图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,447
图片 106,566
书籍 19,265
相关文件 97,099
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
GELO “ÊZÎDÎTÎ BERDEWAMÎYA ÊZÎDAYA BABILÊ YE“?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

GELO “ÊZÎDÎTÎ BERDEWAMÎYA ÊZÎDAYA BABILÊ YE“?

GELO “ÊZÎDÎTÎ BERDEWAMÎYA ÊZÎDAYA BABILÊ YE“?
GELO “ÊZÎDÎTÎ BERDEWAMÎYA ÊZÎDAYA BABILÊ YE“?
#Ezîzê Cewo#

K’î – çawa dizane, k’î – çawa dixwaze!
Van r’ojên dawîyê di medya civakî da nivîsek hatibû parvekirin – a Ali Husein Kerim a bi sernivîsa “Êzîdîtî berdewamîya Êzîdaya Babilê ye”, çavkanî jî ev dabûn xuyan:  http://dirokakurdistan.com/krd/2019/01/12/eziditi-berdewamiya-ezidaya-babile-ye/ . Û hinek beşdarên medya civakî jî ev nivîs bi baldarî p’ejirandibûn û ji nûva p’arvekiribûn…
Û evê yekê di nava xwendevan da p’êleke pirsan r’akiribû. Û xwendevan bi wan pirsên xwe va berbir’î me bibûn. Ew dixazin bizanibin, k’a gelo çiqas r’ast e, xwedêgiravî navê ola kevnar a gelê k’urd destpêka xwe ji nave xwedaya cîhana kevnar Îsîdayê (Îzîda) digire? Hinek jî dixwazin, ku em hinek agahî di derbarê vê xwedayê da bidin… Û me jî, wek ku di nav gel da tê gotin, gotina wan neşkênand…___________________
Helbet, nivîsên weha dem bi dem di nava her civakekê da jî dertên holê, eger ji bo wan di nava wê civakê da binaxeyek heye… Hema li vira, dibe ku, pêwîst jî nake, ku mirov bipirse, k’a, gelo tiştên weha k’engê û di nava k’îjan civakekan da dikarin pêk bên?
Ji xwe, eger pêk hatine, wê demê sedem û bingehên xwe hene. Lê ya sereke, eger mirov p’ir’î-hindikî dîroka kevnar, an bi giştî, dîrokê bizanibe, an haş ji wê hebe, k’a di  dîroka mirovahîyê da bawerî û ol çawa pêk hatine, dê li ser mijarên weha hinekî bi awayekî dinê bê axavtin. Lê, eger hatye an tê axavtin, ew tê wat’eya ku pêdivîya wê civakê hê jî bi xiyalan heye… Lê, berovajî vê, eger civakek ji bo r’ûdanên weha amade be, eger  yek binivîse jî, dê di nava wê civakê da helwesteke zanistî r’û bide… Û, eger helwesteke wisa r’û nedaye, wê demê an ji bo civakê ev pirsana zêde giringîya xwe nînin, an asta zanînên dîrokî di nav wê da nimiz e, an jî yên ku xwedî zanebûnê dîrokî ne, zimanê k’urdî ji bo wan bîyanî ye… 
Lewra jî, emê li vir li ser naveroka vê nivîsê ya giştî r’anewestin (ew bi sere xwe mijareke dine ye!) û her hinek agahîyên dîrokî yên here seretayî û sade bînin, ên ku her mirovek, ê ku li ser vê mijarê tiştekî diaxive an dinivîse, dê ji bo wê/î xerîb nînbin…
Wekî dinê, ji vir û pêva, piştî van adgahîyan jî bila her xwendevanek bi xwe ji bo xwe bir’yarekê bide, k’a … 
Weha:
 Ya yekem – ji dîroka kevnar tê zanîn, ku Îsîda (Îzîda) gewretrin xwedaya ola Yêgîpta kevnar bûye (Misir), a ku ewê nûnerîya kesayetîya jin û dayîkê kirye… Û tu p’êwendîya xwe bi Babilê r’a nine!
Ya duyem – di Babilê da di dema xwe da t’evahîya pant’êona (qube) xwedayên sûmerî-ak’adî p’ejirandine – yên wek: Şamaşa, Sîna, Îştar û yê dinê. Û dîsa di nav van da Îsîda (Îzîda) nine. 
Û ev agahîyana di her p’irtûkeke dîroka kevnar an êntsîklopêdîyan da hene, di vê derbarê da mirov dikare agahîyên cihêr’eng di întêrnêtê da jî bibîne.
Dema mirov gotarên vî r’engî dixwîne, bê r’ayê wî di serê wî da pirs p’eyda dibin, k’a gelo sedemên p’eydabûna wan ji k’u tên? 
Dibe ku ya sereke ew e, ku xudanên van nivîsanan bi vê dixwazin kevnarbûna ola gelê kurd – êzdîtîyê bidin xuyan, û ji ber sedemên jorgotî di nava civaka xwendevanên p’ir’î-hindikî ji dîrokê agahdar da r’ewşeke weha ya matmayînê disêwirînin…
Divê sêrî da bê gotin, ku ji bo kevnarbûna êzdîtîyê bidin xuyan, hîç pêwîst nake, ku mirov berê xwe bide dîroka gelên dinê, di vê olê bi xwe da hemû bingeh, dane û r’astîyên dîrokî hene, yên ku govenîya kevnarbûna wê ya r’esen didin xuyan…
Di dema xwe da me li ser vê pirsê di gotarên xwe yên cuda da bi berfirehî û hûrbînî nivîsye, û ew hemû jî bi znistî di p’irtûka me ya “Êzdîtî: divê mirov r’astîya wê li k’u biger’e” da bi zanistî hatye t’omarkirin: 
Weha, p’arç’eyek ji wê:
“ … Îro di weşanên cuda û di çapemanîyê da (di nava wan da wisa jî di yên kurdî da) navê ola gelê kurd a kevnar bi çewtî wek êzîdîtî, ola êzîd, û terefdarên wê jî wek yên êzîdî didin xuyan.
Li ber çavan e, ku danasîneke weha, ya ku li ser bingeha dîtinên lêpovajî û çewt saz bûne, li ser rêya rasttêgihîştin û naskirina rastîya vê olê û bîrûbawerîya wê bûye asteng.
Gava yekem a li ser rêya têgihîştina rastîn a taybetîyên ola êzdî, dikare bi zanistî ravekirin û dazanîna wan têgeh, nav û têrmînan be, yên ku di nav vê olê û bîrûbawerîya wê da hatine sêwirandin û bikaranîn.
Û ji bo wê jî, divê bê zanîn, ku bawermendên vê olê bi xwe ji vê bawerîyê ra nabêjin êzîdîtî, ji ber ku navê ola wan – êzdîtî ye. Xwenavkirina bawermendên vê olê ne ku êzîdî, lê êzdî ye. Nûnerên vê civaka êtnîkî-bawerî (êzdîtî/êzdîyatî) bi xwe ola xwe wek ola êzdî nav dikin. Gelên cînar, xasma, ermenî, ji êzdîyan ra yêzdî dibêjin, lê yên dinê – yêzîd, an jî Yezidien.
Li bal hinek lêgerîner û nivîskaran şêwazên îêzîd an yazîd jî heye.
Ji bo ku hemû rastîya pirsê bê têgihîjtin, divê bê zanîn, ku navê ola êzdî ji navekî Xwedê tê. Di qewlekî ola êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!” Her navekî Xwedê tê ravekirin: Peyva Êzdî ji peyverêza “Yê ez dayî” tê. Paşê, hê dereng (di nava hezarê salan da), ev peyverêz di axavtina zêndî da hey hatîye gotin û di wê da guhartin çê bûne, hinek deng jê werîyane, beşên wê gihîştine hev û ew bûye peyveke têkel – Êzdî. Ango. peyverêza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye Êzdî (Êzdîêzdî”, di destpêkê da hatîye wateya “xwedêperest”, ango, ên ku bawerîya wan bi Xwedê heye, ango yên ku Xwedê diperêzin. Hê jî di navçeyên Kurdistanê yên cuda da, di nav kurdan da, û wisa jî di nav êzdîyan bixwe da, ji bawermendên vê olê ra dibêjin êzdayî/ezdayî…
Lê Yêzîd bên-Mûawîya bên-Ebî-Sifyan benî–Ûmeyya ji eşîra ereban a Qurêşî ya li Mekkayê û pismamê Muhemmed Pêxember ê dûr bûye, ew yek ji xelîfên (sultan) cîhana îslamê bûye.
Yezîd (an jî, wek yên êzdî ji wî ra dibêjin, Sultan Êzîd) kurê Mûawîya bên Ebî – Sifyan e. Berî Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata Pêxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye.Tê gotin, ku kuştina wî bi destê emewîyan çê bûye. Hesenê kurê Elî tê jehrdayîkirin, ê dinê – Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di Kerbelayê da ji hêla alîgirên Yêzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata Pêxember tê û pismamên wan ên dûr-emewîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd (Yêzîd) dibe Xelîf (Sultan).
Lê çi pêwendîya van hemûyan bi ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê ra heye?
Ev herdu sîstêmên ji hev cuda çawa tevî hev kirine?– Bersîvên van û pirsên dinê yên bingehîn divê hê ji hêla zanîyaran va bên dayîn. Lê belê, vê demê mirov vekirî û bi bawer dikare bibêje, ku di navbera navê vê ola kevnar a gelê kurd û navê Sultan Êzîd da tu pêwendî jî nîne. Her yek ji wana awirekî cuda ye ser sêwirandina gerdûnê, olên vana li ser bîrûbawerîyên cuda, û, bi giştî, têgehên Xwedê yên cuda ava bûne!?
Li vira mirov dikare bibêje, ji bo vê tevlîhevîyê wisa jî ewê yekê rola xwe lîstîye, ku peyvên Êzdî û Êzîd ji hêla bilêvkirinê û bihîstinê va bi şêwazî nêzîkî hev in. Lê ev herdu peyv hem ji hêla peyvsazîyê (morphology) û jêdera sazbûna xwe va, hem jî bi wateyên xwe va du peyvên ji hev cuda ne”. (Ezîz ê Cewo: “Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere”, Amed – 2017, rûpelên 14 – 16)
Û hema ev r’ewş, ku peyvên Êzdî û Êzîd ji hêla bilêvkirinê û bihîstinê va bi şêwazî nêzîkî hev bûne, bûye sedem, ku piranîya êzdîya bi vê rêy hemû têrmîn, nav, ferz û drozgeyên îslamê wergirtine, û bi xwe jî hajpênînin, k’a çawa bi berekê va bûne “êzîdî-sofî”.
... Mirov li vira jî li ser wê pirsê, ku, xwedêgiravî, “Êzîdîtî berdewamîya Êzîdaya Babilê ye” dikare heman tiştî bibêje; “...ji bo vê tevlîhevîyê wisa jî ewê yekê r’ola xwe lîstîye, ku peyvên Êzdî, Êzîd û Îzîda (Îsîda) ji hêla bilêvkirinê û bihîstinê va bi şêwazî nêzîkî hev in. Lê ev p’eyvan hem ji hêla p’eyvsazîyê (morphology) û jêdera sazbûna xwe va, hem jî bi wat’eyên xwe va p’eyvên ji hev cuda ne”...
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览594
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 12-10-2023
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 16-01-2019 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 12-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):12-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览594
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,447
图片 106,566
书籍 19,265
相关文件 97,099
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!