图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Weşanên Kurdî Çima Tên Girtin?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Weşanên Kurdî Çima Tên Girtin?

Weşanên Kurdî Çima Tên Girtin?
=KTML_Bold=Weşanên Kurdî Çima Tên Girtin?=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Pîskek gotinê:Rojekê, di sohbeta êlekê de mêvanek ji bo êla din kêm bixe, dibêje: Şêxê min, ma gelo rast e, ku pêşiyên we berê fileh bûn? Şêx dimizice, li çavên wî dinihêre û bi nermî dibêje wê dema ku tu behs dikî, em fileh bûn û kalanên te jî diçûn dêrê. Îro hûn misliman in, em jî Şêxê ne. Rast e, le te kêm got.Reşikê gotinê:Çi weşanên kurdî dest bi weşanê kirin. Di çend cure û mijarên cuda de. Kovarên çandî, hunerî û wêjeyî. Kovarên qerf û henekan. Yên jinan û ciwanan. Çend kovarên nûçegihanî dest bi weşanê kirin. Çendê komputergerî. Hemû bi kurdî. Ku îro gelek ji wan ne bi nav, ne bi naverokê ji aliyê neteweya kurd ve ne tê zanîn, ne tê bîranîn.Hindik ji wan wek cild derketin van salên dawî. Hindik ji wan jî di destê
nivîskar û rewşenbîrên kurd de wekî parçekî arşîva şexsî tên veşartin. Ji armanc û ji mîsyona wan a wê dewrê pir hindik tişt tên zanîn. Ji derfetên wan jî hindik tiştên zanîn.Hin şexs, di van waran de pir tiştan bizanin jî, ev nabe malê gel û civakê.Gulîkên gotinê:Gelek kesên ku dest bi weşanekê (kovar, rojname, tv, radyo û malper) pêşî nirxandinên bi vî rengî an kirin, an jî nekirin: Çima weşanek? Em ê bi weşanekê bi ser bikevin an na? Ji bo ev weşan bigihîje armancê divê çiqasî belav bibe û çend meh an jî salan bidome? Astengiyên pêşiya vê
weşanê çi ne? Dê astengî çawa bên derbaskirin? Çend kes ji vê weşanê re divên û em niha çend kes in? Ev weşan dê li ser çend lingan be û kesê dê bibin ew ling kî û kî ne? Derfetên aborî û yên din ku pêdivî ne, çi ne? Kesên ku dê vê weşanê li ser piyan bihêlin, çi qasî dikarin dema xwe bidin vî karî? Ji wan kesan re çi divê? Derfetên ku pêdivî ne, dê çawa bên birêxistin?Di destpêka gelek weşanan de ev xal pir hindik hatine nirxandin? Gelekan ji wan, tenê aliyê aborî nirxandine. Kesên ku dema xwe dane wê weşanê, hîn pirsgirêka xwe ya aborî çareser nekirine, dê çawa ya weşanekê çareser bikirina? Kurdistan axek e, ku her parçeyekî wê (îro du parçe) bi hiqûqa dewletek din tê birêvebirin. Her weşana ku li se vê axê weşanê bike, divê ku li gor hiqûqa wan dewletan weşanê bike. Parçeyekî vê nirxanidinê
jî dibe gelo ev hiqûq çi qasî derfeta xebateke rast dide me? Ji salên 1995'an û pê ve malper jî bûn parçeyekî weşanê. Pêşî wekî weşaneke pir erzan hat zanîn. Lê di rastiya xwe de malper weşana herî bi derfet e. Ne ne wekî TV û Radyoyan e ku mirov negihaşt ser bernameyekê, ew bername filitî be. Ne wekî kovar an jî rojnameyekê ye ku mirov ji bo nirxandinekê li hêviya roja weşanê bimîne. Lê berî mirov malperekê veke jî pirsên girîng hene. Navê malperê dê çi be? Dê weşana xwe ji ser serverên kîjan welatî bike? Di malperê de dê tenê nivîs hebin, an wêneyên mezin, deng û vîdeo jî dê hebin? Heke dê hebin, servereke çawa divê. Di malperê de dê kîjan beş hebin? Kê kî edîtoriya van beşan bike û di berdêla çi de? Ev malper dê nûçegihaniyê bike, an mîsyoneke wê ya din dê hebe? Edîtor dê çiqas dema xwe jê re veqetînin û di navbera kîjan saetan de? Xwendevan dê bikaribin xwe îfade bikin an na? Xwendevan dê di kîjan astê de xwe îfade bikin û ji bo vê yekê çi amûr divê? Xwendevan pirtir çi dixwazin? Tiştên ew dixwazin neyên bicihanîn dê weşan çi qasî bi ser bikeve? Di qada înternetê de çend weşanên ku mîsyona wan dişube mîsyona me hene? Xwendevanên wan çi qas in? Bi qiştî çi qas xwendevanên înternetê (bi texmîn) bi kurdî dizanin? Ew xwendevan bi piranî li ku dijîn? Em dikarin wan çawa ji weşana xwe agahdar bikin? Xwendevan dixwazin weşan di kîjan çarçoveyê de were nûkirin, rojane,
heftane, mehane? An saet bi saet, xulek bi xulek? Li gor daxwaza wan
çavkanî heye an na? Em dikarin çi qasî bibin bersiv? Girseya (xwendevan, bikarhêner, serlêder) ku em armanc dikin pirtir dikevin malperên kîjan zimanî (kurdî, tirkî, erebî, farisî, îngilîzî, rûsî, almanî û hwd)? Ew pirtir dikevin kîjan weşanan (facebook, twitter,
google+, youtube, hotmail, yahoo, yandex, mynet)? Çima pirtir dikevin
wan weşanan? Em dikarin kîjan derfetên wan malperan di malpera xwe de bi
kar bînin, ji bo em wê girseyê bikişînin cem xwe? Girseya ku em armanc dikin, di înternetê de rojane çi bi kar tîne (epeyam, amûrên sohbetê, temaşeya vîdeoyan, guhdariya muzîkê, xwendina nûçeyan, temaşeya televizyonan)? Di van waran de jî xizmetê bidin wan,
an na? Heke em di van waran de xizmetê nedin, em ê bi ser bikevin, an na? Gelo em ê van xalan hemûyan binirxînin û li gor wê, li gor ku em bi rastî bi ser bikevin, em ê xebatekê bikin, an ji bo hema weşaneke me jî hebe? Em li pey dixweşkirinekê ne, an li pey nostaljiyekê?
Em bixwazin bi vî rengî xebatekê bikin, dê her roj pirsgirêkên teknîk derkevin? Dê kî van pirsgirêkan çareser bikin, çi qasî bi lez û di berdêla çi de? Pîskek gotinê: Google'ê demek berê lêkolînek kir, ku gelo bikarhênerên malperan herî pir derfetek çawa dixwazin? Di encama lêkolînê de derket holê ku ji %98'ê bikarhêneran dixwazin di malperê de servîsek online hebe, ji bo pirs û bersivan û alîkariya teknîk û hin wekî din. Pîskek gotinê:Ev çend sal in, ku tu kanalên cîhanê bi qasî malperekê reklamê qezenc nakin? Li berê niha bi du salan
jî, li cîhanê herî pir kanalên televizyonan di hatina reklaman de yekemîn bûn. Kêla gotinê:Berevajî tişta ku tê zanîn, ne radyo û tv, an jî kovar û rojname ji bê derfetiyên aborî tên girtin, hemû malperên kurdî yên ku hatine girtin jî, ji ber vê yekê hatine girtin. Kêla gotinê:Malper weşanên herî erzan in. Nivîsbariya wê biha ye, lê li gor avantajên wê di demek nêzîk de ji ber xwe amortî dike, ji hemû weşanan çêtir e. Lewre, malperek bi hatina aborî dikare bibe sedema ku kanalên tv, radyo û rojname jî bi wan derfetan vebin.
Tenûra gotinê:Îsal Netkurd û AKnews hatin girtin. Çend sal berê malperek ku arşîva wê bi rastî mezin bû, Mehname hate girtin. Malpera Nûkurd jî venabe. Malperên ku hatine girtin bi sedan e. Çima ku vekirina wan erzan e: 10 ji bo nav, 50 ji bo servera weşanê, 100 ji bo dîzayneke ji rêzê, aha ji te re malperek. Weşanên wiha, wekî exlaq, ku bên girtin jî divê vekirî bimînin! Divê wekî arşîvekê di weşanê de bimînin. Niha jî kanala Kurd1 tê girtin. Dîsa ji bêderfetiyên aborî. Mirov dikare bêje van weşanan misyona xwe bi cih anîn. Erê. Çima? Ku mîsyona wan tiştekî mezintir bûya, an dê dest bi weşanê nekirina û xwe pê nekirina, an jî dê li gor mezinahiya mîsyona xwe bingeha xwe bidina rûniştandin. Wan çi kiribe kirine, bi ser ketine û hatine girtin. Heke nostaljî be nostaljî, xwe bi xwe xweşkirin be xweşkirin, heke pê serî li xwe mezinkirin be mezinkirin, heke çi be ew. Şîreta gotinê:Hûr bajo, kûr bajo, dûr bajo.Kaynak: Weşanên Kurdî Çima Tên Girtin - Amîda Kurd
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览338
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 16-12-2012 (12 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 媒体
书: 文学
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 18-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览338
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!