הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,357
תמונות 105,642
ספרים 19,138
קבצים הקשורים 96,355
Video 1,306
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
AWIR’EK JI DERVA: PÊVAJOYÊN R’OJHILATA NAVÎN Û PIRSGIRÊKA K’URDÎ BI Ç’AVÊ ZANYARÊ R’ÛS
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

PÊVAJOYÊN R’OJHILATA NAVÎN Û PIRSGIRÊKA K’URDÎ BI Ç’AVÊ ZANYARÊ R’ÛS

PÊVAJOYÊN R’OJHILATA NAVÎN Û PIRSGIRÊKA K’URDÎ BI Ç’AVÊ ZANYARÊ R’ÛS
=KTML_Bold=AWIR’EK JI DERVA: PÊVAJOYÊN R’OJHILATA NAVÎN Û PIRSGIRÊKA K’URDÎ BI Ç’AVÊ ZANYARÊ R’ÛS=KTML_End=
#Ezîzê Cewo#

Bi r’astî, ev demek a dirêj e, ez buyer û pêvajoyên li K’urdistanê û R’ojhilata Navîn pêk tên, bi giştî di çapemenîyê da dişopînim, nêr’în û helwestên siyasetmeder û r’ewşenbîrên k’urd li ber ç’avan r’a derbaz dikim, dixwazim di nirxandinên wan da tiştekî nû jê derînim û têbigihîjim, lê – bê feyde!… Dîsa weke berê ji bo me k’urdan her tişt r’eş e, an – sipî. Dîsa em sedemên nepêkhatinîya xwe di dijminên xwe û derdorên dinê da diger’in, dîsa, şûna bingehên sedeman bi dîrokî, zanistî, siyasî, darayî binirxînin, em bi xwe û hev va mijûl in…
Û tiştê mat’mayînî jî ew e, ku di nav me da hê jî hinek mirov hene, yên ku, şûna ku bingeha hemû bedbextî, înk’ar, t’evkujî, t’alan û wêranîyan di hebûna sîstêma dagirk’erîya navnet’ewî da bibînin, hemû astengî û pirsgirêkên me bi wê şirove dikin, ku gelê me dijî siyaseta t’evkujîyê, wêran û t’alanê ya r’êjîmên dagerker têk’oşîna ç’ekdarî dimeşîne. Ango li dijî ç’ekê bi ç’ekê diaxive… Û li ser vê bingehê, çi ku tê ber devê wan ji t’evgera r’izgarîxwaz a net’ewî û endam û r’êvebirên wê r’a dibêjin – weke berdevkên wan dagerkeran, heya ji wan jî t’undtir… Lê hinekên dinê jî ji dilp’akîya xwe, bi r’astî hewl didin, van bidin bawerkirin, ku gelê bindest ji bo desxistina mafên xwe, jib o ku xwe ji t’evkujî, t’alan û wêranîyan bip’arêze, mafdar e, hemû r’ê û r’êbazên pêwîst û derfetên xwe bik’ar bîne. Lê ji k’ê ra bibêjî?!… Hinek jî r’abûne, li şûna serok û r’êberên gelê me, ji navê wan û ji wan jî “germtir” û “xurttir” hemû r’êyên ku têne ber heşê wan, didin pêşîya gel. Ji mirovên weha r’a ye, ku dibêjin: “Ji Papayê R’omayê jî xaçp’arêztir in!”
Ev hemû ji xwe r’a bi serê xwe di r’êyekê da diçe, lê pêvajo jî di r’êya xwe da dmeşe. ...Û ev r’ewşa bi vî şêwazî dem bi dem xwe dubare dike.
Lê ger mirov bo k’ûrahî lê binihêr’e, wê bibîne, ku ji bo vê pêvajoyê jî r’êze sedemên dîrokî yên obyêkîv û sûbyêktîv hene, serok û r’êberên astên cuda hene, kesayetî û siyasetmederên xwedî gotin û bandor hene, û ev hemû li ser dîmenê r’ewşa gelê me ya îro digihîjin hev û nîgra gelê me ya t’evgerî derdixin pêş – wek net’ewekê. Û meşa vê pêvajoyê di bingeha xwe da p’êwendîdarî wan mercan e, yên ku me li jorê anîn zimên. Û, k’a ev pêvajoyê çwa her’e sêrî û berbi k’îalî va bibe, girêft’erî mercên dîrokî yên obyêktîv û sûbyêtîv û p’êwendî û hevk’arîya hêzên beşdarî wê ye, yên ku t’enê wê demê wê bikaribin armanca net’ewî bînin sêrî, eger bi hemû hêz û derfet’ên xwe va bigihîjin hev û Yekîtîya net’ewî ava bikin… Ev jî erênî û fermana demê û mercê hebûna me ye, wek net’ew!
Lê dîsa jî divê bê gotin, ku van pirsan da hinekî nêzîkbûna r’êalîstî me divêt…
Lêbes, sed heyf, em gelek caran buyer û pêvajoyan weke xwestina dilê xwe şirove dikin û didin nasîn, ji bo wê jî îro di warê analîz û şiroveyan da ne li ser wê astê ne, ya ku tê xwastin. Û ji ber wê jî em îro hê di cîhanê da, li şûna berjewendîyên xwe yên net’ewî bişop’înin û li dû wan bin, ji xwe r’a dost û dijminan diger’in…
Ma li şûna vê em nikarin hinekî bi r’êalîstî merc û derfet’ên xwe, r’ewşa sîyasî ya heremê û cîhanê bi p’ir’alî binirxînin û ji bo xwe r’êyekê bibînin, û di nav gelên cîhanê da cîhê xwe yê hêja û bi r’ûmet bigirin – dîsa wek net’ew?..
A, dema ez bi van r’amanên xwe mijûl û gîro bûm û dîsa, weke berê di întêrnêtê da nirxandinên bi zimanê r’ûsî yên di derbarê pirsgirêka k’urdî da diger’yam (yên k’urdî jixwe ji min kêm nabin), li ser r’ûpelên malp’era Kurdistan.ru di nav gotarên dinê yên balkêş da çend gotar-şiroveyên dîrokzan û şirovegerê r’ûs Vadîm Makarênko bi min balk’êş hatin xuyan…
Xwendevanê me Vadîm Makarênko bi gotara wî ya “K’urdistan a Mezin ew cîgeh e, li k’u dîrokên “cuda” yên r’ûsan, k’urdan, t’irkan, ermenîyan û yên dinê r’astî hev tên” nas dike ( http://www.amidakurd.net/qunciknivis/k_%C3%AA_%C3%BB_ji_bo_%C3%A7i_d%C3% AEroka_gelan_anegor%C3%AE_berjewend%C3%AEy%C3%AAn_xwe_veguhar_tine ). Ev gotara wî di dema xwe da di nav xwendevanên k’urd da hêjayî baldarîyek a germ bûye...
Çima hema gotarên V. Makarênko?
Di sêrî da bibêjim, ya sereke, ew mirovekî ne k’urd e, yê ku bi pisporî li ser dîrok û pirsgirêka k’urdî dinivîse, û, her çiqas bi ç’avekî ji derva pirsgirêka k’urdî dinihêr’e, dîsa jî ew wê di nava pêvajo û pêşveçûnên herêmê û cîhanê da bi p’ir’alî dinirxîne... Û, wek ku tê zanîn, eger du mirov şetrencê (k’işik) dilîzin, yê li r’ex va li lîstika wan dinihêr’e, hinek tiştan çêtir dibîne, ne ku beşdarên lîstikê; û ji vê hêlê va nêr’în û dîtinên vî camêrî ji bo wan mirovan, ên ku bi pirsgirêka k’urdî va mijûl in, p’ir’ balk’êş in. Ya duyem, di nav nivîsên k’urdên me da (di nav wan da, wisa jî, yên ku bi zimanê r’ûsî hatine nivîsar) an bi giranî hest desthilatdar e, an jî, ji ber vê sedemê, helwest a wan a zanistî-siyasî ya li ber ç’avan p’ir’ lewaz dibe. Û ya dawîyê, û ya ne kêm girîng, ew e, ku ew pisporek e, yê ku bi t’êz û şiroveyên xwe yên zanistî û helwesta xwe ya siyasi ji yên dinê cuda dibe...
Ev gotarên Vadîm Makarênko analîz û nirxandin in, ên ku hêjayî baldarîyê ne, heya, eger hinek nêr’înên wî ne wek ên xwendevanan bin jî, ew bibin katalîzator û alîk’ar, ji bo ku xwendkar r’ewşa heyî bi bingeh û sedemên wê va bibîne û r’ast qîmet bike.
Ji bo wê jî em li vir nivîsên wî ne ku wek gotarên cuda, lê wek t’êma û lêytmotîv bi hinek şirove û têbînîyên xwe va p’êşk’êşî xwendevanan dikin. Di sêrî da bibêjim, ku di hinek pirsan da em bi xudanê van gotaran r’a dikarin ne hemnêr’în bin, ji ber wê jî, ger bê xwestin, di cîhên konkrêt da emê şiroveyên xwe pêşkêş bikin.
Vadîm Makarênko:
“...Di R’ûsîyayê da desttêwerdana R’ojhilata Navîn ji hêla R’ojavayê va ji bo ç’areserkirina pirsgirêkan wek gevek a bê derfet tê dîtin...”
Ji bo ku armanca sereke û helwesta giştî ya gotarên Vadîm Makarênko bên têgihîştin, me r’asttir dît, ku nirxandinên xwe ji gotara wî ya
“R’êyên stratêjî yên “Başûr” û “R’ojava, an ji bo R’ûsîyayê cîhê bi t’ehlûke li k’îderê ye?” destpêbikin.
Weha, di vê gotarê da tiştê ku, wek dîtinekê, bêht’ir dik’eve ç’av, ev e:
“...Di vê r’ewşê da desttêwerdana R’ojhilata Navîn, ya ku bi pêdivîya p’arastina binecîhên medenî (sivîl) an jî ji bo pêkanîna r’êforma sîstêma siyasî didin xuyan, di R’ûsîyayê da ji bo ç’areserkirina pirsgirêkên hindur’în ên Sûrîyayê û yên dewletên dinê ên bi dest (sunî) sazkirî, wek geveke bê derfet tê dîtin. Desttêwerdanên vî r’engî bêyî planên r’êal ên werguhar’tina sazîya vî welatî, heya, eger mirov pir’anîya gorîyên (qurbanî) di nav gel da yên ji bo wê di cîh da jî bibîne, ji hêla xwe va an dikare bi xwe r’a k’aosê bîne, wek ku di bûyerên Lîbîyayê da, an jî wê t’enê ji wan k’omikên ot’orîtar an jî totalîtar yekê bi yeke dinê biguhêr’e. Û evê progrêsek a r’êal a berbiç’av bi xwe r’a neyne – r’ewşa Îraqê ya jî îro mînakeka wê ye. Heman pêtirsî (tehdîda) ji bo bêaramîya Sûrîyayê jî r’êal e.
Di vê r’ewşê da desttêwerdana ji der va ne di Sûrîyayê da, ne jî di Îranê da, nayê xuyan, ku wê bi kêr bin. Lê di van welatan da ji bo aramîya hindur’ êdî t’ehdîdên hindur’în digihîjin, an jî wek xwepêşandanên şermezarkirinê êdî derk’etine pêş. Ew jî ev in: li bal gelên “biç’ûk” ên wan welatan daxweza mafên p’ir’tir û xwserîyê bi hêztir dibe, p’ir’anîya wan gelan hê jî ji maf û azadîyên hêja bêp’ar in. R’ewşeke bi paradok’s dertê holê: hem Sûrîya, hem Îran, hem Îraq, ji bo ku wek dewlet li ser p’êyan bimînin, divê rêyên ç’areserîyê ji bo pirsgirêkên gelên nav xwe yên “biç’ûk ên bê dewlet” bibînin. Lê ew divê an pirsgirêkan berî k’aresatan bînin ç’areser bikin, yên ku di wan welatan da bi xwepêşandan û serhildanên berfireh dikarin derk’eve pêşya wan. Ev êdî di Sûrîyayê da pêk hatye. Lê, wek ku tê xuyanê, ewê bi xwe vê çareserîyê nebînin, heya ku nek’evin nav alozî û tengavîyên hindur’în ên giran. Di hinek welatên wek Lîbîya, Misir, Sûrîya, Îraq û Yêmênê da ew kirîzîs êdî destpê bûye. Bi t’aybetî jî, Îraq bi k’urahî k’etye nava alozîya nak’okîyên navbera ol û bawerîyan û net’ewan. T’irkîyayê ev ji hemûyan kêmtir hîs kir, lê ew jî, êdî derdorê sîh salî ye, nikare nak’okîyên di başûr-r’ojhilatê welêt da ç’areser bike. Îran li hember serhildêrên k’urdan û kêmnet’ewên dinê t’enê bi cezayên ji her pîvan û sînoran der xwe li ser p’êyan digire.
Mirov dikare çi bike?
Ev dê pirseke bi praktîkî xitimî bûya, eger cêr’ibandaina R’ûsîyayê bi xwe û dewletên piştî hilweşandina Sovêtê avabûyî nînbûya. Evana karibûn serdema hilweşîna împêratorîyê hema-hema bê nak’okîyên siyasî-leşkerî derbaz bibin. Her çiqas dema hilweşandina Yekîtîya Sovêtê bêyî hinek windahî jî nebû (mînak, R’ûsîyayê şeş herêmên r’ûsî windakirin, yên ku k’etin nava sînorên Qazaxistana piştî Sovêtê, an jî windakirina Qirîmê û Ûkraîna r’ojhilatê, yên ku k’etin nava Ûkraîna serbixwe), lê bi giştî pêvajo bêyî bûyerên aloz derbaz bû. Sedema wê jî ew bû, ku nêr’îneke giştî ji hêla hemûyan va hatibû p’ejirandin, ku xaka Yekîtîya Sovêtê xaka yekîtîyê ye, ango, ew ji xakên wan dewletan pêk hatye, yên ku li ser bingeha p’êwendîyên bi r’ezadilî bûne yek. Û ji ber wê jî, jevberdana Yekîtîya Sovêtê ya bi r’ezadilîya k’omarên wê, bû bingeha ji hevcudabûna xakên wan k’omaran...
Pêvajoyên fêdêralkirina welatên pir’net’ew û p’irbîrûbawerî pêwîst in, ji bo vê divê di wan welatan da di destpêkê da bigihîjin têgihîştin û p’ejirandina sînorên di navbera gelan da. Helbet, dijwar e, evê yekê pêk binin. Lê ew dikare û divê bibe armanca daxwazîya pêşvaçûnên wan welatan. R’ûsîya divê vê armancê wek tiştekî p’ir’ pêwîst bigihîne r’êvebirîyên wan welatan, wek wê, ya ku di dema xwe da li Yekîtîya Sovêtê dihat ferzkirin: daxwaza dêmokratbûnê jê dihate kirin, doza p’arastina mafên mirov jê dikirin, digotin, divê destûrê bidin, ku cihû û kesên dinê bikaribin serbest ji welêt k’oç’ bikin û tiştên dinê. Hema di r’ewşa îroyîn da r’êya berbi fêdêralkirinê jî di wan welatan da bi xwe r’êya pêşîgirtina p’evçûnan, an jî ya ç’areserkirina wan pirsgirêkan e. Ev jî dikare ewlek’arîya sînorên me ji hêla başûr va bi r’êyên ne leşkerî xurt bike. Gelek caran dibêjin, ku modêleke R’ûsîyayê nîne, lê ew heye: fêdêralî, ya ku berbi pêwendîyên yekîtîyê va pêşdik’eve. Bi şêwazî (formal) Qazaxistan hema bi vê r’êyê va çû. Herêma Ewroasîyayê divê bibe qada gulvedana p’êwendîyên yekîtîyê di navbera welatên di nav wê da û p’êwendîyên fêdêralî û heya konfêdêralî di hindur’ê wan welatan da. Hewldanên li ser hemû astên têk’ilîyên net’ewan ên sûbyêkên p’êwendîêyên ewroasîyayî wê bi praktîkî r’ê ji t’u êrîşbazî û destavêjîyan r’a nehêle.
Di dema xwe da, berî destpêka Şer’ê Cîhanê yê Duyem, Yekîtîya Sovêtê nikaribû alîk’arîyê bide Awstrîyayê, Çêxoslovakîyayê û Polonîyayê, ku ew xwe li ser p’êyan bigirin. Emê li vir sedeman bi bîr neynin, ya sereke, ku k’etina wan dewletan wek dewletên net’ewî yên t’êra xwe heyî, gîhande wê, ku art’êşa almanî derk’ete ser sînorên Yekîtîya Sovêtê û dawîya-dawîyê şer’ destpê bû. Dem e, ku mirov bipirse: “Ma gelo ew r’ewş, a ku salên 1936 – 1941 li Ewropayê hebû, dubare nabe?” P’êşveçûna Yekîtîya Ewropayê ya îroyîn, a ku bi şêwazî p’ir’ azad e, lê dê-fakto p’ir’ ûnîtar û bêpîvan yekgirtî ye, pêvajoyên berî destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem tînin bîra mirov. Pêvajoyek a wisa bi r’êalî t’ehlûkeyê ji xwe r’a tîne. Û evê t’ehlûkeyê jî bi hinek gotinên di derbarê serdemek a nû ya Ewropayê da dixwazin bidin hêlekê, her çiqas, ew ewqasî jî ne nêzîkî r’astyê ye. Hema ew, ku du şer’ên cîhanê li vir, di Ewropayê da r’ûdane, divê mirov hişyar bike... Û li ser bingeha ewlehîyên hindur’în mirov dikaribû doza hinek pêwîstîyan ji Ewropayê bikira, ji bo ku ew nehêle, amadekirina mercên leşkerî-siyasî yên ji bo destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem, vê carê li dijî R’ûsîyayê bi xwe, pêk bên. Daxwaza wê dozê jî divê wê be, ku yên ku dixwazin Ewropayê bikin dewleteke gewretirîn û hêztirîn a bi sîstêma r’êvebirîyê ya navendkirî, bi xakek a seranserê xwe va leşkerî û siyasî, bi qanûnên giştî, ango, di r’astîya xwe da bi merc û derfetên ûnîtar ên hêza leşkerî û siyasî, dest ji wan hewlan berdin.
Eger em dest ji aksîomayên derew berdin, bi obyêktîvî r’ewşa li ser sînorê başûrê R’ûsîyayê hemberî ya r’ojavayî bikin, wê demê bêyî hemdî xwe, yan jî bi pêwîstî, encameke bi paradok’s, lê r’astîn dertê holê: îro sînorên R’ûsîyayê, yên ku divê bên xurtkirin, li milê r’ojavayê ne, ango, li sînorên wêye bi Yekîtîya Ewropayê r’a ne, ne ku li milê başûr in. Dibe ku di helwesta R’ûsîyayê ya hember ewrodabelandina Ûkraînayê ya îroyîn da jî ew hîsa bi înstîkt a xwep’arastinê dîyar dibe, ya ku bi otomatîkî û ne bi bîrewarî hişyar dibe, ji ber ku hema ew jî hîsa întûîtîv a R’ûsîyayê ye, ya ku ji destpêkê va bi wê r’a hatye, piştî agrêsîya bê navber a çend dewranan (sedsal), ya ku ji hêla R’ojavayê va li hember wê dertê. Û ji hêla dinê va R’ûsîyayê jî ewqas caran ew ji împêratorîbûna ûnîtar r’izgarkirye – ew “ya Napolêon” bûye, an “ya Hîtlêr”, lê ew ji bo wan t’ucar nebûye t’ehdîda dagerkirinê an têkbirinê. Û R’ûsîyayê heya nexwastye, ku wan serk’evtinên xwe li dijî wan bik’ar jî bîne. Ji ber wê jî R’ojava îro jî deyndara R’ûsîyayê ye, lê, dibe ku hema ew bêşêk’irîya r’eş (êşa R’ojavayê ya zikmakî) jî agrêsîya ku bi t’u tiştî nayê şirovekirin, tîne lîstikê”.
*
* *
Min ji bo çi ev p’arçeyê gotara V. Makarênko li vir anî? Ya yekem, mirov çiqas dîroka pêvajoyên balkêş ên dîroka gel û welatên dinê bizanibe, dê ewqasî pêvajoyên welatê xwe çêtir têbigihîje û şaşîyên ku di wan welatan da pêk hatine dubare neke. Ya dyem, ji bo wê, ku em bi xwe jî bala xwe bidinê, k’a di welatên dinê da pirsgirêkên welatê xwe çiqasî berfireh hiltîn dest û dinirxînin. Ez bi bawer im, ji van nirxandinan, heya yên ji van befirehtir mirovê bikaribe li bal amêrîkîyan, înglîzan, almanan, fransîyaт û gelekên dinê jî bibîne... Wisa ye pirsgirêkên her gel û welatekî bi hezar tayî bi wlat û herêmên cîhanê yên dinê va gurêdayî ne...Lê ya sereke, êdî dem e, ku em k’urd ji bo xwe zelalbikin, k’a ji bo welatê me t’ehlûkeya mezin ji k’îalî va dikare derê, divê em çawa bikaribin berjewendîyên xwe yên net’ewî di vê herêma weke deşteke tuje mayîn r’a bê zîyanên mezin bigihînin armanca dawîyê. Êdî dem e (heya em dereng jî mane!), ku em bizanibin, ku di cîhanê da dost û dijminên gelan nînin, ku hene berjewendîyên her weletekî yên dema konkrêt û demdirêj, ku dagerkeran welatê me zevtkirine ne ji bo wê, ku ji me hez kirine, an – na, lê ji ber ku ew li dû berjewendîyên xwe ne, û wan berjewendîyan di welatê me da jî dişop’înin!.. Êdî dem e, em bizanibin, ku em in, ku nikarin bibin yek, ku ji berjewendîyên xwe û yên wan r’a sînorekî daynin...
Û li ser vê notê di gotarên dinê yên Vadîm Makarênko da jî nirxandinên wî yên balk’êş didomin. Wek ku tê xuyan, ew bûyer, r’ewş û pêvajoyên K’urdistanê û R’ojhilata Navîn jî bi p’ir’ alîyan va dinirxîne, û wan hemûyan di t’avahîya xwe da wek pirsgirêkek a t’am, bi hemû t’eref, nak’okî, alozî û dijwarîyên wê va, li ber xwendevanan vedke...
*
* *
...Ocalan û Barzanî. Pirsgirêkên k’urdên R’ojava, p’êwendî û helwestên k’urdan ên navxweyî, pêrspêktîvên ç’areserîya pirsgirêkên wî p’arç’eyê K’urdistanê
Vadîm Makarênko di gotara xwe ya “Ocalan û Barzanî: du r’êberên du serdemên vejîna k’urdan...” da pêvajoyên dema me analîz dike û nirxandinên balk’êş pêşdixe û, wek şiroveger û r’ojnamegerekî, hinek tişt tîne zimên, ên ku di nava kontêk’sta şirovekirina pirsgirêkê da p’ir’ balk’êş in û hêjayî baldarîyeke heşmendî ne û di hinek cîhan da jî pêwîstî bi serer’astkirinan heye...
Ew gotara xwe bi agahîdana di derbarê civînekê da destpê dike, ya ku 18.12.2013 di Par’lamêntoya R’ûsîyayê da pêk hatye. Civîn li ser pirsa r’ola çapemanîya R’ûsîyayê di k’arê r’onîkirina r’ewşa Sûrîyayê da bûye. Û hevserokê PYD Salih Mûslîm jî beşdarî wê civînê bûye û axavtinek jî pêşk’êş kirye. Û, weha, piştî ku agahîyên giştî di derbarê wê civînê da dide, Makarênko Salih Mûslîm û PYD-ê bi xwendevanan dide nasîn û didomîne:
“...Salih Mûslîm, hevserokê PYD-ê ye, ya ku di K’urdistana Sûrîyayê da hêza siyasî ya serk’êş e, bi p’ir’anî ewlehîya xwe ji wan t’avîyan (mewzî) digire, yên ku li vir Partîya K’arkerên K’urdistanê ya Ocalan sazkiribûne. Di gelek tiştan da jî ew r’êça wê dişopîne. Wek ku tê xuyanê, wek nûnera gelek r’êxistinên k’urdan, ên ku di bin baskê wê da berev bûne, dê ji vê partîyê r’a li hev bê, ku nûnerîya berjewendîyên k’urdan di Cenevra-II da bike. Ev jî wê bibe serk’evtineke mezin. Lê PYD di r’ewşek a tengav da ye, ya ku bi wê hêvîyê, ku xakên k’urdan ên R’ojava bigihîne hev û berbi xweserîyê (otonomî) va bibe, bi neç’arî di navbera art’êşa bi giranî ji têr’orîstên cîhadîst pêk hatî û ya r’êjîma Beşar Esed da manêvre dike. Divê bê zanîn, ku çapemanî hê jî bi bêwijdanî wê art’êşa têr’orîstan wek opozîtsîona ç’ekdarî nav dike. Ev pirseke giran e, ya ku ç’areserîya xwe ya yekawa nîne, ji ber ku hem r’êjîm, hem jî yên ku dixwazin wê bavêjin, armanca wan dewlemendîyên Sûrîyayê yên nevtê ne, ne ku mafên mirov an dêmokrasî. Ew hîç mafekî k’urdan jî nas nakin, lêbelê, ji ber ku hev dixeniqînin, dema wan zêde manîne, ku bi hêztir bi ser k’urdan va her’in. Û nak’okî ne t’enê di navbera wan û dijmin da, lê wisa jî di navbera wan û hevalbendên wan da hene.
Ev r’ewşa ne sade dibe sedem, ku mirov li ser wê pirsê serê xwe biêşîne, k’a gelo k’urdên p’arç’eyên cuda yên K’urdistanê divê çiqasî bi hev r’a bi yekgirtî t’evbiger’in, ew çiqasî dikare pêk bê û çiqasî dikare kêrî wan bê, ku beşên cuda bigihîjin armancên xwe, yên ku naha di nava Sûrîyayê, Îraqê, Tirkîyayê û Îranê da dabeşkirî ne, û ne wek welatekî bi serê xwe ne, em bibêjin, ên mînanî R’ûsîya, Ûkraîna û Bêlor’ûsîyayê.
Demek hebû, gava k’urdan ji R’ûsîyayê li ser T’irkîyayê r’a xwe digîhandin K’urdistana Îraqê. Wê demê T’irkîya T’irkîya bû, û K’urdistan jî wî berî p’ira Zaxoyê bû. Lê hê di Silopîyê da, her çiqas wî berî sînor ala K’urdistanê hebû, leşkerên ser sînor ên t’irk (dibe ku ji tirsa cezayê hebsê) digotin, ku hîç K’urdistanek jî nîne...
...Dem hatye guhar’tin, û îro gelek îdêya fêdêrat’sîona t’irk û k’urdan govtûgo dikin. Pêwendîyên di navbera k’urd û t’irkan da, ji herdu alîyan va jî, ewçendî ne xweşbînî bûn, ku hê çend sal berê t’enê hinekên “r’onîbûyî” dikaribûn di derbarê vê da bi dengê bilind biaxivin. Helbet, ew r’ûp’el hê nahatye werger’andin: dema di Meclîsa T’irkîyayê da par’lamênterên k’urd daxuyanîyan bi zimanê k’urdî didin, ên t’irk wisa didin xuyan, ku ew “zimanê nenas” tênagihîjin. Lê Leyla Zana di dema xwe da ji bo gaveke wisa bi girtina deh salan hate cezakirin û demeke dirêj di hebsê da ma... R’ewş tê guhar’tin. K’urdistana T’irkîyayê hêdî, lê êdî dêmê xwe yê r’astîn ê k’urdî werdigire. T’enê bobelîskeke siyasî dikare vê pêvajoyê paşva veger’îne.
K’urdên hemû p’arç’eyên K’urdistana dîrokî bi aktîvî hevk’arîyê dikin. Hersê p’arç’eyên xaka K’urdistanê, yên ku piştî têkçûna desthilatdarîya akkoyûnlûyan û peyr’a jî têkçûna sefewîyan a di şer’ê Çaldiranê da (sala 1514-an, sala 2014-an dê 500 slên wê tujî dibin) k’etine bin desthilatdarîya osmanîyan, lê naha jî di nav dewletên cuda da ne, jinûva berbi hev dilivin, ji ber ku ew herêm bi awayekî dinê nikare pêşbik’eve, eger r’êyên xwe yên çûnûhatinê, yên ku demekê p’arçeyekî R’êya hevirmuş a mezin bûne, ji nûva venekin. Hemû K’urdistan, a ku îro pîvanên xwe yên nevt û gazê werdigire, ew di sêrî da tranzîta nevtê û gazê ye, tranzîta cîguhastina baran e ji welatên dinê, ji ber ku di wê r’êyê r’a ji Asîya Navîn û Çîna dûr û derez derbirina eşîyan berbi bazara cîhanî va dik’işe...
K’urd k’etine r’ewşeke wisa, ku divê ji bo xwe r’êyekê hilbijêrin. Ewana bi dehsalan, hema-hema di t’evahîya dewra XX da ji bo serxwebûna xwe şerkirine, helbet ji bo wê demê ew r’êyeke r’ast bû (wê demê ew wisa bû), ji bo jîyaneke hêja tenê ew r’ê hebû. Lê naha r’ewş hatye guhar’tin... Stîla jîyanê hatye guhar’tin, nivşên nû digihîjin, çanda r’ojavayî diher’ike K’urdistanê, ya ku êdî bûye beşekî goveka global a cîhanê. Bi xwezayî xakên dinê yên K’urdistana dîrokî dîsa bi jîyana berê ya bêp’ergal û kevneşop’î dijîn, ya ku ji jîyana K’urdistana Îraqê p’ir’ cuda dibe... Cudahî hene, û divê mirov ç’avê xwe li ser wan negire.
Pirs dertê olê: divê mirov çi bike? Bi vê serxweş bibe, hemû derfetên xwe, yên ku ç’arenûsê dane, dayne ser masê, ji bo ku bi hêz û hewldanan r’ewşê di p’arçeyên dinê yên K’urdistanê da biguhêr’e, an bi serê xwe bi pêşva her’e, bi wê hîvîyê, ku pirsgirêkên p’arçeyên dinê yên K’urdistanê dê bi r’êya dîrokî ya xwezayî û bi alîk’arîya Hewlêrê ya bi pîvan ç’areser bibin,? Ev ne pirseke abstrakt e, evê êdî p’ir konkrêt datînin: Mesûd Barzanî divê di Dîyarbekirê da, ya ku bi hinek wat’eyan va xakeke “bi sîyasî bîyanî” ye, bi axavtin derê pêş? Ma ne, di heman demê da gelek k’urdên T’irkîyayê t’enê ji bo wê, ku wan bi k’urdî axivî ne, di hebsan da ne, heya eger ew ji bo wê hatibin girtin, ku mafên xwe yên axavtina bi k’urdî bi ç’ek p’arastibin jî, lê partîya ku derdorê sîh salî têk’oşîna ç’ekdarî meşandîye, neç’ar e, ç’îyayên Qendîlê bit’erikîne (?!– E. C.). Mesûd Barzanî çi bi dest dixe, çi winda dike, dema bi serekwezîrê T’irkîyayê r’a di Dîyarbek’irê da bi axavtin dertê pêşya gel? Ev hilbijartin e. Ma ne, mirov dikare pirsê bi şêwazekî dinê dayne: r’êya nevtê avabike, bi vekirî Erdoxan r’exne neke, yan Erdoxan r’exne bike û derfeta avakirina r’êya nevtê ya k’urdî winda bike, ya ku dê-fakto berbi serbxwetîya êkonomîk a K’urdistanê va dibe? Çawa bike, kîjan destî bibir’e?
Di dema xwe da Lênîn... ji bo ku desthilatdarîya sovêtî xwe bigire û ser pêyan bimîne, nek’eve, manêvre kir, tiştên nebînayî û bêhemp’a pêk anîn (dibe ku, bi hêza “weke hesin berk’ ”): Aştîya Brêstê pêk anî, bi destê dijmin va beşekî p’ir’ berfireh ê xakên R’ûsîyayê berda. Bandor’a encamên wan di pirsa R’ûsîyayê û Ûkraînayê da em hê jî, heya r’oja îroyîn hîs dikin; sazkirina K’omara R’ojhilata Dûr (bi armanca tamponê), ya ku divê xakên R’ûsîyayê yên bingehîn ji Japonîyaê bip’arastana. Eva gavana ji hêla gelek siyasetmederan va bêwat’e tên dîtin. Heya naha, dema êdî aşîtî heye, ne ku ji bo gavên weha, heya ji bo r’amanên weha, gotinên bi zarkî an ên di întêrnêtê da, di R’ûsîyayê da dê zûtirekê bi qanûnî wek sûc bê dîtin...
Lê di K’urdistana Îraqê da, ji bo wê, ger mirov bibêje, ku wê bi t’aktîkî û stratêjî bêht’ir r’ast bûya, eger her p’arç’eyekî K’urdistanê bi r’êya xwe da biçûna, hê bi qanûnî ne gunehk’arî ye, her çiqas, ez bi bawer im, hinek k’urdên sergerm dê qanûna di derbarê wê da hema îro bicîh banyana. Em bibêjin, derencamên Aştîya Brêstê wê demê çi jî hebûne, ewê p’iranîya R’ûsîyayê r’izgar kirye. Bi gotinek a dinê, dîroka ç’areserîyên siyasî didin xuyan, ku mirov ji bo xatirê r’izgarkirina t’evahîya giştî, dikare dest ji beşekî wê berde jî.
Lê heya, eger di Hewlêrê da bir’yar bihata girtana, ku pêwîst e hemû derfet’an bik’arbînin, ku K’urdistanê bigihînin hev, wê demê dîrok (=piraktîka p’êwendîyên navnet’ewî ya êro) ne ku t’enê destûrê nade, ku hinek ji nû va bi destê zorê împêratorêyan saz bikin, lê wisa jî beşên welatekî yên bi êt’nîkî yek bigihînin hev. Hewlêr nikre Dîyarbek’irê bigihîne xwe, lê, wek ku r’ewş dide xuyanê, ew heya nikare r’ayê xwe li serokên R’ojavayê K’urdistanê jî ferz bike, yên ku di tengasîyê da ne. Mirov dikare di vê r’ewşê da çi bike?
Eger li ser r’êvebirîya K’urdistana Îraqê siyasetmederekî weke Ocalan bûya, r’ewş dibe ku cuda bûya. Wê demê wê Hewlêrê bicêr’ibanda û heya r’ayê xwe li “ewên li ser ya xwe” ferz bikira...
Helbet, eger Mesûd Brzanî ji vir û pêva jî r’êya ç’areserkirina pirsgirêkên K’urdistanê di nava çarç’eveya berjewendîyên R’ojhilata Navîn da “berjewendîyên wê yên herêmî” bişopîne, lê ne ku têk’oşînê ji bo “berjewendîyên k’urdan ên giştî bimeşîne, di ç’avê kurdên beşên K’urdistanê yên derî Îraqê da dê ji wî siyasetmederî r’a bide der, ê ku berjewendîyên k’urdan ên giştî dide ser plana yekem. Heyf, k’îjan r’ê çi encaman jî tîne, bila bîne, ewê wisa be. Êdî naha t’êra xwe k’urd hene, bi bingehîn jî li derveyî welêt ..., yên ku dibêjin, ku Mesûd Barzanî her t’enê serokê K’urdistana Başûr e, lê Abdullah Ocalan serokê hemû k’urdan e. Ew wana li dijberî hev datînin, her çiqas ew du destên bedenekê ne. Lê dîrok biryra xwe, ne ku bi gotinên mirovan dide, lê bi k’arên r’ayedaran. Serokê serk’evtî ew e, yê ku gelê xwe dihêvşîne, ji bo pêşk’evtinê r’ê li ber wî vedike, ji bo xurtbûna wî mercan diafirîne. Li ser wê r’êyê mirov dikare r’ê û r’êbazên cuda bik’ar bîne, hê kesekî bir’yar nedaye bibêje, ku mafên gel ên serhildanê nînin, lê hinek tişt her di hinek mercan da dikarin baş bin. Her tişt di dema xwe da. K’a gelo îro çi dem e, ewê jî her k’urd û serokên wan dikarin bibêjin.
Ji dûrva tê xuyanê, ku di r’ewşa navnaetewî ya îroyîn da K’urdistan bi giştî bi r’êyên aştyane dikare zêdetirîn mafan destbixe. Serok û r’êberên her p’arçeyekî K’urdistanê di p’arçeyê xwe da dikarin bigihîjin gelek tiştan, her yek di warê xwe da, li k’u ji wan her yekî va dîyar e, k’a mirov dikare çi manêvreyê bike, ji çi dest bik’işîne û bi çi r’îsk bike, ew çiqasî dikare hêvîya xwe bide ser piştgirîya k’urdên herêma xwe. Hevk’rîya serokên p’arçeyên K’urdistanê yên cuda, divê wan bi hêz bike, ne ku barê wan giran bike. Ji Hewlêrê an ji Îmralîyê r’ewşa Qamuşlûyê cuda tê xuyanê, û herdu dîtin jî ji ya r’astîn cuda dibin. Û ewlehîya hîç kesekî jî nîne, ku wê şaşîyan neke, lê serk’evtina îro gelek caran dikare bibe sedema têkçûna sibehê. Û kesek nikare bibêje, ku yê hanê ne r’ast e. Lezkirina koordînekirina ji demê zûtir û bêpîvan a gavavêtinên p’arçeyên K’urdistanê yên cuda, avakirina bir’yargeheke navendî ya t’evgera k’urdî, her çiqas jî “întêrnatsîonalîzma k’urdî” ya weha bi siyasî k’ardar bê xuyan, ji bo dîtina ya sereke, û ji wê jî bêhtir, dîtina serokekî giştî yê t’evgera net’ewî, - ew hemû îro dikare t’enê zîyanê bigihîne k’arê k’urdan, nehêle, ku ew derê li ser wê astê, ya ku êdî di pêşer’oja nêzîk da wê wî k’arî pêkbîne û k’urdan bi xwe wisa bihêz bike, ku kesek nikaribe wana têk bibe”.
*
* *
...Li ser p’êwendîyên T’irkîyayê û Başûrê K’urdistanê, alîyên wan p’êwendîyan ên erênî û neyînî, ewleyî û r’îskên wan, pirsgirêka k’urdî û Erdoxan...
Di gotara xwe ya “K’urd di siyaseta Erdoxan da û r’îskên t’irkî yên K’urdistana Îraqê” da Makarênko balê dikişîne ser van p’êwendîyan û li ser eger, pêrspêktîv û r’îskên wan p’êwendîyan r’adiweste:
“...Îro T’irkîya ji bo K’urdistana Îraqê di nav têk’ilîyên nevt û gazê yên bi Bexdayê r’a wisa jî paş-enîya lojîstîkî û p’encereyek e berbi cîhanê va ye, ji ber ku her tişt, yan hema-hema her tişt, li ser T’irkîyayê r’a tê vir...
Ya t’erefê T’irkîyayê, ez dibêjim, berjewendîyên wan ên girîng ên matêrîalî hene, helbet, ew bêht’ir yên demdirêj in. Ew hêvîyên wan ên li ser k’an û r’êsûrsên K’urdistanê yên fînansî ne, yên li ser “neftedollarên” wê, yên ku dê r’oj bi r’oj bik’evin xizmeta pêşk’evtinên K’urdistanê. Û li vir jî qunîyên nevtê yên nû vedibin û dik’evin k’ar.
Di nav p’êwendîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê da dema r’astîyê dê wê demê pêr’a digihîje, dema hilberîna nevtê di K’urdistanê da weke p’ara K’urdistanê ya di byûcêya fêdêral da bibe. Ev jî ji hemû dahatinîyên ji firotana nevta Îraqê divê berevbibe. Ev yak jî dikare êdî piştî du salan pêk bê. Dibe ku wê demê jî Hewlêr gavekê jî berbi xweserîya êkonomîkî ya ji navenda fêdêral va bavêje. Ew jî êdî naha dê-faktu heye. Ji ber hinek egeran ev hê xweserîya t’am nîne: yek ji wan sedeman jî ew e, ku K’urdistan di firotana nevtê da ne serbixwe ye, ew ji navê Îraqê wê difroşe. Lê ev r’ewş wisa demek a dirêj nikare bidome: ew war divê ji bin destê Bexdayê bê deranîn. Ya here baş, dê hatinîyên ji gumrikê ji wê r’a bimînin.
Her çiqas êk’sporta neftê mezin bibe jî, dê nikaribin hemû hatinîyên ji firotana wê bikin nav pêşveçûna K’urdistanê: herêm biç’ûk e. Êdî naha ji bo wê têk’oşînek diçe, k’a ew dirav dê li k’u bêne p’arastin. Eger ew navgîn di bankên T’irkîyayê da bên p’arastin, ewê bikaribe bibe bingeha fînansî ji bo serdema nû ya pêşvaçûna darayî ya T’irkîyayê, dibe ku wisa jî ji bo berfirehkirina bandor’a wê di cîhana t’irkî da. Heşmendîya împêratorî ya nêo-osmanî, îslamî yan tiştekî dinê – xercne mezin dixwaze. Û ewê wana ji k’u bîne, eger ç’avkanîyên dewlemendîya xwezayî, “ya bê heq” t’unebin. Girîngîya p’êwendîyên bi K’urdistana Îraqê r’a ji bo T’irkîyayê êdî îro tê hîskirin, piştî salekê-duyan ewê êdî bi prênsîpî li ser asteke dinê be.
Berjewendîyên k’urdên Îraqê ne zêde mezin in. Di sêrî da divê ew bikaribin, di têk’oşîna li dijî şarezahyî û zîrekîya navendîk’ar a Nûrî El-Malîk’î da xwe r’agirin, heya wê demê berxwe bidin, t’a sazîya dewletê ya fêdêral, ew a ku ji hêla Mîrtîyên Ereban ên Yekgirtî va êdî hatye p’ejirandin, di Îraqê da jî bê naskirin. Evê bibûya ç’areserîya pirsgirêkê ya îdêalî, û bi wê p’êwendîyên bi T’irkîyayê r’a wê bijartebûna xwe ya bi r’îsk winda bikira. Pirsgirêk di wê da ye, ku mirov nikare tê derxe, k’a ewê k’engê pêk bê. Mirov di derbarê pêkanebûna wan hêvîyan da gelek tiştan dikare piştî hilbijartinên Par’lamênta Îraqê yên sala 2014-an bibêje, mirov divê benda vê demê bimîne, û di vê r’ewşê da jî p’encereya hewastandinê ya r’êal t’enê T’irkîya ye. Helbet mirov dikare hêvî bike, ku, dibe ku, bikaribe fêdêratsîona t’irk û k’urdan pêk bê, lê bi vê r’a wisa jî, k’urdê di wê da p’arç’eyê asta duyemîn bin. Ev jî dîtinek a pêşer’ojê ya cuda ye, bi bingehîn jî ji ber p’êwendîyên di navbera k’urdan bi xwe da. Ji ber wê jî, vê demê hewce nake, ku mirov li ser wê bi cidî biaxive. Ji bo k’urdên Îraqê ya ku şûna T’irkîyayê bigire, ew bi xwe dîsa Îraq e, ya ku dikaribû bibûya fêdêrat’sîona r’êal. Ew fêdêrat’sîon, a ku di destûra bingehîn a sala 2005-an da hatye p’ejirandin, û k’urdan jî dê bikaribûna t’avîyên (mewzîyên) girîng ên êkonomîkî di Îraqê da bigirtana... Lê Destûra bingehîn vê demê t’enê li ser k’axezê dimîne.
Îro p’êwendîyên t’irk û k’urdan, yên ku altêrnatîva xwe nînin, ji bo herdu t’erefan jî bi r’îsk in. K’urdistana Îraqê r’oj bi r’oj di warê êkonomîkê da giranîya xwe mezin dike, ji hêla ewlek’arîya êkonomîkî va bêht’ir bi egerên derva va tê girêdan. Êdî jizûva divê Hewlêrê pirs danya, k’a heya k’îjan astê, bêyî ku ji bo p’êwendîyên êkonomîkî garantîyên xurt hebin, ewê bik’eve nava stîla jîyanê ya nû. Ma ne, eger ew têk her’e, û “p’encereya t’irkî” ji ber hinek sedeman bê girtin, heya eger ew ji bo demek a kurt be jî, ewê K’urdistanê bike xewa hingorê.
Garantîya ast û cûr’eyên naha ya p’êwendîyan, yên ku bi şêwazî gelekî ji p’êwendîyên bi herêmeke weletekî dinê r’a zêdetir in, t’enê serekwezîr Erdoxan bi xwe ye. Lê r’ewşa wî bi xwe di welêt da ewqasî jî bi hêvî nîne, ji bo ku mirov bikaribe t’enê li ser bingeha wê pêkerê (faktor) siyaseteke girîng avabike. Wisa jî K’omara T’irkîyayê bi saya hewldanên wî zû tê guhar’tin, bi bir’yar ji r’êdûr dik’eve, ya ku K’emal At’at’ûrk dabû pêşya wê. Heya pirs ne di wê da ye, ku îslam di K’omarê da dibe xwedî giranîyek a mezin û giring, a ku, bi r’astî, êdî bengizê (dêmê) T’irkîya îroyîn diguhêr’e. Ya sereke di wê da ye, ku paradok’sa siyasî, ya ku piştî bisînorkirina desthilatdarîya leşkeran derk’et holê û r’ê li pêşya AKP vekir û ew anî ser t’ext, bi zû derbaz dibe û dibe r’oja bihurî. Ew ne bê têk’oşîn diçe. Wek ku hem krîzîsa Parka Gezî, hem jî ew skandala bertîlxurîyê ya astên here bilind didin xuyan, ku hemû li dijî Erdoxan bi xwe ye, û ewê nikaribe wisa hêsan wan bitemirîne. Bi sedemên cuda otoratîzma serekwezîr r’oj bi r’oj bilindtir dibe, ew jî wê demê, dema ew dixwaze bibe serekk’omar. Ji bo ku hem jî bi dê-yûrê desthilatdarîya kesî ya sîyasî bike destê xwe, ya ku divê desthilatdarîya serekk’omar di k’omara serekk’omarî da bide wî. Lêbelê ewê ji bo Erdoxan her t’enê wê demê wat’edar be, dema ew bibe serekk’omar. Û dengê k’urdên T’irkîyayê hema ji bo vê wî pêwîst in, yên ku dema hilbijartinên meclîsê yên derbazbûyî jî alîk’arî dan wî, û ewî pir’anîya dengan stand.
Lê ew desteka ji alîyê wan herêman va ye, yên ku ji hêla sot’sîalî va paşdamayî ne. Ji hêla sîyasî va ew naskirina faktora k’urdî ye, ne ku bi r’êya “ewropîkirina” T’irkîyayê va (mafên mirov, mafên kêmanîyan, dêmokrasî), lê bi r’êya “osmanîkirina” wê va (naskirina beşên civakê yên çînî û herêmî), û ev jî hîç jî heman tişt nînin. R’ewşa heşmendîya girseya hilbijêran a k’urdan di T’irkîyayê da wisa ye, ku ewê deng bide hêza desthilatdar, eger ew hem k’urdan, hem jî berjewendîyên wan nas bike. Erdoxan jî di Dîyarbek’irê da daxuyand, ku ew amede ye, wê yekê pêk bîne.
Qey bêjî, naskirina k’urdan wek p’arç’eyekî T’irkîyayê, bê guman, pêşkevtin e, lê ew r’êyek e, ya ku dibe cîyekî, ji k’u wê da ew xitimî ye, ji ber ku sazîya T’irkîyayê ya sîyasî ya giştî bi xwe dê heya wê demê p’ir’ kevnbûbe. Erdoxan hewl dide desteka k’urdan bigire, ji ber ku çanda wan a siyasî wê hê demeke dirêj nebe beşê girîng ê opozît’sîona lîbêral a T’irkîyayê. Girseya k’urdên ku piştgirîya PKK-a otoîtar dikin (ew partî dikare êdî çawa be, egr sîh sal e, ku şer’ê ç’ekdarî dimeşîne) îro li Erdoxan pêwîst in, ji bo ku ew xwe wek p’arazvanê mafên wan ên net’ewî bide xuyan û di hilbijartinan da serbik’eve (pirs di wê da ye, k’a xwetêgihîştina k’urdan a net’ewî çiqasî li ser ya olî r’a ye, ya ku êdî di K’urdistana Îraqê da derk’et pêşîya wan). Ev pirseke p’ir’ girîng e. Bi dengên k’urdan Erdoxan dikare serbik’eve, lê paşê wê sîstêma r’êvebirîya siyasî wisa sade bike, ku di welêt da hemû desthilatdarî di destê serekdewlet da bicive, ya r’ast, ewê r’astedêr bik’eve destê Erdoxan.
Helbet, şêwazên sîstêmên siyasî yên otorîter ji bo hinek serdeman baş in, lê dîyar e, ku ji bo T’irkîyayê êdî ew dem derbaz bûye, dema di destpêkê da xurtbûna êkonomîkî ji dêmokrasîyê û çawanîya jîyanê pêştir bû, û ew bi paşva, berbi pilana duyem hatin defdan. Ji vê bêht’ir, veger’a berbi otoratîzma demên berê, dijwar ku tiştekî di ser xurtbûna êkonomîkî ya T’irkîyayê da zêde bike, ji ber ku pîvanên xurtbûna êkonomîkî hatine guhar’tin: mirov dikre li dijî t’erefên ne baş ên globalkirinê berxwe bide, t’enê eger anegorî wê bik’eve nava wê pêvajoyê, lê ew jî azadîyên siyasî û ji bo danînên darayî hewayeke hêja dixwaze. Ev hemû jî dijberî wê r’ê ye, ya ku Erdoxan berê T’irkîyayê didê.
Lê eger Erdoxan bigihîje ya xwe, di hilbijartinên tê da serbik’eve, ewê bide xuyan, ku mirov dikare wek serokê welatekî ji bo 10 – 15 salan ewlehîya xwe bi wî bîne, û evê, bê guman, hevgirtina t’irk û k’urdan xurttir bike û amadebûn û xwestina Hewlêrê ya ji bo hevhatina bi erebên xwe yên “îraqî” r’a lewztir bike”.
*
* *
Li vir mirov çi dikare bibêje?
Nirxandinên Makarênko di van gotarên wî da p’ir’ balk’êş û bi naver’oka xwe va dewlemned in. Lêlbelê hinek tişt hene, ku pêdivîya wan bi r’onîkirinê hene.
Di sêrî da divê bê gotin, ku ji bo me k’urdan, ne t’enê herêmeke nîvserbixwe, lê heya navçeyeke xwedî statûsekê jî hebûya, emê pê dilşad û serbilind bûna. Me hemûyan dê bigota, ku bi mîllîonan k’urdên me sedê salan ewqas zorî û tengasî dîtine, ewqasî hatine zêrandin, qet na, bila ew hinekî bêhna azadîyê bik’işînin... Lê naha, mala Xwedê ava, herêmeke berfireh azad e, û ew herêm jî ji ber dewlemendîyên wê yên xwezayî, di cîhanê da çavê hemûyan li ser wê ye, ew bi dewletên serbixwe r’a gavan diavêje... Ev hemû p’ir’ başe, baş e, ku hebûna ji nevtê tê, ne ku t’enê t’êra p’êdivîyên Herêmê dike, lê wisa jî p’ir’ zêde ye... Û eger van derfet’ên fînansî yên zêde di bankên T’irkîyayê da cîh dikin, ên ku, wek ku Makarênko dinivîse, “ ...ewê bikaribe bibe bingeha fînansî ji bo serdema nû ya pêşvaçûna darayî ya T’irkîyayê, dibe ku wisa jî ji bo berfirehkirina bandor’a wê di cîhana t’irkî da. Heşmendîya împêratorî ya nêo-osmanî, îslamî yan tiştekî dinê – xercne mezin dixwaze. Û ewê wana ji k’u bîne, eger ç’avkanîya dewlemendîya xwezayî, “ya bê heq” t’unebe.” – Ango, çi dertê holê, ew hebûn, a ku ji xaka K’urdistanê dertê û hebûna gelê k’urd e, wê bik’eve xizmeta dagerkerê p’arç’eyê herî mezin ê K’urdistanê, ji bo ku ew desthitdarîya xwe ya dagirkerî li ser wê bihêztir bike?! Lê, eger em van hemûya bînin ber dîmenê rewşa kurdê Rojava ya îroyîn?
Helbet, ev pirsan jî pirsne hirêtorîk in, em hêvîdar in, ku rêvebirîya Herêmê jî ji bo wan bersîvên xwe hene!
Ya dinê, ya ku, dibe ku ji vê pirsê kêmtir girîng nînbe jî (eger ji vê girîngtir jî nînbe)! Îro beşekî mezin ê Başûrê K’urdistanê: bajarên Xaneqînê, Mandalîyê û Badrayê bi navçeyên kurdên êzdî va û herêmên K’êrkûkê û Mûsilê bi fermî derî sînorên Herêma K’urdistanê mane. Û, heya em bi dewlemendîya ku ji erdê K’urdistanê dertê, şa dibin, di derbarê pêşkevtinên Hewlêrê, Silêmanîyê û bajarên dinê serxweş dibin, Nûrî El-Malîkî ç’ekan ne ku t’enê ji Dewletê Yekbûyî yên Amêrîkayê (DYA) dik’ir’e, lê, her weha, ji R’ûsîyayê jî, wek ku Seddem Huseyn di dema xwe da – ji Yekîtîya Sovêtê... Gelo t’ehlûkeya xapandina k’urdan a wê demê (1970 - 1974) xwe dubare nake? Lê, eger hêzên navnet’ewî yên hevpeyman (=DYA) pirsa van herêman bi zanebûn wisa nîvhero, bê ç’areserî dihêlin, ku sedema destêwerdana Îraqê hert’im hebe, wek pirasa Îzraîl û Felestînê; û gelê k’urd jî, wek gelê cihû dikin r’ehîne û wana bi şer’ekî bê dawî yê ji bo “ç’areserkirina” wan pirsgirêkan va mijûl dikin...
Û ya dawîyê; dema mirov van pirsên li jêrê di nav çarç’eveya wan nirxandinên balk’êş da dxwîne, dibîne, ku ew hîç ne anegorî t’êmayê ne, wek tştekî lê hatibe zêdekirin. Fermo, k’a, binihêr’in:“Êdî naha t’êra xwe k’urd hene, bi bingehîn jî li derveyî welêt ..., yên ku dibêjin, ku Mesûd Barzanî her t’enê serokê K’urdistana Başûr e, lê Abdullah Ocalan serokê hemû k’urdan e. Ew wana li dijberî hev datînin, her çiqas ew du destên bedenekê ne. Lê dîrok biryra xwe, ne ku bi gotinên mirovan dide, lê bi k’arên r’ayedaran” an “Hewlêr nikre Dîyarbek’irê bigihîne xwe, lê, wek ku r’ewş dide xuyanê, ew heya nikare r’ayê xwe li serokên R’ojavayê K’urdistanê jî ferz bike, yên ku di tengasîyê da ne. Mirov dikare di vê r’ewşê da çi bike? ” – Vadîm Makarênko dipirse û bi xwe jî bersîvê dide: “Eger li ser r’êvebirîya K’urdistana Îraqê siyasetmederekî weke Ocalan bûya, r’ewş dibe ku cuda bûya. Wê demê wê Hewlêrê bicêr’ibanda û heya r’ayê xwe li “ewên li ser ya xwe” ferz bikira...” – Bi rastî jî, binihêr’in, ev pirsana hîç ne di çîh da ne û ne mîna stîla wî ya nivîsînê ne....Lê, dîsa jî, er çi jî hebe, divê di sêrî da bêgotin, hîç hewce jî nake, ku Ocalan r’ayê xwe li wan ferz bike, ji ber ku ji xwe ew gel wî r’êberê xwe dibîne û têk’oşîna ji bo mafên xwe jî di rêya wî da dimeşîne, ji ber ku ew pêşk’evtinên ku îro di Bakûr û Rojavayê K’urdistanê da pêk hatine, hemû jî encama têk’oşîna gelê k’urd a 35 salan e, destk’evtîyên T’evgera azadîxwaz a Gelê k’urd û r’êberê wê bir’êz Abdullah Ocalan e...
Ya dinê: r’êz û hurmeta min bi her r’êberekî k’urd r’a heye. Min di gotarek a xwe ya berî vê da
(http://www.amidakurd.net/qunciknivis/xizmeta _hir%C3%A7_%C3%AA1 ) nêr’îna xwe ya hember pirsa serokatîya net’ewî anye zimên. Lê divê bê gotin, her çiqas jî ev pirsa jorê pirseke abstrak te, lê nikeribû pêk bihata, ji ber ku di r’ewşa heyî da Herêma K’urdistanê ya Başûr dê-fakto azad e, û bir’êz Mesûd Barzanî jî îro serokê vê herêmê ye, lê bir’êz Ocalan bi komployeke navnet’ewî hatye girtin û ev êdî 15 sal in, di nav çar dîwarên hebsa Îmralîyê da ye... Ji ber wê jî mirov dikaribû li vir pirs bi awayekî dinê danya: “Eger hêzên hevpeyman (=yên DYA) wek r’êjîma Îraqê, ya T’irkîyayê jî bir’ûxandina, di navbera xaka Bakûrê K’urdistanê û T’irkîyayê da parallêlek bikişandana, ew ji êrîşên dijmin bip’arastana, û birêz Ocalan jî azad bûya, wê demê mirov dikaribû bipirsîya, k’a gelo Ocalan dê ji bo p’arçeyên dinê yên K’urdistanê çi bikira?” Lê, wek ku tê xuyanê r’ewş ne wisa ye... Û, ji ber wê jî ev pirs ne pêkan e...
Wekî dinê? Wekî dinê, xwendevanê bi xwe bixwîne û gelek tiştan ji bo xw ji nûva watedar bike...
_____________
Ç’avkanî:
Вадим Макаренко, “Стратегические направления Юг и Запад, или где у России сейчас мягкое подбрюшье?”
http://kurdistan.ru/2013/12/13/articles-20232_Strategicheskie_napravleniya_YUg _i_Zapad _ili_gde_u_Rossii_seychas_myagkoe_podbryushe.html
Вадим Макаренко, “Оджалан и Барзани: два лидера – двух этапов курдского возрождения к свету новой жизни”
http://kurdistan.ru/2013/12/19/articles-20282_Odzhalan_i_Barzani.html
Вадим Макаренко, “Курды в политике Эрдогана и турецкие риски Иракского Курдистана”
http://kurdistan.ru/2013/12/25/articles-20330_Kurdy_v_politike_Erdogana_i _tureckie _riski_Irakskogo_Kurdistana.html
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 494
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 14-10-2023
פריטים המקושרים: 6
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 20-01-2014 (10 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 14-10-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 15-10-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 14-10-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 494
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,357
תמונות 105,642
ספרים 19,138
קבצים הקשורים 96,355
Video 1,306
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 1.094 2!