Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,421
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
SEDSALEKA DIN JI “KOMARA PIŞTÎ LOZANÊ”
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SEDSALEKA DIN JI “KOMARA PIŞTÎ LOZANÊ”

SEDSALEKA DIN JI “KOMARA PIŞTÎ LOZANÊ”
SEDSALEKA DIN JI “KOMARA PIŞTÎ LOZANÊ”
HISÊN CIMO

Di 30 salên destpêkê da yên ragihandina Komara Tirkîyayê di 29-11-1923yan da, #peymana Lozanê# di xîtaba siyasî ya kurdan da cihekî girîng nedigirt û ne “çavkanîya karasetê” bû. Lê belê ev meyl piştra derket holê dema ku kurdan êdî dest bi birêxistinkirina kronolojîya doza kurdan kir, lewra Lozan wekî bingeha şirovekirina guhartina dewletê derket holê, ku divîyabû ew “welatê hevbeş”ê şervanên şerên dawî yên temenê Dewleta Osmanî bû.
Di yek ji nirxandinên destpêkê yên kurdan ên rûbirûna kurdan-tirkan sala 1925an, wê demê generalê kurd ê berê di artêşa osmanî da Îhsan Nûrî Paşa, dema ku li Bexdadê general bû daxuyanîyeka dirêj piştî çend hefte an jî mehan ji têkçûna şoreşê sala 1925an, nivîsand. Ev daxuyanîya ku bi zimanê tirkî yê osmanî hatibû nivîsandin, bala birêveberîya Fransayê piştî du salan ji nivîsandin wê bi sernavê “Serîhildana kurdan” kişand. Ev daxuyanî ji 17 rûpelan pêk dihat û li çapxaneya Istiqlalê li Bexdadê hatibû çapkirin. Îhsan Paşa di vê daxuyanîyê da piştî pêşgotineka kurt, behsa sedem û girîngîya serîhildana Şêx Seîdê Pîran û sazûmanîya wê ya birêxistinî dike; her wiha çawa ku ev serîhildan wekî encama rêzekiryarên cudekarîyê yên dijî kurdan ji dema pêvajoya dawî ya dewleta osmanî dihat dîtin. Tiştên ku di vê daxuyanîyê da hatine gotin nehatiye belavkirin û tişta ku rojnameya Ozgur Polîtîkayê ya kurdî belav kiriye ev e “Siyasetmedarên tirk îro ên ku naxwazin şaştîyên xwe sererast bikin tevî waneyên ku serîhildanên ereb û alban dane wan, wê çok li hemberî serîhildanên kurdan ên ku bi dawî nabin, deyînin..”
General Îhsan Nûrî Paşa di wê daxuyanîyê da, behsa peymana Lozanê nekir wekî ku li dervayî çarçoveya wê demê bû. Ev yek bi rastî dikare were fêmkirin ku Lozan wekî “dervayî çarçoveyê” bû, heger em li rêzederketina nakokîya kurdî-tirkî di salên destpêkê yên ji temenê komarê da, venegerin. Ji ber ku derbe li destûra sala 1921ê hate xistin a ku birêveberîyên xwecihî yên xwebirêvebirinê wekî nimûneyeka desthilatdarîyê nas kir û biryara desthilatdarîya navendî di destûrê da sala 1924an, bû sedem ku alozî di navbera her du alîyan da derkeve. Di encama vê yekê da jî, şoreşa kurdan a giştî di 24ê sibata 1925an da hat ragihandin. Di destûra 1924an da û ne di Lozanê da, kurdan rûpela dawî ya destkeftîyên hevalbendîya xwe ya dîrokî bi tirkan ra ji sala 1514an da ya ji serdema Sultan Selîmê Yekem, winda kir. Li ser vî esasî, mirov dikare bibêje ku Lozan peymana navdewletî ji alîyê koma tûranîyan ve hat dizîn û welat bi rê ve bir û nêrîna xwe ya tundraw li ser civakê û dewletê bi awayekî gav bi gav feriz kir û 60 sal dirêj kir heta ku temam bû, ango heta derbeya sala 1980yî.
Lê piştra dema ku kurdan ev hevpeyman kirin alozîya herî pêş wekî koka damezrandina doza kurdan, sedemê xwe hene; Hevpeyman ne tenê wekî xêzkirina sînorê neteweyî yê dewleta Tirkîyayê ya hêmana misliman ên mayî di dewletê da di bin birêveberîya Tirkîyayê da, lê belê wekî peymaneka parastina wê ji çi gefên hundir û derve ye. Di encamê da, Lozan veguherî “çarçoveya têkilîyan” di nava rojava û Tirkîyayê da, dûrî bendên ku piranîya wan nehatin pêkanîn, di nav da jî bendê parastina kêmneteweyan û bendê mafê axaftin û nivîsandina bi zimanê dayîkê ji bo neteweyên ne tirk. Li ser vî esasî, ne tenê kurdan di xîtabên xwe da li hemberî Lozanê û navenda wê di alozîya xwe da bi pêş xistin, lê belê elîtên tirk bi xwe jî hevpeyman wekî mertalê parastin û nîşaneya serkeftineka taybet piştî çûyîna Mustefa Kemal, bi kar anî.
Wekî encam , peymana Lozanê encama mîrasa pevçûna dîrokî ya di navbera rojava û rojhilat da bû. Di vê pevçûnê da, gelek hevpeyman jî hebûn, wekî di şerê Kirinê yê sala 1853-1856an da çêbû, dema ku Ewropayê bi hemû hêza xwe ya leşkerî ji bo parastina Dewleta Osmanî ji êrîşa rûsyayî ya dijwar, beşdar bû. Ji ber vê yekê, dema ku Enwer Paşa û hevalên xwe biryar dan ku di Şerê Cîhanê yê Yekem da li kêleka Almanyayê bin, mirov dikare vê kêlîyê wekî şaştîyeka stratejîkî ya herî mezin di dirêjahîya 500 salî ji temenê împeratorîyê ra bi nav bike. Her wiha wê ne şaş be, biryara şer xemgînîyek di nava Birîtanya û Hevalbendan da ava kir, ku wan çend salan hiştin ku Dewleta Osmanî li pêşîya Împeratorîya Rûsyayê li ber xwe bide û xeyal nedkirin ku ev dewlet dê bikevin bin serwerîya Rûsyayê da. Bêyî ku ev rêgeza ewropayî ji Anadolyayê ra û rola wê wekî mertalekî dijî Rûsyayê were fêmkirin, ne pêkan e ku em qaseya rastî ya qerebûyê ku Tirkîyayê piştî şerê serxwebûnê bi dest xist, ku tu gefên cidî li dij dagîrkerîya rojava ji Istenbolê ra çênekir, ji bilî dagîrkerîya Yûnanistanê ji herêma Egeyê ra.
Lewra, Tirkîyayê bi awayekî lezgîn rola xwe ya “prostestantî-birîtanyayî” ya li dij Ortodoksîya rûsyayî vegerand, ku vê carê di formula komunîzmê da di nîva duyem ji sedsala 20î da, vegerand. Her wiha, Kurdistana bakurî jî veguhêrî baregeha NATOyê bi rêya du bargehên leşkerî li Erzirom û Amedê ji dema ku Tirkîya sala 1952yan da tev li NATOyê bû.
Li kêleka wê jî, peymana Lozanê bû wekî rizgarkirina dewletên rojavayî bi xwe ji şerên cîhanî yên din, eger ku encamên peymana Sevrê ya sala 1920î wekî çareserîya pirsgirêka Tirkîyayê da esas bihata girtin, ango dabeşkirina wê li ser dewlet û beşên din jî di bin dagîrkeîrya Ewropayê da ya yekser. Mijara balkêş di veguherandina navdewletî ji Sevrê bo Lozanê, ne serkeftina Mustefa Kemal di şerê rizgarkirinê da bû, dikarîbû ku di pêvajoyekê da rawestîne, eger ku Yûnanîstanê nêrîna Birîtanyayê binpê nekiriba. Her wiha, Birîtanya û Fransayê jî nikarîbûn ku rê li pêşîya Rûsyayê ya kontrolkirina encamên peymana Sevrê bigirin, ji bilî pirsgirêka wê kî xwedîyê Istenbol û tengavan be. Lewra, Lozan bû wekî rêyeka pêwîst a Ewropayê bo ku ji şerekî cîhanî yê gengaz di navbera alîyên ku di Şerê Cîhanê yê Yekem da bi ser ketibû, xwe bide alî.
Li vir, dîroknasê birîtanyayî Arnold Toynbee helwesta Ewropayê ji vê hevpeymanê wiha bi nav kir “Hêzên hevalbendan ên sereke, piştî ku dest ji berjewendîyên Yûnanistan û Ermenistanê berdan, heta dawîyê aqilmendîyek bi kar anîn ku dest ji berjewendîyên xwe jî berdin. Ev rê armanca rast bû, ji ber ku dîyar bû tu ji van berjewendîyan pêk nedihat, ji ber ku wê her kes zêdetir zirar dîtiba eger ku şer ji nû ve dest pê kiriba.”
Lewra, hevalbendan li ser hevpeymanê îmze kir bêyî ku li ser tiştên winda kirine, xemgîn bibin. Berovajî vê yekê, ji Tirkîyayê xelateka mezin pêşkêş kir ku hişt li dij dagîrkerîya Yûanistanê bi ser bikeve û nehiştin ku çi dewleteka ewropayî li pêşîya hêzên Mustefa Kemal bigire. peymana Lozanê sînorê Tirkîyayê yê ku rojavayîyan biryara wê dabû xêz kir, ku tu ked nedan ji bo pêkanîna peymana Sevrê ya ku di 20ê tebaxa 1920î da, hatibû îmzekirin.
Tevî vê yekê jî, komara nûjen divîyabû ku çîroka xwe ya taybet ji bo Lozanê pêşkêş bike. Mustefa Kemal di xîtaba xwe ya navdar bi navê “bilvkirinê” (xîtaba gewre) ku sala 1927an li Enqerayê li pêşîya parlamenter û nûnerên partîya CHPyê got, peymana Lozanê ya bo aşitîyê wiha binav kir:
Peymana Lozanê ew belgeya ku bi rêbazekî girîng têkçûna komployeka berfireh ku li dij neteweya tirk ev çend sedsal in tê amadekirin dîyar kir, ku ev komplo wiha texmîn dikirin ku bi rêya peymana Sevrê pêk anîn. Tiştê me pêk anî, serkeftineka siyasî bû ku wekî wê di dirêjahîya temenê Împeratorîya Osmanî da nehat dîtin.
Di salên 60î da, piştî ku Partîya Demokratîk di derbeya 1960î da hate hilweşandin, li Tirkîyayê pêla çegir bi pêş diket. Her wiha, pêdivîya Ismet Înano hebû ku mesafeya di navbera CHP û çepgirê alîgirên Sovyetê ji her demê zêdetir da nêzî hev bike. Ji ber ku Înano fêm kir ku bingeha hilbijartinên îslamî ya Partîya Demokratîk a rûxandî ji wî ra naçe, lewra careka din di xîtabên xwe yê siyasî da heta dawîya salên 60î Lozan bi kar anî wekî aşitîya dijberî emperyalîsmê. Înano ji vê yekê jî hewl dida ku dijminatîya çepgiran li dij partîya xwe sivik bike. Di heman demê da, akademesyenê tirk Serhat Guvenc ji zanîngeha Kadir Hasê ra got ku efsaneyên ku çepgiran derbarê Lozanê da digotin, derbasî nava îslamîstan bû.
Heta nîvê salên 60î, bingeha hilbijartinên kurdan hîna girêdayî koka xwe ya îslamî bû û nêzî dijberê CHPyê bû û ji bo wan paşguhkirina fermî ya derbarê Lozanê tu wate nedida, lê belê kurd û ji dawîya dilşikestina şoreşa 1925an bijardeyên xwe yên siyasî û hilbijartinê ji bo alîyên ku tu girîngî nedida Lozanê ava kir, heta derketina fermî ya partîyên siyasî yên kurdan di destpêka salên 90î da.
Hevpeyman wekî “belgeya jidayîbûn”ê ye bo komarê. Tevî ku komên dîyarker hene ku destekdayîna piranîya gelê tirk ji peymana Lozanê ya aşitîyê ra wekî destekdayîna “şirovekirina fermî ya bûyereka dîrokî” nîşan didin û girîngîyê nadin hevpeymanê ji ber ku hevpeymanê Tirkîya di Anadolyayê da sînordar kiriye, wekî ku hin nivîskarên islamî dikin, lê heta niha Tirkîya bi saya vê hevpeymanê ji alîyê navdewletî da tê parastin.
Ji bo civakên ku hêvîyên xwe li ser rêgezên Wilson û “dîyarkirina çarenûsê” girêdan, ev yek bi temamî berovajî bû; lêkolînerê ermen Ara Turanian derbarê hevpeymanê dibêje “ew sûcê sedsalê yê duyem e, ku piştî sucê yekem ê sedsalê (qirkirin) hat.”
Formula tunekirina cihêrengî û pirrengîyê wekî ku çawa di pevguhartina nifûsê di navbera Tirkîya û Yûnanistanê da, di dema peymana Lozanê da pêk hatiye, hişt ku bibe xaleka lêvegerê ya hevpeymanên aşitîyê heta piştî Şerê Cîhanê yê Duyem. Bo nimûne jî, biryara parçekirina Hindistanê û avakirina dewleta Pakistanê ku heta asteka mezin encama tesfîyekirina ji her du alîyan a pirrengîya civakî û olî bû.
Ji salên 90î da û teqandina alozîya Yugoslavyayê, ev tasfîyekirin ji rêbazê çêkirina aşitîyê, wekî “qirkirina etnîkî” hat şirovekirin. Ev nêzîkatîyên navdewletî bandor li bandorên Lozanê li Tirkîyayê jî kir, lewra tevgera kurdan liberxwedana xwe li dij şerê Tirkîyayê bilind kir û Tirkîyayê hemleyên xwe yên giştî li dij civaka kurdan di salên 90î da zêdetir kir û di encamê da, atmosgêrê alozîyê vegerîya wekî ku sala 1925an bi hemû awayê xwe ji nû ve vegerîya. Guhartina nêzikbûnên navdewletî bandor li ragihandin û sazîyên hiqûqî yên derbarê yekalîya netewperestî ya tundraw bi awayekî yekser li ser Tirkîyayê nekir.
Tevî vê yekê jî, bûyerên bi xwîn ên di salên 90î da ji sesala borî da pêwîstîya wê bi nirxandin û xwendinê heye, ji ber ku vê yekê metirsî li gel komarê çêkir derbarê pênaseyên nû yên mafên komî yên gelên ku dibe ji bo formula neteweyî ya tundraw a peymana Lozanê di hundirê sînorê siyasî yê Tirkîyayê da bibe gef. Nexasim ku guhartinên metirsîdar li ser sînorê wê yê başûr çêbûn, dema ku hebûneka siyasî ya neteweyî ya rewa bi navê “Herêma Kurdistana Iraqê” derket û ev yekemîn binpêkirineka mezin a formula Tirkîyayê ya ji peymana Lozanê û hevpeymanên ku piştra bi Birîtanya û Fransayê li Sûrîya û Iraqê ra hatin çêkirin. Ji ber vê yekê, heta niha nirxandinên kurdan dûrî rola Tirkîyayê ya ku hişt Birîtanya ji birêvebirina xweser a kurdan li Mûsilê gava xwe bi paş da bavêje di dirêjahîya dîroka Iraqê ya nûjen da.
Her wiha li Sûrîyayê jî, Tirkîyayê operasyonên dagîrkerîyê yên berfireh li dar xist û armanc jê tecrubeya Rêveberîya Xweser li Rojava û bakur û rojhilatê Sûrîyayê têk bibe. Ji ber ku Enqera di bin sîwana birêveberîya Erdogan da, bibawerî bûye çavkanîya şer û wêranîyê û dihizire ku mayîna di sînorê Lozanê da gefan li komarê dixwe ku wê ji hev bikeve, lewra berê xwe da îdyolojîya ”Mîsaqa Milî”yê.
Di heman demê da, “Mîsaqa Milî”yê îdyoojîyek e, ne belgeyeka niştimanî ye, ji ber derfet hebû ku Mîsaqa Milîyê di 28ê kanûna pêşîn a 1920î da derketa bêyî ku kurd beşdarî parastina Kurdistanê û Anadolyayê ji gefên Rûsya û ji rojhilat û Yûnanîstanê ji rojava bibin. Lewra, mîsaqeka ku hat nivîsandin û di parlamnetoya osmanî (encûmena her du şandeyan) da dengdan li ser hat kirin, da ku tevgereka liberxwedanê ya giştî ji alîyê gelên misliman li dij artêşên ne misliman were destpêkirin. Piştî îmzekirina peymana Mondrosê ya rawestandina şer di 30yê cotmeha 1918an da bi artêşa osmanî ra, tu parçebûneka axa Tirkîyayê di hûndirê sînorê dewleta Tirkîyayê da tune bû. Ev Mîsaqa Milîyê ye û tu pênaseyên piştra, dikeve çarçoveya îdyolojîyên cuda da ji bo avakirina li ser tiştekî ku hatiye derbaskirin û biryara îbtalkirina wê ji alîyê şandeya tirkîyayî di Lozanê da hatiye dayîn. Ji ber vê yekê jî, êrîşa Tirkîyayê ya niha li dij Bakurê Sûrîyayê û herêmên çiyayî li Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) û şerê li dij tevgera siyasî ya parlamentoya kurdan li Bakurê Kurdistanê dikeve çarçoveya îdyolojîya Mîsaqa Milîyê ku tu bingehên wê tuneye. Pêvajoya aşitîyê ku birêveberê PKKyê sala 2013an ragihand û di encamê da heta sala 2015an aramîyeka dîrokî li Tirkîyayê çêbû, xwe dispêre vegerandina gîyanê Mîsaqa Milîyê wekî destpêkeka hevbeş a gelên tirk û kurd û “sererastkirina” bikaranîna şaş a neteweya tundraw ji vê soza welat.
Pêşinyaza kurdî –ya ocalanî- banga vejandina Mîsaqa Milîyê li gorî formuleka nû a hevbeş (tirkîyayî-kurdistanî) li ser sasê hevkarîyê ne girêdayîbûn û serwerîyê, ku hemû parçeyên Kurdistanê bi Tirkîyayê ra bigire nava xwe. Tevgera kurdan li Bakurê Kurdistanê însyatîfeka hişk ya ku nayê parçekirin ji xwe ra esas girt û tecrûbeya “Rojava” yekemîn ezmûna vê însyatîfê bû.
Siyasetmedar û parlamenterê HDPyê Sirî Soraya Onder derbarê van însyatîfan û xîtaba aşitîyê û armanca kurdan ji van hemûyan, dibêje “kurd dixwazin di siberojê da li ser vê axa ku bi dehhezaran sal li ser dijîn bibin xwedî par û nêrîn.”
Berovajî êrîşên Tirkîyayê yên piştra di dagîrkirina herêmên Sûrîyayê û kurdan û koçbekirina gelê kurd, derketina Rojavayê li ser dikeya siyasî li Rojhilata Navîn, ji sala 2013an ve bû sedemeka erênî ya aşitîyê di navbera Tirkîyayê û kurdan da.
Ji dema têkçûna DAIŞa terorîst di şerê Kobanîyê da û piştra hilbijartinên parlamentoya Tirkîyayê di hezîrana 2015an da, pêvajoya aşitîyê hilweşîya. Erdogan jî kopîya toranîyê ji Mîsaqa Milîyê ango bi mentiqê dagîrkerîyê ji xwe ra esas girt û bi rêbazê birêxistinên osmanî yên sala 1839an a bidawîkirina çi îradeyeka xurt a kurdan. Lê formula kurdan ji Mîsaqa Milîyê kopîyekî bipêşketî ya siyasî û civakî ji hevalbendîya kurdan-tirkan di şerê Çaldîranê yê sala 1514an da. Ji ber vê yekê, Mîsaqa Milîyê tenê kopîyek e, lê bi du xwendinên cuda; kopîya kurdan dibêje bingeha welatekî hevbeş a dureng, lê kopîya toranî jî neteweperestîya yekalî bi rêbazê herî tundraw ji xwe ra esas girt.
Di demekê da ku danûstandinên aşitîyê nêzî rêkeftineka dîrokî destpêka sala 2015an di navbera PKK û dewleta Tirkîyayê da dibû, ji ber nakokîyên hundirîn ên Tirkîyayê, dest ji vê însyatîfa li ser esasê hevalbendîya kurd û tirkan li Rojhilata Navîn di wextekê da ku Bihara Ereban di lûtkeya xwe da bû, hate berdan. Bo mînak, serokwezîrê berê Ehmed Dawud Oglu li dij vê hevalbendîyê derket û li herêmên kurdan hevalbendîya tirkî-ixwanî hilbijart, piştra ev meyl gurtir bû dema ku Erdogan xîtaba MHPyê ya dijî doza kurdan li hundir û dervayê Tirkîyayê, esas ji xwe ra girt.
Erdogan ji dema hewldana derbeya têkçûyî di tîrmeha 2016an da, careka din derbarê peymana Lozanê alozî derxist. Di payîza heman salê da, serokkomarê Tirkîyayê ji nişka ve êrîşî hevpeymanê kir û nêrîna ku wê wekî serkeftina Tirkîyayê dibîne, şermezar kir.
Ji wê daxuyanîyê da, êdî gera li rêyekê ji bo derbaskirina Lozanê ji bo Erodgan bû wekî meraqê. Erdogan di gera xwe ya li Yûnanistanê di 17-11-2017an da, careka din dosyaya Lozanê vekir û idîa kir ku hin bend hene di hevpeymanê da ne zelal in û ev yek daxwaz dike ku “hevpeyman were nûjenkirin.” Ev alîyê ku Erdogan dixwaze Lozanê derbas bike, di dewlemendîya gaza rojhliatê Deryaya Navîn da ye. Derdora girava ku hevpeymanê ji bo Yûnanistanê ra di Deryaya Egeyê da biryara wê da, herêmeka ku tê da gaz heye û bendên hevpeymanê tevgera Tirkîyayê ya lêkolînkirina bi awayekî qanûnî li rojhilatê Deryaya Navîn, asteng dike. Berîya destpêkirina hevalbendîya di navbera AKP û MHPyê da di hilbijartinên parlamanetoyê yên pêşwext di sala 2015an da, an jî wekî ku li Tirkîyayê tê binavkirin hevalhendîya di navbera rastgira nerm û rastgira tund , AKP ji alîyê MHPyê ve dihat tawanbarkirin ku ew ê jinûve peymana Sevrê vegerîne û zemîna parçekirina Tirkîyayê, datîne.
Ji dema damezrandina wê ve di sala 1969an da, MHPyê di xîtaba xwe ya îdyolojî da behsa komployên Sovyet û NATOyê yên derbarê vegerandina Sevrê û îbtalkirina Lozanê dike. Bi vê wateyê, MHPyê li du alîyên ne dispilînkirî ket nava tevgerê. Ji alîyekî da, nêrîna xwe ya şerkirina hemû rengên siyasî û civakî ya ku atmosfêra Sevrê bibîr dixe feriz kir û di encamê da parastina destkeftîyên Lozanê kir. Ji alîyekî din ve jî, şirovekirina neteweperestîyê ya berovajîkirî ya “Mîsaqa Milî”yê ku di sala 1920î da di parlamentoya osmanî da biryara wê hat girtin ji xwe ra esas girt, ku sînorê dewletê di nav da tevahîya Bakurê Sûrîyayê, Mûsil, Kerkûk, Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) û tevahîya girava Qubrisê xêz kir, ango ku peymana Lozanê ji bo MHPyê ne serkeftinek e, wekî ku Mustefa Kemal di xîtaba xwe yê “bilêvkirinê” de wekî serkeftina Tirkîyayê bi nav kir. Akademesyenê tirk Mustefa Aydin dibêje ku Lozan heta sedsalekê xweragir bû, ji ber ku “Lozanê hişt her kes ne kêfxweş be”, ew bi awayekî sereke behsa Yûnanîstan, Tirkîya û Bulgaristanê dike. Ev gotin heta asteka mezin ku divê li ser were rawestandin. Li hêla din, li gor kurdan bandorên wê li ne nerazîbûna tirk û yûnanan bû, l êbelê ji ber ku ji binî ve ew li ber çavan negirtinbûn. Her wiha wekî ku rojekê jî ermen li ser vê xakê nejîyane, xaka ku peymanê bo neteweya tirk xêz kiriye.
Di sedsalîya Lozanê da, alava propogandayê ya hikûmeta Tirkîyayê û alîyên wê yên partîyên îslamî, propogandayê dikin ku ev hevpeyman dema wê xelas bûye û ev yek xapandineka eşkere ye, lê bi sûd e jî! Ev hizir zêde tê belavkirin, di demekê da ku mafên cîhanî têkçûye, ji dema ku Rûsyayê Kirim sala 2014an tev li xwe kir û ev têkçûn zêdetir bûye û qanûna navdewletî ku di esasê xwe da ji bilî “dewleta neteweyî” naparêze, bêbandor bûye û ji nava wan komara ku belgeya jidayîkbûna xwe ji peymana Lozanê, wergirtiye. Di nava van alozîyên navdewletî yên heyî da ji şerê Ukraynayê heta alozîya aborî ya cîhanî û derketina hêzên navdewletî yên nû û rikberîya Amerîka û Çînê li Okyanûsa Pasîfîkê, kurd derbasî sedsaleka din a Lozanê û sedsaleka din a têkoşîna çekdarî, siyasî û hiqûqî dibin.[1]
Ev babet 895 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ - 15-09-2023
Gotarên Girêdayî: 45
Dîrok & bûyer
Kurtelêkolîn
Pirtûkxane
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 29-08-2023 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 15-09-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-09-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 18-09-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 895 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Jiyaname
Kerim Avşar
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,421
Wêne 105,714
Pirtûk PDF 19,160
Faylên peywendîdar 96,493
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
KUBRA XUDO
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Jiyaname
Kerim Avşar
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Jiyaname
Necat Baysal
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
AYNUR ARAS
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.39 çirke!