图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nirxandinek li ser romana Ez ê yekî bikujim
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ez ê yekî bikujim

Ez ê yekî bikujim
=KTML_Bold=Nirxandinek li ser romana Ez ê yekî bikujim=KTML_End=
Ronî Reşo 

“... û çawa be ez ê wê ji vî agirî, agirê dojeha welatê wê xelas bikim.” (#Ez ê Yekê Bikujim# / rpl:150)
KARAKTER AN JÎ FÎGURÊN ROMANÊ 
Temoyî: Temo serlehengê beşa romanê a yekê ye. Temo gerîllayekî ku piştî demekê dîl tê girtin e. 15 salan li girtîgehê de dimîne û paşê tê berdan. Ji ber şkenceyan li ber hişavêtinê ye û karakterekî şîzofren e. 
Dîanayê: Ev fîgur an jî tîp jî gerîlla ye. Ew jî tê dîl girtin, lê serbazekî dewleta tirkan wê serbest berdide û peyre, ji neçarî(!) dibe laşfiroş. 
Nivîskar/Ez: Ev karakter jî nivîskar e û li Siwêdê dijî. Lê ji bo îmzekirin û semînereke pirtûka xwe tê welêt. Nivîskêreke wiha ye ku dixwaze Dîanayê rizgar bike. 
Qoricî û Serbaz û Diya Temo, Dê û Bavê Dîanayê: Evan jî di romanên de fon karakter in. Pir xuya nakin lê dema ku meriv dinihêre wan, meriv li ser civatê, danûstandina malbatekê, rewşa netew û bajarekî dikare binirxîne. 
=KTML_Bold=EZ Ê YEKÊ BIKUJIM Û KOLONYALÎZM=KTML_End=
Di serî ez bibêjim ku kolonyalîzm, baregeh û qereqol in, leşker û polês in, piştî ku dewletê dagîrkeriya xwe temam kir, axir dor tê pişavtinê, ango dagîrker dest bi post-kolonyalîzmê dike, amûrên vê jî, dibistanên dagîrkeran e û zimanê wan e. 
=KTML_Bold=BEŞA YEKÊ=KTML_End=
Kuştin an Mirin? 
Wexta ku em lê dinihêrin, nivîskarên tirk gelemperî yên dema damezrandina Komara Tirkiyê, taybetî nivîskarên wekî Halide Edip Adıvar, Kemal Bilbaşar, Ferit Edgu, mijarên post-kolonyalîzmê serûbin dikin. Ango ew bi xwe dagîrkeriya xwe mafdar dibînin û heceta wan jî ev e em ê we û civak û milletê we bi pêş bixin, ronî bikin û we ji vê nezaniyê rizgar bikin'e. Çend nivîskarên me jî hene ku (Mehmed Uzun, Firat Cewerî) hema bibêje ne ji dûrî van nivîskarên kemalîst in. Çawa? Fermo! 
Ez dê qala romana Mehmed Uzun (Ronî û Tarî) nekim, ber ku hema bibêje ew roman û romana Ez ê Yekê Bikujim yek in û gotinên min dê ji bo her du romanan jî bin. 
Ez ê Yekê Bikujim de, roman bi yekî ku hema bêje hişavêtî ye, bi serlehengê romanê, bi Temo dest pê dike. Temo kesekî şervan e ku hatibû girtin û 15 salan di girtîgehê de mabû û piştî 15 salan tê berdan. Ewqasî şîzofren e ku di hişe xwe de plansaziya kuştina ca xwe dike. Temo, demeke nêzî nîvro, di berîka wî de kêr, derdikeve. Li kuçe û çarşiya bajêr digere û niyet kiriye ku yekê bikuje. Ew bajar û kuçe pir guherî ne. Dema ku Temo li wan kuçe û çarşiya bajêr digere xwe êdî aîdî vî bajarî nabîne. Gelê bajêr û bajêr bi xwe biyanî bûne û Temo dibîne ku post-kolonyalîzm bi ser ketiye. Temo piştî gera xwe yî di nav bajêr de diçe kafeyekê, kafeyeke bi navê Lorîn. Di kafeyê de dibîne ku li ser maseyekê sê jin hene û di maseyeke din de zilamek. Temo, ango serlehengê beşa yekem a romanê, dibîne ku ji wan sê jinan yek jê pir lê dinihêre û bala wî dikişîne. Ew zilamê ku maseyeke din rûniştî ye, xwe nêzî Temo dike û dibêje ji wan sê jinan ji kîjan ecibandibe, dikare bibe alîkar. Zilamê qewad gazî ew jina (Dîanayê) ku bala Temo dikişîne, dike. Jin tê û bazara xwe bi hev re dikin û jin wê dibe malekê. Temo û jinikê dema dikevin hundir de, jin xwe tazî dike û li benda Temo ye. Temo pêşî bi pora jinê dilîze û dibîne ku jin pêşî kelogirî dibe paşê jî digirî û ji xwe roman jî di vir de dest pê dike. Jina qehpik bo saetekê bazara xwe pê re kiriye û Temo tiştekî pê nake, tenê Dîanayê ji Temo daxwaz dike ku wê ji vê rewşê xelas bike. Piştre wextê wan diqede û Temo dil dikeve jina qehpik û jinik ji ber ku wext nemaye, çîroka xwe ya ku çima ketiye vê rewşê de, nîvco dihêle û di kaxizek piçûk de ji bo roja din, saet û devereke ku dê werin cem hev diyar dike û wê kaxezê dixe destê Temo de. Ji wî xanî derdikevin û Temo dê bigihêje semînereke hevalekê xwe yî nivîskar, dema ku li deverekê rê dixwaze here aliyê din ê rê, trêmbêlek lê diqelibe. Ew kesên ku di wê trembêlê de ne, hevalê wî yî nivîskar û dostên hevalên wî yî nivîskar e. Temo digihînin nexweşxanê û piştî demeke kin Temo dimire. Di wê navê re ew nivîskar dibîne ku di destê Temo de kaxezek heye. Radihêjê kaxezê û diçe hotela ku lê dimîne. 
=KTML_Bold=BEŞA DUDUYAN=KTML_End=
Dîana û Nivîskêr û Pejirandina Kolonyalîzmê 
Beşa duduyan de nivîskêr, bingeh û zemîna xwe ya li ser pejirandina kolonyalîzmê qayîm dike. 
Di vê beşê de piştî roja din nivîskêr hemî karên xwe betal dike û dixwaze Dîanayê bibîne. Diçe ew devera ku li ser kaxezê hatî destnîşankirin. Qederekê li wê kafeyê rûdine û dibîne ku jinikeke spehî û bedew, bi cil bergên spor lêne, dikeve hundirê kafeyê. Nivîskêr, hê ne piştrast e ku ka ev jin ew jin e ango Dîana ye. Lê piştî demekê diçe ser maseya jinê û pê re diaxive. Dibîne ku wext zû diherike û herdu radibin, diçin hotela ku nivîskêr li wir dimîne. Dikevin hundirê odeya xwe de û Dîana dest bi çîroka xwe dike. 
Dîana jineke ji eslê xwe ji Mûşê ye. Bavê wê dixwaze wê bide dostê xwe, yê ku bi dehan salan ji Dîanayê mezintir e. Lê piştî demekê malbat ji Mûşê bar dikin û didin li ser rêya Ewropayê li welatê Elmanya. Bavê Dîanayê kesekî paşverû ye û zor û zexteke psikolojîk li ser Dîanayê û dêya wê dike. Piştî demekê hinek kes tên mala Dîanayê û Dîana dibîne ku ev kesên hanê, xebatkarên partiya Tevgera Azadiyê ne. Hêdî hêdî Dîana wan ji nêz ve nas dike û êdî bav ji tirsa xebatkaran nikare li pêşiya azadiya Dîanayê bisekine û Dîana jî dibe xebatkareke partiyê. Her ku diçe Dîana pitir li ser xebatên xwe dixebite û piştî demekê Dîana êdî wê biryarê dide ku bibe gerîlayeke partiyê. Dîana diçe çiyayên azad û dibe jineke têkoşer. Tê girtin. Wê dibin qereqolekê û piştî demekê serbazek wê serbest berdide û dibêje tu azad î. Dîana rastî gundeke cerdewanan tê û çend rojan jî li wir dimîne û sercerdewan biryarê dide ku wê azad bihêle û du kesan erkdar dike ku Dîanayê bibin bajêr. Lê ew her du cerdewan, wê dibine cem qewadekî û difiroşin. Piştî demekê Dîana dibe laşfiroş. 
Dema ku çîroka Dîanayê xelas dibe, nivîskar telefonî hevalekî xwe dike ku ji bo ku Dîanayê ji vî agirî, agirê dojeha welatê wê xelas bike. (rpl:150) 
Dema ku dinihêre Dîana li texsiyê siwar dibe, li ser vê mijarê karakterê Ez ango nivîskêr hûr û kûr dibe, piştî demeke kin yek dide ser odeya wî. Ev kes Temo ye. Temo ji xwe Dîanayê di rê kuştiye û nîvîskar jî dikuje. 
=KTML_Bold=Çend Awir=KTML_End=
Firat Cewerî, romana xwe li gor daxwaz û hişmendiya tirkan honandî ye. Her wiha wekî min gotî, di romanên damezrandina komara Tirkiyê de hertim kurd, kesên wekî paşverû dane nîşan û wexta ku dewlet (leşker, polês, dibistan, zimanê tirkî) dibin ser axa kurdan ew gel rizgar dibe an jî bi pêş û pêşverû dibin. Hertim ew karakterên ku di bin zilma malbat, gel an jî netewa xwe de ne, rizgariya wan kesan derveyî welêt didin nîşan. Firat Cewerî jî Mehmed Uzun jî heman tişt kirine. Firat Cewerî dixwaze Dîanayê bibe Stenbolê paşê jî bibe Siwêdê. Mehmed Uzun jî serlehengê romana wî Baz, bi serbazekî tirkan e ku bi eslê xwe kurd e ji Welatê Çiyayan direvîne, dibe Welatê Behrê. Û tiştekî sosret e ku karakterên van her du romanan jin in û gerîlla ne. Wexta ku çare êdî nemabe koçkirin ferz dibe, lê Dîana dikarîbû gellek bajarên din yên bakurê Kurdistanê bi cîh bûya. Lê Firat Cewerî wisa nekiriye û netewa kurd bêhiş, bê çarenûs nîşan daye. Tişteke balkêş û sosrete ku wergêrê van her du romanên ku bi tirkî hatine wergerandinê, Muhsin Kızılkaya ye û weşana van her du romanan jî weşanxaneya Avesta kiriye. 
Gelo çima nivîskarek dixwaze romaneke ku netewa xwe piçûk bixe, bihone? 
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览547
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 19-09-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 09-05-2019 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on21-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):19-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览547
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,107
图片 106,601
书籍 19,279
相关文件 97,185
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!