图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,625
图片 106,193
书籍 19,172
相关文件 96,646
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Derwêşê folklora Kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Salihê Heydo

Salihê Heydo
=KTML_Bold=Derwêşê folklora Kurdî=KTML_End=
#Salihê Heydo# yê ji rojavayê Kurdistanê bi lêkolîn û arşîvkirina bi hezaran berhemên Kurdî yê mîna govend, stran, gotinên pêşiyan, tiştonek û çîrokan kedeke mezin ji bo çanda Kurdî da.
Bi fikra „dîroka esasî dîroka folklorîk e, ya nivîsandî li gorî berjewendiyên desthilatdaran hatiye nivîsandin” derket rê û 40 salan de 3 hezar stran, 4 hezar gotinên pêşiyan, 900 çîrok û tiştonekên zarokan kom kirin. Her wiha 100 CD’yên ku ji dîmenên stranên govend û dîwankî pêk tên amade kirine. 27 pirtûkên ji xebatan pêk tên hatine çapkirin. Daxwaza wî jî ewe ku van xebatên xwe wekî arşîvekê bide xizmeta gel. Ji bo vê jî alîkariya saziyên çandê dixwaze.
Navê wî Salihê Heydo ye, bi eslê xwe ji bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê û dilsozê folklora Kurdî ye. Ev dilsoziya wî ewqas kûre ku 40 salên xwe di ber de dane û stran, çîrok, gotinên pêşiyan û nimûneyên cil û bergan kom kirine. Li gorî wî folklor dîroka gelan ya nenivîsandî ye û dibêje ku, her gelekê dîrokek folklorîk, yek jî ya ku hatiye nivîsandin, yanî ya xelkê nivîsandî heye. Heydo, dîroka folklorîk wekî, “dîroka rasteqîn” dîroka nivîsandî jî wekî, „Hertim rast nabe, li gorî berjewendiyên desthilatdaran tê nivîsandin, loma hemû gel venabêje“ binav dike.
=KTML_Bold=Karekî pîroz=KTML_End=
Salihê Heydo li gorî vê pênasekirina xwe dîroka gelên bindest ên wekî Kurdan jî, wekî dîroka ji aliyê zordaran ve hatiye nivîsandin binav dike û dibêje ku, bindest di vê çarçoveyê de hatine înkarkirin û tunekirin. Heydo li hemberî vê yekê girîngiya “dîroka folklorîk” bi gotinên wekî, “Mirov êş, elem, xweşî, nexweşî, rihê gelê xwe, heskirina wê ya jiyanê û azadiyê bi folklorê nas dike, her wiha mirov gelê xwe bi folklora wî nas dike. Bav û kalan ev zul û zor, xweşî û nexweşî bi vê folklorê vegotine û heta îro anîne. Di stran û dawetan de jî ev xuya dike” tîne ziman û ev wekî sedema xebata xwe nîşan da. Heydo ev xebata xwe jî wekî, “karekî pîroz” dîtiye û destpê kiriye.
=KTML_Bold=40 salan domand=KTML_End=
Salihê Heydo ku di sala 1970’yan de dest bi xebata xwe kir û 40 salan domand, destpêkirina komkirina berhemên folklora Kurdî bi van gotinan anî ziman: “Ez di nava malek folklorîk de mezin bûm. Wê çaxê radyoya Êrîvanê û dengê Tehrana biçûk ên Kurdî hebûn. Min ew guhdar dikirin. Her wiha di rojên şahî û cejnan de keç û xortên gund hemû li mala me kom dibûn, şahî dikirin, govend girêdidan, keyf dikirin, me bi hev re stran digotin. Vana bandorek gelekî mezin li ser min çêkir. Bavê min jî alîkariya min dikir, baweriya min zêdetir kir.”
Xebata Heydo Li Amudê ji mala wî destpê dike û piştre li gundê wî û gundên derdorê dom kirin. Destpêkê gotinên pêşiyan kom kirin, piştre jî stran û çîrokan, her wiha metelokên zarokan û cil û bergan kom dike. Piştre ji Geliyê Çeqelan heta Ava Mezin, herêma Dêrika Hemo, Çilexe, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê digere û hemû nimûneyan berhev dike. Heydo piştî Rojavayê Kurdistanê li Başûr û Bakûrê Kurdistanê jî vê xebata xwe dimeşîne. Heydo diyar kir ku, ew bi salan neçûye mala xwe, lewre jî dayîka wî ji derdora xwe re gotiye, “Heke we Salih dît bêjin bila rojekê jî bibe mêvanê mala xwe.”
=KTML_Bold=Bi hezaran berhem kom kirin=KTML_End=
Salihê Heydo di nava gerên xwe de, di nav de stranên folklorîk, ên govendê, dîrokê, paleyî, qirşan, destarhêrandinê, conîqutê, hurîzî, kirîtiyê jî heyîn, bi tevahî 3 hezar stran, 4 hezar gotinên pêşiyan, 900 çîrok û metelokên zarokan û ji gelek herêman nimûneyên cil û bergên Kurdî kom kirin, wêneyên wan kişandine. Her wiha herêmên ku çûyê, jin li dora xwe kom kirine, wî stran gotine û jinan lê vegerandiye. Ev jî hemû kişandine kamerayê û piştre di 100 CD’yan de bicîh kirine. Heydo dibêje ku bi vî rengî ew çûne 100 sal beriya niha û wekî ku ew roj jiyan kirine.
=KTML_Bold=Hemû şîrove kirine=KTML_End=
Heydo qîma xwe bi komkirinê ne aniye û hemû stran, cil û berg û çîrok şîrove kirine, ango serpêhatiya wan nivîsandine. Hedo strana bi navê “Hey lê Gulê” di sala 1974’an de ji bavê xwe bihîstiye û 6 sal beriya niha şîrove kiriye û serpêhatiya wê wiha vegot:
Hey lê Gulê Gul dêranê,
Li te mihacira behra Wanê
Uris hat ji Kaxizmanê
Eşîr dan ber talanê
Uris hatin û rûniştin
Gule li ser gulê maliştin
Gog û beranên me kuştin
Uris hatin çok şikandin
Gule li ser gulê barandin
Kum û koloz kundirandin
Uris hatin ser bênderan
Tev qazana wa eskeran
Hiş xist nava Heyderan
Ev dîrokek xwîndar dibêje. Dêran tê wateya ku ji eşîrekê, ji gundekî yan jî ji malbatekê tenê yek filîtî be. Di vir de xuyaye ku ji malbat, gund an jî eşîrekê tenê Gulê xilas bûye. Bi gotina ‘mihacira Behra Wanê’ nîşan dide ku Gulê ji wir mihacir bûye. Her wiha stran dibêje ku, Uris ji Kaxizmanê ku dikeve sînorê Bakûrê Kurdistanê û Kafkasyayê hatine û eşîr tev talan kirine. ‘Çok şikandin’ nîşangirtine. Leşkerên Urisan nîşan digirin û guleyan li kum û kolozê eşîra Gulê direşînin. Di gotinên din ên stranê de jî behsa talankirinê dike. Herî dawî jî dibêje ‘hiş xist nava Heyderan’ bi vê gotinê xuyaye ku Gulê ji eşîra Heyderane. Ev stran nîşan dide ku bûyer, di şerê yekemîn ê cîhanê dema Urisan Kurdistan dagir kiriye de pêk hatiye. Wekî tê zanîn wê demê bi hezaran Kurd jî hatibûn kuştin û koçberkirin.”
=KTML_Bold=Xiftan sembola kevokê ye=KTML_End=
Li gorî Heydo cilên zilam û jinan jî her yekê wateyek xwe heye. Heydo wateya cilên zilaman wiha rave dike: “Cilên zilaman ango Şal û Şapik nîşaneya Pilinge. Dema ji pişt ve li kesekî ku ev cil xwe kirine û destên xwe vekirine bê nêrîn, wekî xeta pişta pilingan dixuye. Baskên Şal û Şapikan jî dema tên girtin wekî lepên Pilingan dixuyin. Kum û kolozên zilaman jî wekî serê şêrane. Şutik nahêle ku mirov zû birçî bibe, her wiha di zehmetiyan de wekî weristan jî tê bikaranîn. Yanî girêdana cilên Kurdî li gorî erdnîgarî û şertên wê ne. Her wiha çelengî û mêraniya wan nîşan didin. Li herêmên çiyayî cilên zilaman şidyayî û dişibin pilingan ên deştê zêdetirîn kirasin û fireh in.”
Wateya cilên jinan jî Heydo wiha pênase dike: “Bi giştî wekî kevokê ye. Li Rojavayê Kurdistanê piranî wisa ye. Em vê bi dewleta Mitaniyan ve girê didin. Sembola Mitaniyan jî kevok bû. Lewendiyên cilên jinê wekî baskên kevokê ne, xeftan ji piştve wekî dawiya kevokê ye. Dema xeftan tê girêdan jî wekî singa kevokê dixuye. Girêdana serî jî, bi 2 şiklane. Yek wekî qumriyê yek jî wekî kevokê ye.”
Li gorî Heydo hemû stran, gotinên pêşiyan serpêhatiya Kurdan nîşan didin û çîrok û metelokên zarokan jî tecrubeyên jiyanê nîşanî zarokan didin, di heman demê jî wekî perwerdeyek jiyanî ne. Heydo anî ziman ku, neçûye cihên wekî Serhedê û Rojhilatê Kurdistanê û dixwaze biçe wan deran jî.
=KTML_Bold=27 pirtûk hatin çapkirin=KTML_End=
Salihê Heydo gelek berhemên ku komkirine birine Başûrê Kurdistanê û teslîmî Enstîtuya Çandê ya Silêmaniyê kirine. Ji vana 18 pirtûkên folklorê, 4 pirtûkên çîrokan û 5 pirtûkên zarokan hatine çapkirin. Li cem wî hîn gelek berhemên nehatine çapkirin mane. Lê ji ber ku destûr nehatiye dayîn nekariye berhemên xwe hemûyan bîne Rojava.
=KTML_Bold=‚Bila bibin malê gel‘=KTML_End=
Heydo diyar kir ku, heta niha li Rojavayê Kurdistanê saziyên çandê bi awayekî cidî bi wî re neketine nava danûstandinê, lê hêvî dike ev danûstandin çêbibe û daxwaza xwe bi van gotinan anî ziman: “Yanî çima ez mecbur bibim ku pirtûkên xwe li Başûr çap bikim. Pirtûkên min li Başûr hatine çapkirin lê nikarim bînim vir, ji tirsa min li mala xwîşka xwe hiştine. Ger ku alîkariya min bê kirin, ez dixwazim vê xebata xwe hemûyê wekî arşîvekê di xizmeta gelê Kurd de bikar bînim. Sazî alîkariya min bikin ez dikarim vê xebata xwe bidomînim jî.”
=KTML_Bold=Salihê Heydo=KTML_End=
Salihê Heydo li gundê Hesê Îso yê girêdayî bajarê Amudê yê rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Dibistan heta pola 9’an xwendiye û piştre ne domandiye. Niha li bajarê Hesekê rûdine. Di ber komkirina stranan de, helbest jî nivîsandine. Heta niha dîwanên wî hatine çapkirin, 4 jî li benda çapê ne. Çend berhemên wî evin: Kê Ferat (1985), Birîna Kur (1988), Serpêhatiya Tomazê Kildanî (1994), Evîna Welat (1997).
DILDAR ARYEN / ANF/HESEKÊ[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览770
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.lotikxane.com/ - 13-08-2023
挂钩项目: 16
小组: 文章
Publication date: 08-12-2012 (12 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-08-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on15-08-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):13-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览770
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,625
图片 106,193
书籍 19,172
相关文件 96,646
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!