图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ZILAMEK Û ZIMANEK
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Celadet Alî Bedirxan

Celadet Alî Bedirxan
=KTML_Bold=ZILAMEK Û ZIMANEK=KTML_End=
=KTML_Underline=#Celadet Alî Bedirxan#=KTML_End=

Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî jihevdeketî saz bike û carina zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê eşkere dikin.
Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jîyinbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.
Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbine hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ko êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive.
Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye.
Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ibranî vejand. Ibranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê erebiyê ye. Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin û nivîsandin. Bi tenê zanayan pê dizanîn û di kiniştan de tewrat bi vî zimanî dihate xwendin.
Herçî cihî bi zimanine din, bi zimanên welatên ko tê de rûdiniştin xeber didan. Yanî cihiyan zimanekî milî, zimanekî xweser nîn bû û ji lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.
Di sala 1877an di şerê ûris û tirkî de zora tirkan çû bû û herçî miletên Balqanê hene ji bindestiya tirkan xelas bû bûn. Xelaskirina dewletên Balqanê nemaze bi destê çarê ûris çû bû serî û miletê ûris bi xwe bi vî îşî bendawar dibû û rojnameyên rûsî gelek qala dewletên Balqanê ên nû dikir.
Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê Elyêzer bin Yehûda hebû. Kurê Yehûda wek herkesî bi vî şerî bendewar dibû û didît ko miletên bindest wek Sirbistan û Birxaristanê û ên mayîn ji nîrê zorkerên xwe xelas dibûn û digihaştin istiklalên xwe. Yehûda bi van bûyeran li miliyeta xwe hişyar dibû û li ber halê miletê xwe diket. Yehûda didît ko halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihî ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; Lê zimanê wan jî nîne û bi zimanên xelkê xeber didin.
Xortê cihî qerara xwe da û di dilê xwe de got: Divêt cihî vegerin welatê pêşiyên xwe; Welatê kurên Israîl, û dîsan divêt ko cihiyan jî weke xelkê zimanek hebe û têk de pê baxêvin. Ew ziman ji zimanê pêşiyan, zimanê ibranî ye.
Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878'an de qesta Parîsê, qesta wî bajarê mêvanhewîn kir.
Li Parîsê, Elyêzer bin Yehûda têkilî cihî yên Parîsê bû. Elyêzer ji alîkî zimanê xwe pêş ve dibir û ji aliyê din fikrên xwe ên milî belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe lê radibûn û heye ko digotin ev mirov dîn e. Lê Yehûda guh nedida wan û ji esera xwe a mezin re bi vêneke xurt û mezin û bi serê xwe dixebitî. Kiri bû serê xwe ji miletê xwe ê bê ziman miletekî biziman bîne pê.
Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibranî yê bû bû. Niho diviya bû ibraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike. Ji bo çandina tovê xwe jê re zeviyek diviya bû. Di sala 1881ê de Elyêzer keça mamosteyê xwe ji xwe re anî û berê xwe da Felestinê. Bi vî awayî jinikek, hîmê xanimanekê, ketibû destê wî. Zaro wê bidana pey. Yehûda, bi rê ve di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî ko gihaştine erdê Felestinê jina wê hînî çend pirsên ibranî bû bû.
Gava pê li erdê pêşiyan kirin Yehûda gote jina xwe, ji niho û pê de emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya jinikê gelek hindik bû. Jinikê kir û ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî gotinê ye ko zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji ibraniyê pê ve bi tu zimanî ne dizanîn û ji lewre di nav xelkê de lal dihatine hesêb. Lê bi vê laliyê miletê cihî wek miletine din bû xwediyê zimanekî, xwediyê zimanekî xweser.
Yehûda û xelkê mala wî di zivariyê de dijîn. Lê çi xem. Ji fikirine mezin re fedekarîne mezin divêtin. Ji ber ko xelk bi derbekê bîra fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî dixwar lê gava didît ko xelkê mala wî bi ibranî xeber dida, bawer bikin, xwe bextiyartirê mirovên dinyayê dihesiband.
Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir û ji xwe re xwendevan jî peyda kirin. Bi rê va û di hin dibistanên cihî de dest bi xwendina ibraniyê jî kirin.
Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe cê dikir û bêjeyên ko di zamanekê mirî de nînin ew jî pêk ve tanîn. Zimanê ibranî jî di nav cihiyan de belav dibû. Di sala 1922an de gava Elyêzer bin Yehûda mir zimanê ibranî yê ko berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû bû zimanê miletekî. Ev ziman îro di Felestinê û di rex erebî û îngilîziyê de zimanekî resmî, zimanê dewlet û hikûmetê ye jî.
Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiştê ko bi vêna zilamekî tête pê. Di kar û bi serhatiya vî zilamî de pend û derseke mezin heye. Herçî miletên bindest û bê ziman an bê zimanê nivîskî divêt jê ibretê bigrin. Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne wezîfa xwe a milî pêk ve neanîne û bi kêrî miletê xwe nehatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.
Piştî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbe şanî daye ko li gora jîriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan de dikarin hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.
Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê awe ê mader dizanin û ji lewre li mal be ji derve be bi tenê bi kurdî dipeyivin. Lê di nav kurdan de hindikahîke kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê an di welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê re divêt, heke bizimanê xwe nizanin berî ewilî hînî wî bibin û piştre di nav mala xwe û bi zar zêçên xwe re herwekî Elyêzer dikir bi tenê bi kurdî xeber bidin.
Belê ji van kurdan re divêt, gava ji derve têne mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê digûhêrînin, zimanê xwe jî welê bigûhêrînin û zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.
HEREKOL EZÎZAN
(Celadet Alî Bedirxan)
(Hawar, Hejmar 40, 1942- Şam)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览657
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://cetoyezedo.blogspot.com/ - 06-08-2023
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 27-10-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-08-2023
此产品最近更新( سارا ک ):12-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览657
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!