Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,421
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
NIRXANDINA BENDÊN LOZANÊ: SÛCÊ SEDSALÊ YÊ ENDEZYARÎYA DEMOGRAFÎK
Daneyên taybet ên Kurdîpêdiya ji bo girtina biryarên civakî, siyasî û neteweyî alîkariyek bêhempa ye... Dane ew xwedî biryarder e!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

peymana Lozanê

peymana Lozanê
=KTML_Bold=NIRXANDINA BENDÊN #LOZAN#Ê: SÛCÊ SEDSALÊ YÊ ENDEZYARÎYA DEMOGRAFÎK=KTML_End=
Karîkatura danûstandinên Lozanê / Çavkanî: Projeya Lozanê
HISÊN CIMO

Di romana “Çîroka mirineka ragihandî” ya Gabriel Garcia Markuz da, her dem îşaretkirina Santiago Nesar ku yek ji qurbanîyên derewên romanê ye wekî tirkekî, dubare dibe. Santiago jî kesayeteka bi eslê xwe ereb e, lê sîfeta tirkî bû ya hemû mislimanên ji Yûnanistanê heta Amerîkaya Başûrî. Dema ku Dewleta Osmanî di lûtkeya hêza xwe da bû heta dawîya sedsala 16an, rojavayîyan fêr bûbûn ku sîfeta tirkî û dewleta Tirkîyayê ji bo hebûna osmanî ya berfireh û pirreng bi kar bînin, lê tu bi awayekî fermî tu sîfet wernegirt. Heman mijar, li ser danûstandina rojhilatnasên ewropayî bi Îranê ra û xanedanên wê yên desthilatdar ên li peyî derbas dibe, wan wekî Welatê Faris bi nav dikir, lê welat bi xwe jî bi wateya vî navî xwe nedida pênasekirin.
Birêveberên nû yên di dema têkçûna Dewleta Osmanî da amade bûn, ji bo dîtina navekî nû yê mîrasa dendika osmanî tu zehmetî nedîtin. Di vê çarçoveyê da, navê Tirkîyayê bi awayekî fermî di wêjeya Ewropayê da dihat bikaranîn û tenê birêveberên nû li pêşîya wan mabû ku kesên mayî li Anadolya û Kurdistanê bi vî navê dewletê yê nû qani bikin: Komara Tirkîyayê.
Bi awayekî piratîk, Dewleta Osmanî wekî hebûneka qanûnî di 1ê mijdara 1922yan da, bi biryarnameyeka ku hikûmeta Enqerayê (Komeleya Niştimanî ya Mezin) ya îbtalkirina erkê Sultan derxist, bi dawî bû. Lê navê dewletê veşartî ma û navê fermî yê nû (Komara Tirkîyayê) nehat bikaranîn, heta ku salek li ser îbtalkirina sultanîyetê ra derbas bû.
Dubendîya navê nû di hûndirê Tirkîyayê da bû, lê li ser asta têkilîyên navdewletî ev mijar hêsantir bû, ji ber ku ewropayî di esas da di Dewleta Osmanî da, tenê Tirkîyayê dibînin û di osamînyan da jî tirkan dibînin. Ji ber vê yekê, Kongreya Lozanê di destpêka danûstandinên 11ê mijdara 1922yan da, bi serwerîya Komeleya Niştimanî ya Mezin li ser Tirkîyayê li cihê hikûmeta osmanî, nas kir.
Di belgeya peymana Lozanê da, di pêşgotinê da bal hate kişandin ku “daxwazên Împaratorîya Birîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yûnanistan, Romanya, Sirbistan, Xirvatistan û Slovenya hemû bûne yek ji alîyekî ve û ji alîyê din ve jî Tirkîyayê li hev kirin ku şerê di navbera xwe da bi dawî bikin, ku ji sala 1914an ve li rojhilat heye…”
Li gorî belgeyê hevpeymanê, ê ku nûnertîya şanda tirkîyayî dikir ev bûn: Ismet Paşa, wezîrê karê derve û parlameneterê Ederneyê; û textor Riza Nurbeg, wezîrê tenduristî û parlameneterê Sînop, Hesen Beg wezîrê berê, parlamenterê Trabzonê; wekî nûnerên: Hikumeta Komeleya Niştimanî ya Mezin a Tirkîyayê.
Piştî şerê serxwebûnê yê Tirkîyayê li dij hevalbendan hevpeyman hat îmzekirin û bi rêya wê rewşa Anadolyayê û beşê tirkî-ewropayî ji axa Dewleta Osmanî hat çareserkirin, ev yek jî piştî ku peymana Sêvrê hate îbtalkirin pêk hat, ku Dewleta Osmanî di 10ê tebaxa 1920î da, di bin fişara hevalbendan da îmze kir.
Danûstandin li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di mijara 1922yan da hate destpêkirin û dabeşî du pêvajoyan bû, ku di navbera wan da demeka kurt hebû (4ê sibatê heta 24-04-1923yan) dema ku serokê şanda tirkîyayî Ismet Înanu red kir ku li ser reşnivîsa hevpeymanê ku wezîrê karê derve yê Birîtanyayê Lord George Curzon pêşnyaz kir, îmze bike. Di 24ê tîrmeha 1923yan da li ser peymana dawî hate îmzekirin û Komeleya Niştimanî ya Mezin li Enqerayê di 21ê tebaxê da bi awayekî fermî erê kir.
Ne tenê Ismet Paşa kesê nû ku li Lozanê bû. Dema ku Japonya Rûsya sala 1905an têk bir û piştra Baron Hayashi derket holê, neteweya xwe wekî nimûneya Tirkîyayê di siberojê da bi rêya Lozanê ra, bi pêş xist. Li beramberî wê jî Rûsyaya Sovyetî êdî dest bi hewldana nûkirina têkilîyên dîplomatîk bi tevahîya cîhanê ra piştî şerekî naxweyî yê dijwar, kir. Lê destek da Mustefa Kemal, ku hinek li rojava wekî komunîst bi nav dikir. Tevî ku şandeya amerîkayî bi awayekî fermî wekî çavdêr hatibû, lê xwedî bandor bû.
Danûstandinên fermî dabeşî sê komîteyan bû. Komîteya yekem ji bo mijarên herêmî û leşkerî û li ser hate gotin ku divê sînorê Tirkîyayê bi Yûnanistanê ra (li Trakya) û raspartina birîtanyayî ya nû ji Iraqê ra (li Mûsilê ya ku bi petrolê dewlemend e). Her wiha, hewl da ku hevpeymaneka nû pêk bîne bi rêya kontrolkirina çûnûhatina keştîyên şer bi rêya tengavê, ku ew jî damara navdewletî ku rûs û tirkan pêşnîyaz kirin ku bi temamî li pêşîya ketîyên bi çek were girtin. Ismet û hempîşeyê xwe Eleftherios Venizelos daxwaza qerebûkirina hevdu û serjimarîya bazirganîyên li ser penaberan û demografîya her du welatan, kirin.
Komîteya duyem, erka wê di çeksazkirina sîstema îmtîyazatên biyan da bû, ew tora ji hevpeymanên dualî ku li gorî wê kesên biyan xwedî rewşeka serxwebûn di hundirê axa sultanîyetê da bin. Osmanîyan ev taybetmendî ji alîyê xwe ve sala 1914an îbtal kirin. Lewra, nûnerên Birîtanya, Fransa û Japonya dîtin ku sîstema qanûnî ya Tirkîyayê wekî tê xwestin hîna bi pêş neketiye, da ku biyan bi ewlekarî hest bikin bêyî parastinên bi vî awayî.
Komîteya sêyem erka “mijarên aborî û darayî” girt û nexasim çawanîya dabeşkirina deynên mezin li ser rejîma osmanî ya kevn û bidawîbûna bû.
Peymana Lozanê ji 143 madeyan pêk dihat û dabeşî çend beşên sereke bû, ji nava wan tengavên Tirkîyayê ku piştra bi rêya peymana Montreux sala 1936an hate guhartin û sozên ku hatin dayîn hatin îbtalkirin, her wiha pevguhartina nifûsê di navbera Yûnanistan û Tirkîyayê da.
Bendên hevpeymanê serxwebûna Tirkîyayê û dîyarkirina sînorê wê, her wiha parastina kêmneteweyên xiristîyan ên Yûnanistanê yên ortodoks li Tirkîyayê û parastina kêmneteweya misliman li Yûnanistanê, dîyar kir (ji bo dîtina metna hevpeymanê, li metnda ku ji laîyê Peymangeha Misirê ya Lêkolînan ve hatiye wergerkirin di bin sernavê: Tevahîya Metina peymana Lozanê, ku di 17ê tebaxa 2020î hate weşandin, binêre).
Lozan bi 143 bendên xwe ve giyanê komara Tirkîyayê ye û hate erkdarkirin ku hebûneka nû bi temamkirina demografîk di hûndirê sînorê xwe da derbarê kurdan pêk bîne (bêyî ku di hevpeymanê da bi nav bike). Di heman demê da, hevpeyman wekî lêborîna giştî ya sûcên ku Dewleta Osmanî û sazîyên wê kirine, nexasim qirkirina komî ya bizanebûn li dij ermenan.
Mirov dikare bibêje ku hevpeyman wekî cenazeyê doza ermenan bû û damezrandina şahîya îşkenceyê ku ev sed sal in li dij kurdan dewam dike. Ji bilî beşê Kurdistanê yê di bin serwerîya Birîtanyayê da ku wê piştra bibe beşek ji dewleta Iraqê, hebûna kurdan a qanûnî cara yekem ji dema derketina kurdan li ser dika dîrokê, bi dawî bû. Êdî tiştek nema, ne di Yekîtîya Neteweyan da û ne jî di mîrasa wê Neteweyên Yekbûyî da, tenê kurd bi nav têne bi bîr anîn. Êdî tu cihê vê neteweyê (kurd) di nava neteweyên ku hatin naskirin nema û bû madeyeka edebkirina leşkerî û ewlekarî di hebûn komara Tirkîyayê da bê çavdêr an jî hesabpirsîn, ev yek ji ber ku peymana Lozanê sînor û naveroka komara nû li ser bingeha neteweya tirk xêz kir. Di encamê da, serdema mêtîngerîyê ya neteweperestî yê beşî di hûndirê sînorê Tirkîyayê yê nû da dest pê kir û çi daxwazeka berfirehbûnê dervayî sînorê xêzkirî ku piştra Lîwa Îskenderon nava xwe girt, bi dawî kir.
Lewra, peymana ku rê li pêşîya berfirehbûna Tirkîyayê digire (ku Tirkîyayê ev yek li Qubris û bakurê Sûrîyayê binpê kir), lê di heman demê da, Tirkîyayê ji gefan diparêze.
Hevpeyman ji 5 eksenan pêk tê û ew jî wiha ne:
=KTML_Bold=1- Bendên siyasî ku sê ji beşan pêk tê:=KTML_End=
Yekem: Bendên girêdayî axê
Ev beş ji 21 madeyan pêk tê ku sînorê komara Tirkîyayê bi dewletên cîran ra xêz kir û di bendan da taybet bal li ser xêzkirina sînor di navbera Tirkîya û Yûnanistanê da hat kişand. Di nav da jî, serwerîya Yûnanîstanê li ser piranîya giravên Deryaya Egeyê û kêmbûna ava herêmî ya Tirkîyayê li herêmên ku giravên Yûananistanê yên nêzî beravên Tirkîyayê û qedexekirina avakirina baregehên leşkerî ji alîyê Yûnanistanê ve li van giravan. Di heman demê da, hevpeymanê formula têkilîyê di navbera Qubirisa birîtanî û Tirkîyayê da dîyar kir, ku di encamê da Tirkîyayê dest ji daxwazên xwe berde, lê bi garantîya mafên tirkan li giravê.
Lê benda girêdayî xêzkirina sînorê bi Sûrîyayê ra, tenê bi vê hevokê sînordar ma:
“Bi Sûrîyayê ra: Sînor di madeya 8an a hevpeymana fransayî-tirkîyayî ya 20ê cotmeha 1921ê da, dîyar e.” Armanc ji madeya 8an a hevpeymana Enqerayê ku sînorê siyasî yê niha di navbera Tirkîya û Sûrîyayê da, xêz kir. Her wiha, hevpeymana Enqerayê biryar girt ku xeta tirênê ya Bexdad-Istenbolê ya bakurê Sûrîyayê wekî sînorekî di navbera du hebûnên osmanî yê berê da ye, lê Lîwa Îskenderon wekî destpêk girêdayî Fransayê, lê xwedî rewşeka taybet a nîv serbixwe ye.
Tekane beşê yê nebidawîkirî yê sînorê komara Tirkîyayê bi dagîrkerîya Birîtanyayê li Iraqê ra wiha ye:
“Li gorî peymanên baş di navbera Tirkîya û Birîtanyayê da di nava 9 mehan da, sînorê di navbera Tirkîyayê û Iraqê da, were xêzkirin. Eger li gorî dema hatiye dîyarkirin, di navbera her du hikûmetan da lihevkirin çênebû, ev pirsgirêk derbasî encûmena Yekbûna Neteweyan dibe. Herdu hikûmet Tirkîya û Birîtanyayê bi awayekî dualî soz didin ku heta bigihêjin biryarekê derbarê sînor da, tu tevgerên leşkerî an jî tevgerên ku rewşa heyî ya erdê biguhirîne çênabin, ku wê çarenûsa wê ya dawî li gorî vê biryarê be.”
Piştra ev bend wekî doza Mûsilê hat pênasekirin, ku sînor di dawîyê da di navbera Birîtanya û Tirkîyayê da di zivistana sala 1925an da bi tevlîbûna Mûsil û Başûrê Kurdistanê nava formula nû ya Iraqê, hate xêzkirin. Heta niha qebûlkirina Tirkîyayê ya biryara Yebûna Neteweyan cihê gumanê ye, ji ber ku li gel Birîtanyayê tu bihaneyên bi hêz tune bû ku bixe bin serwerîya xwe, lê birêveberîya komara Tirkîyayê careka din li xwe vegerîyan derbarê israrkirina wan a bidestxistina wîlayeta Mûsilê ku di rastîyê da tê wateya tevahîya Başûrê Kurdistanê tevî bajarê Mûsilê. Hînek lêkolîn û nêrîn dibêjin ku şoreşa 1925an li Bakurê Kurdistanê, bû sedem ku Tirkîyayê dev ji Mûsilê berde li beramberî ku Birîtanyayê destek nede şoreşa kurdan a birêveberîya Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî. Di rastîyê da, derneket holê ku Birîtanya planên xwe di wê demê da hene ji bo destekê bide çi serîhildanên kurdan li dij desthilatdarîya Tirkîyayê ye, ji ber ku ew bi xwe (Birîtanya) li beramberî metirsîyên şoreşên kurdan li Silêmanîyê û Hewlêrê rû bi rû bû û gelek efserên wê hatin kuştin.
Ji ber vê yekê, îhtîmaleka din a ku Tirkîyayê dev ji Mûsilê li Iraqê berda heye, ew jî ku birêveberîya Tirkîyayê hizira neteweperestîya nijadperestî bi awayekî tundraw ji xwe ra esas girt û hemû rengên pirrengîyê li welat îbtal kir, her wiha valahîya bangên ecêb ji bo serwerîya etnîka tirk di rojnameyên Tirkîyayê da di salên destpêkê yên komarê da, dagirt. Li gorî vê hîpotezê, girêdana Mûsilê bi Iraqê ve, destbikarbûna fermî ya formula neteweperestî ya yekalî ya komarê piştî du salan ji dudilî û tevlîhevîyê çawanîya şirovekirina bendên nasnameyê û kêmneteweyan di peymana Lozanê da. Her wiha, şoreşa Şêx Seîd meyla tirk ber bi kuştina komî û qirkirina çandî ve leztir kir. Lewra li gorî vê hîpotezê, a herî baş ku ji wîlayeta Mûsilê ku kurd tê da dijîn û bi çiyayê wê yên bilind xelas bibin, li şûna hewldana ku tev li Komara Tirkîyayê bibe, her wiha wekî astengîyeka nû li pêşîya dewleta neteweperestî ya yekalî ye.
Di heman demê da, di peymana Lozanê da, ji birêveberên tirkan ra rewa dike ku ji şerma windakirina herêmeka din ku tê da gelên ne tirk hebûn, xelas bibin. Li gorî madeyeka di nava bendên siyasî da: “Tirkîya li gorî vê yekê, dest ji hemû maf û milkîyeta çi dibe bila bibe, an jî yên girêdayî axa dervayî sînorê ku di hevpeymanê da hatiye dîyarkirin û giravên din ji bilî ew yên ku bi serwerîya wê li gorî hevpeymana borî nas dike, berdide.”
=KTML_Bold=Duyem: Hemwelatîbûn:=KTML_End=
Di vê beşî da, 7 bend hebûn, ku piranîya wan maf da tirkên dervayî sînorê Tirkîyayê yê fermî ku bi kêfa xwe hemwelatîbûna Tirkîyayê hilbijêre eger ku xwestin. Her wiha, bendên vê beşê, zemîna pevguhertina nifûsê di navbera Yûnanîstan û Tirkîyayê da ku di peymaneka girêdayî hevpeymanê da çêbû, danî.
=KTML_Bold=Sêyem: Parastina kêmneteweyan=KTML_End=
Hevpeymanê nasnameya olî wekî pênasekirina kêmneteweyan hilbijart û vê dozê rengvedaneka navdewletî bi awayekî domdar çêkir, ku li gorî wê dewletên ku beşdarî vê hevpeymanê bûne, ji mafê wan hesab ji Tirkîyayê bixwazin eger ku Tirkîyayê mafên kêmneteweyên olî binpê kir. Li gorî vê wêneyê, Tirkîya li gorî peymana Lozanê ji misliman û ne mislimanan pêk tê. Her wiha, mafên kesên ne misliman di hevpeymanê da hate garantîkirin û di encama vê yekê da bi awayekî eşkere hebûna kurdan a qanûnî hate îbtalkirin. Tevî ku bendên vê beşê tê da îşaretên derbasbûyî yên mafên ziman bêyî ku tenê li ser kesên ne misliman were sînordarkirin, hene.
Metna madeya 38an wiha ye: “Hikûmeta Tirkîyayê soza garantîya parastina tevahî ya jîyan û azadîya xelkê Tirkîyayê bêyî ku cudahîyê bixe di navbera jidayîkbûn û hemwelatîbûnê yan jî ziman, an jî etnîk an jî olê.”
Lê madeyên piştre yên di vê beşê da, zêdetir bal dikişand ser kêmneteweyên olî, tevî ku madeya destpêkirinê ya jorê nîşan dide ku wekî bendên din hene girêdayî kêmneteweyên ziman û etnîkî yên misliman, lê tê texmînkirin ku ev date di danûstandinan da hatine rakirin. Her wiha, di madeya 38an da hate gotin: “Nabe ku qeyd li ser bikaranîna azad a çi welatîyekî tirk a çi zimanî di hevdîtinên taybet, an jî bazirganî, an jî ol, an jî ragihandin, an jî çi çapkirinên cur bi cur an jî heta civînên giştî da, were ferizkirin. Tevî ku zimanekî fermî hebû jî, lê divê ji hemû welatîyên tirk ên ku bi zimanên ne tirk diaxivin bi awayekî devkî li pêşîya dadgehan, hêsanî were pêşkêşkirin.”
Di formula bi vî awayî da, divîyabû ku hemû gelên ne tirk di komarê da bigire nava xwe wekî kurd, ereb û çerkez, lê tiştekî bi vî awayî pêk nehat. Komarê hemû tiştên hatine gotin di beşê parastina kêmneteweyan da wekî girêdayî kêmneteweyên olî şirove kir û bi rêya tevahîya sazîyên xwe êrîş li dij hemû rengên pirrengîya olî û zimanî heta di jîyana giştî da, kir.
Xwendevanê bendên hevpeymanê wê fêm bike ku Tirkîya welatekî bi pirrengîya olî tijî ye û ev tişt dijberî kesên ne misliman ku heta roja me ya îro jî rêjeya wan ji sedî 1 derbas nekir. Lewra, bendên parastina kêmneteweyan xapandineka navdewletî bi zanebûn e li ser demografîya rast a komara Tirkîyayê.
Her wiha, mamostayê yûnanistanî di zanîngeha Democritus Konstantinos Antonopoulosê, dibêje ku vê hevpeymanê rewabûnek da tundîya qirkirina komî bi rêya dayîna efûyê, berovajî peymana Versaillesê ya bi Almanyayê ra ku derî li pêşîya darizandina Keyser vekirî hişt.
Şandeyên li Lozanê, bi serokê Amerîkayê ra Jed Bartlett ku got “Aşitî ne nebûna şer e, lê belê pêkanîna edaletê ye” bi nakok bûn, ev yek jî berovajî nêrîna Amerîkayê di kongreyê da bû, damezrandina aşitîya Lozanê piştî salan ji îmzekirina li ser înkarkirina edaletê ye.[1]
Ev babet 929 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ - 15-09-2023
Gotarên Girêdayî: 48
Dîrok & bûyer
Kurtelêkolîn
Pirtûkxane
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 29-08-2023 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 929 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,421
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Necat Baysal
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
Kerim Avşar
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Jiyaname
Viyan hesen
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
AYNUR ARAS
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!