图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,262
图片 106,527
书籍 19,254
相关文件 96,962
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Weke aidiyet Rustemê Zal kî ye?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Weke aidiyet Rustemê Zal kî ye?

Weke aidiyet Rustemê Zal kî ye?
=KTML_Bold=Weke aidiyet Rustemê Zal kî ye?=KTML_End=
Yaşar Eroglu

Agahiyên der barê Rustemê Zal de hatine diyarkirin tev efsane û mîtîlojîk in, dibin dispêrin heta Dehaq û Ferîdûn her wiha teyrê Sîmûrg jî hema bêje wekî diyarkerê nasnameya Rustemê Zal tê nişandan
MİJARÇand û HunerecemFarsRustem kurê ZalRustemê Zal kî yeteyrê Sîmûrg Rustemê Zal lehengê efsaneyî gelek navdar e. Di Rojhilata Navîn de pir dewlet û netewe li Rustemê Zal xwedî derdikevin. Bi rastî Rustemê Zal aîdî kîjan miletî ye nîqaş li ser tên kirin.
Yên herî zêde li Rustemê Zal xwedî derdikevin fars (ecem) in. Fars, vê îdiaya xwe dispêrin berhema Fîrdewsî ya bi navê Şahname. Fîrdewsî bixwe faris e. Şahname di 13 salan de, di navbera salên 997 – 1010’an de hatiye nivîsandin. Ew jî mîna La Fonten çûye nav gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê yanî nav kurdan geriyaye û gelek çîrok, efsane û destan berhev kirine. Ji vê ger û berhevkirina xwe Şahname derxistiye û weke berhemeke şahkar a ji aliyê cîhanê ve jî tê qebûlkirin, ketiye nav kelepora wêje û çanda Îranê.
Em vê yekê piştrast bikin ku çavkaniya movik û îskeletê Şahnameyê erdnîgarî û gelê Kurdistanê ye. Çavkaniyên ku min der barê Rustemê Zal û Şanameyê de sudwergirtin li ser farsbûna Rustemê Zal li hev dikin. Agahiyên der heqê nasnameya Rustemê Zal de hatine diyarkirin gişt efsane û hêmayên mîtolojîk in. Dibin, dispêrin heta Dehaq û Ferîdûn. Teyrê Sîmûrg adeta weke diyarkerê nasnameya Rustemê Zal tê nîşandan. Helbet ev efsane ye, rastiya wê dûrî aqilan e. Lê weke hêmayî em bifikirin teyrê Sîmûrg ji bo îraniyan tiştekî îfade nake. Lê ji bo kurdan gelek tiştan îfade dike û semboleke pîroz a ola êzidîtiyê ye jî. Di nava vê giringala mîtolojîk de kî dikare îdia bike ku ev hêmayeke ola êzidiyan nîn e û gelê kurd bi teyrê Sîmûrg mohr û şopa çand û heyîna xwe lê nexistiye! Di nav van îdiayên efsaneyî de ya herî nêzî rasteqîniyê ev hêman e.
Divê ez bi bîr bixim ku ji sedî heftê-heşteyî zêdetir di çîrok û efsaneyên kurdî de teyrê Sîmûrg heye, aliyê qenciyê ye, xilaskarê lehengê çîrokê ye. Divê em vê hêmayê weke mohreke kurdî binirxînin.
Hin caran bi nezanî lê gelek caran bi zanîn di dîrok, çan û hêmayên dîrokî de falsîfîkasyon ango tehrîfkirin heye. Kê çi ji kurdan girt wê ya xwe dihesibîne. Weke mînak ji nişkê ve Rustemê Zal dibe faris, çanda kurdî dibe ya tirkan û hwd. Eger xwediyê çand, ziman û daneheva kurdî lê xwedî dernekevin dîrok bê merhemet e, rast dike, dide ber xwe û diçe.
Çavkanî dibêjin diya Zal, ji ber ku porê wî spî bûye, navê Zal ê ku di farsî de wateya wê pîr, kal e li kurê xwe kiriye. Di farsiya îro de wateya extiyar, kal qedîm e. Ji ber ku ez farsî zêde nizanim û farsiya kevn jî nizanim, nikarim zelal bejim ev ev e. Lê ya ku çavkanî dibêjin Zal di wateya kal de ye ev arguman xwe zêdetir digihîne kurdî. Ji ber ku di kurdî-kurmancî û dimilkî de bi wateya extiyar, pîremêr tê bikaranîn. Dibe peyva zal weke etîmolojîk veguhestibe peyva kal. Yanî kurdîbûna wê tu car ne dûrî hiş û aqil e. Ev ji bo weke kurd nirxandina Rustem daneyeke hêja ye. Ji ber ku Rustem kurê Zal e.
Em vegerin ser navê Rustem. Navê Rustem di Şahname û pexşanên kevn de pir cuda derbas dibin. Ji van çend nav wiha ne: Rustemî Zal, Rustemî Dastan, Pûrî Zal, Pûlî Zalî Zer, Pûrî Destan, Tehemten, Heftxanî Ecem, Rustemî Pîlten, Rustemî Tîzçeng, Rustemî Cengcû, Rustemî Dîvbend, Zabûlî, Rustemî Zavûlî, Rustemî Serfiraz, Rustemî Sevar, Rustemî Şîrdil, Rustemî Şîrmend, Rustemî Kînehah, Rustemî Namver, Rustemî Namdar.
Ez wateya hinek navan nizanim, dibe ku ew jî bi wateyên xwe bigihîjin kurdî, ji ber nezanîna min ji bo min bernîqaş e, hinek jî adaptasyona farisan bixwe ye. Yên mayî rasterast bi kurdî ne: Rustemî Serfiraz, Rustemî Şîrdil, Rustemî Şîrmend, Rustemî Namver, Rustemî Namdar. Rustemî Tîzçeng, Rustemî Cengcû jî dişibine kurdî bi zanîna min a niha ez nikarim bejim yekser kurdî ne.
Gava em xwe didine ber çanda ku ew û hevalbendên wî ji nav hatine em kurdiyeke xas û zelal dibînin. Navê hespê Rustem Reşê ye. Reşekî biriqî û teyisandî lê ye wisa tê terîfkirin. Dema ji alfabeya aramî verdigerînin latînî bi adaptasyona îngilîzî tê nivîsandin rashê (rahşê). Gava tirkan û dewletên din wergerandine zimanê xwe ji bo ku kurdiya wê neye fêmkirin yek bi yek mîna adaptasyona îngilizî jê girtine. Navê hevalê Rustem Guhderz e Goderz nivîsîne, guhê wî ne tam bûye. Navê hevalekî wî Bêjen an jî Bêjin e weke Bîjen nivîsîne. Gelek navên kurdî hene ji ber ku niha di destê min de Şahname tune, nikarim bi bîr bînim.
Li gorî min xala herî nêzî îspata ku Rustem kurd e vegotina gel a destana Rustemê Zal e. Kê çi û kengî gotiye em nikarin îspat bikin lê di destê me belgeyeke vê yekê îspat bike heye. Pirtûka bi navê Kayip Dîvan pirtûkeke berhevkariyê ya bi tirkî, ez ne şaş bim ji sala 2000’an şûnde Mûhsîn Kizilkaya derxistiye yanî salên ku hê kesayeta wî di nav kurdan de nedihate nîqaşkirin. Min bixwe xwendiye. Çi tesadif bu ku min Şahnameya Fîrdewsî xwendibû, Kayip Dîvan pey wê re kete destên min, min xwend. Nivîskarê pirtûka Kayip Dîvan bi kekê xwe yê dengbêj re hem li Bakur hem jî li gundên Başûr beşdarî şevbuhêrk û civata wan dibe. Pirtûk ji çend çîrok û efsaneyên van şevan berhev kiriye. Belkî jî ku ji karên wî kirine tenê yek ev e ku xizmeta çanda kurdî kiriye. Di wê pirtûkê de behsa efsaneyên Rustemê Zal tê kirin. Ji devê gel hatiye girtin. Ez hatim li xilaskirina Bêjen asê mam. Ez dibêjim gelo min ev çîrok ji ku derê xwendibûn. Gelek serê min mijûl kir lê di dawiyê de ez tê gihîştim ku min di Şahnameyê de xwendine. Bi rastî ez matmayî mam. Fîrdewsî hezar sal berê berhev kiriye lê hezar sal bi şûn de gundiyên kurd eynî weke herf bi herf Rustem û çîrokên wî gotine. Ev tiştekî balkêş e lê ji bo îspata kurdbûna Rustemê Zal hêmayeke pir xurt e. Gelo bêyî ku Şahname xwendibe yek gundiyê faris dikare vê efsaneye ew qas zelal vebêje? Bi min bersiva vê pirse neyînî ye. Ji ber ku gelê Îranê ji hozan, helbestrist û ramanwêrên xwe gelek tiştan ji ber dizane, çimkî çandeke îraniyan a bi vî rengî heye lê ji aliyê efsaneyên gelerî ve ev yek ew qas xurt nîn e.
Ev hêmayên min li jor nîşan dan ne tesaduf in, daneyên zanistî ne. Helbet sedî sed ez karibim bêjim kurd e jî, dibe ku ev dane têrê nekin. Ez girêdayî metoda zanistî dimînim. Zanist qebûl nake, tu palpiştekî misoger tune be ez bejim ew kurd e, temam bû û çû, nabe. Lê dikarim vê bejim ji farisbûna Rustemê Zal gelek, gelek xurtir in. Weke zanistî nebe jî weke qinaet Rustemê Zal kurd e, li gorî daneyên me derpêş kirin.
Rustemê Zal kurd e. Lê ew hêza gewre ne ji bo kurdan hatiye bikaranîn. Îran dewlet bûye, serdest bûye, Rustem xwe daye kêleka hêzê û xizmet ji wê re kiriye. Ev ji bo kurdan tiştekî dramatîk e lê rastiya serdemê ev e. Bi texmînî efsaneya Rustemê Zal di serdema sasaniyan an jî ahemediyan de qewimiye, mesnetên Fîrdewsî wê demê amaje dikin. Dewleta Îranê pêdivî bi kes û hêzên weke Rustemê Zal hebû û ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Rustemê Zal jî pişta xwe da hêzeke weke dewletê. Rustem lehengekî gewre ye, kurdan jî bi tevî gelek hêmayên din bi tesîra efsane û mîtolojiyê ew pirole kiriye û xwedî yekî ji xwe derketiye. Erê rast e Rustemê Zal gewre ye lê gelê kurd ji Rustemê Zal mezin û gewretir e. Yê mezinahiya Rustem parastiye, di nav xwe de xwedî kiriye aniye îro, bi Fîrdewsî daye qebûlkirin, hê jî şevbihêrkên xwe de dike mêvanê sereke, gelê kurd e. Çîroka wî jî ji me re maye, ji şevbuhêrkên me kêm nabe. Kurt û kurmancî meseleya Rustemê Zal wiha dixuyê.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览258
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 25-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on21-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):21-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览258
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,262
图片 106,527
书籍 19,254
相关文件 96,962
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!