图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdistana Serbixwe
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdistana Serbixwe

Kurdistana Serbixwe
=KTML_Bold=Kurdistana Serbixwe=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Bavê min, li gor nasnameya fermî ya dewleta tirk daye wî, di 1923'an de hatiye dinê. Lê, dibêje, ji bo mirov dereng biçin leşkeriyê, berê mirovan zarokên xwe li dezgeyên dewletê dereng didan tomarkirin. Yanî em wî 94 salî dizanin. Hîn sax e, li ser xwe ye, hîn rojane karê xwe yê nav baxçe dike, daran av dide.Dibêje: Di serhildana Şêx Seîd de li van gundên Dêrika Çiyayê Mazî jî birêxistinek hatiye kirin. Lê berî ku çekan li van êl û gundan belav bikin, serhildanê dest pê kiriye. Ji ber wê kes beşdarî serhildanê nebûye. Hêviyek wisa temiriye.Dû re behsa dema Celadet, Cegerxwîn, Osman Sebrî û hevalên wî dike û dibêje: Îcar, dema ji binya xetê dihatin û gel birêxistin dikirin, ez pir biçûk bûm. Bi bavê min re, bi dizî diaxivîn. Hev du xewle dikirin. Çi ji hev re digotin, ez nizanim. Lê, dema diçûn, bavê min bi nihêrînek pir cuda li dû wan dinihêrî. Ew nihêrîna bavê min ew qas watedar bû, ku di wî temenî de jî, di hişê min de tomar bûye.Rojekê tiştek fam kiriye, lê pir hindik. Dibêje: Rojekê, dîsa yekî ji binya xetê hatibû, vedigeriya. Dema li hespê xwe siwar bû, bavê min hespê wî ajot ber gomeyekî, ew jî hilkişiya ser gome û li hespê xwe siwar bû. Dema lingê xwe danî ser gome, bavê min pirsek jê kir, got: 'Tu dibêjî em ê Kurdistanekê bibînin?' Sekinî, lingekî wî li ser gome, yek li erdê, bêhnek stend, berê xwe da min û got: 'Belkî em nebînin, lê ev zarok dê bibînin.' Min fam nekir ku Kurdistan çi ye, lê min fam kir ku evînek wan heye û divê ez bibînim, dîtina min dilxweşbûna wan e.Li gundê xwe yê şewitî, di konê xwe yê biharî de, çîroka xwe wida didomîne, dibêje: Bavê min dixwest yek ji kurên wî bibe mele. Ev çanda me bû.  Di malbatê de her bavekî kurekî xwe kiribû mele û pirtûkên xwe dewrî wî kurê xwe kiribû. Heke ez nebûma mele, dê çavên bavê min vekirî biçûna, wekî pirtûkên wî bê xwedî mabin. Piştî ez ji leşkeriyê vegeriyam, ez çûm xwendinê, min medrese kuta kir û ez bûm mele. Hîn min dixwend, bavê min wefat kir. Rehma xwedê lê be.
Min gelek welatparêz veşartin. Gelek kurdên bi hesreta wê Kurdistanê. Min ew yek bi yek şuştin, paqij. Min bi destê xwe kefenê spî kişand ser wan, ew di gora wan de bi cih kirin û terqîn li ser wan xwend.
Hêvî nayên veşartin. Hêviyên hemûyan bi min re man. Ez di vî temenî de, bûme qasidê wan ê li hêviya mizgîniya Kurdistaneke Serbixwe. Xuya de vî temenê dirêj ji ber wê ye, wan got, gotin ev zarok dê bibîne.
Bavê min niha jî li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî, di konê xwe de ye. Dema baran dibare, li Qoserê bi cih dibe, dema ewr diçe, zivistan diqede, dîsa diçe nav wan terş û telaşan, kevir û latan. Dema yek jê re dibêje, tu li serê van çiyayan çi dikî?, ew dibêje: li ser vê riya xam zarokatiya min a pêxwas heye, li ber van keviran zarokatiya min a rûniştî heye, dengê yadê, dengê bavo heye. Mirov mir, divê mirov li cihê rast bimire.
Carinan ez diçim serdana wî. Heke ez biçim, wê rojê heta 3'ê şevê hişyar dimîne, pirsan dike. Hemû pirsên siyasî. Ji bersivên min hewl dide ku nêzîkiya Kurdistaneke Serbixwe texmîn bike. Dû re çavên xwe dikute asoyê û li kûrahiya derekê dinihêre. Çavên wî êdî wekî berê ne zelal in, dizanim. Wekî xarên camînî yên rengîn, dema mirov nû distîne dibiriqin, zelal in, lê her ku li bin guhê hev dikevin, qatekî xumam dikevin ser wan, mirov nema hindurê wan dibîne. Çavên bavê min jî wekî wan xaran in, dîroka zarokên hêviyên yextiyaran in.
Dipirse: Tu dibêjî em ê kengî Kurdistanekê bibînin?
Ev pirsa wî ya herî zelal e. Dubare ye, ew jî dizane, lê êdî ew jî bê zîvirok dixwaze bipirse, ew jî wekî bavê xwe kal bûye û êdî dema wî ji bo pirsên bi zîvirok û sondaj tune.
Min got: Dinya guherî. Gelek dewlet êdî dibin yek. Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Emerîka (DYE) û hin wekî din, êdî sînor bêwate dibin. Pirsgirêkên mirovan ew qasî giran bûne, ku nema dikarin di nav sînorên teng de bijîn û bimînin.
Bawer nekir, ji ber ku wî carekê baweriya xwe bi wî mirovê binya xetê aniye. Ew dizane, ew ê Kurdistanê bibîne. Ji min re got: Hela ji xwe re lê binihêre, ez 94 salan li hêviya Kurdistanê me, ew qas şer, ew qas kuştin, ew qas êş û barê yên çûyî, tu niha dibêjî nizanim çi, nizanim çi. Min navê te kir Rêzan, ji bo tu rêzaniya vî gelî bikî, ka Kurdistana te?
Wê rojê nameyek jê re hatiye. Jê re gotine Mîrê Sebrê nameyek şandiye. Pêşî şaş bûye, dû re gotiye bixwînin. Ji nameyê tenê hevokek maye di bîrê de.
Gazî min kirin, gotin bavê te gazî dike, dibêje, bila bi lez were. Ez çûm.
Got, hwaa pêçûyê Mîrê Sebrê! Min got: Hê, bavo!
Got: Nameyek hatiye, dibêje: Kî dibêje ku Mîrê Sebrê dest ji serxwebûnê berdaye, derewan dike. Tenê ez erebeyê najom pêşiya hespê. Kî dibêje 'pirsgirêka demê ye', ew jî şaş e. Divê hesp here pêşiya erebê. Wekî din nabe.
Ew, niha, xwe wekî ku Kurdistana Serbixwe dîtibe dihesibîne. Êdî dilê wî rihet e. Mîrê Sebrê her tiştê xwe daye aliyekî, ji bo hêviya wî bi cih bîne dixebite.
Bila dilê we jî rihet be. Kesî, tu kesî dest ji serxwebûnê bernedaye, ger gava ku tê avêtin, gavek ber bi serxwebûnê ve ye.
Ma em kurd 30 sal berê ev qasî serbixwe bûn, an îro? Serxwebûna nîhayî jî dê pêk were.
Erebê najon pêşiya hespê!Kaynak: Kurdistana Serbixwe - Amîda Kurd
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览459
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 10-05-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 18-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览459
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!