Βιβλιοθήκη Βιβλιοθήκη
Αναζήτηση

Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!


Search Options





Σύνθετη Αναζήτηση      Πληκτρολόγιο


Αναζήτηση
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Αποστολή
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Εργαλεία
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Γλώσσες
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Ο λογαριασμός μου
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
Αναζήτηση Αποστολή Εργαλεία Γλώσσες Ο λογαριασμός μου
Σύνθετη Αναζήτηση
Βιβλιοθήκη
Kουρδικά ονόματα
Χρονολόγιο των γεγονότων
πηγές
Ιστορία
Συλλογές του χρήστη
Δραστηριότητες
Αναζήτηση Βοήθεια;
Δημοσίευση
Video
Ταξινομήσεις
Τυχαία item!
Στείλτε το άρθρο
Αποστολή φωτογραφίας
Survey
Η γνώμη σας
Επικοινωνία
Τι είδους πληροφορίες που χρειαζόμαστε!
Πρότυπα
Όροι Χρήσης
Στοιχείο ποιότητας
Σχετικά με
Kurdipedia Archivists
Άρθρα για εμάς!
Προσθέστε Kurdipedia στην ιστοσελίδα σας
Προσθήκη / Διαγραφή Email
Στατιστικά Επισκέπτες
Στατιστικά στοιχεία
Γραμματοσειρές Μετατροπέας
Ημερολόγια Μετατροπέας
Γλώσσες και διαλέκτους των σελίδων
Πληκτρολόγιο
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Είσοδος
Η ιδιότητα του μέλους!
Ξεχάσατε τον κωδικό σας!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Σχετικά με
 Τυχαία item!
 Όροι Χρήσης
 Kurdipedia Archivists
 Η γνώμη σας
 Συλλογές του χρήστη
 Χρονολόγιο των γεγονότων
 Δραστηριότητες - Kurdipedia
 Βοήθεια
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,127
Εικόνες 106,457
Βιβλία 19,249
Σχετικά αρχεία 96,905
Video 1,378
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανι...
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ...
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημ...
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
Li Gurcîstanê Pêşeng û Mezinekî Kurd: Keremê Anqosî
Ομάδα: Άρθρα | Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
στοιχείο κατάταξη
Άριστη
Πολύ καλό
Μέσος όρος
Κακή
Κακό
Προσθήκη στις συλλογές μου
Γράψτε το σχόλιό σας για αυτό το προϊόν!
Είδη ιστορία
Metadata
RSS
Αναζήτηση στο Google για τις εικόνες που σχετίζονται με το επιλεγμένο στοιχείο!
Αναζήτηση στο Google για το επιλεγμένο στοιχείο!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Keremê Anqosî

Keremê Anqosî
=KTML_Bold=Li Gurcîstanê Pêşeng û Mezinekî Kurd: #Keremê Anqosî#=KTML_End=

Keremê Anqosî, di 10'ê Kewçêra 1937'an de li Tiblîsê, di malbateke ji împeratoriya Osmanî koçkirî çêbûye. Dê û bavê wî weke hemû niştecihên Kurd-Ezîdî yên li Gurcîstanê, ji ber komkujiyê, ji Kurdistanê koçî sînorê Rûsan bûne û li Qafqasê belav bûne.
Keremê Anqosî, zanîstê rojhilatnasiyê ye û pisporê zimanê Kurdî ye. Nivîskarê gelek pirtûk û gotarên li ser dîrok, etnografya, wêje, ziman, folklora Kurdan û dînê Eziditiyê ye. Aktîvîstekî hînkerê çandî û civakî ye. Di hemû jiyana xwe de, ew weke nivîskar, rojnameger, mamoste, rêvebebir û serokê civata Kurdan gelek kar kiriye. Ji avakarê Radyoya Kurdî ya Gurcîstinê ye, di 1978an vir ve karên nivîsê ya weşana Kurdî di radyoyê hê jî li wir weke edîtorê sereke dixebite. Ew ji salên 1970'yî de serkêşê gelek çalakiyên civakî, polîtîk, çandî û perwerdî ji bo hînbûna zimanê Kurdî de, parastin û qebûlkirindana mafên Kurdan weke netewên kêmar de xebitiye. Di gelek rojname û pirtûkên kurdî de edîtorî û weşangeriyê kiriye.
Keremê Anqosî, lîse di 1956'an de bi bi serketî kuta kir û bi madalyaya zêr tê xelatkirin. Di heman salê de li Zanîngeha Tîblîsê ya Dewletê dest bi xwendina beşa fîzîkê dike. Ji bo ku zanîna xwe ya ziman, dîrok û çanda Kurdî pêş bixe, fakulteya xebatên Rojhilatî beşa Fîlolojiya Îranî di 1961an xelas dike û weke lêkolîner li heman enstîtûyê xebatên xwe didomîne.
Berî ku dest bi karên rêvebiriya Partiya Komîst bike, li Bakuyê perwerdehiya bilind ya partiya Komunîst diqedîne. Di 1979'an de derbasî xebatên Partiyê Kominîst dibe. Di dezgeha Komîteya Navendî ya Partiya Kominîst a Gurcîstanê, di beşa ajitasyon û propagandayê de heta hilweşîna Sovyetê di sala 1991ê de dixebite.
Bi serkêşiya wî; lijneya bajêr ya mamosteyên Kurd ên Tîblîsê, lijneya rêveber ya wekîlên Kurd yên Tîblîsê, beşê hunermêndên Kurd di bin banê “Yekîtiya Hunarmendên Gurcîstanê” de dadimezirîne û di 1979'an de di pêşketin û dirûvgirtina Tiyatro Kurdî li Tîblîsê de dixebite.
Keremê Anqosî gelek çalakiyên mîna pîrozahî, civînên zanîstî, çand û hunerî, konser û festîval birêvebir. Bi temsîlkarê Kurdên dinê re, festîvalên baweriya Ezidiyan, ders û semînerên li ser dîrok, çand, ziman, wêje û baweriya Kurdan organîze kiriye û bi rêve biriye. Gelek hevdîtin û gerên ji bo komên folklora Kurdan ên li bajarên cuda û komarên Yekitiya Sovyetê ya kevn organize kiriye. Pêşandina xebatên hunermendên Kurd yên profesyonel û çapkirina albûmên wan yên ewil dîsa ji alî Keremê Anqosî di 1980'an û 1989'an de hatiye organîze kirin. Ew amadekar û pêşkêşvanê gelek bernameyên Tv û radyoyan yên di derheqê jiyan, çand û hunerê de ye. Wî hertim dersên Kurdî bêpere daye Kurdên li Gurcîstanê.
Di 1988an de Keremê Anqosî yek ji avakar û serkêşê van organîzasyonên Kurdan yên dervî hikûmetê bû: “Fona Ji bo parastina maf, bawerî û mîrateya çandî ya Kurdan ya Navnetewî”, “Navenda Baweriya Êzîdîtiyê”, “Yekîtiya Temsîlkarên Ronakbîrên Kurd”, “Beşa Kurdan ya fonên UNESCO li Gurcîstanê”.
Keremê Anqosi tevlî gelek kongre û konferansên navnetewî yên li ser pirsgirêkên xebatên rojhilatnasiyê bûye ku di nav wan de kongreya cîhana Êzidiyan li Elmanya ya sala 2000an û konferansa zanistî ya Kurdan li Kurdistana Iraqê bajarê Erbîlê ya sala 2006'an jî heye.
Di 1992'an de Keremê Anqosi komeleyek dervî hikûmetê, bi însiyatîfa xwe ku ji pênc komeleyên cuda pêk dihat bi navê “Civaka Welatiyên Kurd yên Gurcîstanê” ava dike. Di1997'an de ev kom dîsa bi însiyatîfa wî re dibe “Yekîtiya Êzidiyên Gurcîstanê” û ew weke serokê vê yekîtiyê tê bijartin.
Di 1999'an de rojnameya Kurdî ya ewil “Gelavej” û rojnameya Gurcî “Kurdên Gurcîstanê li mala Qafqasan” li Tîblîsê ji aliyê Kerîm Anqosi ve hatiye weşandin û wî bi pereyê xwe derxistiye û hê jî editoriya wan dike.
Di heman katê de wî foneke bêhempa ya mûzîkê ya qeyda radyoyê ji bo stranbêjên navdarên folklora Kurdî û stranbêjên li Gurcîstanê dijîn bidestxistiye. Helbest û çîrokên wî bi Kurdî û Gurcî hatine weşandin. Hin stranên Kurdî yên navdar nivîsandiye û hinên wan jî melodiya wan çêkiriye weke ; “Lêxin Brano”, “Emê Herne Kurdistanê”, “Hernepêş Pêşmerge”, “Hola Ezîda Sor e”(Lawja Êzîdiyan), “Ax, Kuştim Şêrînê”( Peyvên wê yên Cegerxwîn), “Welato”…
Keremê Anqosî di zimanên din de gotar û pirtûkên zanistî yên li ser zimanê Kurdî, wêje, dîrok, etnografî, folklor, dînê Ezîdîtiyê weşandine. Pê re pirtûkên wî yên duzimanî yên ewil bi Kurdî-Rûsî û bi Kurdî-Gurcî pirtûkên elîfbayê, materyalên folklora Kurdan, çend koleksiyonên diayên Êzîdîtiyê weşandine û editoriya pirtûkên cur be cur yên Kurdî jî kiriye.
Kerem Anqosi bi caran ji bo komîte û komisyonên cuda yên bilind ên komarê hate bijartin. Ew mirovê pispor yê dadgeha bilind ya Gurcîstanê, endamê komîteya hilbijartinê ya Gurcîstanê, endamê heyeta Presidiumên Sovyetê yên mezinên Kafkasya, endamê Presidiumên civaka “Tîblîsê” ye. Ew bi xelatên dewletê yên cuda hatiye xelatkirin ku di nav wan de xelata “Nîşana Rûmetê ya Georgiya” jî heye.
Keremê Anqosî endamê yekîtiya rojnamegerên Gurcîstanê ye. Bi xwendekariya xwe re dest bi xebatên hevkariya di navbera xwendekarên Kurd yên Ewrûpa û yên din de kiriye. Di heman demê de bi roleke çalak tevlî xebata konferansa Partiya Demokratîk ya Kurdîstanê bû û li vir bi gelek zanîstên Kurd yên naskirî, nivîskar û kesên polîtîk yên tevgerên netewî yên Kurdan re civîya.
Keremê Anqosî bavê du zaroka ye. Navê xanima wî Zina Ankosi ye, ew di 1951'an de çêbûye û endezyara endustriyê ye. Qîza wî ya mezin Medîna di 1973'an de çêbûye, Akademiya werzîş û Çanda Fizîkî li Georgiya kuta kiriye û weke antrenorê tîma artîstîk jîmnastîk a netewî ya Swêdê de dixebite. Qîza ya biçûk Gulçînê, di 1975an de çêbûye, û weke parêzer li Elmanya dixebite.
Hevpeyvîn:
Çetoyê Zêdo: Cenabê te di hemû jiyana xwe de ewqas kar û bar hilgirt, niha hûn bi çi mijûl in?
Keremê Anqosî: 17 salî bûm dema min dets pê kir, hezar tişt hebû… Ez niha nema wek berê dikarim dixebitim, êdî ne cahil im, nexweşî û extîyarî nahêle ez bixebitim. Karê Radyoyê heye, li vir êdî rewşa me her ku derbas dibe xerabtir dibe.
Çetoyê Zêdo: Jiyana Kurdên Gurcîstanê li gora berê çawa ye?
Keremê Anqosî: Zemanê Sovyetê hukumet alikariya me dikir. Sovyêt ji bo çanda me kurda xêr bû, niha tiştek tune xelkê me feqîr e, niha hertişt bi pera ye.
Çetoyê Zêdo: Rewşa civak û hunara Kurdî niha li Gurcîstanê di çi rewşê de ye?
Keremê Anqosî: Niha di halekî giran de ye. Lê heyf, wexta Sovyet hilweşiya gelek hunermend, nivîskar û şanoger tevde çûn belav bûn. Hemû tiştên me bi Sovyetê ra hilweşiya lê tu yê bêjî ji bo kurda hilweşiya, her tiştê me jî hilweşiya.
Çetoyê Zêdo: Dema mirov bala xwe bide hemû sazî û dezgeyên Gurcîstanê, bi pêşengî û alikariya cenabê te çêbûne. Li Tiblîsê şanoya Kurdî çawa pêk hat?
Keremê Anqosî: Bi xwendekariya xwe re di 1956-57'an de, cara ewil organîzasyonek ji bo civata Kurdên Gurcîstanê pêk anî. Bi navê “Lijneya bi xortên Kurdan re xebat” di bin banê komîteya şaredariyê, ya komela kominîstên ciwan ya Tîblîsê me ava kir û heta 1975'an min serkêşiya wê kir. Ji bo ku bixebitin min cihê komê da wan mamosteyê şanoyê. Min çiqa alikari dida wan tiyatroyan, ew bû Cerdoyê Esed. Ji bo xebatê di studyaya şanoya de Cerdoyê Esed, şaîr bû, wî perwerdehiya ziman dida şanogeran. Hemû cahil û xwendevanên me di nav Yekitiya Cahilên Kurdan de kom bibûn. Çend mehan xebitîn, Cerdo Esed ziman hîn dikir. Wê çaxê keçeke enstituya şanoyê temam kiribû, wê di şanoya Rûsa da şêwirdarê rejisorê mezin kiribû, navê wê Zînê Taloêva ye, niha li Amerika dimîne. Min ji re go bila were, piştî Cerdoyê Esed, Miraz Caferov hat, di redeksiyana Ermenan de bû, Miraz li Gurcîstanê gelek şano li vir derxist. Şixlê me yê şanoyê baş bû, hukumet alikarî dikir. Andok Çildergûşî û jina Andok “Kulîlk” jî hebû. Ji wan şanogeran hin kes, niha li Gurcistanê dijîn.
Çetoyê Zêdo: Niha çima şano û hunera Kurdî li vir ne zindî ye?
Keremê Anqosî: Qeweta me digihiştê berê, lê niha em yaxtiyarbûn nema ji min tê. Ez berê di merkeza komitaya partî de dixebitîm. Heger hezkirin û baweriya wan şanogeran tuneba bo miletê xwe, bi hezkirin û ji dilê xwa, bi çand û şanoya xwe xerc dikirin, bê pere dikirin. Min ji bo miletê xwe kar dikir, ez welatparêz bûm. Bav û kalê min ji welatê xwe derketibûn, xwendin bo me guneh bû, lê hukumetê me bi zorê dibir mektebê. Lê niha em ji hev belav bûne, îmkanên me tune ne. Wextê ku em diroka xwe nizanibin em ê bihelin herin..
Çetoyê Zêdo: Piştî hilweşîna Sovyetê, li Gurcîstanê hûn bi çi mijûl bûn?
Keremê Anqosî: Berê li vir salê pênc- şeş cara şevên taybet dihate kirin. Heta hilweşîna Sovyetê salên baş bûn, niha tiştek nema. Hukumet me ra xêr bû, xwendin bû çand bû, pîşenge bû; ji Êrîvanê hunermend dihatin diçûn. Salonên mezin hebûn, hukumet piştevaniyê me bû.
Çetoyê Zêdo: Têkiliyên we bi Kurdîstana Bakur û Başûr re çawa bû?
Keremê Anqosî: Em dûrî Kurdîstanê bûn lê me ji Kurdîstanê xweştir çand û zimanê xwe xwedî dikir. Bona çanda me, li vira û li Rewanê me ji kurdistanê bêtir kar dikir. Divê vana werîn zanîn, hin kêmasiyên me hebûn lê keda me xweş bû. Eva timam keda bav û kalê me bûn. Merê Elîşêrê Xwedê be, nikare bi tenê tiştekî bike. Em kurd milett in , zimanê me heye çanda me heye. Berê nedigotin, ka pere em bikin, me dikir. Rojên xweş bûn; Ermenîstan û Gurcîstanê çi hebû, li Kurdistanê nebû. Me ziman xweyî kir, me zimanê xwa pêşve bir. Em xwadî derketin, me digo bila zanibin xîreta me heye, sed heyf e ku niha alîkarî tuneye.
Çetoyê Zêdo: Hevkariya bi Kurdên Gurcîstanê hûn çawa dibînin?
Keremê Anqosî: Niha Kurdên Tiblîsê nayên hesibandin. Kes me nas nake. Ku Sovyet hilneweşiya niha hertiştê me hebû. Têkiliya me nebaş e, bila dema ku li Kurdistanê şahiyên çanda Kurdî dibe, di festivalan de hin hunermendên ji vir jî beşdar bibin, ma qey nikarin dawet bikin? Yek bila here Wanê, Amedê, Mêrdinê bila dilê wan li welat germ bibe, bila Kurdistana bakur bibînin, em hevdû nas bikin. Bona xweykirina çanda me, milletê me yê Tiblîse keda wan heye, divê yekî ji Tiblisê jî dawet bikin. Têkîli li kurdistanê û li vir çê bibe ma xerab e? Wê kî piparêze li vir çanda kurdî? Par Wezereta Çandê ya Kurdîstanê dema ku me wiha jê re go, gotin: em nikarin alikariyê bikin? Niha em mîna garisekî bala bûne.[1]
Αυτό το στοιχείο έχει γραφτεί σε (Kurmancî - Kurdîy Serû) γλώσσα, κάντε κλικ στο εικονίδιο για να ανοίξετε το στοιχείο στην αρχική γλώσσα!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 216
HashTag
πηγές
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://cetoyezedo.blogspot.com/- 07-08-2023
Συνδέεται στοιχεία: 2
βιογραφία
Ημερομηνίες & Εκδηλώσεις
Ομάδα: Άρθρα
Άρθρα Γλώσσα: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-03-2015 (9 Έτος)
Publication Type: Born-digital
Βιβλίο: No specified T4 264
Βιβλίο: No specified T4 263
Γλώσσα - Διάλεκτος: No specified T4 70
Τύπος Εγγράφου: Alkukielellä
Χώρα - Επαρχία: Georgia
Technical Metadata
Στοιχείο ποιότητας: 99%
99%
Προστέθηκε από ( ئاراس حسۆ ) στο 07-08-2023
Αυτό το άρθρο έχει ελεγχθεί και κυκλοφορήσει από ( سارا ک ) στο 12-08-2023
Αυτό το στοιχείο ενημερώθηκε πρόσφατα από ( سارا ک ) για: 12-08-2023
URL
Το στοιχείο αυτό, σύμφωνα με Kurdipedia του (Πρότυπα) δεν έχει ολοκληρωθεί ακόμα!
Αυτό το στοιχείο έχει προβληθεί φορές 216
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Actual
Μέρη & Οργανισμοί
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Δημοκρατικό Κόμμα του Ιρανικού Κουρδιστάν
Μάρτυρες
Φιντάν Ντογάν
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Φιντάν Ντογάν
Χάρτες
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Mε πράσινο οι περιοχές που ελέγχουν οι Κούρδοι, με κίτρινο οι περιοχές που διεξάγονται μάχες και επιχειρήσεις
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
Βιβλιοθήκη
Αζάντ με λένε
13-08-2018
زریان سەرچناری
Αζάντ με λένε
Νέα θέση
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν
02-02-2018
هاوڕێ باخەوان
Στατιστικά
Άρθρα 519,127
Εικόνες 106,457
Βιβλία 19,249
Σχετικά αρχεία 96,905
Video 1,378
Kurdipedia είναι η μεγαλύτερη πολύγλωσση πηγές για την κουρδική πληροφορίες!
βιογραφία
Τζεμίλ Τουράν
Βιβλιοθήκη
Η επανάσταση στη Ροζάβα Δημοκρατική αυτονομία και απελευθέρωση των γυναικών στο συριακό Κουρδιστάν

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Επικοινωνία | CSS3 | HTML5

| Σελίδα χρόνος γενεάς: 0.703 δευτερόλεπτο (s)!