî kirin [di H. de Hişyar dikirin] cin û şeyatîn û melek
Rabin ji xewa cihlê [di H. de cehlê] vekin çavên belek [di H. de çavên di belek]
Men ‘aşe cehûlen, sebîlen nure selek [di H. de sibulen narî selek]
Ev cihl û nîfaqa me bê xeredî [di H. de me hemî bê xeredî]
Ya reb ji bo miletê Kurdî meded î
Rabin ji x[e]wa cihlê [di H. de cehlê] bikin ceng [di H. de cehd] û şere
Lewra me bi guh his kiriye ev xebere
Berî ku emir kir b[i] ebaret [di H. de îbadet ji me re
Go, ebdê min [di H. de evdê mino], rabe çi bike [di H. de bikî] , ez bi te re
Hêvî me heye go [di H. de heye me] bigirin vî beledî
Ya reb ji bo miletê Kurdî meded î
Ger hêvî fikir vî wetenî [di H. de evhêvî heye vî beledî] em bigirin
Heçî dibên em Kurd in, meger [di H. de Rabin herçî ko kurdin tevî] hur û gir in
Malê xwe bidin, top û teyarê [di H. de teyaran] bikirin
Serbest bibin em li dinê yan bimirin [di H. de Serbestî bibin, yan li dinê em bimirin]
Min herrî fîraqil weteîn [di H. de wetenî] w-el hesedî
Ya reb ji bo miletê Kurdî meded î
Heçî me gotî werin [di H. de Herçî ko me gotî ji we ra] guh bidinê
Alem hemî bûn insan [di H. de Alem hemî însan e] ji bil me bi tenê
Bê top û teyare em tênê man li dinê [di H. de bi tenê man li dinê]
Ciz-eke [di H. de Ciz´ek ko] ji îmanê ye huba wetenê
Lew pêtên agir ji welata daye nebedî [di H. de Lew pêteke agir ji weten da kebedî]
Ya reb ji bo miletê Kurdî meded î
Şera nebewî hukmê [di H. de hikmê] hedîsa me [di H. de wî] hilat
Bo şêx û mela [di H. de melan] mal [di H. de ma li dinê fitr û zekat
Herçî ku [di H. de ko] Cegerxwîn e, nema sebr û tebat
Zane ku hey [di H. de Zanim ko heye] piştî heyatê re memat
Lewra ji xweda pê ve nehim kes ebedî [di H. de Lewre ko nehim xeyrî Xwedê kes ebedî]
Ya reb ji bo miletê Kurdî meded î [di H. de ev rist nîne]
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin
[1]
Bu makale (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 631 defa görüntülendi
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/ - 20-07-2023
Bağlantılı yazılar: 13
Yayın tarihi: 09-07-2021 (3 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Tarih
İçerik Kategorisi: Sosyal (Örf ve adet)
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Edebi
Özerk: Kurdistan
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 20-07-2023 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 20-07-2023 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 631 defa görüntülendi
Bağlantılı dosya - Sürüm
Tür Sürüm Editör Adı
Fotoğraf dosyası 1.0.1129 KB 20-07-2023 Aras HisoA.H.
Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kısa tanım
100 yıllık inkâra Kürt entelektüellerinden cevap
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması- 2
Kısa tanım
Anadolu’nun İlim ve Tasavvuf Hayatında Öne Çıkan Berzencî Ulemâsı
Biyografi
Pervin Çakar
Biyografi
Reşan Çeliker
Kütüphane
MARDİN 1915
Biyografi
Rahime Kesici Karakaş
Kısa tanım
Mehmed Mihri Hilav’ın Kürd dili üzerine çalışmaları-2
Biyografi
Kemal Astare
Biyografi
Vedat Türkali
Resim ve tanım
1905 Mardin
Kütüphane
TÜRKİYE: KÜRT SORUNUNUN ÇÖZÜMÜ VE PKK
Resim ve tanım
Mardin 1950 hasan ammar çarşisi
Biyografi
İbrahim Küreken
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
Kısa tanım
Özgürlük Denizine Akan Nehirde Şeyh Ahmed Barzani
Biyografi
JAKLİN ÇELİK
Kütüphane
KOMÜNİST
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu'na Sunulan Dosya ve Belgeler
Kütüphane
MARDIN 'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
Biyografi
AHMET KARDAM
Biyografi
Dilan Yeşilgöz-Zegerius
Resim ve tanım
Erbildeki Patlama 19 kasım 2014

Gerçek
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
AHMET KARDAM
Kısa tanım
100 yıllık inkâra Kürt entelektüellerinden cevap
23-04-2024
Sara Kamele
100 yıllık inkâra Kürt entelektüellerinden cevap
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
25-04-2024
Rapar Osman Ozery
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması- 2
03-05-2024
Rapar Osman Ozery
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması- 2
Kısa tanım
1914 Tarihli Bitlis İsyanının Osmanlı Arşiv Belgelerindeki
03-05-2024
Rapar Osman Ozery
1914 Tarihli Bitlis İsyanının Osmanlı Arşiv Belgelerindeki
Yeni başlık
Biyografi
EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
23-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
AHMET KARDAM
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
20-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
İbrahim Küreken
14-04-2024
Rapar Osman Ozery
Biyografi
Kemal Astare
14-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu\'na Sunulan Dosya ve Belgeler
13-04-2024
Sara Kamele
Biyografi
Ekrem Cemilpaşa
11-04-2024
Rapar Osman Ozery
Kütüphane
MARDIN \'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
MARDİN 1915
08-04-2024
Sara Kamele
Kütüphane
KOMÜNİST
07-04-2024
Sara Kamele
Istatistik
Makale  518,351
Resim 106,268
Kitap PDF 19,198
İlgili Dosyalar 96,778
Video 1,359
Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kısa tanım
100 yıllık inkâra Kürt entelektüellerinden cevap
Kısa tanım
1914 Bitlis Kürd Ayaklanması- 2
Kısa tanım
Anadolu’nun İlim ve Tasavvuf Hayatında Öne Çıkan Berzencî Ulemâsı
Biyografi
Pervin Çakar
Biyografi
Reşan Çeliker
Kütüphane
MARDİN 1915
Biyografi
Rahime Kesici Karakaş
Kısa tanım
Mehmed Mihri Hilav’ın Kürd dili üzerine çalışmaları-2
Biyografi
Kemal Astare
Biyografi
Vedat Türkali
Resim ve tanım
1905 Mardin
Kütüphane
TÜRKİYE: KÜRT SORUNUNUN ÇÖZÜMÜ VE PKK
Resim ve tanım
Mardin 1950 hasan ammar çarşisi
Biyografi
İbrahim Küreken
Biyografi
MEHMET EMİN SEVER
Kısa tanım
Özgürlük Denizine Akan Nehirde Şeyh Ahmed Barzani
Biyografi
JAKLİN ÇELİK
Kütüphane
KOMÜNİST
Kütüphane
Çiller Özel Örgütü TBMM Susurluk Komisyonu'na Sunulan Dosya ve Belgeler
Kütüphane
MARDIN 'i DINLERKEN MÜZEYLE BAŞLAYAN DEĞİŞİM
Biyografi
AHMET KARDAM
Biyografi
Dilan Yeşilgöz-Zegerius
Resim ve tanım
Erbildeki Patlama 19 kasım 2014

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.984 saniye!