图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,143
图片 106,536
书籍 19,258
相关文件 97,015
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nirxandinên li ser biryara Dadgeha Federal a derbarê Parlamentoya Kurdistanê de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yasîn Teha

Yasîn Teha
=KTML_Bold=Nirxandinên li ser biryara Dadgeha Federal a derbarê Parlamentoya Kurdistanê de=KTML_End=
Yasîn Teha

Piştî neh rûniştinên ku tijî dadbarî û gengeşe bûn, Dadgeha Federal, ji referanduma 2017an û vir ve, dehemîn biryara xwe ya herî girîng der barê dozên kurdan de da.
Ev 15'emîn biryara dadgehê ya îsal (2023) e ku berdewamiya pêncemîn gera Parlamentoya Kurdistanê wekî yasayeke nakok û dijî destûrê da nasîn û dawî li bendewarî û gotûbêjên qanûnî yên di vî warî de anî.
Biryara dadgehê ku nêzîkî 20 rûpelan e, tijî rave û analîzên hûr û dirêj û berfireh ên girêdayî bafikên redkirina yasaya jimare 12 ya sala 2022 ya dirêjkirina gera pêncem a parlamentoyê ne ku hinek ji wan hincetan qanûn û rêzikên navxwe yên Parlamentoya Kurdistanê bi xwe ne.
Lê dîsa jî dadgehê xwe spartiye destûra Iraqê û berî her tiştî jî pişta xwe bi danezan û peymanên cîhanî girêdaye. Ev hûrgilî bêhtir wekî dûrxistina gumanên armanckirina Herêma Kurdistanê û qeyd û bendkirina wê têne ravekirin, ku li navendên siyasî û di nav hinek elîtên Herêma Kurdistanê de jî nêrîneke berbelav û hevpar e.
Biryara Dadgeha Federal bi awayekî darîçav pesnê wêrekî û taybetmendiya hilbijartinên yekem ên Herêma Kurdistanê di sala 1992'yan de dide. Her wiha destûrîbûna qewareya Herêma Kurdistanê bi zelalî tekez dike. Wekî din jî tekez dike ku di çarçoveya sîstema siyasî ya Iraqê de ku parlemanî, federal û demokratîk e, sî û sîbera destûra federal li ser navend û herêman jî tê vedan.
Bi vî awayî jî wekî metneke xwerû, biryara dadgehê ruhê neyartî û dijminatiya derheqê Herêma Kurdistanê li xwe nagire û çi bigire nermî jî tê de heye. Ev dikare ji bo derbaskirina nakokiyên girêdayî yasaya hilbijartinan û çawaniya cîbicîkirina wê jî bibe derfetek.
Her wiha, bingehek ji bo kevneşopiyeke destûrî ya nû li Kurdistanê û li seranserê Iraqê jî daniye ku êdî temenê parlementoyên hilbijartî dirêj nekin û rêza dema destûrî û yasayî ya hilbijartinan bigirin, ku ev yek di berjewendiya ezmûna Herêma Kurdistanê de ye, ku di dirêjkirina dema parlamentoyê de xwedî dîrokeke dirêj e.
Lewma jî 31 salan piştî hilbijartinên yekem, nû li dawiya gera pêncem a parlamentoyê de ye, di demekê de ku divabû ku ew aniha derbasî gera heştemîn bibûya.
Tevî ku gelek hewl hatine dayîn ku metna biryara Dadgeha Federal xurt û bê pirsgirêk be, lê ji bilî encamên wê yên qanûnî, encamên wê yên siyasî û awayê bikaranîna wê jî cihê gengeşe û nakokiyê ne.
Bo yekem car dadgeheke federal li Bexdayê di mijar û kêşeyeke lap navxweyî de dibe navbijvan. Meriv dikare vê yekê wer bixwîne ku êdî Kurdistan ne tenê biryardera çarenivîsa kêşeyên xwe ye, her wiha pêkan e ku ezmûnên bi vî rengî di pirs û dozên din ên bê de jî bên dubarekirin.
Her wiha ji ber ku biryarê pêngavên parlementoyê yên piştî 06.11.2022'yan li Herêma Kurdistanê pûç kirin, aniha Kurdistan bê komîsyon maye û ji bo ku ji vê valahiya yasayî rizgar bibe divê bivê-nevê serî li Komîsyona Federal bide, ku ev jî her cure zirarê dide saziyên Herêma Kurdistanê li ser asta hevşêweyên wan li Bexdayê di demekê de ku ezmûna hilbijartinan li Iraqê vedigere sala 2005an û 13 salan li paş ezmûna Herêma Kurdistanê ye.
Li ser asta desthilata cîbicîkirinê jî, biryara dadgehê rê li ber tevdana pirsên girêdayî çarenivîsa desthilata cîbicîkirinê (hikûmet) vedike, ku wê jî rewatiya xwe ji parlamentoyê wergirtiye.
Li Kurdistanê destûr nîne ku çareseriyên valahî û pênaseya hikûmeta karbirêker yekalî bike. Lê di mînaka herî nêz de ku mînaka Bexdayê ye, Dadgeha Federal di raveyeke destûrî de (121/2022) li ser Madeya (64/a); hilweşandina parlemanê wekî sedem hesiband ji bo ku hikûmet bibe karbirêker.
Di vê rewşê de jî, erkê hikûmetê dibe meşandina kar û barên rojane, xasma yên ku mohra xizmetguzariyê li ser wan heye. Bêyî ku hikûmet karibe biryarên siyasî û kartêker ên wisa berbiçav bide ku encamên wan ên têkildarî siberojê hebin wekî pêşniyarkirina yasayan, deynkirin, danîna berpirsên bilind, dûrkirina ji postan û …hwd.
Ev yek dikare di asta niha ya Bexdayê de pirsgirêkan ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê çêbike û dikare fişarê li ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî bike.
Di Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan de çend parlementerên rastgir demildest bal kişandin ser wê yekê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye desthilata cîbicîkar, lewma êdî hêza wê ya îsrarkirin, daxwazkirin û razîbûna bi hikûmeta Bexdayê re nemaye, xasma di warê pişka budceyê de.
Yên ku li pirsgirêkan negerin û bi serkeftina ezmûna Sûdanî re ne jî, rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav digirin û biryarê û encamên wê bi bêdengî derbas dikin, bi taybetî ku niha danûstandinên budceyê gihaştine qonaxeke nazik û hestyar û vekirina bereyeke din a hevrikî û nakokiyan debar nakin.
Biryara Dadgeha Federal ya li ser Parlamentoya Kurdistanê di demekê de ye ku çend pirsgirêkên din li Kurdistan û Iraqê hene: Nakokiyên navxweyî kûrtir dibin, gazin û rexneyên derveyî li ser Kurdistanê zêde dibin, gefên Îranê li ser baregehên hêzên opozisyona Kurdistanî dubare dibin, dosyeya hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê tûşî gelek girêkan dibe û çarenivîsa wê ne diyar e.
Ev rewş jî derfetek e ji bo bikaranîna xerab a biryara dadgehê, ku wek metn pirsgirêkên wer mezin li xwe nagire û zêdetir tekeziyê li ser çend tekst û rêgezên yasayî yên têkildarî roja hilbijartinê dike.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览296
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/- 07-09-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 08-06-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览296
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.119 KB 07-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,143
图片 106,536
书籍 19,258
相关文件 97,015
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!