Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,343
Wêne 105,687
Pirtûk PDF 19,152
Faylên peywendîdar 96,425
Video 1,307
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnameg...
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
ÊK’SPANSÎYA BIEREBKIRINA K’URDISTANÊ DIDOME? -2-
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÊK’SPANSÎYA BIEREBKIRINA K’URDISTANÊ DIDOME? -2-

ÊK’SPANSÎYA BIEREBKIRINA K’URDISTANÊ DIDOME? -2-
=KTML_Bold=ÊK’SPANSÎYA BIEREBKIRINA K’URDISTANÊ DIDOME? -2-=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

Ali Gurdilî
Ji Kozmolojiya Êzîdiyan
Di pirtûka Mizhefa Reş de Xwedê, ji cewahîra xwe înciyekê sipî û bi navê Anfar çûkeke diafirîne. Xwedê înciyê datine ser pişta vê çûkê û di ser de çil (40) sal derbes dibin. Piştra di heft (7) rojan de, heft ferîşteyan diafirîne.
Navê ferîşteyên yekemîn ku, wî roja lehdê/yekşemê afirandibû, datîne Azazîl. Vaye; ev melek, Tawisî Melek e. Xwedê, Tawisî Melek dike melekê herî bilind û raser. Xwedê piştra şekil da heft (7) ezmanan.
Piştra ser rûyê erdê, rojê û heyvê afirand...
http://www.felsefevan.org/ji-kozmolojiya-ezidiyan.html
Дима Пир (Dîma Pîr)
Mixabin, gelek shashi ten dubare kirin. Afirandina dinyaye anku kosmogoni li qewlen ezdiyanda ten ditin u serhatyen cem ulmdaren ezdyan.
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Gotina min ji bo kekê Dîma ye: Çima em vekirî nabêjin, ku ev tiştên wan pirtûkan da nivîsî ne û ya ku di qewlên êzdîyan da hene, di nav wan da cudahî heye. Û yên ku vê cudahîyê bibînin û yek bi yek mak bikin jî xwendîyên ji binemalên oldarên êzdîyan in, yên wek Xanna Omerxalî û Pîr Dîma... Rojekê divê cudahîya navbera van mirovan û ên dinê bê xuyan? Û yek jî: di nava wêjaeya zanistî ya kurdî da bi şaşî li şûna peyva kosmogonî ya kosmolojî bikar tînin. Ev du peyvne du warên dîtina gerdûnê yên cuda ne. Û ne bes e, ku Kekê Dîma ew rast bikar anye, her weha divê ew bê dazanîn jî. Û ya dawîyê jî, gotarek ji bo xwendinê:
http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/mamoste-ezz-cewo-nivs.htm
Ali Gurdilî
Ji bo kekê Aziz Mamoyan : Di navbera peyva û ê de rast e ku hinek ferq hene. Peyva bi awa û rêbazên zanistî li bûyera gerdûnê dikole. Peyva jî, bêtir derbarê çêbûna gerdûnê û çavkaniya wê de, şiroveyanîfade dike. Metna li jor, şiroveyeka Menzel e, û ji xebateka Sabiha Banu Yalkut hatiye wergerandin/wergirtin. Derheqê van mijaran de, pirsgirêka me ya herî mezin, heta vê dawiyê jî tunebûna metnên ilmî bû. Çimku, êzdayetî herdem wekî oleke nepen û veşartî hatiye dîtin. Lê nîqaşa van mîjaran, baş e û wisa dike ku em bêtir li ser wan difikirin. Belam, yên ku dê lêkolînên resen pêk bînin helbet ku zanyarên êzdî bin, dê gelekî baştir be...
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Kekê hêja Elî Gurdilî, dema min bal kişandiye li ser cudahîya peyvên û , mabesta min konkrêt kesek nînbûye, ev di nav wêjeya zanistî da bûye qanûnekê, lê eger hinek dizanin û nadin zanîn, ev êdî pirseke dinê ye. Naha pirsa lêkolînên ola êzdî. Eger em bibêjin, ku îro êdî ola êzdî ne oleke veşartî û nepenî ye, em xwe dixapînin. Êzdîtî ne ew e, ya ku Şîxadî rêform kirye û kirasekî îslamê lêkirye, êzdîtîya kezî û pîroz ya berî şîxadî ye, ya ku îro lêgerîner nikarin bibînin jî, ev e... Ev jî pirseke pêşerojê ye û pirseke giran û girîng e... Belê, tu rast dibêjî, ku vî karî jî divê zanîyarê êzdî pêk bînin, lê alîyê xwedîderketinê va divê hemû kurd, bi netewî lê bibin xwedî...ji ber ku ev hebûneke rewanî ya hemû gelê kurd e...
Ali Gurdilî
Spas kekê Aziz Mamoyan bo têbiniya te. Bêguman, ez tenê wekî xwendevanekî ola êzdayetiyê meraq dikim û dixwînim. Ez dixwazim ku fêr bibim. Di vê yekê de jî, heta ji destê min tê, ez xwe ji wajbaweriyên olên serdest, dûr dikim. Lê helbet, di van mijaran de, pêdiviya me bi helwestek netewî û bi rêbazên zanistî heye, da ku em bi azadî bikaribin ola êzdayetiyê baş fêr bibin. Ligel rêz silavan...
Дима Пир (Dîma Pîr)
Keke heja Eziz, ez li vir naxwazim bikevme niqashanda. Ez qedre ditin u fikra hemu kesi digrim. Pirsa kosmogoni u kosmoloji da ji we ra qayilim. Le ditina min derheqa Shixadida cudaye. Meriv nabe ezditiye bike du para u beje ya Shixadi u beri wi, chimki ezditi bey Shixadi tuneye. Her kes dikare lekolin bike u bigere ka chi hebu beri wi. Heger yek karibe ezditiyeke bey Shixadi cheke gereki terka ezditye bide u dineki nu cheke u bihebine. Bo bawermendeki ezdi qet ne giringe chi hebu, chimki wi baweri heye u ne hewce kolana tishten kevnare. Ev ji bo bebaweran u lekolineren kevnarye giringe. Nabe em din u teologiye li gori ditinen materializme binirxinin. Dema hun bi vi rengi behsa Shixadi dikin hun gereki hesabe xwe bi bawermenden ezdira ji bikin, ku bo wan ew ne tene shexseki dirokiye, le libseke ku Xwede xwe bi renge wida dahir kiriye. Din li ser bawerye hatiye ava kirin u ki bawerya xwe pe nayine ev mafe wiye. U disa pirsek heye ku nahele mirov bash ji ezditye fehm bike - ev nationalizm u nijedperestiye ku sedsala 20 chebuye. Ezdiyen ku wek nationalisten kurd difikirin Shixadi wek dijimn dibinin, le ew pir shashin. Ye Bixwaze Shixadi ji ezditye cuda bike u resh bike bisernakeve , chimki ew beranberi veye ku Isa ji xristyanye cuda bike, yan ji Mihemed ji misilmantye.
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Her bijît, kekê hêja, spas ji bo helwesta te! Em hemû kurd dê dest bidin destê hev vegerin ser bingeha xwe ya netewî, rehên xwe nas bikin! Ji xwe naha ji bo yekîtîya netewî mercên dîrokî afirîne. Di vî warî da bila ev jî bibe keda me. Silav û rêz!
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Dem baş, kekê Dîma!
Gelekî spas, ji bo nêrîna teye berfireh. Û eger te tiştekî dine binivîsya, ezê matma bûma. Dema min di destpêkê da xwend, ku tu dibêjî: «Ez qedre dîtin u fikra hemu kesi digrim», di dilê min da tirsek çê bû, ku dibe tu …dîtina xwe heya dawîyê neynî zimên… Lê, na, her bijît! Naha û paşê jî mirov dikare, wek ku tu dibêjî, «qedrê ditin u fikra hev bigire», lê gotina rastîyê ji hev ra bibêje…
Lêbelê, birayê delal, di nirxandina te da tiştek nayê têgihîştin: li vir pirsa dîtina rastîya dîrokî têkilîya xwe çi bi natsîonalîzm u nijedperestîya sedsala bîstî heye? Û ya dinê jî, ku tu ne anegorî rastîyê şirove dikî, ew e, ku welatparêzên kurd (ewên ku dagerkerên Kurdistanê wan natsîonalîst navdikin!) Şîxadî wek dijmin dibînin.
Divê bê zanîn, kekê hêja, ew bi dilê me be yan – na, giranîya gelê kurd îro misulman e, û ji vê hêlê va, heya radeyekê, Şîxadî bêhtir nêzîkî ruhê wan e, ne ku êzdîtîya kezî, ya pîroz û bihurtî ya kevnar…ya berî zerdeştîyê!
Ya ku hinek nikarin bibiînin, an jî, didin xuyanê, ku nabînin, ev e.
Û dixwazim bidim zanîn, tu helwesteke me ya nehînî ne li hember tu ol û tarîqatan, ne jî li hember mirovên weke Şîxadî, Evdil Qadirê Geylanî û yên dine yên serdema wan nine. Evana mirovne serdema xwe yên mezin bûne. Hema, dive mezinaya wan di rastîya wan da bê nirxandin – ka ew kî bûne, bîrûbawerîya wana çi bûye, xwendina wan çi bûye! Û ne bi xiyalî, an jî li cîhekî dine....
Wekî dine hîç hewce nake, ku mirov şiroveyên cuda pêk bînin. Kesek naxwaze Şîxadî ji êzdîtîyê cuda bike, em bixwazin-nexwazin, ew rastîya rewşa meye îroyîn e. Lê mafê tu kesî nine ola netewekê ya kevnar (êzdîtîyê) qurbana kesekî dîrokî bikin, ew çiqas mezin dibe, bila bibe, kî çiqasî jê hez dike bila hez bike. Êzdîtî temenê xwe yê çendik çend hezar salan heye, lê eva serdema Şîxadî hezar salek jî nine…
Dubare dibêjim, em nabêjin, ev baş e, ev xerab e! Em dibêjin, eve v e, ew jî ew e! Hew!
Zanist çi ye? Ma ne, ew e, ku mirov li ser bingeha zanînan û heşmendîyê li bingehên rastîyê digere û wan derdixe ronahîyê û dide zanîn. Li vir mabest û armanceke dinê nine! Tu kes naxwaze, ne kesekî, ne jî tiştekî dine ne reş bike, ne jî biçûk bêxe… Divê mirov bi bîna fireh li ser pirsgirêkên heyî govtûgo bike… Û hîç hewce nake, nakokîyan derxin hole, wan nakokîyan kûr bikin û dîwarekî li pêşîya govtûgoyan û pêşveçûna zanistê hiljenînin…
Û ez bi bawer im, ev pirtûka te, ya ku ji bo weşanê amade dibe, wê ne ku bibe xalekê (nuxte) di dîroka zanistê da, lê wê bibe bêhnokekê (vêrgûl) û derîyekî nû ji bo govtugoyên nû veke.
Silav û rêz!
Дима Пир (Dîma Pîr)
Keke Eziz, meriven teolojye nizanin nikarin ji din fehm bikin. Ezditi dineki vekiribu di dema xwe da. U ezditi ne tene bawerya kurmaciaxevan bu, le bele gelek erebiaxev u aramiaxev ji bune ezdi. Shashe meriv ezditiye bike qalibe neteweke. Ezditi ne zerdeshtiye, ezditi derweshiye u derweshi ji ne misilmanetiye. Isa cuhu bu le bo xristyanan Xwedeye u Mihemed bo hemu misilmana pexembere. Bo wan nebuye problem, le ezdyen natonalizma kurdi dajon hema ve pirse va mijul dikin. U li vir pirsek peyda dibe: gelo kara wan chi heye? Dirok u teoloji ji hev cudane. Silav u rez!
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
19 июня в 14:55
Dubare spas, kekê Dîma! Te bi xwe bersîva hemû pirsan da. Rasttir dibû, ger mirov bigota, te mabesta xwe diyar kir. Lêbelê, tu tiştekî dibêjî, ya ku rê li pêşîya wan têorîyên nû vedike. Wan tiştan hûn dikarin nûnerên gel û bawerîyên dine ra bibêjin. Ne ji êzdîyan ra! Ew, ku êzdîtî ne dînekî vekirî bûye, tu ji her mirovekî êzdî (ne êzîdî!) ra bibêjî, wê bersîva te bide… Û vekirîbûna vê olê wê demê derket holê, dema, wek ku tu dibêjî, «gelek erebiaxev u aramiaxev» bi Şîxadî ra hatin nav êzdîyan. Ew nebûn êzdî, lê gelek êlêmêntên bîyanî (xerîb) anîn nava êzdîtîyê û rengê xwe dane vê olê û rengê wê guhartin…
Ya dine, kekê hêja, dema têolojîya ji bingeha dîrokî qut dibe, nigên wê li hewa dimînin. Tu bi têolojî li pirsê binihêrî, an bi dîrokî, bawerî şêwazekî ramankirin û têgihîştina gerdûnê ya civakî ye, ji bo wê jî, dema mirov pirsgirêkên olî-bawerî derî rêalîta civakê dinirxîne, nikare rast ravebike. Helbet, dibe ku tu bi xwe jî van hemûyan baş dizanî, ji bo wê jî wisa bi şarezayî êzdîtîyê dikî ola kurmancîaxêvan (ewên ku, devê te nagere, bibêjî – kurd) û ereban.
Erê, rast e, piştî hatine Şîxadî di rêalîtê da wisa bûye. Lê gelo ev çiqasî êzdîtî ye?...
Ku êzdîtî ne zerdeştî ye, min bi xwe li jorê nivîs ye, dubare dibêjim, êzdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştîyê bûye, temenê wê çendik çend hezar sal in. Û wê demê ereb û aramîaxêv, ên ku tu dibêjî, li ku bûne, seranserê Kurdistanê êzdîtî bawerkirine, û wê demê di nav tu gelekî dinê da êzdîtî nînbûye. Û bersîva vê jî ne ku têolojî tenê dide, lê – bi dîrokê ra tevayî, di nava pêvajoyên dîrokî da. Ger tenê bi têolojî vê pirsê binirxînin, wê çi derê hole? Ew ola kevnar berî serdema Şîxadî nînbûye?... Ev ola gelê kurd a kevnar kengê bû ya ereban, kê ew anî wê rewşê? Û ev mirov, ên ku şûna ku vê bigerin û bibînin, berê gel didine kialî? Û, dibe ku ew bê bingeh û armanc nine, ku hinek missionêr derketine, û di nav gel da belav dikin, ku êzdî erebên sipî ne? Ev me kuda dibe? Êkspansîya bi erbkirina Kurdistanê didome? Û bi destê kê?
Min di gotareke xwe da nivîsye, ku dibe ku di xwezayê da êzdîtî, wek ew ola kevnar, îro bi koma bawermend û oldarên xwe va nemabe jî, lê mafê kesekî nine, wê dîroka gelê kurd a rewanî (ruhî) binax bike. Belê, em dive bibêjin, ka çi anîne sere gelê me û ola wî ya kevnar. Ka îro em gîhandine çi rewşê, lê dive em paşeroja (rabirdû) çanda rewanî ya gelê xwe nekin qurbana êkspansîya dagerkeran.
A, ya ku dive em bibînin jî, ev e!!
Дима Пир (Dîma Pîr)
19 июня в 15:25
Ezditi eve tishte bav u kale me hebandine u ser esase qewlan hatiye danin. Ezditya xiyali ya ku hun dibejin em nas nakin. Heger ezditiya hun dibejin nishani me bikin em geleki ji we razi bin. Le bawer bikin, ezditya hun dibejin u ya kal u bave me li gori qewlen ezdiyan hebandine ne yeke. U tishteki din ji, din shuxule oldaraye u teolojiye kare oldaraye. Dixtor gereki dixtorye bike, nampej nan bipeje. Befeydeye meriv behsa neurokirurgiye u kardiolojye bike tevi aborinas yan ji fizik.
Дима Пир (Dîma Pîr)
19 июня в 15:26
Li ser ve ez niqashe bi dawi tinim. Biminin di xweshyeda!
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Belê-ê! Ev nirxandinên Yilamzê hêja, wek ku dibêjin, bû gurzê sere lodê. Binihêrin, hemû tiştê ku me heya naha gotye, di vê nirxandinê da heye, hema … bi şiroveyeke dine. A, ji zarê bawermendekî êzîdîtya rastîn a îro ev e ! Gelo piştî vê govtûgo (nîqaş) pêwîst dikin? Wek ku tê xuyanê, erê! Ji ber ku eva ku bi zarê êzdîyekî sade, yê ne older û ne jî ezdazan (têolog) hatye gotin, ew dîmenê vê olê ya rastîn dide xuyan!
Yilmaz, birayê dela, gelekî spas, bi rastî nirxandinên te pir hêja ne, ji ber ku ew nirxandin ji nav gel dertên. Dizanî pirs di çi da ye? Pirs di wê da ye, ku her kesê me, yê ku xwe ra dibêje êzdî yan jî êzîdî, wek ku ew bawerî lê dane naskirin, ew wisa jî wê dizane. Ma xwe kesek tiştekî ji ber xwe dernaxe? Me di zaroktîya xwe da çi bihîstye, em çi fêr bûne, ew jî di heşê me da maye. Naha, wek ku min di gotina xwe ya berî vê da jî anîbû zimên, ewa ku îro heye, ya ku îro di nav gelek-gelekan da desthilatdar e, û bûye bawerîya wan e, kesek tiştekî li dijî wê nabêje. Lêbelê, ew nayê wê wateyê, ku dive em lêgerînan di warê dîroka ola gelê xwe ya berî Şîxadî da pêk neynin. Ev bi serê xwe ne rast e û dişube dîktatorîyê. Fermo, kî Şîxadî û bawerîya wî dipejirîne, bila bipejirîne. Ma em tiştekî kurdên sunnî, şiî, xrîstîyan û yên dine ra dibêjin? Helbet – na! Lê li vir pirsgirêk di çi da ye? Çi ye, eger hinek Şîxadî û Sulatan Êzîd bawer dikin, êdî mafê kesekî nine qala ola gelê kurd a kevnar – êzdîtîyê bike? Tiştekî ecêb e, wê demê, ew çima nabêjin, ku dive misulman (şiî, sunnî, nexşbendî û yê dine) behsa ola xwe nekin?!
Binihêrin, Yilmazê hêja bi xwe nivîsye Êzîdî ji navê Siltan Êzî(d) tê, Siltan Êzîd jî Yezîdê kurê Muawî kurê Bavê Sufyane. Lê, gelo ev Sultan Êzîd kî bûye? Gelo çiqasî rast e, ku navê ola êzdî bi vî navî va girê didin? Ewa ku Yilmaz red dike, ku navê Ezîdî ji yazata yezdan Ezda tê ... û dibêje, ku ev hemû ji fantasya hin merivan derketiy, bingeha vê êtîmolojiyê tune, rast e, nave êzîdî tu pêwendîya xwe bi nave yazata yezdan Ezda nine/ Lêbelê nave Êzdî yek ji navên Xwedê ye û ji hêla êtîmolojîyê va ew û navên jorgotî ji bingehekê tên. Êzdîtî û êzîdîtî du bawerîyên ji hev cuda ne. Qewlekî ola êzdî da (ne yê ola êzîdî da!), tê gotin: Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî xwedê ye! Bala xwe bidinê dibêje Êzdî û ne Êzîdî. Her navekî Xwedê di kurdî da tê ravekirin, ango, wateya xwe heye. Dibêjin: Xwedê cîhan sêwirand, kesekî Xwedê nesêwirand, Xwedê xwe da ye! Navê Xwedê yê dine jî, Êzdî ye, yê ku ji peyverêza yê ez dayî, ango, yê ku ez dame tê. Binihêrin: Yê xwe daye û Yê ez dame. Navên xwedê dine jî hene: Padişahê padişahan, Yekê jorîn, Yê bê heval û yê dine… Naha li vira pirs di çi da ye? Kesek nabêje dest ji êzîdîtîya xwe berdin, kesek nabêje, Şîxadî ji êzîdîtîyê derxin, an Sultan Êzîd! – Çawa dibe? Bêyî wan êzîdîtî nabe! Lê ji bilî vê û derveyî vê êzdîtî heye, û ev jî berî Şîxadî û Sultan Êzîd hebûye. Hûn dikarin vê nepejirînin, lê hûn niklarin bibêjin, ku êzdîtî nine, an jî yên ku êzdîtîyê dipejirînin, ji wan ra bibêjin – wê nepejirînin!… Bi vê helwesta xwe hûn maf didin wan, ên ku tevkujîya êzdîyan, êzîdîyan û yên dine pêk anîne… Tiştekî nebînayî ye! Kê ewqas maf û hêzê dide van mirovan, yên ku li dijî dîroka kevnar a netewekê dertên?
Û, eger gelek bawermendên êzîdî ne di vê ferqê da ne, û hinek tişt ne bi zanebûn dibêjin jî, lê hinek hene, yên ku van tiştan bi zanebûn derdixin pêş…
Pirs dertê hole: Armanca wan çi ye?
Silav û rêz!
Азиз Мамоян (Azîz Mamoyan/Ezîz ê Cewo)
Ez ji xwendevanan û beşdarên vê govtûgoyê, ji bo şaşî û kêmasîyên teknîkî, yên ku di nivîsa min da derketibûn, lêborîna xwe dixwazim... Ew govtûgo bi awayekî zindî (onlyne) pêk hatye, ji ber wê... Ji bo wê jî min ew şaşî û kêmasîyên teknîkî sererast kirin, ji bo têgihîştin û şirovaeyên ji hev cuda derneyên holê. Silav û rêz!
[1]
Ev babet 294 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 14-10-2023
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 30-11-2014 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 14-10-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-10-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 17-10-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 294 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Viyan hesen
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
KUBRA XUDO
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
RONÎ WAR
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
Kerim Avşar
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Weşanên
Rojnameya Serbestî
24-04-2024
Burhan Sönmez
Rojnameya Serbestî
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
24-04-2024
Burhan Sönmez
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Şekroyê Xudo Mihoyî
Babetên nû
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
24-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
İbrahim Güçlü
23-04-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
17-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
15-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
13-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
RONÎ WAR
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
KUBRA XUDO
13-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 517,343
Wêne 105,687
Pirtûk PDF 19,152
Faylên peywendîdar 96,425
Video 1,307
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Destpêka Nivîsandina Kurdan
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Çanda xwarinê ya Kurdan
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 39
Kurtelêkolîn
Rojnamegerî û Kovargerîya Kurdî di Navbera Salên 1918-1923an de
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Kurtelêkolîn
Cureyên helva Urmiyê yên herî baş û bi navûdeng
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Jiyaname
Viyan hesen
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
Di Welatê Zembeqê Gewir de
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Bi minasebeta roja rojnamegerîyê, kurteyek li ser rojnamegerî û kovargerîya Kurd di serdema Osmanî de
Jiyaname
KUBRA XUDO
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 40
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Temteman
Wêne û şirove
Di sala 1980'î de çemê Banos li bajarê serêkaniyê
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Pirtûkxane
FEQIYÊ TEYRAN 1
Jiyaname
RONÎ WAR
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Jiyaname
Kerim Avşar
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!