کتېبخانە کتېبخانە
گېڵای

کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا


ھۊرچنۍ گېڵای





ورڎ گېڵای      کیبۆردە


گېڵای
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
ئامرازۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
زۋانۍ
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ھەژمارو من
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
گېڵای تۊمارکەرڎەی بابەتۍ ئامرازۍ زۋانۍ ھەژمارو من
ورڎ گېڵای
کتېبخانە
نامۍ کورڎیۍ پەی زاڕۊڵا
کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
سەرچەمۍ
ۋەڵینە
گلېرۆکریێ بەکاربەری
چالاکیۍ
چنین گېڵۇ؟
ۋەڵاکریێ کوردیپێدیای
ڤیدیۆ
پۊلبەڼی، پېڕبەڼی
بابەتۍ ڕېکۆتییە!
تۊمارکەرڎەی بابەتۍ تازۍ
کېیاستەی ۋېنەی!
ڕاپەرسای
چنین دېیەی تۊ
پێۋەڼی
کوردیپێدیا چ جۊرە زانیاریېۋش پەنەۋازۍ ھەنۍ
ستانداردۍ
مەرجو بەکاربەرڎەی
چنینیی بابەتۍ
چە بارەو ئېمە
ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
بابەتۍ چە بارەو ئېمە!
لینکو کوردیپێدیا دلۍ لینکا پەلیانەکەو وېتەنە بنیەرە
زېیاڎکەرڎەی / لابەرڎەی ئیمەیلی
ئامارو سەردانیکەرا
ئامارو بابەتۍ
فاڕەڕو فۆنتەکا
فاڕای ڕېکۆتو ڕۊژمارەکا
ۋشکنای ڕانۋیسی
زۋان و بنەزۋانو لاپەڕەکا
کیبۆردە
لینکۍ پەنەۋازۍ
زېیاڎکریاو کوردیپێدیای پەی گوگڵ کڕۆمی
کۇکیۍ/کۇکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چۇوەر-لۋای
بۇ بە ھامکارو شمە!
کڕېڵەۋاچۊ وېت ۋیرشېیېنە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 چە بارەو ئېمە
 بابەتۍ ڕېکۆتییە!
 مەرجو بەکاربەرڎەی
 ئەڕشیڤگەرۍ کوردیپێدیای
 چنین دېیەی تۊ
 گلېرۆکریێ بەکاربەری
 کڕۆنۆلۆژیاو ڕۇداۋەکا
 چالاکیۍ - کوردیپێدیا
 یارڎی
تۊماری تازە
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ سەعیدی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حەمەحسێن کێمنەی
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 517,520
ۋېنۍ 106,139
کتېبۍ PDF 19,170
فایلی پەیوەڼیدار 96,530
ڤیدیۆ 1,308
کتېبخانە
جووجەڵەکێم
کتېبخانە
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
کتېبخانە
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
ژیواینامە
کاک ئەحمەدی شێخ
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
Bajarê Amûdê, Şewata Sînemayê, Mihemedê Seîd Axa û Mirina Ûsivkê Çelebî
کوردیپێدیا، ڕۊ بە ڕۊو تارېخو کورڎەسانی و کورڎی منۋیسۊۋە..
پېڕە: کوڵەباس | زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ھامبەشیکەرڎەی
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ھۊرسەنگنای تۊماری
نایاب
فرە خاسە
خاسە
خرابە نېیەنە
خرابە
ۋزەش دلۍ ڕیزبەڼیی گلېرۆکریێکاو وېم
پەیلۋاو وېت چە بارەو ئی بابەتۍ بنۋیسە!
ۋەڵینەو دەستکاریی بابەتۍ
Metadata
RSS
چە گوگڵ پەی ۋېنە پەیۋەستا بە بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە
چە گوگڵ پەی بابەتۍ دەسنیشانکریێ گېڵە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şewata Sînemaya Amûdê

Şewata Sînemaya Amûdê
=KTML_Bold=Bajarê Amûdê, Şewata Sînemayê, Mihemedê Seîd Axa û Mirina Ûsivkê Çelebî=KTML_End=
#Konê Reş#

=KTML_Bold=Giringiya Bajarê Amûdê:=KTML_End=
Bajarê Amûdê, dikeve ser sînorê Serxet û Binxetê. Dora 20 km li başûrê bajarê Mêrdînê ye. Di navbera van cihên dîrokî de ye: Dara, Serçixan û Girê Amûdê ji Serxetê ve û Girê Orkêşa yê dêrîn, Girê Şermola û gelek ji girên dîrokî yên din ji Binxetê ve li dorê ne.
Di destpêka çerxa bîstan de, Amûdê tekane bajar bû di Cizîrê û Beriya Mêrdînê tevayî de. Wek dilê Beriya Mêrdînê û paytexta kurdên Rojava dihat dîtin. Hingî ne Qamişlo, ne Hesekê, ne Dêrikê û ne Derbasiyê wek bajar li Cizîrê hebûn. Bi tenê Amûdê wek bajar hebû. Bajarekî xwerû kurdî bû. Zimanê axaftina xelkên wê, digel wan xiristyanên ku di sala 1915an de ji ber zulm û zordariya Îttîhad û Terekiyê ve biferman bûn û hatin Amûdê, zimanê wan tev kurdî bû û tev di bin hêza eşîra Deqoriyan de bûn.
Herweha Amûdê dergeheke giring bû ji derbasbûna xelkên çiyayî re, ber bi beriyê ve. Her ku bûyerek nexweş, fermanek, serhildanek bi serê xelkên çiyayî ve dihat û rêk li wan teng dibû, berê xwe didan başûr, dihatin bajarê Amûdê û jê li gundên Beriya Mêrdînê belav dibûn. Hin jî, têre derbasî Beyrûtê û Mûsilê dibûn. Bi gotineke din Amûdê wek rawestgehekê bû ji mahcir û penaberên Kurdan re. Hêjayê gotinê ye ku di wê heyamê de, Amûdê bi pirbûna mizgeftên xwe dihat naskirin û berberiyeke xurt di nav sofiyên Henefî û Şafiîyan de hebû. Herweha dîn (Şêt) bi pirbûn lê hebûn.
Gelek welatparêzên kurdan di Amûdê re derbas bûne, wek van neferên Malbata Cemîl Paşa Diyarbekirî; Qedrî Beg, Ekrem Beg, Wejdî Beg, Mihemed Beg, Qedrî Can, Reşîdê Kurd, Mele Hesenê Kurd (Hesen Hişyar), Elyas Efendî, Biro Metînî, Cegerxwîn û gelek rewşenbîr, mele û şêxên welatparêz… Ku yek ji wan Seydayê Ubêdellahê Hêzanî bû. Evê ku di sala 1915an de, dema ku fermana qirkirina Ermenî û Siryaniyan derket û wî bihîst ku hin ji sofî û melayên kurd dibêjin “Yê ku yekî filleh/ Xiristyan bikuje, wê here cinetê!”. Wî wiha li wan vegerandibû û gotibû “Yê ku yekî filleh/ xiristyan bikuje naçe bihiştê”. Ji encamên vê gotina wî, gelek xiristiyanên ji wîlayeta Mêrdînê xwe spartin bajarê Amûdê.
Cegerxwîn jî, ji Amûdê dest pê kir. Di sala 1932an de, şaşik û cibeyê xwe avêtin, riha xwe kurkir, şortê Firansî li xwe kir û xwe berda nav sikak û kolanên Amûdê û hawar kir û got:
Kurdino, merdino pir xweş e serxwebûn,
Ew demên tar û teng ko me dîn vane çûn.
Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî,
Da biçin bo welat yan mirin yan felat..
Min divên ol û bext, min divê pêşveçûn,
Min divên tac û text, min divê serxwebûn.
Dest bidin hev hemî, pêşkevin em hemî,
Da biçin bo welat yan mirin yan felat.
Dibêjin hingî xelkên Amûdê di çarşîyê de lê kom bûne, dilê xwe pê şewitandine û ji hev re gotine: Mêzekin Mele Şêxmûs dîn bûye? Şaşika xwe avêtiye, riha xwe qusandiye, cibeyê xwe dirandiye û cilên gawiran li xwe kiriye. Hinan jî digot: heyfa kurê bavan, çi xortê bedew dîn bûye! Xwedê neyne serê kesî!
Di sala 1931ê de dema ku Mîr Celadet Bedirxan dil kir ku kovarekê bi zimanê Kurdî û elfabeya latînî bi navê HAWAR biweşîne, hingî wî şêwezarê xelkên bajarê Amûdê û Beriya Mêrdînê ji kovara xwe re bijart. Berî ku kovara xwe biweşîne, çend carekî hatibû Amûdê, bi kesayetiyên wê re rûniştibû, di şêwezarê xelkên wê de baş ponijîbû û xweş serwextî şêwezarên xelkên wê yên koktêl bûbû. Jê re xuya bûbû ku Amûdê wek Kurdistaneke biçûk e, piraniya şêwezarên Kurmanciaxêfan têde kom bûne. Di encamê de wî kovara xwe (HAWAR) di roja 15-05-1932an de, li Şamê bi zimanê wê Kurdistana biçûk weşand û di nav kurdan de belav kir..
Hêjaye bêjim ku, di sala 1937an de jî, Cegerxwîn û çend hevalên xwe komeleyeke rewşenbîrî ji xortan re li Amûdê avakiriye, mîna komeleya xirstyana, lê Fransîyan zû komeleya wan girtiye. Hem jî hêjaye gotinê ye ku bajarê Amûdê di sala 1937an de ji rex fransîzan ve hatiye topbaran kirin, şewitandin û Seîd Axayê Deqorî (Bavê Mihemedê Seîd Axa) ji ber wan revya ye, xwe li çiyayê Şingalê girtiye. Ji dema ku bajarê Amûdê bûye navçe, her û her mudîrê wê (Rêveberê wê), yekî erebê şofînîst, zalim û dijkurd hatiye danîn.
=KTML_Bold=Rewşa Kurdan Berî Şewata Sînemeya Amûdê:=KTML_End=
Di 17ê Nisana 1946an de, piştî ku Sûriye ji Fransîyan rizgar bû, zext û zorên rêjîmên erebî, yên ku di pey hev re hatin, li ser kurdên Sûriyê zêde bûn. Herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan (Hawar û Ronahî) hatin rawestandin û zimanê kurdî hat qedexekirin. Di encam de pirtûkên bi zimanê kurdî û xwediyên wan dihatin girtin.
Di sala 1952an de Dr. Nûrî Dersimî ev pirtûka xwe: (KURDISTAN TARIHINDE DERSIM), li Helebê çap kir, tevî ku bi zimanê tirkî bû jî, ji rex rêjîmê ve hat qedexekirin. Di sala 1955an de, pirtûka Osman Sebrî (Alfabeya kurdî) hat girtin. Gelek caran dîwanên helbestvanê kurdî Cegerxwîn dihatin girtin. Di sala 1958an de pirtûka wî “Metelokên Kurdî” di çapxanê de hat girtin. Di sala 1957an de, polîsên Mekteb Elsanî pirtûkek bi zimanê erebî û bi navê “Lêkolînek Li Dor Miletê Kurd”, bi yekî Kurd re dît, ew girt û bir dadgeha leşkerî ya Dêrazorê û Şamê ta ku ew li wir hat berdan. Karmendên kurd ji karên dewletê dihatin bidûr xistin. Mamostayên kurd dihatin sirgunkirin herêmên din, bi hinceta ku kurd in. Û hikûmetê dest bi guhertina navên bajar û gundên kurdan dikir, ji kurdî dikirin erebî.
Ji encamên van kiryarên rêjîmên Şamê, Kurdên Sûriyê jî, ji neçarî, ji ber zulm û zordariyê di roja 14-06-1957an de, Paritiyek bi navê (Partiya Demoqratî Kurdî li Sûriyê), di nav xwe de damezirandin û doza mafê xwe yê rewa di Sûriyê de kirin. Wê partiyê di bin serokatiya Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza de dest bi xebateke siyasî kir. Di encam de bi hezaran endamên vê partiyê di nav Kurdên Cizîrê, Efrînê û Kobanî çêbûn, herweha di nav Kurdên Heleb û Şamê de jî.
Di sala 1958an de, piştî ku Yekîtiya Sûriyê û Misrê (1958-1961), di bin serokatiya Cemal Abdulnasir de pêk hat û di roja 15-02-1960î de Cemal Abdulnasir digel Abdulhemîd Serac yê ku zilamê wî yê nimre yek bû di Sûriyê de û çend wezîrên xwe hatin Qamişlo û zîvirî Qahîre. Ji wê rojê ve, hin bi hin rewşa kurdan di Sûriyê de ket metirsiyê û talûkê. Zilm û zora li ser kurdan pirtir bû. Wê hingê Abdulhemîd Serac yê şofînist dijî kurdan, wezîrê hundirê Sûriyê bû, hem jî damezrênerê emniyeta Sûriyê û polîsên ku zilm û zorê li kurdan dikir. Hikmet Mînî serokê polis û emniyeta wî ya bi navê (Mekteb Elsanî المكتب الثاني/) bû li Qamişlo. Hikmet Mînî, di bin emir û fermandariya Abdulhemîd Serac de diliviya û zoreke mezin li kurdên Cizîrê dikir; bi girsbûn kurd digirtin; çi kurdperwer ji Partiya Kurdî ba û çi komunîstê Kurd ba ji Partiya Komunîst. Yê ku bêhna kurdîtiyê li dor dihat kirin, ew dihat girtin û bersivdan. Û herwiha girtin û zindankirina kurdan destpê kir.
Di roja 15/8/1960î de, berî ku sinema bê şewitandin, Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza di gel 48 endamên Alpartî, bi gunehê ku doza mafê gelê Kurd di Sûriyê de dikin, hatin girtin. Û wiha jî girtin, zulm û zordariya nijadperestî bi fermanên Abdulhemîd Serac li dijî kurdan di Sûriyê de destpê kir û dirêj kir ta piştî jihevketina dewleta Sûriyê û Misrê di sala 1961ê de jî.
=KTML_Bold=Şewata Sînemeya Amûdê:=KTML_End=
Wek ku min gotiye, Amûdê wek peytextekê bû ji kurdên Sûriyê re. Du sînema li Amûdê hebûn, yek havînî bû bi navê Fuad û ya din a ku şewitî navê wê Şehrezad bû. Avaniya wê ji kelpîça, ax, beşt, mircaq û pûş bû, kursiyên rûniştvanan text bûn. Sînema bi du deriyan bû. Bi tenê ji 200 temaşevanî re terxankirî bû.
Di serê meha 11an de, ji bo alîkariya şoreşa Cezairê, bi fermana mudîrê navçeya Amûdê Mustefa Şaaban, mamosteyên hersê dibistanên seretayî li Amûdê (Elmutenebî, Emar Bin Yasir û Elxezalî), hatin agahdar kirin ku bilêtên çûna sînema Şehrezad, fîlmê (Reşkê Nîvê Şevê), bifroşin şagirtan. Temenê zarokên wan dibistanan di navbera 12-14 salî de bûn. Wek ku min got, tenê cihê 200 neferî di sînemaya Şehrezadê de hebû, belê hejmara şagirtên hersê dibistanan yên ku çûn sînemeyê di ser 500 neferî re hebûn..
Dibêjin piştî nîvsaetekê ji destpêka fîlmê Reşkê Nîvê Şevê, agir bi hundirê sînemeyê ketiye. Bi vêketina agir re, ji tirsan re hec li zarokan ketiye.. bûye hawar qîrîna wan.. wî li wî yê ku xwe ji nav dojeha agirê sînemê rizgar bike.. her yekî xwestiye xwe bi deriyê Bakur an Başûr ve bigihîne ku ji sînemeyê derkeve.. pêl hev kirina.. lê mixabin derfeta derketinê bi dest gelek neketiye û di encam de gelek ji wan hatine şewitandin, birajtin, fetisandin û di bin hêt û dîwarên wê de hatine kuştin.. Ew derfeta ku gelek zarok karibin xwe ji nav rivîna agirê mirinê rizgar bikin nebû. Agirkuj li Amûdê nebûn. Ta ku agirkuj ji Qamişlo di hawara Amûdê de hatine, sînema serûbinî hev bibû, bibû qirik û di encamê de 283 zarok di sînemeyê de hatin birajtin û fetisandin. Ji ber giringî û dîroka Amûdê di warê kurdayetiyê de, ez dûr nabînim ku şewata Sînemeya Amûdê bi plana rêjîma Şamê û serkêşiya Abdulhemîd Serac be, yê ku zilamê Cemal Abdulnasir yê yekemîn bû li Sûriyê.
Piştî şewata sînemeyê, da ku hikumet hinekî xelkên Amûdê razî bike, mudîrê navçeya wê Mustefa Şaaban guhert, yekî din bi navê Remezan Ubêd Alnasir li şûn wî danî. Sed mixabin ku evê dawî ji yê berê xerabtir zul û zordarî dijî xelkên Amûdê meşand.. û da ku dilê dê û bavê zarokên şewitandî xweş bike, ji bo her zarokekî şewitî 600 lîreyên Sûriyê dane wan, lê gelek malbatan ew pereyên dewletê red û qebûl nekirin.
Di 40 rojiya şewata sînemeyê de/ 1960, xelkên Amûdê û gundên derdorê, bi girs û hûr ve çûn bîranîna şewata sînemeyê di dibistana Alxezalî de û di pey re çûn serdana gorên zarokan. Li ser gorên wan xelkên Amûdê siloganên dijî Cemal Abdulbasir gotin û daxwaza beyankirina navê berpirsên ku şewata sîneme şewitandine bêje.. Di encam de gelek kes hatin girtin.. Di sala 1961ê de jî, xelkên Amûdê yeksaliya şewatê di Mizgefta Mezin de vejandin û siloganên dijî rîjîmê û bijî biratiya Kurd Ereb gotin.. di encamê wê de jî, hin kes hatin girtin û bersiv dan..
Hêja ye gotinê ku roja îro bi dehan ji wan zarokên ku ji agirê sînemeyê filitîne bûne Bijîjk, Endezyar, Parêzer û mamoste.. Gelo ku ew sinema nehatiba şewitandin wê çendî bijîjk, endezyar, perêzer û mamosteyên din hebana?
Erê ezbenî! Ji wê salê ve, hêjî ew jinên Amûdî, şewata zarokên xwe di sinemeya de jibîr nekirine. Ji wê salê ve, hêjî her êvara pêncşemê, jinên Amûdê berê xwe didin ser girê Şermola û goristana Amûdê. Ji wê salê ve, hêjî bêhna kizirandina termên her 283 şewitîyên sînemayê di ser asmanê Amûdê re tê bêhinkirin. Ji wê salê ve, hêjî xelkên Cizîrê çîroka şewata sînemeya Amûdê û lehengiya Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di civakan de ji hev re dibêjin.
=KTML_Bold=Mihemedê Seîd Axayê Deqorî=KTML_End=
Roja şewata sînemayê di şeva 13-11-1960î de, Mihemedê Seîd Axa (1928-1960), li çayxaneyeke Amûdê rûniştî bû, jê re gotin agir bi sînemayê ketiye. Hingî ji cihê xwe çem bû û berê xwe da sînemeya malwêran. Dibêjin ku polîsan nedihişt kes nêzîkî deriyên sînemeyê bibe. Ta ku Mihemedê Seîd Axa di hawara sînemayê de hatiye, çend sîle li polîsê devê derî xistine û bi zor derbasî hundirê sînemeyê bûye. Êrîşî nav rivîna agirê sînemayê kiriye û her carê du zarok di bin çengê xwe de derxistine. Dibêjin hinan jê re gotiğe, va kurê te Fehed ji sînemayê derketiye, tiştek pê nehatiye. Wî li wan vegerandiye û gotiye: Tev wek Fehed in. Tev zarokên min in.
Hêjayê gotinê ye ku Fehed kurê wî yê tekane ye. Di encamê de wî 11 zarok ji nav rivîna agirê dojeha sînemeyê rizgar kirine. Ta ku ew demirê hesinî yê ku bestên sînemayê li ser dihatin danîn, bi ser de hatiye xwarê û wî jî canê xwe, tevî canê wan 283 zarokên kurdan kiriye û bi wan re çûye bihişta rengîn! Roja îro navê Mihemedê Seîd Axa bûye sembola mêraniyê di nav kurdên Sûriyê de.
Mirov nikare li dor bûyera sînemeya Amûdê raweste bêyî ku navê lehengê wê Mihemedê Seîd Axa neyne ziman. Ew di sala 1928an de li Amûdê ji dayka xwe re çêbûye, biçûkaniya xwe li Amûdê wek ya tev zarokên wê derbas kiriye. Çîroka evîndariya wî bi ciwaneke Kurd re, bûye perçak ji folklorê kurdî.. Di sala rojbûna wî de 1928, sînor bi rengekî fermî di navbera Serxetê û Binxetê de hatiye danîn û fransîyan Cizîr bi tevayî dagirkirine. Di sala 1937an de, ji ber serhildana bavê wî Seîd Axa, Amûdê bi firokeyên Fransîyan hatiye şewitandin û bavê wî ji Amûdê reviyaye, xwe li çiyayê Şingalê girtiye. Ji wê hingê ve ji Amûdê re tê gotin Amûda Şewitî an Amûda Bavê Mihemed. Hêja ye bêjim ku du stran li ser Mihemedê Seîd Axa hatine gotin, yek li dor evîdariya wî ji Zerga re û ya din li dor lehengiya wî di rizgarkirina zarokên sînemeyê de.
Rewşa Kurdan Piştî Şewata Sînemeyê
Amûdê û hilgirtina Otomobîla Dr. Nûredîn Zaza
Piştî şewata sînemeyê di roja 13-11-1960î de, Dr. Nûredîn Zaza yê ku yek ji namzetên Partiya Demokratî Kurdî bû ji bo perlementoya Sûriyê. Berî hilbijartinan, digel çend hevalên xwe, di roja 28-12-1961ê hat bajarê Amûdê ji bo propagende ji xwe re bike, di wê hatinê de xelkên Amûdê bi heyecan pêşwaziya wî kirin û rahiştin wî û otomobîla wî û pê re meşiyan. Di sala 1962an de nijadperestê Ereb Mihemed Teleb Hilal ku serokê emniyeta parêzgeha Cizîrê bû, wî di eynê salê de pirtûkek bi navê (Xwedinek di parêzgeha Cizîrê de, di warê yasayî, civakî û siyasî de), nivîsand û belav kir. Di vê pirtûka xwe de 12 bend ji bo bişaftin, erebkirin û nemana kurdan di Sûriyê de, hejmartin.
Ji encamên vê pirtûka wî;
1-Serjimara Awarte: di roja 05-10-1962an de li parêzgeha Cizîrê hat kirin û di encamû de 120 hezar kesên kurd, ji nasnameya Sûriyê hatin bidûr xistin.
2- Zinara Erebî ku Kurdan ji ber sînorê Tirkiyê ve bi 12-15 kîlomitroyan bidûr xînin.
3- Anîna Ereban û ji encamên wê kurd bê xak û zevî man û avakirina 44 gundên ereban bû di nav xaka Kurdan de. Û wiha gelek xalên din hene.
=KTML_Bold=Mirina Ûsivkê Çelebî=KTML_End=
Piştî şewata sînemaya Amûdê, di roja 07-05-1962an de, Ûsivkê Çelebî dengbêjê gelêrî yê ku aheng bi gotin, deng û sazên têlên tembûra xwe xweş dikirin, bi rengekî nepen di ahengek xwemalî de li Qamişlo, ji nişkekê ve canê xwe ji dest dide! Û di dawiya şevê de, termê wî davêjin ber deriyê mala wî. Rêjîm ji gotinên stranên wî aciz dibû, didît ku wek ku yek şerê wê dike. Gotinên wî dijî siyaseta wê têne gotin, ne li awayê siyaseta wê ne. Çend carekî ew digirtin, bersiv didan, lê her ew ji baweriya xwe nedihat xwarê û stranên xwe digotin. Strana wî jî bi xurtî û hezkirin di nav gel de belav dibûn. Stranên wî di govend û dîlanên kurdan de dihatin gotin. Rêjîm jî gelekî ji gotinên vê strana wî (Zeîm Silo), aciz bû.
Fermo çend firdik ji gotinên strana Zeîm Silo:
Çûm Şamê wa bi dar e, Zeîm Silo
Hatim Şamê bi dar e, Zeîm Silo
Va Radya bar e bar e, Zeîm Silo
Va cerîda kir îlan e, Zeîm Silo
Mizgîna min li Felaha, Zeîm Silo
Wê erdê bikin par e, Zeîm Silo
* * *
Çûm Şamê wa bi dar e, Zeîm Silo
Ti li va Axa û Mixtara, Zeîm Silo
Rahiştin qutên dara, Zeîm Silo
Berdan feqîr û jaran, Zeîm Silo
Feqîra bazdan bajara, Zeîm Silo
Ji ber zulma mixtara, Zeîm Silo
Êsîr revyan bajara, Zeîm Silo
* * *
Çûm Şamê wa bi tîne, Zeîm Silo
Ez hatim Şamê bi tîne, Zeîm Silo
Her kes zane ti xayîne, Zeîm Silo
Ma dijminê me kî ne, Zeîm Silo
Em tevde fidawî ne, Zeîm Silo
Tereso, bertîlxuro, Zeîm Silo
Wey tifî li zeyîmê wilo, Zeîm Silo
Di dawiya vê xeberdana min de li dor şewata sînemeya Amûdê dikarim wilo bibêjim; nivîsandin ne henek û tinaz in. Ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û dema xwe pê re derbas bike.. Nivîsandin berpirsyarî ye. Nivîsandin name ye. Nivîsandin ji îro û sibe re ye. Nexasim ku nivîsandin li dor wek van bûyerên veşartokî bin, ku di welatê min î birîndar de rûdabin û nû têne nivîsandin..
Ez bi wiha nivîsandinê re rihet dibim û xwe pê rihet dikim! Ji ber ku ji îro û sibe re ye. Wê di pey min re, xweş dîdevan be ji dîroka miletê min re û wê baş nîşan be ji ked, xebat û westandina min re.
Bila kes bawer neke ez di guhê Ga de me! An goga gerdûnê li ser qiloçê Ga ye..! Ew heyam derbas bû, rehma Xwedê lê be.. Roja îro silav li sifra hazira ye. Tu çi tovî di xakê de bireşînî, tê berê wî tovî hilînî. Biryara qenc û neqencan di destê civakê de ye. Bav û kalên me ji mêj ve gotine: Qenckiro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro. De werin, em xizmeta civaka xwe bikin, da ku civaka me jî, pesnê ked û xebata qencan bide.[1]
ئی بابەتۍ بە زۋانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۋیسیێنە، پەی ئەۋەکەرڎەی بابەتەکۍ بە زۋانېۋ کە نۋیسێنە، سەرو ئایکۆنو ی کلیک کەرە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئی بابەتۍ 524 جارۍ ۋینیێنە
ھاشتاگ
سەرچەمۍ
[1] پەڕیانە | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 05-09-2023
بابەتۍ پەیۋەڼدریێ: 11
پېڕە: کوڵەباس
زۋانو بابەتۍ: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕېکۆتو ۋەڵاکەرڎەی: 01-12-2022 (2 ساڵە)
جۊرو بەڵگەنامەی: زۋانی یەکەم
جۊرو ۋەڵاکەرڎەی: دیجیتاڵ
شار و شارەکڵۍ: ئامودا
کتېب - کوڵەباس: وتارە و دیمانە
تایبەتمەڼییۍ تەکنیکیۍ
چنینیی بابەتۍ: 99%
99%
ئی بابەتۍ جە لایەنو: ( ئاراس حسۆ )یۆ جە: 05-09-2023 تۊمارەکریێنە
ئی بابەتۍ چە لایەنو: ( سارا ک ) چە: 09-09-2023 پۊرەلۋای کریێنە و ئازاڎە کریێنە
لینکو بابەتۍ
ئی بابەتۍ بەپاو ستانداردۍو کوردیپێدیای ھەڵای ناتەمامە ھەنە و پەنەۋازییش بە پۊرەلۋای بابەتیی و زۋانەۋانیی فرەتەری ھەن!
ئی بابەتۍ 524 جارۍ ۋینیێنە
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
کوڵەباس
یاڎو مەردەی گۆرە پیێوە هۆرامانی
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
کوڵەباس
ساڵیاڎو ڕۊنامەکاری کوردی مەبارەک بۊ
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
کوڵەباس
پەی گڵیاوەکاو کەشی (2)
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
کوڵەباس
پەردە لادای پەی کتېبو (باسێوە فەرهەنگی دەگاو گوڵپی)
کتېبخانە
مەولە
کوڵەباس
وانایۆی پەی کتېبو (مەم و زین)ی بەهۆرامی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی

تازەکی
کتېبخانە
جووجەڵەکێم
29-01-2024
ئەسعەد ڕەشید
جووجەڵەکێم
کتېبخانە
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
04-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
حەدیسەو ڕاو ڕۆخانەی
کتېبخانە
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
08-02-2024
زریان سەرچناری
داستانی شێخی سەنعان بە هەورامی
ژیواینامە
کاک ئەحمەدی شێخ
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کاک ئەحمەدی شێخ
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
مێژووی زانایانی هەورامان
تۊماری تازە
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
26-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی
12-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
05-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
04-04-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
خالید ڕەشید
19-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
06-03-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ مەحمودی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
شێخ سەعیدی حەفید
16-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
کتېبخانە
مێژووی زانایانی هەورامان
12-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ژیواینامە
حەمەحسێن کێمنەی
11-02-2024
ئەسعەد ڕەشید
ئامارۍ
بابەتۍ 517,520
ۋېنۍ 106,139
کتېبۍ PDF 19,170
فایلی پەیوەڼیدار 96,530
ڤیدیۆ 1,308
کوردیپێدیا گۆرەتەرین سەرچەمەی فرەزۋانیی پەی زانیارییە کورڎییا
ژیواینامە
جەمیل نۆسووڎی
کتېبخانە
تۊرەکە پەڕ ساۋەکە
کوڵەباس
یاڎو مەردەی گۆرە پیێوە هۆرامانی
ژیواینامە
حاجی عەباسی جەڕاح
کتېبخانە
یاڎو پەنجا ساڵەو سەرکۆتەو ژڵېوەو ئاپۆیینە
ژیواینامە
شێخ عەبدولڕەحمان جانەوەرەیی
کوڵەباس
ساڵیاڎو ڕۊنامەکاری کوردی مەبارەک بۊ
ژیواینامە
خورشید خانمەی داواشی
کتېبخانە
گیٛجاوەو ژیوای
کوڵەباس
پەی گڵیاوەکاو کەشی (2)
کتېبخانە
ڕۊژماری هۆرامی (8)
کوڵەباس
پەردە لادای پەی کتېبو (باسێوە فەرهەنگی دەگاو گوڵپی)
کتېبخانە
مەولە
کوڵەباس
وانایۆی پەی کتېبو (مەم و زین)ی بەهۆرامی
ژیواینامە
ئەحمەدی خانی
ژیواینامە
شەفېعو حاجی محەممەڎی تەۋېڵەی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پێۋەڼی | CSS3 | HTML5

| کاتو وەشکەرڎەی لاپەڕەی: 1.25 چرکە(چرکۍ)!