کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  585,879
وێنە
  124,365
پەرتووک PDF
  22,117
فایلی پەیوەندیدار
  126,409
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,168
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,481
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
1,027
وێنە و پێناس 
9,466
کارە هونەرییەکان 
1,725
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
16,013
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,820
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,191
شوێنەوار و کۆنینە 
783
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,063
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,691
کورتەباس 
22,187
شەهیدان 
12,021
کۆمەڵکوژی 
11,389
بەڵگەنامەکان 
8,741
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,631
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,064
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,639
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
908
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
929
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
63
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   تێکڕا 
274,817
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Kurdbûna Li Dîasporayê
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
کوردیپێدیا، (مافی گەییشتن بە زانیاریی گشتی) بۆ هەموو تاکێکی کورد دەستەبەردەکات!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mîrza Ronî
Mîrza Ronî
=KTML_Bold=Kurdbûna Li Dîasporayê=KTML_End=
Mîrza Ronî

Têgîna 'Kurd û Kurdbûn' di nav xwe de du wateyên rasteqîna civakî diparêzin. 'Kurd' têgina rasteqîna civaka kurd e ku di nav xwe de dîrok, çand û hwd. wateyên rasteqîna neteweyekî tîne ziman. 'Kurdbûn' jî bi têgîna kurd ve girêdayî girêdana nasnameyeke neteweyî, civakî ku di nav xwe de avabûna nasnameyeke kurd dihebîne. Ango li gorî van her du wateyan heke mirov kurd be ev tenê ne bes e ku mirov ji bo avabûna nasnameyeke neteweyî raweste. Hewce ye ku bo kurdbûnê mirov her tim di nav hewldana de be da ku mirov çandeke kurdbûnê bi xwe re zindî bike.
KURD JI KENGÊ VE BÛNE MIJARA DÎASPORAYÊ?
Wekî tê zanîn erdnîgariya ku kurd û kurdbûn li ser xuliqî û bûyî xwedî çand Kurdistan û Mezopotanya ye. Kurd xwedî dîrok û çandeke qedîm in. Le ez bawerim ji dîroka kevnar em bigirin heta roja me ya îro kes û komên kurdan ji axa xwe qut bûne û bûne koçber. A rast ev mijareke zanista civakî ye ku lêkolînên hêja li ser koçberiya kurdan werin kirin ku mirov bizane kurd ji kengî ve bûne mijara dîasporayê û herî zêde belavî ku bûne. Lê ya ku baş tê zanîn ew e ku kurd herî zêde di sedsala 20 û 21’ê de zêdetir ji warê xwe qut bûne û di diasporayê de dijîn. Piştî ku Kurdisatan di nav Tirkiye, Iraq, Îran û Suriye de dibe çar parçe û li ser kurdan polîtîkayên dijwar tên meşandin kurd neçarî diasporayê dibin û belavî dinyayê dibin.
=KTML_Bold=KURD WEKÎ KESÊN BÊWELAT TÊNE QEYDKIRIN=KTML_End=
Dema mirov vê mijarê dikole mirov dibîne ku teybetî di van çend salên dawî de ji ber polîtîkayên xedar ku ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve li ser kurdan tê meşandin kurdên li Tirkiyeyê dijîn zêdetir neçarî penaberiyê dibin. Piştî ku şer li Sûriye rû da gelek kurd ji Sûriye jî derketin derveyî welat; her wiha ji ber polîtîkayên Îran û Iraqê jî kurd neçar dibin ji welat derdikevin. Her wiha di van salên dawî de ne tenê kurd; ereb, afqan, ûkraynî û tirk jî pêl bi pêl berbi Ewropa ve koç dikin. Lê belê di nav van komên ku wekî penaber derbasî Ewropa dibin de herî zêde kurd di nav zehmetiyan de dijîn bo ku li walatên Ewropa kurd tenê wekî bê welat tên qebûl kirin û qeyda kurdên penaber li ser welatên jê derketine hatiye nivîsîn. Mînak kurdên ku ji Tirkiye derketine li ser Tirkiye tên qeydkirin û wekî tirk tên dîtin. Ji bo ku kurd wekî kurd û kurdistanî nayên qeydkirin, bo vê çendê îro hêjmara kurdên li diasporayê jî nayê zanîn û mafê kurdan wekî kurd nayê dayîn û dîtin. Dema kurdê ku li welatekî Ewropa serlêdanê penaberiyê dike heke nebêje ez kurd im ew kes dê qet wekî kurd neyê dîtin û dê di nav saziyên Ewropayê de her tim wekî kesek din bê naskirin. Û Li pişt vê mijarê saziyên ku li kurdan xwedî derbikevin jî ne di nav hewldanan de ne. Li ser hewldana takekesî maye ku li kurdbûna xwe xwedî derbikeve û li her saziyê bibêje ez kurd im.
=KTML_Bold=LI EWROPAYÊ PIRSGIRÊKÊN KURDAN=KTML_End=
Wisa difikirim ku di demên pêş de ev mijara kurdên penaber dê bibe mijarek giran û dê Ewropa hewl bide li ser vê mijiarê hin polîtîkayên nû yên neyînî li ser kurdan girê bide. Dema mirov li penaberiya kurdan a roja îro dinêre dîbîne ku kurdên ji welat derketine sedemên derketina wan dibin du kom. Komek ji ber sedemên siyasî, polîtîk neçar maye ku derkeve (hêjmara vê komê li gorî koma din kêmtir e) komek jî ji ber jiyaneke aramtir û aboriyeke baştir derdikevin. Berî niha ji salên 1980'î pêde kesên ji welat derdiketin û dibûn penaber zêdetirî xwe kesên ji ber sedemên polîtik bûn û kêm kes ji ber sedemên aboriyê derdiketin. Lê niha sedemên derketinên ku ji welat derdikevin bûye aborî û jiyaneke aramtir. Helbet li pişt her sedemê, sedemeke siyasî heye û li Tirkiyeyê krîza aboriyê heye, lê ya ku tê dîtin gelek kesên ku derdiketine û niha li Ewropa bûne penaber girêdana wan a bi polîtîkbûne re tune û ji çanda xwe dûr tevdigerin. Her wiha gelek kurdên ku ev demek dirêj e li Ewropa ne êdî kurdî jî napeyîvin. Balkêşiyek din jî ew e ku êdî gelek kesên ku tên bi malbatî tên û bi malbatî serlêdanê dikin. Berî niha ji ber sedemên siyasî wekî kes ji welat derdiketin û serlêdan dikirin. Lê niha bo ku sedemên wan ên siyasî tune ne êdî bi malbatî tên da ku mafê rûniştinê wergirin. Û ez vê jî bibêjim berî niha kurdên ku ji ber sedemên siyasî dihatin di serlêdanên xwe de mafê rûniştina polîtîk dixwestin û bi wê nasnameyê tevdigeriya û welatên Ewropa nasnama polîtik dida wan. Lê niha êdî ev hejmara standina nasnameya mafê polîtîk kêm bûye û zêdetir nasnama mafê mirovî tên dayîn. Ji wê çendê ye ku gelek kes êdî bi malbatên xwe tên serlêdanê dikin da ku nasnama mafê mirovî bistînin.
=KTML_Bold=HEJMARA LI SWÎSREYÊ=KTML_End=
Belê dema rewşa diaspora kurdan ev be û bi vî awayî biçe gelo dê di demên pêş de rewşa civaka kurd li welatên Ewropa çi be? Helbet hê ji niha de kes nizane dê di demên pêşde polîtîka Ewropa li hember kurdên penaber bibe çi. Lê belê li gorî rewşa ku kurdên niha dibin penaber û li gorî ku saziyeke kurdan rasterast bi kurdên penaber re eleqedar nabe, mirov lê binêre her roj hêjmara kurdên ku li diasporayê belav dibin zêde zêde dibe. Mînak li gorî daneyên Saziya Penaberiya Siwîsre (SEM)2 di heyva Tebaxê de herî zêde serlêdan ji Tirkiyeyê çêbûne û di wê heyvê de 777 kesên ji Tirkiye hatine, li Swîsre serlêdana penaberiyê kirine. Û li gorî lêkolînên min bi xwe ev hêjmar zêdetirî xwe kurd in û hin ji wan ji herema Botanê hatine. Ev komên hatine jî wekî malbat hatine serlêdan kirine!
Li gorî min mijarek balkêş e bo ku berî niha di miha gulana 2023’yan de welatên Ewropa (teybetî Almanya) bo mijara penaberan hin biryarên neyînî niqaş kirin û dê di sala 2024’an de derbasî meriyetê bikin.3 Heke em wekî kurd li diasporayê van penaberên di van çend salên dawî de hatine û yên tên di nav çandeke kurdperest de negirin û gavên polîtikayên pêwîst bo wan neyên avêtin, dê di salên pêş de civaka kurdan li Ewropa belavî pergala lîberal bibe û dê gelek hêlên neyînî jî bo kurdbûnê bi xwe re bîne!
=KTML_Bold=Têbinî û çavkanî=KTML_End=
1: Dîaspora; têgîneke îngilîziye û ji kes-komên ku xwedî war û welat in, lê bêle ji warê xwe qut bûyî û li cihek din dijîn re tê gotin. Di dîrokê de yek ji disaporaya herî mezin cihûyan jiyaye. Li ser vê mijara dîaspora Kurdan pirtûka; 'Kurdish Diaspora A Transnational Imagined Community' Nivîskar; Hamit Bozarslan, Cengiz Güneş û Veli Yadırgı. Ji hêla; Published online by Cambridge University Press: 13 April 2021 hatiye weşandin.
2: https://www.sem.admin.ch/sem/de/home/sem/medien/mm.msg-id-97764.html
3: https://www.dw.com/tr/almanyadan-iltica-ba%C5%9Fvurular%C4%B1-s%C4%B1n%C4%B1rlarda-incelensin-plan%C4%B1/a-65541628
[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 847 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://diyarname.com/- 01-10-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 3
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 28-09-2023 (3 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
فۆڵدەرەکان: کوردانی تاراوگە
وڵات - هەرێم: دەرەوە
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 01-10-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 02-10-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 01-10-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 847 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.17 KB 01-10-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.344 چرکە!