图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,303
图片 106,561
书籍 19,263
相关文件 97,037
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xeletiya Tê Spartin Ziman
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xeletiya Tê Spartin Ziman

Xeletiya Tê Spartin Ziman
=KTML_Bold=Xeletiya Tê Spartin Ziman=KTML_End=
Yaşar Eroglû

Min gelek caran bi riya weşanê li ser paşgira ‘van’ û bikaranîna wê ya şaş dîtinên xwe anîn ziman. Lê bikaranîna şaş hê jî berdewam e û ez ê careke din li ser mijarê û bi hin aliyên wê yên nîqaşê rawestim.
Paşgira ‘van’ weke paşgirên din peyvçêker e. Bi serê xwe wateya wê nîn e lê dema li paş navdêrekê tê danîn navdêreke nû pêk tîne û wateyeke din li heyîna gotinên kurdî zêde dike û gencîneya kurdî berfireh dike.
Ziman hêmayeke zindî ye. Lê zêde dibe, tê dizê, diguhere, vediguhere, hin hêma jê tên jibîrkirin, wate diguherînin, transforme dibin û hwd. Bingeha van yekan serdem, hewceyî, zemînê bikaranînê û pêciriya (qabiliyet) ziman e. Guherîn û veguherîna ziman li ser vî zemînî pêk tê. Yên ku di qada zimanî de serê xwe diêşînin vê rastiyê baş dizanin. Divê her guherîn û hewceyiyên nû bi mantiq û xwezaya ziman re lihevkirî bin. Jixwe ne lihevkirî bin weke organên bedenê yên protez li bedenê weke organên resen rûnanên. Xav in, weke reş û spî lihevnekirî dimînin.
Asîmîlasyon û niştecihbûna li bajaran ku bi tirkî re rû bi rû mane, di vî warî de jî gelek bandor li ser mantiq û têgihîştina kurdî kiriye. Vê bazara şêlî rê daye ku gelek kes li ser zimanê kurdî şiyar bibin û berê xwe bidin zimanê xwe. Heta vê derê kêfxweşî ye. Lê bûye sedem ku ew ne bi zanetî be jî araste bibin ser mantiqê li bajaran û bandora asîmîlasyona heyî û xeletiyên xwe weke rastî bispêrine zimanê kurdî-kurmancî.
Pirî caran bikaranîna paşgira ‘van’ bi mantiqê kurdî-kurmancî re nelihevkirî ye, xelet e. Paşgira ‘van’ diçe paş kîjan peyvê wateya berevanî, payîn û lêxwedîderketinê pêk tîne. Rewşên wê yên awarte jî hene, lê giranî mantiqê sazkirina peyva ku nû hatiye dariştin wiha ye. Weke mînak; şivan, gavan, berxvan, golikvan, dergevan, baxçevan, bêrîvan, nêçîrvan û hwd. Hin peyvên awarteyên vê wateyê jî hene, weke; bilûrvan, şervan, dilovan. Ev peyvên li dawiyê, ji wateya berevanî, payîn û lêxwedîderketinê zêdetir pêkanîna nasnameya resen a peyvê (bilûr, şer, dil) tîne ziman. Çi awarte, çi ne awarte peyvên me li jor amaje kirin reseniya bikaranîna paşgira ‘van’ê didin xuyakirin. Yanî eger em bikevin şik û gumana bikaranîna paşgira ‘van’ê em dikarin wateya lê barbûyî ya di van peyvan de çareseriyê derxin. Şaneya rehik (kök hücre) a di vê mijarê de em serî lê bidin, ev peyv in.
Salên ku zimanê tirkî kete jiyana kurdan û kurd bi hebûn û zimanê xwe hesiyan û vir ve di qada bikaranîna zimanê me de xeletî û tewşî jî zêde bûn. Em dibînin ku her diçe peyvên wiha zêde dibin; guhdarvan, sitiranvan, kameravan, siyasetvan, berxwedanvan, rojnamevan, xwendevan, helbestvan û hwd. Bi rastî mantiqê van peyvên dariştî tewş in, eleqeya wan bi mantiqê kurman cî re nîn e. Ev yek dîtina me li jor diyar kir ku ziman zindî ye û diguhere re eleqeya wê nîn e, çûna ber bi xirabûnê nîşanî me dide.
Gelo ji ber çi? Em yek bi yek amaje bikin, ji ber çi ye:
Peyva guhdar jixwe heye û mebesta ku peyva ‘guhdarvan’ dihebîne lê bar e. Guh+dar= guhdar yanî kesê guh didê, bala xwe dide ser gotinê, bi gotina tirkî ‘dinleyici’. Ji bo ku peyveke sosyetîk bi kar bînin ‘van’ekî pê ve dikin. Jixwe navê guhdar hem têrê dike hem bi ruhê kurdî re ye. Em navlêkirinên weke sitiranvan, kameravan, siyasetvan, berxwedanvan, rojnamevan, xwendevan, helbestvan bidine aliyekî navên wan ên bi mantiq û ruhê kurdî re lihevhatî hene: sitiranbêj, kamerakêş, siyasetmedar, berxwedêr, rojnameger, xwende-xwîner, helbestkar. Navê ‘xwendevan’ weke ‘guhdarvan’ pir ecêb e. Wateya xwende ev e; kesê ku xwendin û nivîsandinê dizane, tiştekî dixwîne. Yên ku navê xwendevan bi kar tînin ‘van’ekî pê ve dikin di rastiya xwe de dibe kesê ku berevaniya yên xwendinê pêk tînîn. Bi gotina tirkî dibe ‘okurcu-yazarcı’. Heman rastî ji bo ‘guhdarvan’ jî derbas dibe; yê ku bervaniya yên guhdariyê dikin. Bi gotina tirkî ‘dinleyicilik işi yapan, dinleyenci’ . Gelo hewce ye ku ew qas êş û janê bi ziman bidine kişandan. Yanî ecêbiyeke ji ecêbiyan re bêjê rê bide min, dora min e. Haya bikarhênerên van navan nîn e ku kuştina zimanê xwe bi destên xwe dikin. Tu gotineke din hewce nîn e.
Gelek kesan bi gencîneyeke peyvan a teng paşgira ‘van’weke şûrekî ko dane destên xwe li her navekî kurdî ve dizeliqînin, haya wan ne ji ziman heye, ne jî ji mantiq û ruhê kurdî.
Hûn bi baldarî lê mêze bikin hûn ê bibînin ku stranbêjî, kamerakêşî, siyasetmedarî, rojnamegerî, helbestkarî û gelek navên ku paşê paşgira ‘van’ lê hatiyne zêdekirin karên weke gavan, şivan, dergevan û hwd. bi berevanî û lêxwedîderketinê ve bên pênasekirin nîn in. Pîşe ne, pêciriyeke (qabiliyet) taybet dixwazin, ne ji rêzê ne. Paşgira ‘van’ lê nayê û bi ruh û mantiqê kurdî rûnanê.
Dema em lêhûrbûnî li ser van têgehan disekinin, em dibînin ku piraniya wan pîşeyên ji bo erdnîgariya kurdan an nû ne yan jî daboriya wan ne pir kevn e. Jixwe ev xeletî bi piranî çavkaniya xwe ji vê yekê digirin. Gava hewceyiyên nû derdikevin pêş, bikarhênerên wan têgehan li ser mantiq û ruhê kurdiya wan ranawestin, berê xwe didine hêsaniyê. Hêsanî jî dibe xeletî.
Rewş dilê mirov disoje. Kurdî bi destên kurdan tê xirakirin. Ên ku xira dikin giraniya wan, hay ji xirakirinê nîn in. Lê yên ji xwe re dibêjin zimanzan û xwedî xebat in serê xwe ji rastnivîs û rêzimanê ranakin, xwedî li pirsgirêkên zimanê xwe dernakevin, ji dûr ve lê temaşe dikin. Yek jî ji peywira wan ew e ku bi her amûrên pêkan, van pirsgirêkan rave bikin û bi metodên zimannasiyê hişmendiya zimanê rasttir ê ku dikare bê bikaranîn bixin rojeva kurdan.
Aqubet serê kurdî be ku ew roj bên.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,048
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.kurdiskainstitutet.org/- 17-08-2023
挂钩项目: 51
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 27-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-08-2023
此产品最近更新( سارا ک ):17-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,048
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,303
图片 106,561
书籍 19,263
相关文件 97,037
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!