المکتبة المکتبة
البحث

کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!


خيارات البحث





بحث متقدم      لوحة المفاتيح


البحث
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
ارسال
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
الأدوات
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
اللغات
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حسابي
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
البحث ارسال الأدوات اللغات حسابي
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 حول...
 موضوع عشوائي
 قوانين الأستعمال
 امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 تقييماتکم
 المجموعات
 التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
 المعاينة
موضوعات جديدة
السيرة الذاتية
مكرم رشيد الطالباني
28-04-2024
کاکۆ پیران
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
حزب الاتحاد الديمقراطي والنظام السوري شراكة أم صراع؟
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
القوى والفصائل الكردية في سوريا
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مستقبل المشروع الكردي في سورية
25-04-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 517,443
الصور 105,710
الکتب PDF 19,160
الملفات ذات الصلة 96,455
فيديو 1,307
المواقع الأثریة
تل بري
بحوث قصیرة
مقدمة كتاب عادات الأكراد وت...
بحوث قصیرة
الحفاظ على كوردستانية المنا...
الشهداء
فلات ريهات
المکتبة
عتبات الألم
R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ
‌أرسل كتاباتكَ بأملاءٍ صحيح لكورديبيديا، سَنُأرشِفُ لكَ ونحفظها من الضياع الى الابد!
صنف: بحوث قصیرة | لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
شارک
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ

R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ
=KTML_Bold=R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ=KTML_End=
R’EŞKUJÎYA ŞENGALÊ HEMÛ P’AKÎ Û NEP’AKÎYÊN ME DERXISTE HOLÊ
#Ezîzê Cewo#

Xwendevanên ku gotara min a “R’eşkujîya Şengalê û dersên wê” xwendibin (http://www.amidakurd.net/qunciknivis/r_eşkujîya_şengalê_û_dersên_wê ), wê bê
bîra wan, li ser t’evkujîya Şengale min nivîsî bû, ku: 
“Di çapemanîya k’urdî da (û ne t’wenê di ya k’urdî da) r’eşkujîya Şengalê bi berfirehî û p’ir’alî tê nirxandin… Û, her çiqas diçe, pirs pir’tir dibin, ne ku bersîv.   
Lê ev ji t’u birînê r’a nabin derman!
Çiqas pirs jî hebin, tiştek li ber ç’avan e – k’omkujîya civakekê pêk hatye. Eger em vê zelaltir bibêjin, li dijî mirovahîyê sûcekî giran hatye kirin: bi hezaran mirovên bê sûc û guneh bi barbarî hatine kuştin – jin, zar’ok, kal û pîr; bi hezaran keç’ û bûkên ciwan hatine r’evandin û di bazarên bajarên cîhana bênamûs da ew derxistine firotanê. Û ji bo van kiryaran jî navek heye – hovîtî û barbarîya sedsalên navîn… Tiştê ku li Şengalê pêk hatye, heya dir’ndeyên hov – gur û çeqel jî bi tiştên wisa r’anabin!
Erê, ev dir’indeyên hov in, ewê hovîtîyên xwe pêk bînin, ji ber ku ew bi gênêtîkî wisa  hatine cîhanê, xwezayê ew wisa sêwirandine. Lê k’urd, ewên ku t’enê p’eywir û erkên wan – hem bi destûrî, hem jî bi qanûnên mirovî yên nenivîsî, ew bûye, ku di r’ojên teng da li gel xwedî  derk’evin û wî biparêzin?… 
Ev çi ye, mirov divê vê çi nav bike: xiyanet, xwefiroşî, tirsonekî, r’evekî?... Yan ev hemû bi hev r’a û di nav hev da?...”  
Dema ev pirsên hanê hatine nivîsarê, wê demê bûyerên Şengalê yên trajêdîk hê t’eze  pêk hatibûn, hê gelek tişt ne dîyar bû, hê helwesta gelek derdorên siyasî û hêmanên çapemanîyê t’am dernek’etibûn holê... Û dibe ku dehsal, heya dibe ku sedsal jî derbaz bibin, lê hemû t’erefên van bûyerên dijî mirovahîyê bi hemû t’erfefên xwe va derneên  r’onahîyê...
Di vê navberê da di çapemanîyê da gotar û daxuyanîyên cihêr’eng (ên ku gelek caran r’agîhandinên hev r’ed dikirin!), nameyên vekirî yên r’ewşenbîran ên t’uje hest û r’amanên cuda hatine weşandin...   
Cîhan jî xwe hesya, ji xwe livya, dewletên gewre jî, şûna bêyî derngîxistin alîk’arîya mirovî bigihînin p’enaberan, bi r’ojan, bi hevtêyan civîn ser civînan, hevdîtin û şêwir li dû hev li darxistin, k’a çawa alîk’arîyê bigihînin êzdîyên Şengalê, yên ku di r’ewşeke p’ir’ aloz û giran da ne. Di vê navberê da  p’enaberên ku ew hovîtîyên DAÎŞ-ê dîtibûn bi bêexlaqî û bêwijdanîya cîhnê r’a r’ûber’û man – wê cîhanê, ya ku xwe şaristanî û mirovhez nav dike...   
Wek ku tê zanîn di seranserê K’urdistanê û welatên cîhanê yên dinê da, yên ku k’urd lê hene, di nav gel da seferberîyek ji bo alîk’arîya p’enaberên Şengalê destpê bû û îro jî didome, r’ewşenbîrên kurd ên ji hemû ol û bawerîyan jî helwesta xwe ya biratîyê li hember birayên xwe yên êzdî dîyar kirin...
Di vê navberê da hinek hêmanên çapemanîyê yên bi zimanê k’urdî jî r’ûyê xwe yê  r’astîn li ber cîhanê vekirin – hinekan bi r’ûr’eşî, hinekan jî bi mirovaya xwe ya dilovan û helwesta xwe ya net’ewî û dilsoz.  
Eger bi giranî weşanên k’urdî helwesta xwe ya net’ewî dan dîyarkirin, lê belê hinekan, rastedêr an ne r’astedêr, vekirî xeta DAÎŞ-ê p’arastin (şerma giran!).   
Weha, mînakeke helwesteke vî r’engî bala Portala nûçeyan a “Êzîdî Prêss”-ê k’işandye û mat’mayîn û hêrsa amadekar, r’ojnamevan û xwendevanên wê gîhandye asta here bilind.
Weha, ew hêrs û matmayîn – bi r’ngê nûçeyê:  
“Hewlêr/Kurdistan – Melayê k’urd Ebdulet’îf di weşana zindî ya têlêvîzîona “RÛDAW”da daxuyand, ku êzdî û zar’okên wan, ên ku bi destê têrorîstan hatine kuştin, wê neçine cunnetê, wê biçine cehnemê, ji ber ku ewana bêxwedê ne. Bi dîtina wî, t’enê ewê her’ine cunnetê, yên ku şehedê qebûl dikin û dibin nîslam. Ev daxwîyanî ewî wek bersîva r’ojnamevan, daye, yê ku jê hîvî kirye, ku ew bûyerên Şengalê binirxîne. Êzdîyên t’evahîya cîhanê ji vê daxwîyanîya vî mellayî bêzar û mat’ma bûne. Pirs di wê da ye, ku ev ne cara yekem e, ku mellyên k’urd  daxwîyanîyên vî r’engî didin, lê heya naha hîç yek jî ji wan nehatye cezakirin û heya ji kar nehtye dûrxistin. Ji hêla dinê va, ew yek mirov mat’ma dike, ku ajansa k’urdî ya “RÛDAW” hertim çalakîyên dijî êzdîyan li dardixe, dema mafê weşanê dide neyarên êzdîyan û vekirî gotinên wan ên dijî êzdîyan diweşîne. Heya di demên dîroka êzdîyan ên weha teng da, “RÛDAW” – ê pêr’a gîhandye ji hêla helwesta xwe ya xirab va ji yên dinê cuda bibe. Divê bê gotin, ku ev ajans ji hêla hukumeta Herêma K’urdistanê va tê fînansekirin”. (http://ezidipress.com/ru/?p=1751 ; wergera ji r’ûsî ya min e. – E. C.)  
Mirov li vir çi dikare bibêje? Helbet hêrs û ner’azîbûna k’urdên êzdî mafdar e. Lê min dixwest li vir hinek tişt serer’ast bikirana:
Ya yekem; di nav k’urdan da gelek oldarên îslamî hene, yên ku, berovajî vî mellyî, ku li jorê di derbarê helwesta wî ya dijmirovî da tê gotin, van bûyeran nelet dikin û ew tiştê ku li Şengalê pêk hatye, xiyanet hesab dikin...  
Ya duyem; Divê bê zanîn, ku “RÛDAW” ne bi giştî ji hêla Hukumeta Herêma K’urdistanê va tê fînansekirin. Dibe ku beşekî fînansên wê ajansê Hukumeta Herêmê jî dide, lê ev bûyerana wan agahîyan piştrast dikin, ên ku di dema xwe da di çapemanîyê da hatibûn weşandin (ew jî bi belege!), ku ev ajanş ji hêla MIT-a K’omara T’irkîyayê va hatye damezirandin, û fînansa wê jî ew dike. Ger wisan e, ev helwesta ajansê tê fêmkirin – wek ku di nav gel da bi wat’eyî tê gotin, yê ku p’ereyan dide, ew jî mûzîkayê sparîş dike!..
Û îzbatîyeke vê ya ne r’astedêr jî:
Ji 16 –17-ê k’ewçwra sala 2012-an di payt’exta Bakûrê K’urdistanê Amedê da Konfêransa êzdîyan a navnet’ewî pêk hat. Tiştê balk’êş ew bû, ku amadek’ar û sazûmank’arên wê konfêransê r’êxistinên k’urdan ên civakî û siyasî bûn, û endamên wan jî bi bingehîn k’urdên misulman bûn. Û di wê konfêransê da nûnerên r’êxistinên siyasî û oldarîya k’urdên misulman li hember birayên xweye  êzdî dilovanîya xwe dîyar kirin û ji bo wê, ku pêşîyên wa demên berê li hember wan zulm û zordarî pêkanîne, ji wan lêborîn xwestine.
Ewê konfêransê di nav r’aya gîştî da dengekî mezin veda û di derbarê k’arên wê di gelek welatên cîhanê da hatine r’agîhandin û şiroveyên cihêr’eng çê bûn.
Ay, lê helwesta wî mirovî, yê ku xwe wek serokê cîhana îslamî dibîne, serekwezîrê T’irkîyayê yê wê demê R’ecep T’eyîp Erdoxan anegorî kevneşopîyên pêşîyên xwe yên “bi nav û deng”dimîne. Weha di derbarê wê konfêransê da ewî bi gef û gûr’ çi daye der: “Ola êzdî û  zerdeştî bingeha wan yek e, û ger wisan e, t’u p’êwendîya wê bi Xwedê r’a nîne!..”
Fermo, binihêr’in, li ber ç’avan e, k’a “RÛDAW” xeta kê dimeşîne, gotinên k’ê bi devê mellayekî k’urd ji k’urdan r’a dibêje.  
Divê di sêrî da bê zanîn, eger hinek r’abin û bibêjin, ku ewî mellayî nêr’îna xwe anîne zimên, bizanibin ew haş ji bayê dinyayê nînn. Ji ber ku qanûn û exlaqê r’ojnamegerîyê heye: berî ku amadek’arîyên weşanê bikin, weşangerên têlêvîzîonê  r’êyekê dide pêşîya beşdaran, eger yek ne anegorî  wê be, wî/wê nake nava weşanê, lê eger ew kirine weşanê, bizanibe, beşdarê bernameyê wê weke xwesteka têlêvîzîonê biaxive...
Û ji bilî vê, çima oldarên dinê di K’urdistanê da  t’unene? Çima “RÛDAW” – hema ew dît û derxist pêş... Ma ne di nav k’urdan da ewqas oldarên welatparêz, dilsoz û xwedî r’amana net’ewî hene, heya bê bes e! Heya, eger mellayekî wisa di nav k’urdan da nînbûya jî, “RÛDAW”-ê bi saya û alîkarîya Erdoxan an wê ji cîhekî dinê p’eyda bikira, an jî wê yekî nû bisêwiranda. Divê bê zanîn, ji bo belavkirina ksêofobîyayê û bêtemûlya hemberî k’omên civakê, an  kesên cuda bi qanûnê navnet’ewî caza dikeve...  An na, xayîn û xwefiroş li her cîhan hene, çima hineke dinê nabînin û dernaxin pêş, çima yên wisa hema p’ara “RÛDAW”-ê k’etine?...
Dîsa jî, tiştekî p’ir’ balk’êş: van demên dawîyê Hukumeta Herêmê daxuyandye, ku  hinek k’armendên “RÛDAW”-ê r’aç’av kirine, yên ku xizmeta r’êçgerîyên (mûxabarat) welatên derek’e kirine, û ew ji k’ar hatine avîtin... Bi vê daxwîyanîyê Hukumeta Herêm hewl dide, ku ew agahîyên di derbarê wê ajansê da vala derxe, lêbelê, ev daxwîyanî û weşanên ku ajans belav dike, careke dinê îzbat dikin, ku ew hêlûna meşandina siyaseta hêzên derva ye...
Û li vir, ji bo ku bê xuyanê, ku xeta siayaseta net’ewî ev nîne, ku di nav gel da gelek hêz û kesyetîyên bi mejûyê net’ewî hene, ezê li vir parç’eyekî ji daxwîyanîya  r’ewşenbîrekî k’urd ê hêja bînim, a  dr. Sozdar Mîdî ya bi sernivîsa “Gelê Me! Êzdî Rihên Meyên Kurdistanî yên Resen in!” Fermo, binihêr’in, k’a  ew çi bangê dike:   
“ Ey gelê me! Ey serkirdeyên me! Ey partiyên me! Haydarbin! Rihên meyên  Kurdistanî yên manî Êzîdî ne! Ma gelo dibe ku, em dev ji rihên xwe berdin?! Û çi dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe!” (http://www.kurdinfo.com/forum_bixwine. asp?id=5228 )
Û p’arç’eyek jî ji gotara vî camêrî ya balk’êş a “Ta Kengê Bêdengî Li Ser Tewrên Tabûra Pêncan ya Islama Tundrew”! Bi xwe bixwînin û hûnê bi bawer bin, k’a k’î ne, yên ku îro di nav civaka k’urdî da r’ola “Tabûra pêncan” dilîzin:  
“Tabûra Pêncan li Kurdistanê:
Di dema şerê gelêrî da li welatê Ispaniyayê sala 1936-an, generalê îspanî Emilio Mola kete paytextê welêt - bajarê Madrid û pêra 4 tabûrên leşkerî hebûn. Wê hîngê wî got: Tabûreka din ya pêncan bi me ra heye ya ku di hundirê bajarê Madrid da bi me ra kar dike. Arzûya wî ji wê gotnê ew kes bûn yên ku bi nehînî li gel wan dixebitîn. Piştî wê demê ev têgihîna Tabûra Pêncan di zanistiya siyasî da bû bi maneya nokerên dijmin yên ku li dijî gelê xwe kar dikin. Di rastiyê da neteweya Kurd pir caran bûye qurbana Tabûra Pêncan ya kurdî. Kevintirîn Tabûra Pêncan di dîroka me da bi serpereştiya Harpakê Mîdî bû, ewê ku hin serekên Madan yên berjewendîperest li dor xwe civandin, bi îxanetî hevpeyman bi padîşahê Farisî Kohreşê Duwem ra danîn û arîkariya wî kirin ku Emperatoriya Madan di sala 550-ê b.z. da bê hilweşandin; tenha ji bo wê yekê ku tola xwe ji padîşahê Madan yê dawî Ezdehak hilînin. Va ye heya niha jî Kurd ji 25 sedsalan da bihayê vê yekê bi êş, xwîn û hêstiran didin. Tabûra Pêncan ya kurdî di her dem û heyameka dîrokî da hebûye; ew jî hin Kurdin ku bi teşe, cil û bergên xwe Kurdin, lê ji kurdayetî û nasnameya xwe ya kurdayetiyê hatine pişaftin û dûrketin. Ew ne bi dîtinên xwe, ne bi bîr û ramanên xwe, ne bi hest, nirx û rewiştên xwe û ne jî bi helwestên xwe kurdistanî ne. Di dema niha da, Tabûra Pêncan ya here nebaş di nav me da Îslamewiyên Kurd yên tundrewin. Me berî niha jî çend gotar derbarê ramanên wan yên tirsnak û genî da nivîsandibûn û bal kişandibû ser pêwîstiya paqijkirina civaka me ji vê çanda bêgane, ji ber ku ew li dijî Tevgera Rizgarîxaza Kurdistanî ye. (Dr. Sozdar Mîdî, “Ta Kengê Bêdengî Li Ser Tewrên Tabûra Pêncan ya Islama Tundrew”, http://kulilk.com/portal/node/37209 )
Belê, ev sazîyên “T’abûra pêncan” wê demeke dirêj jî k’arê xwe yê r’eş di nav civaka k’urdî da bimeşînin, eger k’urd li xwe xwedî dernek’evin, û li hember van tiştên  weha bêdeng bimînin. 
Naha ez bêm ser wê pirsê, k’a ji hêla hêzên me yên siyasî va pêşer’oja êzdîyan çawa tê dîtin.
Pirs dertê hole, di vê r’ewşa heyî da, dema bi dehhezaran k’urdên êzdî p’enaber û bêcî û st’ar mane, di pêşer’ojê da çi dive bê kirin, ku r’ewşa êzdîyan aram bibe, ji bo ku  êzdî veger’ine warên xwe yên kal û bavan, û st’argeha me ya net’ewî – Şendgala pîroz vala  nehêlin.
Em vê demê çi nirxandinan jî bikin, ji dûr va hinek tişt jî bibînin, lê emê  nikaribin ji wan mirovan çêtir bibînin, yên ku ne t’enê jinêzîkva bê navbeyn pêvajoyê  dişopînin, lê bi aktîvî di nav wî k’arî danin û r’êvebirîyê jî jê r’a dikin.
Weha van demên dawîyê Têlêvîzîona k’urdî ya MED NÛÇE bi hevserokê Desteya R’êvebir a K’oma Civakên K’urdistanê bir’êz Cemîl Bayik r’a hevp’eyvînek pêk anî û di wê hevp’eyvînê da pirsa Şengalê, r’ewşa êzdîyên p’enaber, r’ê û r’êbazên ç’areserîya pirsgirêkên wane r’ojane û mayînde jî hatine nirxandin. Dibe ku gelek  bînêranan ew hevp’eyvîna nihêr’î be jî,  lê bi nêr’îna min, dema mirov dibihê tiştek e, dixwîne tişteke. K’a, em bala xwe bidinê, ew camera li ser pirsa Şengalê û r’ewşa êzdîya çi dîtinan pêş dixe. Li vir pirsa girîng ew e, ku bir’êz Cemî Bayik ji navê t’evgerekê diaxive, û, eger mirov bi baldarî  bixwînê, wê di nav da pilanên ç’areserîya pirsê yên bi prênsîp û r’êal bibîne. K’a, em binihêrin, ewî di hevp’eyvîna xwe da ji bo ç’areserîya pirsê çi r’ê û r’êbaz pêşnîyar kirine:  
Gelê me êzdî divê ji Şengalê dernek’eve. Belkî destpêkê mecbûr bû derk’eve, feqet pêwîst e ji K’urdistanê dernek’eve, paşê jî  berê xwe bide Şengalê. Çimkî Şengal cîhê gelê me êzdî ye. Dîroka wan li wê ye, cîhê wan li wê ye, cîhê wan pîroz li wê ye, hemû nirxên wan li wê ne. Eger ji wê derê dûrkevin êzdî dimirin. Bi hicûmê DAÎŞ-ê xwestin qetlîameke mezin li Şengalê, ser êzdîyan pêk bînin. Yanê Şengalê bê êzdî bikin, yanê Şengalê bikin warê xwe. Ew pêk nehat, Vêca jî dixwazin êzdîyan bibin Ewropayê, Amêrîkayê, Kanadayê. Êzdîyan weha xilaz bikin, car din êzdî nezivirin Şengalê. ku Şengal ji cîhê êzdîyan, warê êzdîyan derkeve. Yanî lîstikên weha xeter li ser gelê me êzdî tê meşandin. Pêwîst e gelê me êzdî vê baş ferq bike. Lîstikên ku dibin, komployên ku dibin, lazime fem bikin, vana xirav bikin, li xwe xwedî derkevin, di Şengalê da bi cîh bibin. R’aste, ji bo ku car din bizivir’in Şengalê, di Şengalê da bi cîh bibin, pêwîst e, ku p’arastina xwe hebin. Eger hêza xwe p’arastinê çê nekin, nikarin bi kesekî bawer bikin, nikarin car din bizivir’in Şengalê û di Şengalê da bi cîh bibin. Eger xweserîya xwe nebe, hêzên xwep’arastinê nebin, nikarin bi kesekî bawer bikin. Çimkê tiştê ku hatye jîyankirin, vêya derdixe hole, vêya bi êzdîyan daye fêmkirin. Êzdî divê xwe bawer bikin, li ser hêza xwe civaka xwe ava bikin, pêwîst e, hemû pirsgirêkên xwe bi xwe ç’areser bikin, hêzên xwep’arastinê ava bikin, xweserîya xwe ava bikin, bikaribin bi xwe xwe bip’arêzin…
Ev jî tenê ne bes e. Lazime, êzdî bi Telefer ra bi Turkmên ra jî heleqên xwe çê bikin, bi hev r’a li dijî DAÎŞ-ê bisekinin…
...Naha di nav êzdîyan da nîqaş heye, her çiqa diçe ew nîqaş pêş dik’eve. Êzdî dibêjin: Me berê bi Hukumeta Îraqê bawer kir, bi Hukumeta K’urdistanê bawer kir, ku wê me bip’arêzin, feqet derk’et, ku wana em neparastin. Eger xweserîyeke me hebûya,  hêzeke me ya xwep’arastinê hebûya, meyê  bikaribûya xwe biparasta, meyê ew t’evkujîya, ew k’oçberîya jîyan nekira. Dibêjin, me ji bûyerên derbazbûyî tê derxist, ji  vir hada ji bo ku em veger’ine Şengalê, li Şengalê bijîn, divê em bi xwe bawer bikin, em xweserîya xwe, r’êvebirîya xwe li ser wê bingehê pêşbxin, em hêzên xwep’arastinê pêş bixin, em bi xwe bi hêza xwe xwe bip’arêzin, eger weha be, em dizivir’in, eger weha nebe. em nazivir’in.–
 Em vê dîtinê, vê goftûgoyê r’ast dibînin. Di praktîkê da derk’et hole, ya hate jîyankirin jî, diyar dike, ku, eger êzdî hêzên xwep’arastinê çê nekin, bi wê hêzê xwe nep’arêzin, r’êvebirîya xwe ya xweser çê nekin, bi wê xwe r’êvanebin, nikarin bizivir’in vêderê, nikarin li vir jîyan bikin… Em dikarin piştgirîya vê bikin… Kesê li dijî vê bisekine, nine. Her kesê piştgirîya vê bike. A r’ast jî ev e. Her bi vî awahî dikare ç’areserî bibe, wekî dinê ç’areserî çê nabe. Gelê me dive ç’areserîyê di vê da bibîne, ne ku di Ewrpayê da, Amêrîkayê da, Kanadayê da. Pêwîst e warê xwê net’erikînin,  K’urdistanê net’erkînin, li xwe xwedî derk’evin. Eger ji K’urdistanê qut bibin, ji Şengalê qut bibin, belkî bi fîzîkî qet’lîam nebe, feqet wê qet’lîama sipî pêk bê, ango, wê êzdatîyê bemire. Wê di Şengalê da êzdayetî jîyan nebe.Pêwîst e mirov vê baş fêm bike.  Naha gelê me êzdî li Başûr, li Bakûr, li R’ojava bi cîh dibe. Ev baş e. Pêwîst e, gelê me li her cîhan li êzdîyan xwedî derk’eve – bi hemû derfetên xwe alîk’arîyê bide wan. Alîk’arîya êzdîyan kirin, alîk’arîya k’urd kirine, k’urd bi serxistine. Eger êzdî ji hole  r’abin, k’urd zerarên mezin dibînin. K’urd k’oka xwe winda dike, dîroka xwe winda dike, t’aybetmendîyên xwe winda dike. Pêwîst e, k’urd êzdîyan bide jîyankirin… Eger gelê me li hemû beşan li êzdîyan xwedî derket, êzdîyê bizamnibin, ku ew ne t’enê ne, ku li r’ex wan gelek heye, ew gela dikare têk’oşînekê bike, dikare DAÎŞ-ê li Şengalê derxe û Şengalê xwedî bike… 
( http://www.kurdistan24.org/2014/09/cemil-bayik-mednuce-tvye-konustu-video/ )
Û piştî vê axavtinê hevserokê PYD-ê birêz Salih Mûslîm daxuyand, ku ewê Şengalê jinûva ava bikin bikin…
P.N.
Dema ev gotar ji bo weşanê êdî amade dibû, agahî gihîştin me, ku êrîşên çeteyên DAÎŞ-ê li ser R’ojava û, bi t’aybetî jî, li ser Kobanê berfireh û gur’tir bûne. Îro çaralî êrîş in li ser K’urdistanê, û t’enê yekîtîya me k’urdan dikare r’ê li pêşîya wn êrîşên barbar ên DAÎŞ-ê bigire û welatê me ji wan nemirovan paqij bike…
Di vê r’ewşê da tiştê ku dilê mirov baristan dike, ew e, ku êdî 500 gêrîllayên HPG-ê ji Bakûr derbazî R’ojava bûne, û banga serokê Herêma K’urdistanê bir’êz Mesûd  Barzanî hatye r’agîhandin. Di banga bir’êz Barzanî tê gotin, ku ew hîvî ji r’êxistinên siyasî yên K’urdistanê dike, ku dubendîyên xwe daynin hêlekê û bi hev r’a r’ûmet, ax û jîyana gelê Kobanê bip’arêzin. P’arastina xak û gelê K’urdistanê ji bo hemûyan erkek e, û ew divê ji her tiştî bilindur be!
Em hêvîdar in, piştî vê daxwîyanîyê hêzên pêşmergeyan jî wê mil bi mil bi gêrîlla r’a xaka Kobanê bip’arêzin, wek ku bi hev r’a di Başûrê K’urdistanê da li dijî çeteyên DAÎŞ-ê têk’oşîyane…
Yekîtîya net’ewî û t’enê yekîtîya net’ewî wê gelê me ji van êş û azaran bip’arêze!
Ezîz ê Cewo
20-09-2014
Sîp’an (P’ampa K’urdan)
[1]
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 475 مرة
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 14-10-2023
السجلات المرتبطة: 10
لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
تأريخ الأصدار: 27-07-2017 (7 سنة)
الدولة - الأقلیم: جنوب کردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
المدن: شنكال
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 14-10-2023
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 15-10-2023
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 15-10-2023
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 475 مرة
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
المواقع الأثریة
جسر بلك في مدينة بازيد
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
بحوث قصیرة
مدينة أربيل ايام زمان
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
بحوث قصیرة
قصتان قصيرتان جدا-اكتشاف الذات-احتراق
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
السيرة الذاتية
أسما هوريك
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
بحوث قصیرة
كيف نشأت قلعة أربيل الاثرية
السيرة الذاتية
مهدي كاكه يي
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
بحوث قصیرة
الشيخ رضا الطالباني في جريدة (الرقيب) البغدادية
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
بحوث قصیرة
شقلاوه ماضيها وحاضرها
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي

فعلي
المواقع الأثریة
تل بري
01-10-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
تل بري
بحوث قصیرة
مقدمة كتاب عادات الأكراد وتقاليدهم لملا محمود البايزيدي
17-02-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
مقدمة كتاب عادات الأكراد وتقاليدهم لملا محمود البايزيدي
بحوث قصیرة
الحفاظ على كوردستانية المناطق المستقطعة
23-09-2022
اراس حسو
الحفاظ على كوردستانية المناطق المستقطعة
الشهداء
فلات ريهات
26-03-2023
أفين طيفور
فلات ريهات
المکتبة
عتبات الألم
18-09-2023
اراس حسو
عتبات الألم
موضوعات جديدة
السيرة الذاتية
مكرم رشيد الطالباني
28-04-2024
کاکۆ پیران
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
حزب الاتحاد الديمقراطي والنظام السوري شراكة أم صراع؟
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
القوى والفصائل الكردية في سوريا
25-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مستقبل المشروع الكردي في سورية
25-04-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 517,443
الصور 105,710
الکتب PDF 19,160
الملفات ذات الصلة 96,455
فيديو 1,307
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
المواقع الأثریة
جسر بلك في مدينة بازيد
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
بحوث قصیرة
مدينة أربيل ايام زمان
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
بحوث قصیرة
قصتان قصيرتان جدا-اكتشاف الذات-احتراق
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
السيرة الذاتية
أسما هوريك
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
بحوث قصیرة
كيف نشأت قلعة أربيل الاثرية
السيرة الذاتية
مهدي كاكه يي
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
بحوث قصیرة
الشيخ رضا الطالباني في جريدة (الرقيب) البغدادية
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
بحوث قصیرة
شقلاوه ماضيها وحاضرها
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.515 ثانية