Gotinên stranan û bilêvkirina stranbêjan
#Zana Farqînî#
Gotinên stranên kurdî yên nû, dikin ku meriv xweziya xwe bi gotinên stran û kilamên gelêrî bîne. Mixabin, gotinên stranên nû û nûjen, mîna yên berê ne xurt û ciwan in, ne xweş û edebî ne. Mirov di wan de rastî şayesên (teswîrên) têr baş nayê. Piraniya gotinên stranan, dubarekirina qalibên berê ne. Hîn di destpêka hevokê de, meriv tê derdixe ku dê hevok çawan bi dawî bibe. Ev yek jarî û lewaziya gotinên stranên nû ne.Di nav gel de, ji dengbêjan re şair jî tê gotin. Sedema vê yekê heye. Ji ber ku ligel dengxweşî û hostatiya wan a bikaranîna deng, şairiya wan jî hebû loma. Ji lew re hinek kilam hene ku bi rastî, ew berhemên edebî ne. Afirînerên wan, gotinên sivik wisan xweş li hev anîne ku mirov bera hejmetkar dimîne. Dîsan, di stranên gelêrî de jî mirov leqayî şayesên gelek baş tê. Erê, gotin sivik in, lê lihevhatî ne, watedar û kurdî ne. Çîrokeke wan kilaman, wan stranan heye ku biserûber in. Serî û dawî jı wan re heye, Belê, ji ber ku her stranek xwedî çîrokekê ye.Îcar em dêhna xwe, bala xwe bidin ser gotinên stranbêjên hemdem. Çi heyf ku em nikarin bibêjin gotinên van stranan baş in, xweş in, lihevhatî ne, biserûber in, ciwan û edebî ne û xwedî şayesên xweser in. Tew, ser û binê gotinên stranan qet li hev nayên, tu nizanî bê çîroka stranê li ser çi ye, stran ji çi behs dike. Ji aliyê watenasî û rêziman ve jî karesat in. Devê min nagere ku ez bibêjim, lê cihê daxê ye ku rewşa gotinên stranan bi piranî wiha ye. Sedemên vê yekê hene. Em çend stranbêj û hunermendan jê derxin, bi awayekî giştî stranbêj ji beste û newaya xwe re gotinan dinivîsin. Ango ew hem bestekar hem jî gotinnivîs in. Lê xwezî bi kurdî baş bizanibûna bila ev kar jî bikirina. Lê çi heyf ku hîn başebaş bi zimanê xwe nizanin, radibin ji besteyên xwe re gotinan dinivîsin, loma jî dikevin nav rewşeke wiha kambax. Gava ku tu bala xwe didî bilêvkirina van stranbêjan, tu bi hêsanî tê derdixî ku ew xwedî kurdiyeke şikestî ne. Xwedî kurdiyeke kêm in. Di jiyana xwe de, ne zimanê kurdî lê belê zimanê serdestê xwe bi kar tînin. Gava ku tu li nivîsarên (tekstên) wan dinêrî, tu dibînî ku hîn nizanin baş bi kurdî binivîsin û bi ser de alfabeya xwe jî nas nakin.Canê xwe yê şîrîn tehl nakin, xwe naêşînin ku çend berheman bi zimanê xwe bixwînin. Xwezî di nav wan de lêpirsînek bihata kirin û ji wan bihata pirsîn bê ka zimanê wan ê rojane kîjan e, gelo berhemên bi kurdî dixwînin, gava xebatên xwe, rahênan û meşqên xwe dikin bi kîjan zimanî dikin, gelo dikarin bi kurdî 2/2 (du li ser du) çi ye bibêjin, ma bi zimanê xwe termînolojiya muzîkê dizanin, em perwerdehiya muzîk û notayê deynin wî alî û hwd.Ez li hêviya encamê nesekinim û bibêjim, ji ber ku ez gelek ji wan ji nêz ve dinasim, haya min ji wan heye û ji ber ku ez hinek jî di nav wan de me. Ew bi kurdî naxwînin, zimanê wan ê dan û stendinan ne bi kurdî ye. Bi zimanê xwe jî bi termînolojiya muzîkê nizanin.Hemin gotin heta vir hatiye ez bibêjim ku fîrmayên muzîkê jî şirîkên vê rewşa wan a xerab e. Hûn li nivîsên li ser kartonetan mêze bikin, hûn dê rewşê bibînin. Berhemhêner (produktor) û şirketên berhemhênanê jî li hember zimanê kurdî bêpaxav tev digerin. Gava ku berhem bi tirkî be, pûte û bayexeke zêde didin nivîsarên berheman da ku şaşî û çewtiyek çênebe. Lê gava bi kurdî be, şaş çêbûye, kêmasî tê de heye, qet ne xema wan e. Xwezila bi qasî zimanê tirkî, xemxurên zimanê kurdî bûna jî.Stranbêjên me ji aliyê bilêvkirinê (telafuzê) ve jî ne serketî ne. Yên ku kurdiya wan baş e, îcar zêde herêmî ne. Berî ku bikevin studyoyê stranên xwe qeyd bikin, hewce ye ku li ser bilêvkirina xwe rawestin. Alîkarî ji derdora xwe bixwazin. Kesên ku kurdiya wan ne baş e, îcar mirov ji gotinên wan seh nake. Guhê xwe didiyê nadiyê, tu tê dernaxî ka çi dibêje. Zimanê wan ne fehmbar û fesîh e. Têgihîştina ji wan zor û dijwar e. An jî hin gotinan şaş telafuz dikin. Tu dibînî kesên ku ji wan ev stran guhdarî kirine, ew jî eynî wisan dibêjin. Haya wan ji wan nîn e ku bêhemdî be jî, ew dibin sedema belavbûna şaşiyê.Em kin lê bixin, em kurtasiya gotinê bibêjin û ya nav dilê xwe derbibin. Kesên baş bi zimanê xwe dizanin, xweş diaxivin û rast bi lêv dikin kesên hunermend in jî, stranbêj in jî. Ji lew re divê ku stranbêjên me jî, hunermendên me jî bi vê erk û peywira xwe rabin. Ma em tev nabêjin ku di zindîhiştina zimanê kurdî de para dengbêjan jî heye. Nexwe stranbêj jî xwedî vê rolê ne. Loma dibêjim stranbêjino bi rola xwe rabin. Divê ku ji nav muzîkkaran (mûzîsyenan) gotinnivîs jî rabin, her stranbêj ne mecbûr e ji besteya xwe re gotinan binivîsîne. Yan hewce ye ji helbestan sûd wergirin an jî divê ku bi helbestkaran, bi gotinnivîsan ji besteyên xwe re gotinên nû bidin nivîsandin.Ji bo berhemhêneran jî bangeke min heye, qedirê zimanê xwe yê tehdedîtî, derbexwarî bigirin, jê re xizmetê bikin û xemxurên wî bin. Li aliyekî jî, hûn nanê xwe ji vî zimanî derdixin, loma şêkirdarê vî zimanî bin. Ev jî mafê me ye ku em ji we bixwazin.Kaynak: Gotinên stranan û bilêvkirina stranbêjan - Amîda Kurd
[1]