图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 105,973
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Têkiliya Edebiyat û Dîrokê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Têkiliya Edebiyat û Dîrokê

Têkiliya Edebiyat û Dîrokê
=KTML_Bold=Têkiliya Edebiyat û Dîrokê=KTML_End=
Dîrok: 10-05-2023
=KTML_Underline=Gulbejn=KTML_End=

Ji serdema herî kevin a nivîsê ku tê zanîn ve, wekî remz û rênasîyekê nivîs bûye rêbera mirovahîyê. Wekî ku tê zanîn, zanista herî kevn ango bi awayekî dî, zanista herî kevnar û berfireh felsefe tê zanîn ku hemû zanistên din di bin banê xwe de dihewand. Paşê yeko yeko beş û binbeşên zanist û hunerê jê qetîne. Li ser vê şopê em dibînin rêka gelek disîplîn û beşan jî heta asteke diyar bi hev re ne. Bêyî ku em ji sernavê nivîsa xwe dûr bikevin, divê em bidin zanîn heta sedsala 19’an dîrok jî di bin banê edebiyatê de, wekî binbeşek edebiyatê heta wê demê hatiye. Ji ber hin taybetiyên xwe yên xweser, bi demê re dîroknasan hem barê xwe ji ser milê wêjeyê girtine hem jî rêkek taybet ji xwe re vekirine. Mînak gelek in lê ya herî navdar ku dîroka kurdî de berhema Ehmedê Xanî mesnewiya Mem û Zîn sala 1692’yan de bi îlhameke mîtolojî bi awayekî modern û menzûme nivîsiye, Xanî ji dema xwe berhemek bi zanyarî, jidil, bêqisur û xurt teswîr kiriye ku heya vê çaxê bi mayînde li ber dilê edebiyatê, çi detayan em ê nebinîn ku bi zimanê çaxa xwe çîrok xistiye qelibekî mişexes teswîr kiriye. Em li wir jî hîs dikin û
dibînin tehma dîrokî di kakilê edebiyatê de çawa hatiye parastin. Çimkî her çiqas her du disîplîn jêderka wan felsefe be jî, xaçerêka tê de diborin ji hev ne cuda ne. Hest, raman, felsefe, derbirîn, rasterast xweza, rewşa bi her awayî ya mirovî û çîroka di nava demê de ya mirovahîyê. Bi awayê herî kurt mijara edebiyatê bûn. Lê piştî sedsala 19’an çîroka di nava demê de ya mirovahîyê ku îro em wekî dîrok dizanin ji edebiyatê diqete û wekî dîsîplîneke serbixwe rêka xwe didomîne. Ji ber bihevrebûna wan a bi sedan salan têkiliya di nava wan de jî gelekî grîft û tim li ser piyan e.
Ev têkilî wisa xurt û asayî ye ku dema zanista dîrokê rastî tu belgeyek dîrokî ya zanista xwe neyê yekcar berê xwe dide tekstên edebî. Loma jî heta vê demê, wekî belgeyên pêbawer zanista dîrokê pişta xwe bi rehetî dispêre berhemên edebî. Her çiqas berhemên edebî, berhemên tevnsaziyê bin jî di paşxaneya xwe de, ji serdema xwe, ji dema afirînerê xwe, bûyerên serdema xwe şopên beloq li xwe dihêlin.
Ji ber van sedeman dema em bala xwe didin roman, çîrok, şano, helbest û fîlmên dîrokî em pêrgî şopên wê serdemê tên. Loma jî dîrok û edebiyat bi qasî şopeke nas nêzî hev in. Dema em li berhemên edebî dimeyzenin, her çiqas dema her berhemekê cuda be jî dîsa her berhem şop û şîfreyên dema xwe di nava xwe de dihewînin. Wekî destpêka şano jî serdema berê ya yewnanan tov digre, mijar û hemû hunerên şano çawa û li ku dest pê kiriye di dîrokê de kêm zêde em dikarin texmîn bikin. Ji ber vê taybetiya girîng a edebiyatê, dîsîplîna dîrokê tu caran ji edebiyatê neqetiyaye û ew ji xwe dûr jî nexistiye. Çimkî berhemek edebî çiqas hewl bide xwe ji tişt û geremola rojane dûr bixe jî, wan remz û sembolên roja xwe bikar tîne.
Bifikirin ku romanek derbarê şerê Kobanî de hatiye nivîsîn di sedsala 21’an de, ew ê çiqasî xwe ji wê serdemê û bûyerên wan deman dûr bixe? Yan jî romanek derbarê şerê rizgarîya Wîetnamê de bifikirinâ; Romanûs dikare çiqasî dûrî rastîyê be, çiqasî tevnsazî be jî ew bi kod û şîfreyên di nava xwe de qala wê serdemê bike. Yan jî berhemeke edebî ya otobiyografîk bifikirin ku çavkaniyek çawa ye ji bo siberojê, Belkî jî ji ber vê yekê ye dîrok û edebiyat nikarin dûrî hev bisekinin. Her çiqas berhemên wê serdemê berhemên tevnsazî bin jî, bi hemd yan jî bêhemdê xwe şopên serdema xwe bi awayekî gelekî xurt li xwe dihêlin. Bi van xisûsiyetên xwe edebiyat dibe çavkaniyek xurt ji bo dîrokê. Bêguman dîrok, bûyerên qewimî jî, her rojek dîrokî jî dibin rêyêk ji bo berhemên edebî. Dema ku em van bi hev re bidin ber hev û ser hev, dîrok û edebiyat dibin du destbirakên hev ên hunerî û zanistî. Çimkî edebiyat jî ji bo ji paşxaneya dîrokî ya metna xwe, ya hunermend û wê serdemê sûdê werdigire. Ew roman, çîrok, şano, helbest û fîlmên dîrokî ku em dikarin wekî dîrokî qal bikin jî jixwe bingeha xwe ji wê derê digirin.
Têkiliya edebiyat û dîrokê bi qasî xwe bigihîne serdema arkaîk kûr û xurt e. Ji bilî van xalên ku me qal kir, sînorê vê hevkariyê bi berhemên cuda yên huner û çandî yên postmodernîst bêhtir berfireh bûye. Gelek sînor û xweseriya her du dîsîplînan bêhtir xumam kiriye.
Piştî dabeşbûna felsefeyê, du beşên sereke û gelekî nêzî hev û tim di têkiliyek xurt de, wekî jêderk û çavkaniyên hev dîrok û edebiyat tim hev xwedî dikin û mezin dikin. Her du beşên zanistî/hunerî jî jêderka wan mirov in loma ji hev re tim palpişt in û hev zindî dihêlin.
Wekî gotina dawî heger em bala xwe bidin dîrokê, divê em di ser dîroka edebiyatê re gav nekin. Çimkî dîroka edebiyatê, bi sedsalan li ser berhemên edebî yên wê civakê hûr dibe, li gorî serdeman berhaman dinirxîne, bi cih dike û wekî belgeyan pêşkêşî dîrokê dike. Ji ber vê yekê jî bi saya berhemên edebî em kelepora xwe ya dîrokî jî nas dikin. Bi saya van berheman em feraseta ramanî û helwesta rojane ya mirovî ya civaka xwe jî bi awayekî dîrokî fam dikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览920
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/ - 01-08-2023
挂钩项目: 53
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 10-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on03-08-2023
此产品最近更新( سارا ک ):03-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览920
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 105,973
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!