Bibliotheek Bibliotheek
Zoek

Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!


Search Options





Geavanceerd zoeken      Toetsenbord


Zoek
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Verzenden
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Gereedschap
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Talen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mijn account
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
Zoek Verzenden Gereedschap Talen Mijn account
Geavanceerd zoeken
Bibliotheek
Koerdische namen
Chronologie van de gebeurtenissen
Bronnen
Geopende items
Mijn verzamelingen
Activiteiten
Hulp bij het zoeken?
Publikatie
Video
Classificaties
Willekeurig artikel!
Stuur een artikel
Afbeelding verzenden
Survey
Uw mening
Contact
Wat voor informatie hebben wij nodig!
Standaarden
Algemene voorwaarden
Item Kwaliteit
Over
Kurdipedia Archivists
Artikelen over ons!
Integreer Kurdipedia in uw website
Toevoegen / Verwijderen Email
Bezoekers statistieken
Item statistieken
Converteren van fonts
Converteren van kalenders
Spellingscontrole
Talen en dialecten van de paginas
Toetsenbord
Handige links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Aanmelden
Lidmaatschap!
Wachtwoord vergeten!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Over
 Willekeurig artikel!
 Algemene voorwaarden
 Kurdipedia Archivists
 Uw mening
 Mijn verzamelingen
 Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
 Help
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Bibliotheek
GEOGRAFI OM KURDISTAN
08-11-2018
زریان سەرچناری
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Het pad van de gele slippers
07-10-2018
زریان سەرچناری
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 518,591
Fotos 106,338
Boeken 19,226
Gerelateerde bestanden 96,793
Video 1,357
Plaatsen
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: d...
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne...
Bibliotheek
21 STRALEN
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdi...
RISTEMÊ ZAL KÎ YE !
We vatten en classificeren informatie in zowel thematische als taalkundige termen en presenteren deze op een moderne manier!
Groep: Artikkelen | Artikel taal: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

RISTEMÊ ZAL

RISTEMÊ ZAL
=KTML_Bold=RISTEMÊ ZAL KÎ YE !=KTML_End=
=KTML_Underline=Mem FARQÎNÎ=KTML_End=

Gava demsal dawiya payizê nişan dida şêniyên gund teva kar û xebatên xwe  diqedandin. Û li benda zivistanê, li benda wan şevên dirêj diman. Ewê jî piştî ew qas kar xebat û westandinê bêhna xwe bidana. Heta biharek din wê hêdî hêdî amadekariya xwe bikirina. Dayika xweza heta careke din xwe komî ser hev bike, ewê jî biketana nav  şahiyê. Kêfa rojên vala derxista.
Demsala zivistanê ji bo gundiyan dibû destpêkek nû. Di nav van şevên zivistanê yê dirêj de dihatin cem hev û heta derengiya şeve bi qerf û henekan, dem derbas dikirin. Ev tişt hema hema tim wisa bû. Jiyana rojane de be jî şev bi gelemperî bi vî awayî derbas dikirin. Vaye carekî din zivistan bi hemû heybeta xwe li ser pişta hespa xwe rûniştibû. Bi çar gav kî ber bi wan ve dihat. Ji bo ku were û li ser sînga cîhanê rûnê. Dengê lingên hespê wî roj bi roj nêz dibû.
Gundî jî di van şevên dirêj de hema hema her şev li mala gundîyek kom dibûn. Di van şevbuhorkan de dihatin ba hev. Carcaran li ser pirsgirêkên gund, parvekirina agahiyek nû piranî jî ji bo şeveke xweş derbas bikin dihatin ba hev. Bi gelenperî div an şevên dirêj de lîstikên wek diz û gundî, gustîlk dileyistîn. Gelek caran jî ev şev bi çîrok çîrçîrok, henek, qertaf, mamik, bi pêşbazî û tiştên din derbas dikirin.
Îşev wê  civat li mala xalê mehmud kom bibûna. Xalê mahmûd yekî xwîn germ û xweş sohbet bû. Ji xênê van şevên dirêj jî civata wî tim geş bû. Mêvan ji mala wî kêm nedibûn. Bi vî xweş halên xwe di nav şêniyan de ji xwe re ciyeke  taybet ava kiribûn. Loma ji gundiyan kî şîva xwe dixwar,  bêsekin radibûn û ber bi mala xalê mehmud ve  bi rê diketin. Êdî bi qasî nîv saet saetek li ser şîvê derbas bibû. Ji niha de hemû rihspîyên gund û çen jî zarok li wê  menzela mezin amede bûn.
Gava li ser pirsgirêkên gund an jî di der heqê jiyana rojane de nîqaş dikirin, li gorî şevên din ev ji b ovan  zarokên biçûk dibû xedarî û bêrehmîyek mezin. De îcar sihûd çewa li rûyê wan keniya. Hin zarokên biçûk bi desê bavê xwe digirtin û dihatin. Zarokên hinek din mezin bûn him ji bo alîkariya malbatê, hinek ji wan jî ji bo xwe wek endamên  civatê bidin qebûl  kirin dihatin. Bi gotinek din dixwestin şekalên xwe têxin nav sola camêran. Loma li nav şevbuhêrkan dixwestin kom bibin. Ev tişt her çi qas ji bo alîkariya mazûvan be jî ji alîyê din jî di aliye civakbûyînê de dibistanek mezin jî bû. Di van şevan de gelek tiştan hîn dibûn. Ev dibistan di heman demî de li cîhanê dibistana herî kevin bû. Rêbaz û rêgezên vê dibistanê bi hezar salan bere ji aliye civaka xwezayî ve hatibû avêtin.
Menzela ku lê rûniştibûn ji aliye dûyê titûna qaçax ve hatibû dorpêçkirin. Ji aniha de wisa bibû ku çav hev û din nedidît. Ji alîkî de çaya ku ji bin xetê hatî, ji alîkî de titûna xursê û gurme gurma soba êzinga. Îşev her tişt li gorî dilê mêvan û mazûvanan bû.
Piştî ku çayên xwe vexwarin qederek şûnde Şikiriyê kurê Selamo  û du hevalên wî di destê wan de sêniyên tije mewij, nokên di nav sîlikê de hatine çêkirin bastêq, kakilên gûz û behîvan ketin hundir. Sêniyên di destên wan de bûn bi awayekî hürmetkar danîn ber mêvanan. Xwelîdankên bi xwelî û bacikên cixareyan tije bûn vala kirin û çûn ber deriyê menzelê li ser çokan rûniştin. Rûsipî û sermiyanên gund jî him di navbera xwe de xeber didan, carcaran jî destên xwe dirêjê sêniyên  bi mewûj û bihivan tije bûn dikirin. diavêtên devê xwe. 
Bi têra dilê xwe çay vexwarin, mewûj û kakilan xwarin. Êdî hemû kes li benda ew saeta pîroz bûn.  Ev kelecana ku dihat jiyîn tu car nedihat gotin. Lê belê te digot qey di hin tiştan de şêniyên gund din av xwe de peyamek veşartî xistine meryetê û li gorî viya tevdigerin. Îşev jî xuya bû ku yek ji wan şevan bû. Ew menzela ku dengê tu kesî nedigihişt ê din ji nişka ve ketibû nava bêdengiya mirinê. Ev bêdengbûn ji bo xalê Cemîl bibû nîşaneya destpêka çîroka  nîvco mayî. Wê serpêhatî ji nû de  destpêkira.
Gava bêdengbûn ji nişka ve destpêkir xalê Cemîl jî ev fermana veşartî girt.  Du – sê  car li ser hev bû kuxte kuxta wî.  Beriya dest bi xeberdanê bike wekî her caran qirika xwe paqij kiribû. Hêdîka li derdora xwe mêze kir. Hemû çav li ser wî bûn. Li deve wî mêze dikirin. tu kes  nedixwest gotinên ku wê ji deva derkeve birevîne. Îşev wê dawî li çîroka xwe bianiya. Loma jî hemû wan şevên din baldartir bûn.
Xalê  Cemîl jî di bin giraniya viya de çavên xwe li ser cıvata ku li menzelê amade bûm  gerand.  Çavên wî hat li ser Şikriyê kurê Selamo sekini. Şikrî û hevalên wî li dawiya tevan, li ba derî, li ser pêlavan rûniştibûn. Lê belê ji berk u ew qas ji dil ji bo guhdarkirinê xwe amade kiribûn te digot qey li pêşiya tevan rûniştîye. Xwe zû de amade kiribû ji bo guhdarkirinê.
Xalê cemîl gava ev rewşa wî dît kêfxweş bû. Di dilê xwe de got; “ waye ê ku li pey me  werin hene. Ev çanda me ya  qedîm heta ku yek ji me hebe wê bidome. Ewê ji nifşek bigihîje yeke din. Heke di demên pêş de ez jî hinek bi wî re eleqedar bibim, wisa bawer dikim k udi demên pêş de şagirtek baş wê ji wî derkeve.”
Di bin giraniya çavan de cara dawî qirika xwe paqij kir. Cixareya k udu deqe berê pêça bû pêxist û dest bi xeberdana xwe kir. Hevok yek bi yek ji deva derdiketin. Kî jan çîrok dibû bila bibûya, navber li kur dabû ji bo xalê cemîl ferq nedikir.  Destpêk yek bû. Û waye dest pê kiribû. Bi wan hevokên xwe yên  nemir wek ku xalîçokek hevrîşim hûr hûr birisine taveligeriya.
Rojek ji rojan rehma xwedê li ser dayîk û bavên hazir û guhdaran. Hebû tunebû, cengawerek bi navê Ristemê kurê Zal hebû. Ev cengawerek wisa bû ku nav û dengê wî li hemû cîhanê belav bibû. Hemû kes taybetiyek wî di xwe de didît. Wisa ku ji hemû cihana Rojhilat ên ku nav û denge wî nebihîstibûn, ên ku şerê di navbera wî û Tûranîyan de niznîbû cenga di navbera wî û kurê wî Sohrab de derbas dibû nizanibûn wan ji seriyek sîr ji nedihesibandin.
Xalê cemîl her ku xeber dida liv û tevgerên wî jî li gorî cengê an jî li gorî zehmetîyên ku rû bi rû mabû diguherî. Ev tişt bandora xwe li ser gundîyên ku wî guhdar dikirin jî dida xuya kirin. Xalê cemîl  carna deste xwe wek şûr dihejand, ew jî wek ku bixwazin sere xwe ji derba şûr biparêzin paşve di kişandin. An jî gava gurzê xwe li nav pişta dijminê xwe dixist, ji wan çend kes bê hemdê xwe destên xwe diavêtin pişta xwe.
Kêf û coşekî mezin hebû din av şêniyên menzelê de. Gava şerê di navbera Ristem û şahinşahê Tûraniyan dest pê kir, teva bêhna xwe girtibûn. Ditirsiyan  behna xwe berdin. Heke yekî din ev rewşa wan bitîta wê bigota teqez ew jî di nav şer de ne. Lê di dawiya şer de gava Ristem  şahinşahê Tûraniyan ji ser pişta hespê wî, wî  daxist erde, piyê xwe danî ser sitîyê wî kêf û coşa wan gihîştibû lûtkeyê. Hemû kesên li wir bûn ev çîroka herî kêm sed car guhdar kiribû. Lê dîsa jî bi xwe nikaribûn. Wek ku cara yekemin be guhdar dikirin. çend kes bêhemdê xwe bi dengek ji kûrahîya dilê wan dihat wisa gotibûn. “ wey sihet xweş, te  dilê me rehet kir.”
Ev her çi qas çîrok be jî  jiyanek di vir de jî  heye. Û ev jiyan carna dibe bêrehman, çavsor û hemû êşan  bi ser meriv de dibarîne. Kingê bihîstin Ristem û kurê  wî Sohrab dest bi cengê kirine hinav li wan nema. Lewre piştî cengekî pir dijwar ku Ristem Sohrab têk biribû.  Piştî wê  cengê Ristem bi awayekî hîn bibû ku Sohrab ji xwîna wî nîvê dilê wî, kurê wî bû. Ev agahî  bask li wî şikandibû. Gundî jî wek Ristem bask şikestî  û sitûxwar bibûn. Wek Ristem şîna Sohrab girtibûn.
Dem derbas dibû. Ji dûr de denge hewte hewta kûçikên gund dihat. Û xalê cemîl hêdî hêdî ber bi dawiya çîroka xwe ve dihat. Bîstek din wek her tiştî ev çîrok jî bi dawî bibû. Xalê cemîl gava behneke kûr kişand û got; “ ev çîroka me çû deştê, dê û bavên guhdaran jî cih bihiştî “ ev dihat wateya ku ev çîrok jî xelas û bi dawî bûye. Lê belê li rexmî van gotinan civat hê jî li devê wî mêze dikirin. ka ewê tiştek din bêje an na.  Xalê cemîl jî divla xeber bide dest avêt titûna ber xwe. Ji xwe re cixareyek pêça. Pêxist. Dûmanê kişand nav kezeba xwe. Dîsa kuxikek dest pê kir.  Denge gundiyan ên ku digotin “ sihet xweş her hebî “ digihîşt guhên wî. Li ser bêdeng mayîna xalê cemîl wan jî êdî qebûl kiribûn ku çîrok bi dawî bûye. Êdî gihîştine dawiya şevek din. 
Wê demê êdî Şikriyê kurê Selamo xwe negirt. Rabû ser xwe, ji dawiya menzelê hat,  xwe avêt deste xalê cemîl. Bi herdû destan deste wî girt. Û çend caran li ser hev macî kir. Wisa xuya dikir ku pir zêde di bin bandora çîrokê de maye. Ji kelecanê nizanibû çi bike. Dixwest xeber bide lê bele ji kelecanê nikaribû xeber bide. Dema hinek hat ser hemdê xwe  sere xwe xwar kir, bi dengekî hürmetkâr lê bi kelecanî got; “ xalê cemîl ez dikarim di der heqê çîrokê de tiştek ji te bipirsim?”
Xalê cemîl jî li wî mêze kir. Deste xwe di serê wî  da. Û di dawiyê de got; “ bele Şikrî can.  Tu dikarî pirsek ji min bipirsî. Deka bibêje tu yê ji xalê xwe çi bipirsî?” gava Şakir dest bi xeberdanê kir û pirsa xwe pirsî, xalê cemîl li ciyê xwe sor bû, reş bû, şîn bû. Renge wî ji rengeke diguherî rengekî din. Lê belê ji ber ku zarok bû nedixwest dilê wî bihêle. wî ji xwe sar bike. Di dawiyê de dîsa ket navberê û got; “ bele Şakir can te yê çi bipirsiya?”
Li ser vê  pirse Şakir got; “ xalê cemîl bi rastî ev hefteyeke tu ji me re çîroka Ristemê  zal dibêjî. Û çîrokek ew qas xweş heta niha min li tu deverî gudar nekiribû. Lê  di vê çîrokê de tişta min fêhm nekir ev bû. Ev Ristemê Zal mêr bû an nêr bû. Heke te di destpêka çîrokê de viya jî bigota wê baştir nebûya gelo?”
Xalê cemîl dema van gotinên dawî bihîst  êdî xwe negirt. Deve xwe vekir û xwest çi were ber deva bibêje. Lê belê bi zehmetî be jî xwe girt. Denge xwe  nekir. Sola xwe kir piyê xwe.
Berya ku di tariya şeve de, di bin ewrên reş û tarî de wenda bibe carekî din deste xwe di serî da û got; “ ew jî wek te merek ji meran e. Û di tariya şeve de wenda bû.”  Şakir bi wan çavên xwe yên beloq li pey wî de mêze dikir. Hewte hewta kûçikên gund tariya şeve kûrtir dikir.
Mem FARQÎNÎ
Girtîgeha 2. a Tîpa T  jûra B – 5 
[1]
Dit item werd in het (Kurmancî - Kurdîy Serû) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 353 keer bekeken
HashTag
Bronnen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 07-08-2023
Gekoppelde items: 5
Groep: Artikkelen
Publication date: 17-12-2019 (5 Jaar)
Boek: Biografie
Boek: Literair
Provincie: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Soort document: Originele taal
Technical Metadata
Item Kwaliteit: 99%
99%
Toegevoegd door ( ئاراس حسۆ ) op 07-08-2023
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( سارا ک ) op 12-08-2023
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( سارا ک ) op: 09-08-2023
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 353 keer bekeken
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Biografie
Araz Talib
Biografie
Shene Baban
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw

Actual
Plaatsen
Mardin
25-08-2012
هاوڕێ باخەوان
Mardin
Bewijsstukken
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
23-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Oproep aan onze politici: doorbreek het stilzwijgen rond Afrin
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Bibliotheek
21 STRALEN
13-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
21 STRALEN
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Nieuwe item
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
04-08-2022
بەناز جۆڵا
Bibliotheek
GEOGRAFI OM KURDISTAN
08-11-2018
زریان سەرچناری
Biografie
Venus Faiq
15-10-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Het pad van de gele slippers
07-10-2018
زریان سەرچناری
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
08-11-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
23-10-2016
هاوڕێ باخەوان
Biografie
Shene Baban
09-03-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
29-07-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Poëzie uit Koerdistan
16-09-2013
هاوڕێ باخەوان
Bibliotheek
Koerdistan
22-04-2015
هاوڕێ باخەوان
Statistiek
Artikelen 518,591
Fotos 106,338
Boeken 19,226
Gerelateerde bestanden 96,793
Video 1,357
Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Artikkelen
Ook in Iraaks Koerdistan volgt macht de lijn van het bloed
Biografie
Araz Talib
Biografie
Shene Baban
Bibliotheek
Oorlog en Vrede in Koerdistan
Artikkelen
Sherefxane Bedlisi: vader van de geschiedenis
Afbeelding en tekst
Gevangene van het Turkse leger tijdens de Dersim opstand. (1938)
Bibliotheek
Werkbezoek Iraaks Koerdistan
Artikkelen
Turkse aanval in Syrië moet Koerden breken
Biografie
Shwan Rashid Ahmad Gaffaf
Bibliotheek
Classificatie Van de Koerdische Muziek
Artikkelen
Turkse grondtroepen trekken noordoosten van Syrië binnen
Bibliotheek
Irakese vluchtelingen in Nederland
Bibliotheek
De ıraakse Anfal - Campagne tegen de Koerden Feiten en nasleep (1988 - )
Afbeelding en tekst
Koerdische vrouwen aan de oever van de Kaspische Zee begin 20e eeuw

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 0.609 seconde(n)!