图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,166
书籍 19,170
相关文件 96,574
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Jimarolojî: Hêlîna Heft Eyloyan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jimarolojî: Hêlîna Heft Eyloyan

Jimarolojî: Hêlîna Heft Eyloyan
=KTML_Bold=Jimarolojî: Hêlîna Heft Eyloyan=KTML_End=
#Necat Zivingî#

Jimarolojî (jimarwendî) yek ji şaxên veşarîvanîyê (okultîzm) ye. Ew jî qadeke derveyê dîn û zanistê. Bi rêyên medyûmnîk û ezoterîk bi dû wateya hebûnê dikeve, têkilîya mirov û gerdûnê rave dike. Sîmya, astrolojî, sembolîzm û jimarolojî hinek ji beşên veşarîvanîyê ne. Û xuya ye berya mîtos û dîn û zanistan veşarîvanî hebû.
Jimarolojî, di gerdûnê de tesadûfê qebûl nake û her tiştî bi sîstematîka jimaran şirove dike. Berya wek jimarolojî bê binavkirin, Yûnanî û Keldanîyan ev şêwe-şirove wek arîtmansî bi nav kirine. Di nav Misrîyan de jî gelek hatîye bikaranîn. Îcar Kurd di navenda sêgoşeya Misrî, Keldanî û Yûnanîyan de ne. Tê zanîn ku danûsitendineke xurt ya gelên Mezopotamyayê, Misrî û Yûnanîyan heye.
Jimarolojî ji Misrê derbasî Yûnanê bûye. Yûnanîyên kevn bal kişandine ser Hermes Trîsmegîstûsê Misrî û nivîsên wî ku li Misra kevn bi elfabeya pîroz hatibûn nivîsîn wergerandine Yûnanî û Latînî û wek Hermetîka bi nav kirine. Li gor Hermetîkayê “Ev gerdûna nuwaze dixebite, bi hêza jimaran hatîye daraştin”. Pirtûkxaneya Skenderîyê di sedsala 5an de bi destê filleyên olperest hatîye xirabkirin û metnên Hermetîkayê bi giştî di şewatê de winda bûne. Lê feylesofên wek Pîsagor, Platon û hinek nivîskarên Yûnanî qismek ji wan parastine. Ligel Gnostîkan, keşîşên Zerdeştî û Sabiîyan jî metnên Hermetîkayê parastine û ev metin di sedsalên din de bi bal Erebî ve hatine wergerandin. Piştre fikrên Hermes bi destê ezoteryenên rojhilatî bi rêya Floransa li hemî rojavayê belav bûne.
Jimarolojî bi Pîsagor dest pê dike. Ew, zanista jimarolojîyê wek “zanista hêzên xwedayî” pênase dike û têkilîyeke xurt di navbera deng û jimaran de datîne. Misra kevn giringiyeke navendî dida jimara 22yan. Pîsagor 22 dabeşî 7ê kiriye û jimara Pî’yê dîtiye. Dante di Îlahî Komedyayê de ew bi kar anîye. Di jimarolojîyê de 11, 22 û 33 wek “jimarên hosta” hatine binavkirin.
Di vî warî de Kabalîstan jî gelek xebat kirine. Elfabeya Ibranî ji 22 tîpan çêkirine. Her wiha elfabeya Fenîkeyî jî ji 22 tîpan pêk hatîye. Kabalîstan jimara 22yê di sê komên wek 3+7+12an de rave kirine. 7 jimara dualîteyê ye û miqabilê “cîhana bi hişmendîyê têgihîştî” ye. Di ezoterîzmê de bi navên wek monad (yek), dîyad (du), tetrad (sisê), trîad (çar) gelek jimarolojî hene.
Ji herikîna dîroka jimarolojîyê dîyar e, 7 yek ji jimarên navendî ye. Her wiha jimara kemalê ye. Jimara xamatîyê. Jimarên esasî dabeşî heftê nabin. Heft roj, heft gerstêrk, heft parzemîn, heft notayên mûzîkê, heft rengên bingehîn, heft xarîqeyên cîhanê… û wisa didome.
Heft, di sembolîzasyona gelek milet û neteweyan de heye. Lê ne bi qasî ya Kurdan. Di Mîtraîzmê de ruh ji asîmanê heft gerstêrkan bilindî xwedawendîyê dibe. Mirov ji bo kemalê divê di heft derîyan re derbas bibe. Di her derîyî de parçeyek ji cilê xwe bihêle heta bigihîje paqijîyê. Îştar dema diçe cîhana binerdê di heft derîyan re derbas dibe û li her derîyî parçeyek ji cilê xwe dihêle. Teolojîya Elewîtîyê jî hebûnê wek heft çêbûn bi nav dike. Di Elewîtîyê de heft hozanên bilind hene.
Ji dîrokên herî kevn ta îro, bawerîya Kurdan ji senteza gelek ol û dînên wek Mîtraîzm, Manîheîzm, Magîtî û Zerdeştîyê pêk hatîye ku bi navê Ehlê Heq (Yarsanî) gihaye roja me. Metna pîroz ya vê bawerîyê Nameya Serencamê (Kelama Xezîneyê) ye. Bingeha vê bawerîyê li ser hulûla xwedê ya heft caran hatîye danîn. Heftewan, heft kes in ku xwedê ew kirine rêberên mirovahîyê. Weke ku dînek li ser heftan ava bûye.
Dema mirov li dîroka Kurdan vedikole li derdora jimara heftê rastî dîmenên balkêş tê. Yek ji wan, heft kitêbên asmanî ne. Zanayê Keldanî Îbnî Wehşîyye di sala 856an de bi navê Şewqu’l-Musteham, pirtûkeke Erebî dinivîse û di beşa heftan de wiha behsa Kurdan dike: “Ji ber bi hemî zanist û huneran re têkildar bûn, Keldanî zanatirînên dema xwe bûn. Hemta û hevberên wan yên yekem Kurd bûn…[Kurdan] îdîa dikirin ku heft kitêbên bi îlhama asmanî daketibûn yên berya tofanê jî di destê wan de ne.”
Çîroka heft kitêban çi ye, yan jî ev heft kitêb sembola çi ne, niha em nizanin. Lê di destana Gilgamiş de jî, têkildarî Kurdan em li dewsa jimara heftê rast tên. Gilgamiş, destana herî kevn ya mirovahîyê ye. Di vê destanê de çîroka Gilgamiş û Humbaba (Huwawa) heye ku Kurdan gelek eleqedar dike. Tê zanîn, Kurd di dîrokên herî kevn de li derdora çîyayên Zagrosê bûn û Gutî yek ji pêşengên Kurdan in. Gilgamiş destana Sûmerîyan e. Gutîyan, berya mîladê dawîya sedsala 3 hezarî de welatê Sûmerîyan bi dest xistine û xanedana Gutî-Sumer ava kirine. 21 keyayên Gutîyan nêzîkî sed salî li Sumerê hukim kirine.
Li gor çîroka di tabletên Sumerîyan de hatîye nivîsîn, Gilgamiş ligel Enkîdû ji bo darên sedrê bîne diçe çîyayê Zagrosê. Daristana sedrê ji alîyê cinawirekî “Arasteyê heft çirûskan” ve tê parastin. Ew, Huwawa ye. Ji nesla xwedayan e û kes nikare li ber çirûskên wî çavê xwe veke. Dêwekî nîv mirov, nîv xweda ye. Gilgamiş û artêşa wî heft daran jê dikin, lîstikekê li serê Humbaba digerînin û serê wî jêdikin. Xwedawend Enlîl ji vê yekê aciz dibe. Enlîl “Heft çirûskan” li heft hebûnên wek “çem, çîya, şêr…” (yên din ji tabletan nayên xwendin) belav dike.
Li gor tabletên destana Gilgamiş, Huwawa nobedarê daristana sedrê ye û xwedawend Enlîl bi heft birûskan ew arastîye. Dema Gilgamiş dixwaze biçe ser çîyê Enkîdû jê re wiha dibêje: “Keyayê min, heger tu îro derkevî çîyê, divê tu pêşkêşî xwedawendê rojê Ûtû bikî… Çîya di îradeya xwedawendê rojê Ûtû de ye.” Ji dîrokên herî kevn ta îro, roj sembol û bawerîya Kurdan e. Ev vegotin bi her awayî Kurdan bi bîr tîne.
Piştî destana Gilgamiş, di belgeyên Asûrîyan de jî em rastî hefta Kurdan tên. Qralê Asûrîyan Sanherîp berya zayînê di sala 700î de diçe ser Çîyayê Nîpurê (Cûdî) û welatê Katmûhîyan dagir dike. Hêlîna heft eyloyan ji holê radike. Ji bo vê serkeftina xwe, rolyefên bi kîtabe li ser tehtan çêdike. Di vê vegotinê de hêlîna heft eyloyan gelek balkêş e û dîyar dike ku heft semboleke giring ya Kurdan e.
Kurdan kengî şeş êlên xwe di heftê de kirin yek, roja Medyayê hilat. Li gor vegotina Herodot, damezrênerê dewleta Medê, Keîokes payîtexta Medyayê Ekbatana (Hemedan) bi heft sûran çêkir. Perwaza her sûrê rengek bû. Sûra yekem sipî, ya duyem reş, ya sêyem sor, ya çarem şîn, ya pêncem reçîne, ya şeşem rengê zîvî, ya heftem rengê zêrîn bû. Li Kurdistanê gelek dever bi navê heftê hatin zanîn. Welat bi Heftenîn û Heftkanîyan şên bû.
Heft kitêb, heft çirûsk, heft sûrên paytext, heft eylo… Em ê bi kur ve herin gelo?
Ne tenê dîrok û çîrok, ziman jî bîra neteweyan e û milet di zimanê xwe de kodîfîyekirî ne. Heft, yek ji hîmên Kurdî ye. Gelek bêje û biwêj li derdora heftê hatine ristin. Kurd heft bavê xwe dijmêrin, heft caran gîsinê xwe lê didin, heft tenûran nan dixwin, heft pehînan li gorê dixin, heft kirasan diqetînin û her wekî din… Her wiha pêşîyên Kurdan li mêjîyê zarûyan neqişandine: “Heft bavên çê, esil şîrê dê!”, “Heft mêrên berîyê, civiyan li barê hirîyê, gotin ax li me û li vê bêkesiyê”, “Heçî kirasek bi neqencî biqetîne, divê heft kirasan bi qencî biqetîne”, “Serê ku herî kêm heft serî jê ne aciz bin, ew serî ne tu serî ye”, “Kewê gotîye, heger heta heftê nîsanê min heft hêk nekirin, bila heft ecêbê giran bê serê min.” Heft hem mêzîna qencîyê hem jî ya xirabîyê ye. Lewma “Heft salan çû seferê dîsa hat kerê berê”, “Xwelîya heft gundan, li pozê pozbilindan”, “Kirasên qehpikan heft in, yekî li xwe dikin şeşan li hevalên xwe.” Nexwe nabe em guh nedin van guherên zêrin. Divê em hûr bajon, kûr bajon, ga jî newestînin. Erê wele: “Zevîya ji zevîyan zêde, heft cara gîsinê xwe lê de, paşê tovê xwe tê de.”
Xanîyê nemir di şahesera xwe ya bi navê Mem û Zînê de, beşa heftan ji bo vegotina derdê Kurdan terxan dike. Lûtkeya irfana Kurdî, pîrê qufle û mifteyan Melayê Cizîrî dema berê xwe dide “Remzên dilberê” û dibêje: “Ji remza dilberê dîsa / Li min batin vejîn derd e / Di lebsê tarîyê min dî / Xuya bû ew siyahcerde”… Balê dikêşe ser eşkerekirina veşarî û nihênî, sir û razên di tarîtîyê de. Piştî vê destpêkê hildikşe textê siltan û dibêje “Bi heft ayatê Furqanî / Li mehbûban tu xaqan î / Were derbê li Qeyser de”. Mîna ku Cizîrî hikumranîya Kurdan bi heft ayetan ve girêdide û piştî wê dibêje êdî Kurd dikarin derbê li Qeyserê Rûmê, yanî tirkan bidin. Û behsa şirovekirina heft heykelan dike: “Katib di çerxê cedwelî / Xoş neqşek avête li wî / Kir haşiya heft heykelî / Nîv kuliyatê xemse da.”
De naxwe em ê xwe li ber keys bikin, ji bo keşf û kerametên bala û bilind. Ji heft kitêban sûdê wergirin, ligel heft eyloyan baskan lê bidin, bi ronahîya heft çirûskan li cîhanê temaşe bikin.
Necat Zivingî
Lêkolîner û Nivîskar, Stanbol
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览502
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 05-09-2023
挂钩项目: 21
小组: 文章
Publication date: 11-04-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 05-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):05-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览502
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.153 KB 05-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,166
书籍 19,170
相关文件 96,574
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!