图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,616
图片 106,286
书籍 19,200
相关文件 96,788
Video 1,358
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mit, Newroz û Neteweperwerî -1-
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zana Farqînî

Zana Farqînî
Mît, Newroz û Neteweperwerî -1-
#Zana Farqînî#

Mît û efsane, çendî ew dûrî rastiyê bin û berhemên xeyalî yên aqilên mirov bin jî, ji serdemên kevnare heta bi ya nûjen cihekî wan ê bandordar di jiyana mirovan de heye ku her wisan ew xwedî taybetiyeke avakar a nasnameya neteweyî ne jî
Mît û efsane, çendî ew dûrî rastiyê bin û berhemên xeyalî yên aqilên mirov bin jî, ji serdemên kevnare heta bi ya nûjen cihekî wan ê bandordar di jiyana mirovan de heye ku her wisan ew xwedî taybetiyeke avakar a nasnameya neteweyî ne jî. Loma mîtolojî bûye warekî akademîk û gelek zanyaran der barê vê mijarê de serê xwe êşandine û berhemên zanistî nivîsandine. Bi saya berhemên ku nivîsîne zehf aliyên tarî yên dîroka mirovahiyê bi giştî û ya neteweyan ronî dikin.
Wek mîtek Kawa (Kawe, Gawe) û Newroz, ku di Şehnameya Firdewsî de bi dorfirehî ji wan tê behskirin, qet nebe ji destpêka sedsala 20’î de hem di warê nivîskî de hem jî di warê têkoşîna sîyasî û tevgerên ronahîdariyê yên kurdan de, cihekî wan ê berbiçav û kartêker heye. Ji qewlî Anthony D. Smith, mît tiştên aşopî ne ku xeta di navbera wê û dîrokê de bi giştî şolî ye, heta qet tune ye.(1) Lê dîsan, ji bo gelên wekî kurdan, bi gotina Erns Cassirer, mît avakarê dîrokê ne, ne ku dîrok mîtan ava dikin. Di gel vê yekê, di vê serdemê de, ji çêbûna wekî monomîtan, mîtomotor û mîtên siyasî dikare bê behskirin ku hîkariya wan li ser pêkhatina nasnameyê û aîdiyeta giştî ya girseyê heye.
Çendî li ser Newrozê û Kawayê Hesinkar tiştên ji hev cuda bin gotin û ew mîna hêmanên çandake hevpar a gelên arî bên dîtin jî – di gel ku agahî û zanyariyên di Şehnameyê de têkiliya wan a bi peydabûna nîjad û eslên kurdan diyar bikin jî- li gorî gelên ku Newrozê pîroz dikin, ew niha di nav kurdan de diyardeyên hîn zindîtir in û hêzeke damezirîner didin têkoşîna kurdan a ji bo rizgarbûna ji bindestiyê.
Mît û efsane, ji ber gelek nêzî hev in, tên tevlihevkirin. Ji ber girîngiya mîtan û tesîra wan a li ser tevgerên neteweperwer û çêkirina nasnameyên neteweyî, wek dîsîplînekê di qada akademîk de bûye xwedî cihekî xweser. Ji lew re, di serî de hewce bi pênaseya mît û cudahiya wê ya ji efsaneyê heye. 
Wekî her term û têgihê, mît jî bi qonaxa dem û dîrokê re ji aliyê wateyê ve guheriye û ji vî aliyî ve xwedî tewq û tebeqeyan e. Çawan ku Reinhart Koselleck dibêje “li gorî ku dixuye, her têgih gelek tewqên demî li xwe digire”(2) û bi rêwêtiya xwe ya demê re ji aliyê wateyê ve jî ew duçarî gelek wateyan bûye. Peyva mît (myth) ji peyva mythos a latîniya dereng û yewnanî ya mythosê tê ku wateyên wê yên berê çîrok, çîrçîrok û xeberoşk e. Lê bi domana demê re wateyên din lê hatine barkirin ku çendî ew berhemên xeyalî yên mirovan bin jî, ji bilî bawerkirinê ew xwedî pîrozweriyekê ne. Ji lew re, bere bere warê wê yê wateyî û pênaseya wê jî guheriye ku Raymond Williams ji bo mîtê wiha dibêje: “Di dawiya sed û pêncî sal berê, di wexta parçabûna dînê ortodoks de ketiye nav zimên û wek dijberê rasteqîneyê, dîrok û zanistê bi nirxeke neyînî hatiye bikaranîn, tevî wateyên modern ên zor ên “imagination”, “creative” û “fiction”ê bûye û bi awayekî diyar bi wateya piştî xirîstiyaniyê ji bo mînakdayîna “siruştiya mirov” û analîzkirina wê hatiye bikaranîn.”(3)
Mît ku ji ber hewla mirovan a şirovekirina siruşt û bûyerên siruştî, çêbûna dinya û gerdûnê, ya li ser afirandinê derketine holê, xwedî gelek aliyan in. Ew bi tenê ne li ser siruşt û bûyerên siruştî ne, berhemên xeyala mêjiyên mirovan in ku dixwazin qabiliyetên dersiruştî jî bidin mirovan û wan bikin kesên derî adet. Efsane jî çîrokên aşopî/xeyalî ne ku ji serdemên berê ve tê gotin û mijara wan jî bûyer û bûnewerên derasyî ne. Lê belê cihêtiya sereke ya di navbera mît û efsaneyê de ew e ku ji bilî pêbawebûnê, pîrozweriya mîtan jî heye.
Meseleya Newrozê û Kawayê Hesinkar, îro di nav kurdan û tevgera siyasî ya kurd de, du diyardeyên diyarker in ku bandor li milyonan dike û di dema 21’ê Adarê de jî çavên hemû dinyayê li ser pîrozbahiyên Newrozê ne. Ji van pîrozbahiyan jî, nemaze pîrozbahiya li Amedê ku ji hemûyên din cudatir e. Wisan bûye ku Amed û Newroz bûne yek û xwedî nasnameyeke siyasî ya hevpar. Di dîroka gelan de, bajar jî xwedî rol in ku amaje bi derbirîna gelek helwest û hêmayan (sembolan) didin û ji gelek hêlan ve han didin gel û wan motîve dikin. Amed, ku bajarekî dîrokî yê çandî ye, her wisan ji bo kurdan bi giştî bajarekî sembol ê desthilata kurd e. Amed, ne ku ji berê ve navendeke çandî û bazirganî ye ku bandor li stran û kilamên folklorîk ên kurdî kiriye, bi çalakiyên xwe yên siyasî, bi bûna navendeke polîtîk a nasname û tevgerên siyasî, bi sembolbûna xwe ya berxwedanê ya li zîndana Amedê jî nav û deng daye. Digel parçebûna cografî ya kurdan, Amed ji bo hemû kurdan nîşana fikira dahatûya desthilata kurdan e û xwedan mîtekê ye.
(1)Anthony D. Smith; Milli Kimlik(wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol 1994, r. 44.
(2)Reinhart Koselleck, Kavramlar Tarihi Politik ve Sosyal Dilin Semantiği ve Pragmatiği Üzerine Araştırmlar (Wergêr: Atilla Dirim), İletişim Yayınları (çapa 2.), Stenbol 2013, r. 92.
(3)Raymond Williams, Anahtar Sözcükler (Wergêr Savaş Kılıç), İletişim Yayınları (çapa 5.), 2012, r. 257.Kaynak: Mît Newroz û Neteweperwerî 1 - Amîda Kurd
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览588
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
挂钩项目: 20
小组: 文章
Publication date: 27-07-2018 (6 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览588
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,616
图片 106,286
书籍 19,200
相关文件 96,788
Video 1,358
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!