图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,302
图片 106,560
书籍 19,263
相关文件 97,037
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Doza Kurd û çewtiya stratejîk a Tirkiyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Arif Qurbanî

Arif Qurbanî
=KTML_Bold=Doza Kurd û çewtiya stratejîk a Tirkiyê ​=KTML_End=
Arif Qurbanî

Doza Kurd yek doz e û di perçiqandina gelê Kurd û dagirkirina axa Kurdistanê de diyar dibe. Lê ji ber ku Kurdistan wekî welatekî dagirkirî di nav çar dewletan de hatiye dabeşkirin, xisleta Doza Kurd jî teşeyeke sexte wergirtiye ku qaşo li her parçeyeke Kurdistanê dozeke taybet bi wê parçeyê heye.
Bi rastî, vê dabeşkirina serpilkî ya Doza Kurd, di danasîna netewe-dewletên serdest ên ku Kurdistan dagir kirine de jî reng vedaye. Wekî encam, li her parçeyeke Kurdistanê wer tê şîrovekirin ku pirsgirêka Kurdan tenê bi wê dewletê re heye ku ew parçe dagir kiriye.
Dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê, her yekê ji wan parçeyeke axa Kurdistanê dagir kiriye û zordarî û sitemkariyê li gelê Kurd dike lê di hin şert û merc û qonaxên taybet de, ji ber hevrikî û nakokiyên di navbera xwe de, Kurd wekî amûr û karteke zextê bi kar anîne.
Rengvedaneke metirsîdar a vî tiştî li ser parçebûna hesta neteweyî ya gelê Kurd hebû. Xofdar e ku Kurd li her parçeyekê tenê dewleta neteweya serdest fena dagirker bibînin û carinan bi çavê dost û piştevan li dewleteke din a dagirker a parçeyeke din ji laşê netewe û welatê xwe binêrin.
Vê parçebûnê di hizir û ramana neteweyî ya Kurdan di naskirin û diyarkirina dijminên xwe de, ziyaneke mezin gihand Doza Kurd. Lê ya ji vê xetertir ew e ku bêyî ku Doza Kurd li parçeyeke Kurdistanê hatibe çareserkirin, nêrîna Kurdan li wê parçeya Kurdistanê biguhere. Ango pirsgirêka Kurdan bi dewlet û neteweya serdest û dagirkera wê parçeya Kurdistanê re nîne û berê xwe bidin dijminê parçeyeke din a Kurdistanê.
Divê Kurd bawer bikin ku dagirker her dagirker e. Dibe ku şêwaza zulm û sitemkariya dagirkeran cihêreng be. Dibe ku bi mekanîzm, amûr û awayên cuda li ser qirkirina gelê Kurd kar bikin lê belê stratejiyeke wan a hevpar heye: Nehîştin û tunekirina Kurdan.
A ku wer dike yan divê Kurd di nirxandin û cudakirina di pênaseya dagirkerên xwe de li ber çav bigirin, encama rêbazên dagirkeriyê yên dewletên dagirker e. Hin şêwaz û reftarên dagirkeriyê hene, giyanê berxwedanê diçînin. Di heman demê de, celebekî dagirkeriyê jî heye ku li ser dagirkirina dil û mejiyê mirovan kar dike.
Ev çend sal in ez vê metirsiyê hîs dikim ku ajandayeke diyarkirî li ser guhertina têbînî û hizra Kurdan kar dike. Ev ajanda wiha ye: Pirsgirêka Kurdan bi dewleteke tenê re ye û bi neteweyeke tenê ya dagirker û serdest re ye: Tirkiye.
Berî heşt salan, dema ku Davutoglu serokwezîrê Tirkiyê bû, şandeke rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ku ez jî yek ji wan bûm, ji bo hevdîtina bi serokwezîr re hatin vexwendin. Em li Koşka Çankayayê bi wî re civiyan.
Min li wir ji wî re got: Çer ku tu kesekî stratejîzan î, loma ez van tiştan ji te re dibêjim; heger kesekî din serokwezîr bûya, min ê ev yek jê re negota. Ez dixwazim bînim bîra we ku ajandayeke herêmî bi awayekî zêde li ser guhertina têbînî û hizra Kurdan kar dike. Ew ajanda hewl dide wisa bide xuyakirin ku pirsgirêka gelê Kurd tenê bi dewleta Tirkiyê re heye. Ev yek çi qasî ziyanê digihîne Kurdan, jê bêhtir ziyanê digihîne we jî. Ev siyaseta ku we daye meşandin, wê we bikişîne nav kûrahiya başûr û rojavayê Kurdistanê.
Min wiha berdewam kir û ji Davutoglu re got: Ji bilî ku Doza Kurd li Iraqê û Sûriyê bibe Doza Kurd bi Tirkiyê re, wê Tirkiyê tiştekî din ji vê yekê bi dest nexe. Niha yekane kesê ku dikare pêşî li vê hevkêşeyê bigire Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê divê Ocalan bê berdan, heger hûn wisa nekin, wê di demeke nêz de Doza Kurd di destê dijberên we yên stratejîk de bibe kart û wê Doza Kurd li tevaya navçeyê bibe pirsgirêka miletê Kurd û Tirkiyê.
Min gotina xwe ya ji wî re wiha kuta kir: “Heger hûn siyaseta xwe neguherînin û li ser vê stratejiya çewt berdewam bin, di demeke nêzîk de em ê her du jî bac û berdêla vê xeletiya we bidin.”
Wî li min vegerand û got: Xwezî hemû desthilat û biryar di destê min de bûya, ji bo ku min tiştê ku tu dibêjî bikira. Lê ne tenê ez biryarder im û ez vê metirsiya te tekez dikim.
Ev gotin di protokola Qesra Çankayayê de hatine parastin û dê rojekê ji rojan bên weşandin. Bi tomara dengî jî li bal min hene. Lê Tirkiyê ne tenê siyaseta xwe neguhert, li şûnê benzîneke zêdetir berda ser wî agirî, xasma di şerê li dijî DAIŞê de. Her wiha, Tirkiyê bû beşek ji komploya 16ê Cotmehê û operasyonên wê yên leşkerî di kûrahiya axa Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bûn sedem ku gelek Kurdên Sûriyê û Iraqê, Tirkiyê wekî dijmina sereke ya Kurdan bibînin.
Aniha jî ya ku bêhtir tekez dike bê Tirkiyê çi qasî stratejiyeke çewt dimeşîne, têkildarî pêşîlêgirtina bazarkirina petrola Kurdistanê û vekirina rê li ber girêdayîbûna Başûr bi navendê ve, berevajî tiştên ku bi awayekî vekirî di medyayê de tên qalkirin, derdikeve holê ku Tirkiyê bi xwe jî parçeyek ji komploya dijî Kurdistanê ye.
Bi vî rengî jî Tirkiyê Kurdên Iraqê neçar dike ku zêdetir girêdayî Bexdayê bibin. Heger armanca Tirkiyê ji vê yekê beşek ji qonaxbendiya wê komploya herêmî be ku ji bo liqalibxistina kurdan li holê ye, lê wê Tirkiyê paşê berdêleke mezintir bide. Çimkî mîna Rojavayê Kurdistanê bêyî ku pirsgirêka wan li gel navenda dewletan li Şam û Bexdayê çareser bibe, ev her du erdnîgarî jî wê bibin beşek ji wê aejndaya ku hemû Kurd Tirkiyê mîna dijmina yekemîn bibînin.
Li gor Tirkiyê, Îran ji bo berjewendiyên xwe yên têkildarî Doza Kurd li Îran û deverê siyaseteke jîrtir dimeşîne. Ji bilî ku Îranê artêşek li nav navendên zanistî û medyayî yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ava kiriye, her wiha ew kurdan wekî beşekê ji gelên Îranê li qelemê dide.
Bi ser de jî, ji ber nêzîkbûna zaravayê Soranî ji zimanê Farisî, zimanê Kurdî bi koka zimanên îranî ve girê didin. Lêbelê zimanê piraniya kurdan kurmancî ye. Ji xwe cudahiya zaravayê Kurmancî û zimanê Farisî, bi qasî zimanên Çînî û Erebî dûrî hev in.
Her wiha, şêweyê reftara Îranê wekî dagirker û dijmineke gelê Kurd bi rengekî ye ku li ser dagirkirina dil û mejiyê merivê Kurd kar dike. Aniha hejmara Kurdên ku wekî dagirker li Îranê mêze nakin zêde û berbiçav e, nexasim li Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
Encama vê rêbaza dagirkeriyê ne tenê rik û kînê û giyanê berxwedanê dirust nake, li şûnê aliyê dagirkirî (Kurd) dike amûr û dûvelanka destê dagirker, loma tê çaverêkirin ku di salên bê de xisleta Doza Kurd li navçeyê bi awayekî biguhere ku ne tenê wekî kart di destê kurdan de nemîne, li şûnê dê kurdan bike karta Îranê dijî Tirkiyê.
Bê guman Tirkiyê dijmina serhişk a kurdan e. Dagirkera zêdetirîn pişka cografî ya Kurdistanê li bakur e, her wiha çavê xwe berdaye başûr û rojavayê Kurdistanê jî. Girîng e ku em dijmin û dagirkerên Kurdistanê wekî ku hene binasin. Lê xofdar e ku ev pênaseya Tirkiyê li ser hesabê wê yekê be ku Tehran, Bexda û Şam bibin dostên me![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览605
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/- 03-09-2023
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 09-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on05-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):04-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览605
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.117 KB 03-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,302
图片 106,560
书籍 19,263
相关文件 97,037
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!