图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,717
图片 106,324
书籍 19,220
相关文件 96,804
Video 1,358
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Pîroziya rengê pîroze
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pîroziya rengê pîroze

Pîroziya rengê pîroze
=KTML_Bold=Pîroziya rengê pîroze=KTML_End=
Qendîl Şeyxbizînî

Reng bi awayên cur bi cur tîrêjên standin û dana rûyên tiştan in. Ev tîrêj dema dikevin çavan, çav awayên wan tîrêjan ji hev cuda dikin, her yek û bi awayekî taybet û cuda ku jê re dibêjin reng.
Reng peyveke resen û sagîn a kurdî ye ku hezaran sal in ji dapîr û bapîran ji me re maye. Peyva rengê vedigere protoîranî ‘ra(a)j’ anku ‘renj’ ê. Di Avestaya Kevin de ‘aranjanam’ anku ‘arrenjenam’e lê bi awayê ‘haraanzanaum’ anku ‘harrenxenawm’ê jî kara ye di wateya ‘arasîn, xemlandin’ê de. Di pehlewanî de ‘rng’ û ‘reng’e. Her wiha ‘brng’ an ‘ebreng’ê jî di wateya ‘bedew, narîn’ê de. Helbet peyva ‘reng’ê ketiye gelek zimanên din ku ji ber dirêjbûna mijarê naxwazim amaj bidim hemûyan.
Reng di warê wate û mebestan de xwedî roleke mezin in. Di warên fizîkî û kîmyayî de, di warên xwezayî û jîndeyî de, di warên ziman û çandî yd. de jî reng roleke mezin dibîne. Bi taybet di zimanê kurdî de ku zengîntirîn zimanê cîhanê ye di warê reng û cureyên rengan de. Ferhenga Pazarê ji amadekariya Seher Moezî zêdetir ji 74 hezar navê rengên kurdî di xwe de dihewîne. Ev ferheng mezintirîn ferhenga rengan e li ser asta hemû cîhanê ku di zimanekî de(zimanê kurdî) zêdetirî heftê û çar hezar navan tenê yên reng hebin.
Xencî wê kurdî bo gelek wate û mebestan sûd ji rengan werdigire û mebestên xwe pê derbêj dike. Weke mînak: ‘rengzer, rûreş, rûspî, rûzer, rûsor, destşîn, destkesk, dilreş, dilspî, destrengîn, keskesor, rengal, rengereng, reng û reng, hemereng, rîspî(bo mêr), serspî (bo jin), destspî yd.. Reng rol di awayên mirovan li cîhanê de jî dibîne û em bi reng jî dikarin nasnameya mirovekî bi hêsanî nas bikin. Her wiha reng roleke sereke dibîne di cudabûna awayên heşî, ajal û mirov û tiştan jî. Xeyn ji wê reng weke guzariştê jî di cîhanê de roleke mezin dibîne her weke ‘rengê spî, rengê aştî, pakî, bêsûcî û valahiyê ye, rengê reş rengê desthilat, xem, wêrekî û nîhaniyê ye, rengê şîn rengê tenahî û xem, îcat û aramiyê ye, rengê sor rengê evînî û hezgîniyê ye, rengê penbe rengê xeyalî û nazikiyê ye, rengê kesk rengê bext, selametî, dexesî û xwezayê ye, rengê mor rengê saman, şahane, nîhan, xeyalê ye, rengê zer rengê hermî, ronahî, enerjî, balkêşiyê ye, rengê narincî(portuqalî) rengê enerjî, bextewerî, balkêşî, peroşiyê ye, rengê qahweyî, rengê xweza, hêz, parêzî, tehayî yd..’ Heta kurd sembol û pîrozweriya xwe jî bi reng tabîr û guzarişt dike ku ‘kesk û sor û zer’in. Helbet xeyn ji wan mijarên ku me li amaje pê dan, gelek reng û cureyên reng hene di çand û baweriyên kurdan de xwedî pîrozî, giringî, mîsyon û wateyên xwe ne ku yek ji wan rengê ‘Pîroze’ye. Rengê pîroz ji nav û navlêkirina wî re xuya dike ku ji bo kurdan çiqas taybet an jî pîroz e.
Etîmolojiya peyva rengê pîroze
Rengê pîroze rengekî kesk û meylen şîn û tev li hinek rengê zer e. Peyva navê pîrozeyê vedigere zimanê pehlewanî ‘pîroçek an pîrozek’ê ku dû re zimanê nû yê kurdî de bi jêçûna ‘k’ê dawîn weke pîrozeyê derbêj bûye. Di latînî de ku weke navê zanistî hatiye diyar kirin ‘lazolî’ yan jî ‘lapîs lazolî’ye. Lapîs anku kevir û lazolî jî weke rengê şîn ê pîroze ye. Her wiha lapîs ji kevirên nîtratî yên zîvîn re jî tê gotin ku di çaxên navîn de dihat hûrkirin bo dermankirin û jêbirina balûke û werimîna birînên çermê yan jî ji bo teraxûmên çavî, ji ber ku bekterîkuj e. Ji bilî wê, ew kevir ji demên kevn de ji bo xeml û bedewiyê hatiye bikaranîn. Tiştekî giring heye divê em behs bikin ew jî, di gelek zimanan de navê hin rengan tune ye, bi taybetî rengê ‘şîn’. Di çendîn zimanan de navê asiman û rengê şîn an jî navê rengê şîn û kesk yek nav in, yan jî bi pêşgir û paşgirekê nav ji hev tên cudakirin. Xencî ku navên ‘kesk û şîn’ gelek caran li şûna hev tên, di rastî de peywendiyeke xurt jî di warê taybetîbûn, mîtolojî, wate, raman û çandî de heye, heta di nava çand û baweriyên kurdî de jî.
Rengê pîroze navê xwe ji kevirê ku bi latînî jê re dibêjin ‘lapîs’ digire. Wî kevirî ji berê ve bo gelek mebestan hatiye bikaranîn mîna ‘derman, xeml û dûrketin ji xirabiyê’ sûd jê girtine. Ji bo gelek cureyên xişil, xelm, niqêm, tac, destxencer û kelan yd.. hatiye bikaranîn. Ji aliyekî din de sihir ku tiştekî diyar bûye di kevin de û bi taybet di baweriya Mîtrayî de, her du rengê pîroze û rengê şîn xwedî roleke mezin bûne. Bi taybetî di mîtolojî û efsaneya cîhana diyar û cîhana nediyar de, pencere û deriyên malê ku nîşana xêr û bêxêriyê ne, rengkirina pencere û deriyan bi rengê pîroze yan şîn, heman mentalîta xêr anîn û dûrketin ji nbêxêrî û xezebê ye. Rengê pîroze weke ji navê xwe re xuya dike ku di çand û baweriya kurdî de pîroz bûye ji hezaran sal berê, em vê taybetmendiyê li Hewraman, kela Hewlêrê û herêmên Loristanê zêdetir berçav in ku pencere û taqên xwe tev dikin rengê pîrozeyê ev jî weke pîroz û derwazeya ronahî û tîrêjên rojê ku sembol û pîrozwera kurdî ye. Kurd ji Zagros, Toros û Mezopotamyayê ku bi hezaran sal berê ye, baweriya xwe li ser fikir û felsefeya mêhr û mîtrayiyê ava kiriye ku dû re heman fikir û felsefe weke ol û rêbaz belavê dinyayê bû bandora xwe li ser çand û baweriyên gelek welatên weke Çîn û Japonyayê, Yewnan, Ewrope û welatê Misirê daniye. Rengê pîroze jî ku di nava kurdan pîroz bûye, rengê bawerî û hêza dûrketin ji nezer, ehrîmanî û tawanê bûye. Ta niha jî hemû pencere û piraniya deriyên li Hewramanê, Loristanê û kela Hewlêrê û gelek keleh û warên kevnar, bi rengê pîroz û şîn têne reng kirin.
Di zimanê kurdî de cureyên pîroze
Pîroze amal, pîroze bam, pîroze baw-î, pîroze beş, pîroze reng, pîroze şêwe, pîroze şîn, pîrozeyî, pîroze baxtkirdê, pîroze baz, pîroze çirûsk, pîroze bor, pîroze mat, pîroze boz, pîroze rengdar, pîroze bêgerd, pîroze pirşengdar, pîroze pir reng, pîroze tar, pîroze tund, pîroze terze, pîroze têr, pîroze tûj, pîroze ciwan, pîroze çîr, pîroze xam, pîroze xum, pîroze xweş, pîroze xest, pîroze xem, pîroze dij, pîroze dexş, pîroze dûd, pîroze dêz, pîroze çûyî, pîroze roşen, pîroze rûn, pîroze sard, pîroze germ, pîroze zîv, pîroze şad, pîroze jak, pîroze sade, pîroze şêlû, pîroze ferîk, pîroze tune, pîroze kal, pîroze kirêt, pîroze veker, pîroze kiz, pîroze kos-kews, pîroze girtî, pîroze girj, pîroze gul, pîroze geş, pîroze gen, pîroze lêl, pîroze mirde, pîroze xemrî, pîroze waz, pîroze rengîn, pîroze zilkedar, pîroze zerd, pîroze zelal, pîroze jengar, pîroze saf, pîroze samal, pîroze spat, pîroze sist, pîroze soxt, pîroze sivik, pîroze sewz, pîroze sîs, pîroze şêl, pîroze şeng, pîroze katran-î, pîroze kew, pîroze giran, pîroze gurdar, pîroze gilav, pîroze ger, pîroze gewz, pîroze nehez, pîroze next, pîroze nexşîn, pîroze neman, pîroze nîvreng, pîroze nepuxt’ yd… Evne pajek in ji rengên pîroze lê bi hinek rewşên cuda yan jî gelek mebestên cuda tên bikaranîn.
Bandora rengê pîroze
Bi giştî rengê pîroze bi riya çand û baweriya kurdî yan li derveyê wê, di nava gelek çand û baweriyên din de eger pîroz û tabet jî nebe wek li ba kurdan heye lê xwedî giringî ye. Ji mêjîn de rengê pîroze li kêleka rengê şîn bi hev re du hêmanên sereke bûne di gelek warên selametî, pakî, parêzî û pîroziyê de. Rengê pîroze di nava çanda ewropeyî û yewnaniyan de xwedî pîvaneke, di gelek xemlên koşk û seray an jî estetîk û eksewarên şah û keyan de weke rengekî diyar roldar bûye.
Têbînî: Pîroze navê cure firendeyeke ku jêre Hûma’yê jî tê gotin, wê/wî firendeyî li gor mîtolojiya wê/wî, bi ser kî re sîber bike, ew kes dibe şah û mezin
Çavkanî: Ferhenga Pazar
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览309
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 05-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on21-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):21-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览309
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1147 KB 21-11-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,717
图片 106,324
书籍 19,220
相关文件 96,804
Video 1,358
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!