图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,580
图片 106,338
书籍 19,226
相关文件 96,793
Video 1,357
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ew dengbêjê min ê nûjen e
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zana Farqînî

Zana Farqînî
Ew dengbêjê min ê nûjen e
#Zana Farqînî#

Şivan Perwer, îro di nav kurdan de, di warê muzîkê de bûye perestoyek. Asta ku ew gihîştiyê xeyala gelek kesan e. Nav û dengê wî, ji nav sînor û tixûbên kurdan derketiye û ew hunermendekî cîhanî ye.A rast, meriv dikare li ser gelek aliyên Şivan Perwer raweste û vekolînên zanistî bike. Kalîteya dengê wî, firehiya navberê ya dengê wî, rengedengê wî, helwesta wî ya siyasî, naveroka stranên wî, bandor û hîkariya stranên wî yên li ser gel, merc û şertên civaka ku ew ji nav rabûye, armanc û erkên ku daye pêşiya xwe, di bereya çandî ya şoreşa kurdan de rola wî û hwd. gişt hêjayî vekolînan in. Bi ya min tiştê girîng ev e:Bêmeyl û heml aşkerabûna diyardeya Şivan. Ev rastiyek e ku Şivan Perwer diyardeyeke sosyolojîk û siyasî ya civaka me ye.Şivan Perwer ne tenê stranbêjek an jî hunermendek e. Ew kesatiyeke siyasî ye jî. Bihemd bêhemd, bizanebûn ne bizanebûn, ji ber çi dibe bila bibe di civat û caxiyan de, ji aliyên pir kesan ve wek rêberekî siyasî yê kurd jî tê zanîn. Belim ev yek ji ber navê wî qewimîbe. Ji ber ku navê wî Şivan e. Ji lew re Şivanekî me yê din jî hebû. Erê, Dr. Şivan (navê wî yê rast Saît Kirmizitoprak). Çimkî ez bi xwe hê jî rast lê têm ku çi kurd û çi jî ne kurd, payeya pêşengiya tevgereke kurdî daye wî.Ez piçekê li ser vê meseleyê bisekinim. Dê bê bîra me gelek kesan, li bakurê welêt beriya derbeya leşkerî ya sala 1980’yî, tevgerên kurd bi navên wekî ‘Apocî’, ‘Şivancî’, ‘Kawacî’, ‘Kukçî’ û hwd. dihatin naskirin. Kesên ku pêgirên Dr. Şivan bûn, bi navê ‘Şivancî’yan xwedî nav û deng bûn. A ji ber vê yekê Dr. Şivan û Şivan Perwer mîna kesekî hatin zanîn û nasîn. Dr. Şivan beriya derbeya leşkerî li başûrê welêt hate kuştin. Îcar kesên ku dizanibûn jixwe dizanibûn, ên ku haya wan ji vê bûyerê tune bûn, ji wan kirê ku Şivan Perwer, Dr. Şivan bi xwe bû. Bi baweriya min bandora vê rewşê jî kiriye ku Şivan Perwer hîn bêhtir bê naskirin û hezkirin.Her wiha, ev yek bûye sedem ku Şivan Perwer di warê siyasî de jî popîlertir bibe. Ez nabêjim ku bi tenê ev popîlerîtî ji ber şibîna navê wan tê. Lê ez xwedî wê ramanê me ku tesîra vê yekê bi awayekî erênî li ser gel çêbûye.Piştî ku ez li ser vî aliyê ku bi ya min balkêş e rawestiyam, îcar ez dixwazim bêm ser aliyê wî yê hunerî. Îro ne tenê di nav kurdan de, di nav wan kesan de, yên ku ji netewe û gelên cihê ne jî hezker û girseyeke wî heye.Ez bi xwe şahid im ku hin kes hingî jê hez dikin hema maye pê biperisin. Ez ne bawer im ku hunermendekî kurd bi qandî wî di warê xwe de ev çend navdar bûbe. Ev çend xwedî guhdar û cemawereke mezin be. Ez wisan hezir dikim ku ev rewşa hanê hê nebûye nisîbê yekî dîtir!.Ez nikarim li ser muzîka wî rexne û nirxandinên zanistî bikim. Bila muzîsyen, bila kesên ku bi awayekî profesyonel li ser muzîka kurdî xebatê dikin, lêkolîna vê yekê bikin. Ev hem mafê wan e û hem jî bar e li ser milê wan. Ê me para me ev e, bandora wî ya li ser me. Bandora wî ya li ser kesan. Em ancax dikarin çavdêrî û ramanên xwe derpêş û aşkera bikin.Hin kes hene li xwe mukir tên û dibêjin ku wan bi Şivan Perwer ji muzîka kurdî hez kir. Ê me rewşeke me ya welê nîn e. Jixwe em bi her awayî xwedî jiyaneke kurdewarî bûn. Ne wekî welatê Serhedê be jî, em jî bi dengbêj û stranbêjan re mezin bûn.Di jiyana min de zêde dengbêj hebûn. Kesê ku bajarê Farqînê nas dikin û haya wan jê heye dizanin bê Farqîn hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê çandî ve çendî pêşketî bû. Ez dikarim bi sanahî bibêjim ku beriya salên heştêyî çi qas rêxistin û partiyên siyasî yên kurdan hebûna, miheqeq komeke wan a muzîkê jî hebû. Di nav endamên wan koman de jî, hema bi giştî Farqînî bûn. Ji ber ku Farqîn, ji aliyê stranbêj û hunermendan ve zengîn bû. Kesên mîna rehmetî şiyar, Azad (Salo), Cotyar û hwd. di dîlan û dawetan de karê wan ew bû stranên şoreşgerî digotin.Kasetên wan li nav gel berbelav bûn. Keda wan jî li ser me pir û pir e.Ji bîra min naçe, wekî do be, gava ku min cara pêşîn li Şivan Perwer guhdarî kir û hisand. Ev jî bextê min ê xweş e, stran jî strana ‘Kî ne Em’ bû. Dengê wî yê qube kiribû ku pirçûk canê min hilîne. Ew çend tesîr li min kiribû. Bere bere me li stranên wî yên din jî guhdarî kir, hem jî ligel Gulistanê. Ew her du êdî bêyî hev nedibûn. Ew strana bi navê ‘Kurdistanê Kurdistan’, gelo kes maye ku ji dengê wan guhdarî nekiribe.Ez dixwazim balê bikişînin ser tiştekî gelekî seyr û ew çend jî girîng û balkêş. Di nav gel de bi pêşketina stranên şoreşgerî û yên sivik (ên ku di dîlanan de tên gotin) re, hema bibêje kesên şoreşger, rewşenbîr, welatperwer, pêşverû, çepgir û yên mîna wan nema li stranên dengbêjkî guhdarî dikir. Bi vê jî bimana baş bû, şerekî veşarî li hemberî wan stranên ku navê ‘heyfo heyfo’ jî li wan hatibû kirin, li daran ketibû. Ew stranên klasîk li cem kesê ‘nezan’, kesê ku ‘haya wan ji bayê felekê nîn bû’ biqedr û qîmet bûn. Wan bayex bi wan didan. A Şivan Perwer, bi strandina kilamên wekî ‘Xezal’, ‘Bavê Fexriya’, ‘şêxa Delal’, ‘Kirîvê’ û hwd. re ev tabû şikand. Wî bi vê helwestê careke din van kilaman bi me tevan da hezkirin. Dîsan ew stran bi me şîrîn bûn.Her wiha em li xwe vegeriyan. Êdî ne sûc û guneh bû ku kes li wan kilamên dîwankî, kilamên dengbêjkî guhdarî bike.Li aliyekî pêşengên gel li dijî qedexe û stema mêtingehkaran derdiketin, li hêla din jî wan bi xwe dikir ku gel ji hin nirx û hêjahiyên xwe re bibe neyar. Şivan di vî warî de jî bû pêşengê stranbêjan. Bala her kesî careke din kişande ser vê çavkaniya dewlemend, wê kaniya boş û gumreh.Min di destpêka nivîsa xwe de gotibû ku ‘ew dengbêjê min ê nûjen e’. Çimaş Ez hinekî vê rave bikim. Ê min, du dengan li min bandoreke xurt kiriye. Yek jê dengbêjê min rehmetî Salihê Beynatî yê Farqînî ye. Kes zêde wî nas nake. Lê ji bo min hebe tune be ew e. Ez di ser wî re ji aliyê deng ve dengbêj nas nakim. Şivan Perwer jî dengbêjê min ê dema nûjen e. Çimkî Şivan ne tenê ew kilam xweş gotine, her wiha wî şêwazeke nû jî daye wan stranan. Ligel ku ew serîkêşekî muzîka me ya protest û şoreşgerî ye, her wiha ew di vî warî de jî, ango di warê nûjenkirina kilamên dengbêjkî de ew serîkêşê rêbaza nûjeniyê ye.   Zana Farqînîzana.farqini@amidakurd.comEv nivîs 906 car hat xwendin. 1175 bêje di nivîsê de hene.Kaynak: Ew dengbêjê min ê nûjen e - Amîda Kurd
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览726
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
挂钩项目: 49
传记
图书馆
报价及短语
文化 - 拼图
文章
词和词组
小组: 文章
Publication date: 07-10-2007 (17 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览726
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,580
图片 106,338
书籍 19,226
相关文件 96,793
Video 1,357
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!