图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,303
图片 106,560
书籍 19,263
相关文件 97,037
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
PEYMANA LOZANÊ -5
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

PEYMANA LOZANÊ – 5

PEYMANA LOZANÊ – 5
=KTML_Bold=PEYMANA LOZANÊ -5=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Mebûsê Mêrdînê Necîb Beg ku îmza wî di pêşnîyaza jorîn da hebû; neciwamêr qîma xwe pê nayne û li ser navê mebûsên Mêrdînê vê pêşnîyaza xwarê pêşkêş dike:
”Jibo Serokatîya Bilind!
Di dawetnameya Konferansa Sulhê da tabîra ”gayriturk” (xeyrîturk) heye ku ez jê nefret dikim. Ez kurd im û bi vê munasebetê careka dî ji cîhanê ra îlan dikim ku di çarçoveya Mîsak-î Millî da ferdek jî tune ku di wê tabîrê da be. Belam turk, kurd, tevayîyek e ku yek vucudek e di wê camîayê da. Ez ji heyeta we tika (rica) dikim û pêşnîyaz dikim ku dema we gotineka wiha dîtin, wê bi nefret red bikin.
3 Teşrinîsanî 1338 (03-11-1922)
Li ser navê mebûsên Mêrdînê Necîb”
(Türk Parlamento Tarihi, 1919 -1 923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, S. 364, (03-11-1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse)
Mebûsê Wanê Hakkı Beg jî îmzeya wî di pêşnîyaza jorîn da hebû; lê wî jî qîma xwe bi wê neanîye û li ser navê xwe yê şexsî pêşnîyaza xwarê dide TBMM:
”Jibo Serokatîya Bilind!
Ez tika dikim ku Heyeta we ya Konferansê van maddeyên jêrîn li ber çav bigire û dîqet bike:
1. Bi tu awayî kurd xwe ji turkan cîyê nabînin û heta hetayê digel turkan jibo parastina wetanê mubarek xwîna xwe rijandine û dirjînin; loma şola nejadîyê tune. Eger Ewrupa dixwaze li ba me ji bil turk û kurd nejadeke dî biwelidîne, ew tişteke beyxude ye.
2. Ewrupîyan dixwazin ji ermenan ra welatek îcad bikin. Li welatê me qasê cîye qulubeyek jî erd tune ku jibo hinekên dî bibe welatek. Belam ji Erîvanê û derdorên wê tu ermenek an turkek an kurdek tune ku jibo ermenên ku ji derve werin, cî bidin wan. Eger dixwazin ji Wanê, ji Bazîdê jibo ermenan hîsse bidin, divê ew bizanibin ku turk û kurdên wê derê, ne tenê li welatê xwe, li Erîwanê jî cî nadin ermenan û jibo wê xwîna xwe dirjînin lê buhûstek erd nadin…
3 Teşrinîsanî 1338
Van Mebusu Hakkkı”
(Türk Parlamento Tarihi, 1919 1923, TBMM I. Dönem, II. Cilt, S. 366, (03-11-1922 tarihli TBMM Üçüncü Celse).
Xelata Yusuf Zîya û Hasan Xayrî bo piştgitîya turkan, Îdam bûye!
Wek berê me axiftina Yusuf Zîya Beg dîtibû ku li TBMM kiribû; wî jibo kurdan ji Konferansa Lozanê tiştek nexwestibû û piştgirîya heyeta turk kiribû. Yanê wek mebûsê Bedlîsê, bawerîya xwe bi bextê TBMM û qesabê miletê kurd M. Kemal anîbû. Lê qasê 2 sal piştî wê axiftina li meclisê, ew di doza Şêx Seîd da hat îdamkirin. Di vê nivîsarê da bi hûrgilî ez behsa îdamkirina Y. Zîya nakim, ev dikare bibe mijara nivîsareka dî. Lê li vir îdamkirina mebûsê Dêrsimê Hasan Xayrî gelek balkêş e û cîyê îbretê ye. Loma pêwist e mirov di vî derbarî da haydarîyên ku hene bi xwendevanan û bi taybetî jî bi nifşên nû ra parve bike.
Gorbihiştê Dr. Nurî Dêrsimî di kitêba xwe da nivîsîye ku ew dema li Dêrsimê bûye, di 1924an da Hasan Xayrî jî hatîye herêmê. Rojek Nurî Dêrsimî digel Hasan Xayrî û hin serokên eşîran li Hozatê, li mala Serokê Eşîra Ferhadan Cemşîd, civînek çêkirine. Hasan Xayrî Beg di civînê da wiha gotîye: ”Dema di Konferansa Sulhê ya Lozanê da mijara Sewrê hatîye rojevê; pirsek hatîye kirin ku kurd dixwazin ji turkan veqetin an na. Vê şolê di 1922an da bi telgrafek ji TBMM dipirsin. Di celseyeke veşartî da M. Kemal ji mebûsên kurd pirsîye da ku di wî derbarî da dîtinên wan çine. Hasan Xayrî di bersîva xwe da bi zimaneke qethî eşkera dike ku kurd naxwazin ji turkan veqetin û jibo wê rewşê zelaltir bike, numûne ji Hazretî Muavîye dide û behsa bûyeran jibo îspatê dide. M. Kemal, ji wê gotarê gelek kêfxweş dibe, kelecanî dibe û biyên xwe li erdê dixe û bi deqîqeyan dirêj li çepikan dixe. M. Kemal ji Hasan Xayrî dixwaze ku rojtira dî bi Şal û Şapikên xwe yên Millî were meclisê. Hasan Xayrî digel mebûsên kurd roja dî bi cilên xwe yên millî tên meclisê û telgraf rêdikin Lozanê jibo piştgirîya heyeta turk û didin xuyakirin ku kurd ji turkan cîyê nabin.” (Dr. Nurî Dêrsimî, Kürdistan Tarihinde Dersim, Dilan Yayınları 1992 Diyarbakır, S. 195)
Di derbarê îdamkirina Hasan Xayrî û kurê mamê wî Celal Mehmet da Nurî Dêrsimî van haydarîyan dide:
”Li ser fermaneke M. Kemal, Hasan Xayrî û kurmamê wî Celal Mehmet, li Xarpêtê (Elazix) hema tên girtin û tên îdamkirin. Endamê Dadgeha Îstîklalê Alî Saîp, ji Hasan Xayrî dipirse: ”Dema te bi cilên millî yên kurdî çûyî meclisa Ankarayê, te kurdînîyê kir an na?” Hasan Xayrî bersîv dide:” Li ser fermana Mustafa Kemal Paşa ez bi cilên kurdî li meclisê bûm û telgraf şand Lozanê bo piştgirîya heyeta turk da ku em naxwazin ji turkan cîyê bibin.” Lê dadgehê biryara dardakirinê da û Hasan Xayrî îdam kirin.” (Dr. Nurî Dêrsimî, age)
Li vir divê em binê nuqteyek çixêz bikin: Em ji resma mebûsên xwedêgiravî kurd yên wê demê di TBMM da bûne, baş fam dikin ku yek ji wan jî pêşîya xwe nedîtîye û bi derewên M. Kemal bawerîyê anîne. Di politikayê da sozdayîn ne giring e; lê sozên ku tên dayîn ango bi tabîreka dî lihevhatinek, li ser kaxidan tên nivîsîn û îmzakirin ku wê demê ew dibin wesîqe û belge. Loma mebûsên kurd yên wê demê, di warê sîyasetê da tam korefam bûne û loma rehet hatine xapandin. Ev jî karên heyeta turk li Lozanê hêsa kirîye.
Wekî dî, kurd bi rêxistin nebûne; yên ku li Stanbolê xwedêgiravî bi rêxistin bûne jî, rêxistin û partîyên wan kartonî bûne û ew jî bûne dûvikên osmanîyên îslamist. Bi gotineka dî kurdevînî û niştîmanevînî di nav kurdan da qels bûye. Ev helqeya qelsbûyînê, mixabin gelek fireh e û mezin e. Mesela bizava Şêx Evdilselam Barzanî û Mela (an Xelîfe) Selîmê Zaza, çima zêde belav nebûne, piştgirî ji herêmên pêwist nesitandine. Hareketa Ş. Abdulselam Barzanî, tenê li herêma Barzan ango Bahdînan hepis bûye û Hareketa M. Selîm jî mixabin li Bedlîsê hepis bûye. Mela Selîm di 1914an da li Bedlîsê û Ş. A. Barzanî jî li Musulê dîsa di 1914an da tên îdamkirin. Jibo min ev babet muhtacê analizeke piralî ye û loma ji neçarîyê ev li vir hat sînorkirin.
Nivîsar didome
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览823
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 14-08-2023
挂钩项目: 26
小组: 文章
Publication date: 08-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-08-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览823
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,303
图片 106,560
书籍 19,263
相关文件 97,037
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!