图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,661
图片 106,370
书籍 19,234
相关文件 96,828
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandinek -I-
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bahoz Baran

Bahoz Baran
Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandinek -I-
#Bahoz Baran#

Dema ku em bala xwe didin pirtûkên rêzimanê yên Kurmancî, em rastî  gelek  kêmasî û çewtiyên berbiçav tên. Divê amadekarê wan pirtûkan, wan çewtiyan bibînin û di pirtûkên xwe yên din de, wan serast bikin. Lewre çewtî belav dibin û êdî weke tiştekî rast tên pejirandin. Par, di heqê pirtûka Samî Tan ya rêzimanê de, du nivîsên min di azadiya welat de hatin weşandin. Birêz Samî Tan bersiva herdu nivîsan jî da. Hinek tişt qebûl kirin, hinek qebûl nekirin û ji hinekan re jî got, mirov dikare li ser wan bifikire. Li ser pirtûka wî şeş nivîs li ber destê min  hebûn. Min nivîsa sêyemîn jî şand, lê ji ber çi egerê bû ez nizanim, azadiya welat got, “em nikarin nivîsa te biweşînin, polemîk derdikevin.” Gelo em ê nikaribin  nîqaşa mijarên xwe yên rêzimanî  bikin? 
Îsal pirtûka bi navê “Hînker” jî derket. Dema ku min bala xwe da wê pirtûkê, min dît ku, tiştên ku hatibûn rexnekirin, hê jî weke xwe mane. Nivîskarên me carinan kêmasiyan qebûl jî dikin; lê rast nakin. Dîsa min berê xwe da pirtûka Samî Tan û kêmasî û çewtiyên berbiçav tespît kirin. Armanca min ew e ku, bi çavekî rexneyî û zanistî li rêzimana kurmancî bê nihêrtin û avahiya ku hatiye lêkerin, bê xurtkirin û bilindkirin. Lewre li bakur, di warê rêzimanê de gelek tiştên kêm û çewt hene. Rexneyên me dikevin qada zanistê û xwedî îspat in. Ev pirtûkên ku ez qala wan jî dikim, li her ciyî hene û mirov wan dixwînin, ji ber vê yekê divê li ser kêmasî û çewtiyan bê sekinandin. Divê nivîskarên me jî guh bidin van tiştan, xwe neqehirînin, careke din li ser van mijaran bifikirin.VEQETANDEK Û QERTAFÊN NEDIYARIYÊ-NEBINAVKIRINÊDi pirtûka Samî Tan de mijar wiha hatiye vegotin:Qertafên raveberê ev in(veqetandek): -a(mê), ê(nêr), ên(pirj.)Mînak:Hevala min hevalê min hevalên minQertafên nediyariyê(nebinavkirinê) ev in: -ek(yekj.), -in(pirj.)-ek ji ‘yek’ê tê; -in jî ji ‘hin’ê têVeqetandekên nebinavkirî ev in: -eke(mê), -ekî(nêr) -ine(pirj.)Hevaleke min  hevalekî min  hevaline min Qertafên -eke, -ekî,  -ine, weke qertafên veqetandekê yên nebinavkirî hatine dayîn.  Ev tiştekî ne di cî de ye. Ji ber ku -ek û -in tiştekî din in; -î, û -e tiştekî din in. Mirov nikare, wan weke yek tiştî nîşan bide. Rêbaza rêzimanî ya veçirandina qertafan jî destûrê nade vê yekê. Her qertaf xwedî peywirekê ye. Mirov nikare du qertafan bi hev ve bikelijîne. Dema ku mirov peyvê ji hev veçirîne her tişt derdikeve holê:
Mînak:   Hev-al-ek-î      min hev-al-ek-e    min hev-al-in-e   minHev= koka peyvê       al= qertafa çêker      ek= qertafa nediyariyê ya yekjimar     î= veqetandeka nêr ya ku piştî nediyariyê tê.Mirov dikare bibêje, dema ku qertafên –ek û –in di ravekê de cî bigirin(bên raveberê) wateya nediyariyê didin wê û qertafên veqetandekê jî diguherin dibin: -î, -e, -e. Ango her du qertaf ji hev cuda ne.
RAVEKÊN NAVDÊR Û RENGDÊRAN Û YÊN RÊZIKÎ-ZINCÎRÎDivê mijarê de jî, hin tişt hatine tevlihevkirin. Ravekên navdêran, di nava mînakên ravekên rengdêran de hatine dayîn. Mînakên raveka zincîrîn jî çewt hatine dayîn, bi ravekên rengdêran re jî hatine tevlihevkirin.Ji bo raveka rengdêran ev mînak  hatine dayîn:Mînak:  Mala vî hevalî,                             Xwedina wî bilbilî,               Hatina çar hevalan             Axaftina çend karkeran,              Xebata du destbirayan,       Roniya kîjan malêEv mînak ravekên navdêran in, ne ravekên rengdêran in, tenê rengdêrek ketiye nava wan. Mirov nikare vana weke ravekên rengdêran nîşan bide. Ji bo  em karibin wan bikin ravekên rengdêran divê wiha bên nivîsîn:Çareserî:  Vî hevalî, wî bilbilî, çar hevalan, çend karkeran, kîjan mal  Ev heval ew bilbil çar heval çend karker 
Ji bo raveka zincîrîn jî ev mînak hatine dayîn:Mînak:  Hevala çavşîn û porzer             Dayika dilşewitî û keserkûr
Raveka zincîrîn di rengdêran de tune ye. Çima ev mînak hatine dayîn, min fam nekir. Ev her du mînak jî çewt in. Raveka zincîrîn wisa nayê çêkirin. Divê du heb ravek têkevin nav hev. Lê di mînakê de raveber û ravekerek heye. Di ser de, li şûna navdêrê, rengdêr hatine bikaranîn. Ev jî çewtiyeke din e.Hevala            çavşîn û porzerRaveber          RavekerRaveker ji du hêmanan pêk hatiye û ev jî weke raveka zincîrîn hatiye dayîn. Raveka zincîrîn ne wiha ye û ji rengdêran jî çênabe.
Çareserî:Di raveka zincîrîn de, du ravek bi hev ve tên girêdan; Mînak:  Kulîlka çiya+çiyayê zagrosê= Kulîlka çiyayê Zagrosê             Mifteya derî+ mala zînê= Mifteya deriyê mala zînê  HOKERÊN ŞANÎDANÊDi mijara hokerên şanîdanê de jî, çewtiyeke berbiçav  heye.Samî Tan gotiye hokerên şanîdanê ev in:  Wisa, wilo werê(dûr)                                                               Wiha, halo, hanî(nêz)Ev tiştên ku hatine rêzkirin, ne hokerên şanîdanê ne, hokerên çawaniyê ne; pirsa “çawa”yê dibersivînin û teşeyê kirina tiştekî nîşan didin.Mînak:  Min ji te re wisa got.(çawa got-teşeyê gotinê )             Wiha kir û wisa xwar.(çawa kir û çawa xwar-teşeyê kirinê û xwarinê)Çareserî:  Hokerên şanîdanê ev in:  wa(dûr), va(nêz)Mînak: Wa nan dixwe.(xwarinê nîşan dide, aresteyî lêkerê dibin hoker) Va diçe malê.(çûyîna malê nîşan dide, aresteyî lêkerê dibin hoker)Carinan weke pêveber jî tên nivîsîn û qertafa(-e,-ye) kesê sêyem ya ku di şûna lêkera “bûn”ê de jî tê bikaranîn distînin.Mînak: Va ye, nan dixwe.            Wa ye diçe malê.
CUREYÊN BÊJEYANSamî TAN di pirtûka xwe de “veqetandek û jimarnavan” jî xistiye nav cureyên bêjeyan. Ev ne di cî de ye. Mijar jî tevlihev dibin. Veqetandek jixwe ravekan çêdikin û dikevin beşa navdêr û rêngdêran. Jimarnav jî hem di nava rengdêran de cî digirin; hem jî ji bo diyarkirina wan, em di nava mijara navdêran de dikarin cî bidin wan, ji ber ku ew jî navdêr in.Li gorî dabeşkirina pirtûka Samî TAN:Cureyên Bêjeyan Ev in:Veqetandek, navdêr, cînavk, hevalnav, hoker, daçek, gihanek, baneşan, jimarnav, lêkerDema ku em rexneyan li hinek mijarên wiha dikin bersiv ev e: Celadet Elî Bedirxan jî wisa gotiye.Belê, we gelek tiştên Celadet Elî Bedirxan guhertiye, wê çaxê ev bersiv çi ye?. Divê mirov bi awayekî neguherbar li Celadet Elî Bedirxan nenihêre. Avahiya ku wî  lêkiriye xurt û bilind bike. Çareserî:Peyv ji aliyê binyadê ve, yan nav in yan jî lêker in, ji ber ku li  xwezayê jî tevger(lêker) û hebûn(nav) hene, ev wiha ye; lê li gorî peywira xwe dibin hoker, rengdêr, daçek, gihanek, cînavk.Li gorî dabeşkirina me:Li gorî binyada xwe peyv dibin: Navdêr û lêker, peyvek dema ku bi tena serê xwe be, yan navdêr e, yan jî lêker e.Li gorî peywira xwe peyv dibin:  Cînavk, rengdêr, hoker, daçek, gihanek, baneşan.Di nivîseke din de, ez ê li ser hin kêmasî û çewtiyên din, ramanên xwe bînim zimên. Lewre gelek tiştên ku em ê qala wan bikin hene. Mijara hêmanên hevokê, mijara tewangê, mijara raderê, mijara qertafên navgir, mijara rengdêran, mijara lêkernavê, mijara hevoksaziyê, mijara xalbendiyê.Kaynak: Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandinek I - Amîda Kurd[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览869
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 04-11-2023
挂钩项目: 39
传记
图书馆
图像和说明
文章
日期与活动
词和词组
小组: 文章
Publication date: 12-07-2009 (15 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on05-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):04-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览869
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,661
图片 106,370
书籍 19,234
相关文件 96,828
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!